25-mîn Kongreya FKKSê çêbû

Di kongreyê de endamên organên FKKSê nûnerên 31 komeleyên endam, serokê rêxistina SISOSê, nûnerên hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanê û mêvan bêşdar bûn. Di kongreyê de muhasebeya du salên xebatê hat kirin; Endamên Komîteya Karkir raporên xwe pêşkêşî kongreyê kirin, nûner li ser raporan munaqeşe kirin. Kongre organên xwe hilbijart.

Seroka FKKSê Şermîn Bozarslan xebatên di navbera du kongreyan de anî zimên û li ser guharinên ku di civatê de bûne sekinî. Wê di axaftina xwe de got; dive Federasyon zêdetir giranî bide ser pirsên civakî û têkilî digel komeleyên xwe. Komeleyên me divê zêdetir karên perwerdeyî li hember bikaranîna şiddet di nav malê û civatê da, li ser mafên mirovî û demokratîyet û yeksanî bikin.

Serokê SIOSê Bijan Shafiei kêfxweşiya xwe diyar kir ku ew bêşdarê Kongreya 25-mîn a FKKSê bûye. FKKS di nav Federasyonên biyanî ku endamên SISOê ne, federasyoneka çalak e û hergav kongreyên wê bi coş û heyecan derbas dibin.

Berdevkê Komîteya hevkariya Hêzên kurd û Kurdistanê li Swêdê Şefîq Kaya jî di axaftina xwe  de weha got; “FKKS bi kar û xebatê, bi gelek çalakiyên hêja gihîştiiye vê rojê. Federasyon li cem hevwelatiyên herçar beşên Kurdistanê û li bal partiyên siyasî yên Kurdistanî û yên Swêdî û hemû dezgehên fermî yên Swêdê wek nûnerayetiya gelê kurd tê qebûlkirin. Federasyon bi pirrengî û bi pirrdengiya xwe, bi xebata ji bo integrasyonê, bi xebata demokratîk û nemaze bi xebata piştgiriya doza netewî ya herçar beşên Kurdistanê û di gelek warên curbecur de nimûneyek bêhempa ye.”

Kongeraya 25-mîn a FKKSê di sê xalan de helwesta xwe bi vekirî diyar kir.
• Kongreya 25-mîn a FKKS piştgiriya berxwedana gelê kurd li rojavaya Kurdistanê bo mafê çarenûsî diyar dike û girîng dibîne ku kurd, yekitiya xwe bipareze û xurttir bike
• Kongreya 25-mîn a FKKS dîyar dike ku zimanê kurdî divê bibe zimanê fermî  û pirsa kurd bi riya aşitî çareser be.
• Kongreya 25-mîn girîng dibîne ku komeleyên endam zêdetir li ser pirsên civakî
  kar bikin û ji bo pêşîlêgirtina bikaranîna şîddetê di nav mal û civatê de xebatên perwerdeyî bikin.

Di Kongeraya 25-mîn de guhertineka girîng di destûrê de çêbû. Hejmara endamên Komîteya Kargêr zêde bû. Ji 7 kesan bû 9 kes. Di salê de bi kêmasî 3 civînên Komîteya Giştî pêk bînîn yek ji civîna Komîteya Giştî digel serokên komelan be.

Komîteya Karger a FKKSê:
Şermîn Bozarslan, serok
Pirshang Twana, sekreter
Selam Ciziri, berpirsê aborî
Dr. Ershad Maruf, berpirsê komîteya têkilîyên navxwe
Jotiar Sherif, Hevkarê komîteya têkîlîyên navxwe
Mujde Seradji, berpirsê komîteya salmezin û kêmendam
Karim Suleyman, berpirsê komîteya Penaberan
Aso Salih, berpirsê komîteya ragihandin
Berzan Koçkaya, Berpirsê komîteya entegrasyon/beşdarî

Endamên cîgîr:
Avîn Muhamed
Gulan Avci

Komîteya Giştî ya FKKSê:
Niaz Ahmed
Lina Salih
Rojwan Yeşil
Muolud Abdulzade
Sakir Cardo Sulhav
Felemez Akad
Adil Duhoki
Zuher Berwari
Dr. Shwan Karim
Behzad Tawfiq
Cemile Berzenci
Mahmud Muhammed –Dukane

Endamên cîgîr:
Mehwan Beroshki
Azad Mohamed Doski
Shawkat Saleh

Komîteya Rawêj a FKKSê:
Ata Baneyî
Sosin Guven
Abdullah Kerim
Adibeh
Salah

Endamê cîgîr:
Adnan Hassan

Komîteya Revîsor a FKKSê:
Hafzallah Nerweyî
Anas Abdullah
Nejmeddin Torî

Ev nivîs di Nûçe de ye.

Kommentarer inaktiverade.