Ji Qeleboxaziyê keçikeke esmer derbas bû

Mîna her rojî, kuçeya Qeleboxaziyê bi tevger û şemate bû. Ji tenûra Qadoyê nanpêj, bêhna nanê teze derdihat û bi ser kuçeyê da belav dibû. Li hemberî qehwexaneya Heciyê Kor, Osmanê Bêvildirêj yê nalbend li ber kerekî reş rûniştibû û lingê wî nal dikir. Hedadên esilêrmenî li dikanên xwe, nîr, das, qirim, mer, bivir, tevr, manqal, sobe, nal û her babet feraq û fol çê dikirin. Şerqînî û terqîniya wan guhê meriya ker dikir.
Îboyê Deqo, bêvil û çenga xwe deq kiribû, loma ji ra digotin, Îboyê Deqo, qasî kîloyek tutûna qaçax a Semsûrê, di nav tûrekî kaxizîn da teslîmî berber Mehemedê Meqestûj kir. Mehemedê Meqestûj gûzan di desta da rîha Osmanê Qafgir traş dikir. Destê xwe avêt peran,  Îboyê Deqo got, ecela meke, dû ra ez ê ber bi te werim. Osmanê Qafgir got, tu ji min ra jî qasî kîloyek bîne loo, rahme li bavê te!
Îboyê Deqo destê xwe carê bi ser eniya xwe û carê jî bir ser dilê xwe û got, ser seran û ser çavan. Du hefta şûnda ez ê herim Semsûrê, bi destûra Xwedê ez ê ji xalê xwe ra tutûna xweş bînim. Bêguma li Qeleboxaziyê qaçaxçiyên din jî hebûn. Hinek ji wan, titûna qaçax û çay, hinek demançe, derb û tifang û hinek jî esrar difrotin. Mîna golikê beş her kesî wan nas dikir. Xelkê navê wan, ciyê wan zanîbû. Ji kê ra çi lazimbiya, zanîbû ku ew ê here cem kê. Lê Îboyê Deqo, ne mîna qaçaxçiyên din bû. Di nav wan da, yê ku karê xwe herî pak û mezbût dikir, ew bû. Qaçaxçitiya wî û tutûna ku wî dianî, ne tenê li Qeleboxaziyê, di temamê Swêregê da bi nîşan bû.

Li ber sîmsarxaneya Çêrmûgê, miawîn hilkêşiyabû ser dolmişê û barê mişteriyan li ser dolmişê girêdida. Xwediyê sîmsarxaneya dolmişên Çêrmûgê, Ebdulbekirê Kolî li ser mişteriyan dilezand. -Hadê babam, hadê babam! Ma berey kewtiyê, wa her kes cayê xwe bigîro!
-Bira kes li erdê nemîna haa!
-Ciyê her kesî belî ye, bira her kes li ciyê xwe rûne!
Nexweşên bê derman, kor, kulek, keçel û kurmiyên Swêregê, jinên korocax, kalepîrên ji mêranîyê ketine, dê û bavên ku ji qîzên xwe ra li qismetekî pak digeriyan, bi zar û zêçên xwe ra tev, bi dia, tekbîr û selawatan li dolmişê siwar bûn.
Germava Çêrmûgê, dermanê her derdî ye, digotin. Kî têkeve nav germava Çêrmûgê, çi mirazê wan hebe, dê were cîh û çi nexweşeya wan hebe dê bibore. Miawîn daket jêr, mişteriyan cîh dan xwe, lê ajoyê dolmişê li holê xwuya nekir. Ebdulbekirê Kolî ortelix li hev xist.
-No efendiyê ma şîyo kotî laa? La hela şirê bewniyê qehwexaneya Heciyê Kor, bewniyê qehwexaneya Osmanê Kulek!
Li ser qêrîn û qarîna Ebdulbekirê Kolî, miawînê dolmişê û lawê wî Qoço her yek bi aliyekî ve pekiyan.
Heciyê Kor, li ber qehwexaneya xwe, destê xwe li paş pişta xwe girêdabû û temaşeyî helahela Qeleboxaziyê dikir.
Ûsoyê Çavbenîşt, bi şelwerê qebardîn û pişta ecem, sako li ser piyan, şewqe li sêrî, ji aliyê bakûr, xwe li ba dikir û dihat. Navrana şelwerê wî hema hema digîhiya erdê. Awêrê wî tûj û tal bû. Her cara ku guça sakoyê wî bi hewayê diket, kêra ber pişta wî xwuya dikir.
Hecî di ber xwe da got, vaye belayê serê min cardin tê. Xwedê bike bi mişteriyên min ra lec neke.
Gava ew gîhaşt ber qexwexaneyê, Heciyê Kor, piçek bi henekî û piçek bi giranî got.
-Merî newêre li rûyê te mêze bike heyra!
-Hecî, tu jî tam îşê haa, ma va wechê min bexça Welî ye! Ji bo çi tu yê li min mêze bikî? Got Ûso.
-Law Ûso yasitar, tu mîna îsota tûjî law! Merî newêre dengê xwe bike.
-De berde loo! Tu jî derî û tê bela xwe di min digerînî! Got Ûso.
-Law bêbext, kê ji te ra çi got?
-Ez çi zanim! Çi were devê we hûn dibêjin. Ûso wa meke, Ûso wa mebêje, Ûso bi xelkê ra lec meke..
-Êê ma em xirabî dikin law? Em dibêjin, bi xelkê ra lec meke, tu yê rastî qafilqedayek werî. Ma ji bo  xirabiyê em dibêjin!
-Ez ji ku zanim, hûn ji bo çi dibêjin!
-Temam, temam! Madem ku tu eciz dibî, vê şûnda ez ê devê xwe venekim.
-Vemeke! Kûza avê li riya avê.. Ka tu yê ji min ra çayekê bi namûs bidî an na?
-Çima nedim, ma bi perê xwe nine!
Hecî ji çaygerê xwe ra got, ji Ûso ra çayekê binîn.

Qehwexaneya Heciyê Kor li ser kuça Qeleboxaziyê, paşiya wê ber bi kelayê û pêşiya wê jî li kuçeya Qesaban mize dike. Ûso xwe da ser kursiyekê û qutiya tutûnê ji bêrîka xwe derxist. Bîstik şûnda Seferê Fişfişok û Barût Hesen jî hatin û li dora masê rûniştin.
Wê gavê, yekî ji wan ra bigota; sibe dê qiyamet dakeve, îroj dê erd bihêje, dusibe dê kevir bibare, dê hersiya jî bigotana, dibe dibe, çima nebe! Karê Xwedê qet belî nabe.
Lê yekî bigota, nuha dê keçikek ciwan û bi pantol, bi îşlik, serqot û bi lêvên boyaxkirî, di lingê wê da qondireyên Êntabê, li ser milê wê çante, ji kuçeya Qeleboxaziyê derbas bibe, ne wan û ne jî yekî din, dê bawerî nekirane. Dê gişka bigotana, Qeşmeriya meke law, rabe here îşê xwe! Kuça Qeleboxaziyê li ku û keçikên elefranqa li ku! Neheq jî nebûn. Rojhilata Swêregê weke “bajarî” û “modern” û aliyê rojavayê jî weke “gundî” dihat dîtin û bi nav kirin. Navenda aliyê “gundiyan”, bê mibalexe Kuçeya Qeleboxaziyê bû. Di beşa gundiyan da, zimanê kurdî (kurmancî, dimilî), di beşa bajariyan da zimanê tirkî, sereke bû.

Di Kuçeya Qeleboxaziyê da her kes bi kurdî dixaifî, di dan û stendina xwe da zimanê kurdî bikar danîn.
Cûdabûneke balkêş ya din jî ew bû ku; hejmara wan zêde nebe jî keç û jinên “modern” yên ku li kuçe û kolanên beşa bajariyan xwuya dikirin, li qismê gundiyan fena teberikê zû bi zû peyda nedibûn. Di temamê beşa gundiyan da, mal û malbatên ku keçên xwe yên ciwan dişandin dibîstanê, hejmara tiliyên destekî nedibihurîn.

Yek ji wan Hec Reşîdê nanpêj bû. Gava xelk pê hesiya ku Hec Reşîd, qîma xwe bi dibistana ewlîn neaniye û keça xwe dişîne mekteba navîn û lîseya ku ciyê wan li aliyê bajariyan bûn, nav û dengê wî derket û tenûra wî bû navnîşana taxa Xeyriyeyê. Êdî gava riya xelkê xerîb, çerçî, hemal, erebeyên hespan, texsî, dolmiş, bekçî û polêsên dewletê, bi taxa Xeyriyê diket, li gorî tenûra Hec Reşîd riya xwe rast dikirin.

Erê, heftê carekê nebe jî, du hefta carekê yan jî sê hefta carekê, jinên taxa Xeyriyeyê bi çarşevên xwe yên şîn, ji ser kuçeyê derbas dibûn û diçûn Hemama Evdal Axa. Hinek caran jinên gundî yên bêçarşev, lê serî bi çefî jî xwuya dikirin. Zarokên keç jî hin caran bi bav û birayên xwe ra ji ser kuçeyê derbas dibûn, hew.

Lewra gava Keçika Esmer ji binya kuçeyê xwuya kir, temamê Qeleboxaziyê, bala xwe dan wê û di ciyê xwe da qerisîn. Çavên her kesî li ser wê zîz bûn.

Çawa nebe?

Di orta Qeleboxaziyê da, li ser keviran bexçeyê kulîlkan vedabû.

Keçik jî çi keçik!

Di çavê wê yên qehweyî da, stêrkê şevên tarî fena mûmên ziyareta Şekoyê vêdiketin û vedimirin. Porê wê yê reş yê mîna qîr, li ber bayê payizê, fena pelê dara tûyê rabûbû govendê. Diranên wê yên mircanîn, di navbera lêvên wê yên sor û gulgulîn da mîna libên henarê Qetînê dibiriqîn.

Lingên wê bi erdê nedibûn. Meriya digot qey li ezmana difire.

Li nêzî nêrdewanên kuçeya Qesaban li ber dikanekî sekinî û li morî û mercanên daliqandî mêze kir. Bazineke ji morîkên rengareng çêkirî, rakir, lê mêze kir û bihayê wê ji xwediyê dikanê pirsî.

Gava keçikê devê xwe vekir, yên ku çavên wan bi keçikê ketibûn, bêhngirtina xwe rawestandin. Guhên wan fena kulîlka mastirikan bûn fireh û li benda dengê wê man.

“Gelo bihayê vê bazinê çî ye?”

Devê dikançî li hev ket, hindik mabû li ser kursiya xwe gêrî erdê bibe. Keçik keniya û got.

“Baş e, baş e! Ez ê carekê din bêm.”

Kena serçavê xwe pak kir û meşa xwe domand.

Dengê wê, di seranserê Qeleboxaziyê da pêl bi pêl belav bû. Yên hîna çavê wan li keçikê neketibû, wekî ceyran wan bigire di ciyê xwe da lerzîn û ji hev pirsîn.

“La no çi veng o!”

“La va çi ziman e?”

“La wilahî no vengê melakan o!”

“Bi serê Keko Mewloyê swêregî ez sond dixwim ku perî nikanin avê li destê xwediyê vî dengî bikin!”

Teswîra herî xweşik ji devê Îboyê Deqo derket. Gava sewta keçikê ket ber guhê wî, wiha got.

“Ev dengê fena ava kaniya Serebê zelal, mîna tiriya tanebî şîrin û weke baûhewa Qerecdaxê hûnik ji ku tê?”

Erê! Mişteriyên qehwexaneya Osmanê Kulek, ku Keçika Esmer hîna ji wan xwuya nedikir, li ser wê sewtê, ketin niqaş û lêkolînên hûr û kûr. Neheq jî nebûn! Li hemberî dengekî bi wî awayî kê dikanîbû guhnedêrî nîşan bida, kê dikanîbû berê xwe bada.

Dengê wê mîna dengê bilûra şivanê kurd bû. Di deşta Qerecdaxê da gurpînî bi dilê meriya dixist û xwîna meriya dikeland.

Di binê birûyên hîlalî de, bijangên wê mîna tîrkevanan li ser dilê meriya didaçiqîn.

Xwe li ba dikir û dimeşiya. Ax di bin piyên wê de dihejiya. Dilê xortan li ser agirê kizirî û heliya. Kalepîrên ber dîwaran axînî, xortan keser kişand.

Ya ew bêhna wê! Ew bêhna ku ji wê radibû heş û aqil li ser meriya nedihêla! Merî pê ve serxweş dibû û bi ezmana diket, dîn dibû bi çolan diket. Bêhn wê, fena bêhna dara sincê û gula rahmanî, fena şemamokên gundê Dîndarê bû.

Ew serçavê esmer, ew lêvên fena xewxanan, mîna leylenokê çolan rê li ber meriya şaş dikir, çogê meriya sist dibû, destê meriya dilerziya û galgalên meriyan ji hevda diket.

Temamê esnafê Qeleboxaziyê, temamê neferên li ser rê û pîyaran, mişteriyên qehwexaneyên Osmanê Kulek û a Hecîyê Kor, mişteriyên dolmişa Çêrmûgê, cumle dikandarên Qeleboxaziyê, heta û heta kûçik û pisikên ber dîwaran jî sekînin û li wê mêze kirin.

Guzana destê Mihemedê Meqestûj, çakûça Osmanê Bêvildirêj yê nalbend li hewayê ma, tepsiya çay ya li ser destê şagirtê Osmanê Kulek şemitî û ket erdê, qedehên newqziraf bi terqînî û şerqînî li ser kevirên kuça Qeleboxaziyê perçe perçe bûn.

Kesî xwe nelivand û li aliyê şagirt û qedihên wî mêze nekir. Çav û bala gişka li ser wê bû. Her gava wê, her tevgera masûlkên dest, ling û serçavê wê, bejn û giraniya wê bênavber dişopandin û dinirxandin.

Bixwebawerî û serbilind dimeşiya. Li dora xwe mêze nedikir, lê cardin jî meriya digot qey ew çardoraliyên xwe dibîne û dişopîne. Kî, li ku sekiniye, wêne û dirûvên wan çi ye, di mêjî û dilê wan da çi fikir, çi hest çê dibin, dizane û texmîn dike.

Meriya digot belkî, hema ew ê a nuha di cîh da çiv bide xwe, çardexwurek belçîkî ji ber xwe bikşîne û çardeh derbî li ser meriya vala bike.

Ew awirê bibiryar û giran, fena ku ji meriya ra bibêje; nebe nebe tu xwe bileqînî! Di mêjiyê nav tasika serê te da çi rindî û xirabî derbas dibe, ez dizanim û dibînim. Eger tu bi niyeta xirab xwe bileqînî, ez ê te di cîh da bikim serad!

Li goşa Mizgefta Emer Axa, li ser milê çepê zivirî û ji ber çavan wenda bû. Mîna xewna şevan hat û çû.

Temamê merivên li kuçeya Qeleboxaziyê weke ji xewê şiyar bibin vegeriyan ser karê xwe. Şagirtê qehwexaneya Osmanê Kulek, bi gêziya qamişîn dest bi maltina camê perçeperçeyî kir. Osmanê Bêvildirêj, çakûça xwe ya li hewayê mayî, şirqand ser bizmara nala kera reş. Nîvê bizmarê, simê kera reş qul kir û ji aliyê jorîn derket der. Mehemedê Meqestûj gûzana xwe danî ser rîha Mistoyê Qafgir û pirçê ser gepa wî anî xwarê û di ber xwe da bi miçemiçê got.

Merî çi dibîne û çi nabîne!

Mistoyê Qafgir hewl da xwe ku serê xwe li ba bike, çend qisan jî ew bêje, lê zû hay li xwe bû. Gûzana di destê Mihemedê Meqestûj da li ser gewriya wî diçû û dihat. Xwe nelaqand û devê xwe venekir.

Keriz Cimo û şirîgê wî Evdoyê Garisî yên ku di nava Parqa li hemberî tenûra Qado da êzing difirotin, her tim serê wan bi mij û dûman bû, li ser barê êzangan rûniştin. Çavên wan hêja li ser goşa Mizgefta Emer Axa mabûn.

“Wa Elah qismet bikero ez ey fina bivîna, wa emrê min jî rojê bo!”

Evdoyê Garisî paşda nema. Got:

“La tu sevanê Cimo! Wa ez ey fina bivîna, şar panc finî nimaz keno, e do des finî bikera. Cinet Cinet vanê, Cinet no yê îşte oxlim! O cineta bîn ko her kes qalê cê keno, wilahî bîlahî zûro yo!”

Mîna pêtaga mêşin hungivê, xumînî bi kuçeya Qeleboxaziyê ketibû. Neferên ku çavên wan li Keçika esmer ketibûn, tenê li ser wê qise dikirin. Hinekan serê xwe sipartibû kefa destê xwe û wisa bêdeng diponijîn.

Li ber qehwexaneya Heciyê Kor, Ûsoyê Çavbenîşt û hevalên wî ketibûn qirika hev. Ûsoyê Çavbenîşt bi hazircewabî û zimandirêjiya xwe, dor nedida kesî. Bi hizrên bêserî û bêbin, li ser eslûfeslê keçikê şop diajot û gurmista xwe li ser masê dixist.

“Ez bi serê gora Qoçuyê Heftpalik, heft caran sond dixwim ku ez vê keçikê nas dikim!”

Hevalê wî yên maseyê, Ahmedê Pozqut ling avêtibû ser lingan û tizbiya xwe ya Erzorimê dikişand, bi awayekî sinûx got.

“Ûso tu carna derewan dikî!”

Ûsoyê Çavbenîşt ji ser kursiyê firiya hewayê û dest avêt şewqa ser serê xwe û şewqa xwe li orta maseyê xist. Temamê mişteriyan galgalên xwe birîn û di bin çava ra li wan mêze kirin.

“Bi namûs û şeref ez derewan nakim! Yên derewan dikin, qeşmerên fena te ne lawo!”

Ahmedê Pozqut awirê xwe qet xira nekir.

Seferê Fişfişok û Barût Hesen jî li dora masê rûniştibûn. Ketin navbera herduyan û gotin, wiha mekin, eyb e! Xelk me temaşe dike.

Li ser vê yekê Ûso tew bû arpizot û xwe hîn zêde tûj kir û got.

“Li vê erdê Swêregê, tiştên ku ez pê nizanim û kesê ku ez nas nakim tune ye!”

Ahmedê Pozqut bi dengekî nizim got.

“Ka de ji min ra bibêje, ev keçika kî ye, ji ku tê û diçe ku?”

Ûsoyê Çavbenîşt qasî bîskî fikirî. Erê, dirûvê keçikê dişibî swêregiyan, ji meşa wê jî xwuya dikir ku keçik ne xerîb bû, li ber dûkana morî û mercanan kurdî axifî bû, îcarê çi kurdîkî xweş û zelal, dibe ku keçik ji taxa bajariyan, dibe ku ji Diyarbekirê hatibû, meriyê ji ku bizanibe.

Ahmedê Pozqut pirsek hêsan pirsî bû, lê bersîvek rast li cem Ûso tune bû.

Bi fors û fortan ji xwe ra faqekî çêkiribû û ketibû faqa xwe. Biavêta kîjan aliyê nikanîbû xwe ji feqê xelas bikira.

“Law Ahmed! Qeşmerê mîna te çawa dikane ji min ra bibêje, derewçîn ûlan!” Got û dest avêt kêra xwe.

Xwediyê Qehwexaneyê Heciyê Kor, gavekê wê da, li kêleka wan rûniştibû û bi çavê xwe yê saxlem li nêrdewanên kuça Qesaban mêze dikir û li Keçika Esmer difikirî, di bin çavan ra dît ku Ûsoyê Çavbenîşt kêra xwe kişandiye û dike Ahmedê Pozqut kêr bike, rahişt kursiya bin xwe û bi tundî li serê Ûso xist. Kursî li ser serê wî perçeperçe bû û ji hev felişî. Kêr ji destê Ûso ket, qasî saniyekê li ser pêya liba bû û dû ra jî xewirî û ket ser masê. Maseya nizmik di bin giraniya laşê wî da şikiya û bi erdê ve zeliqî.

Heciyê Kor rahişt kursiyeke din, li ciyê xwe yê berê rûnişt û di ber xwe da got:

“Law Ûso çi nerindî heye ji te derdikeve! Min ji te ra negot, bi kesî ra lec meke hiii! Salan mehan carê me xewneke xweş dît, te nehêşt em tahma wê bigirin, bênamûs!”

Ev nivîs di Çîrok de ye.

Kommentarer inaktiverade.