Gula Keskezer

Di dem û dewranekê kevnare de padişahek hebû. Padîşahekî bi hêz û qudret, bi hezaran şerûdên wî, bi kûp û kûzan zêrê wî hebûne, lê lawê wî tunebûye. Tenê sê qîzikên wî hebûne. Ji sê qîzikan didu zewicîne, ya herî biçûk û herî xasek nezewiciye. Nav û dengê bedewtiya wê ji Çînê heta Maçînê belav bûye.

Heroj duroj xwazgînçiyên wê tên. Zarokên mîr û began, qeral û hikumdaran, qasîd û xwazgînçiyan dişînin cem Padîşahî, bavê wê, lê qîzik bi kesekî qayil nabe, kî tê, destvala vedigere. Êdî bavê wê yê Padîşah dinêre nabe, ferman dide hevwelatiyan ku “bila sê roj li ser hev, hevwelatiyên ku çardeh saliya xwe tije kirine, di ber şibaka qîza wî re derbas bibin û bejn û bala xwe nîşan bidin. Teyrê Siûdê li ser serê kê venişe, qîza min ê bi wî ra bizewice”, dibêje.

Di nav sê rojan da, çi xizan û çi dewlemend, tevayiya hevwelatiyan yên ku temenê wan di navbera çardeh û şêst salî da, kincên xweşik li xwe dikin, traş dibin, porê xwe şe dikin, simbêlên xwe ba didin û hinek bi peyatî, hinek bi siwarî di ber şibaka qîzikê re derbas dibin.

Teyrê Siûdê, sê rojan li ser hev difire û difitile, lê li ser serê kesî venanişe. Roja sêsiyan, berêvarê, hindik maye ku qewla sê rojan dawî were, Padîşah fermaneka din dide şerûdên, ku binêrin tu kesê ku ji ber şibakê derbas nebûye, maye an na.

Şerûd dikevin nav kuçe û kolanan, xanî û baniyan qulbiqul digerin. Herî dawiyê keçelokek qirêj û reben di gundekê derveyî kelê de dibînin. Keçelok naxwaze ji mala xwe derkeve, “dev ji min berdin”, dibêje. “Ez li kû qîza Padîşahî li kû!” Şerûdên Padîşahî guh nadin mizmiza wî, hema em bibêjin, bi darêzorê wî ji hundirê malê derdixin û di ber şibakê re derbas dikin.

Teyrê Siûdê, rasterast difire û li ser serê Keçelokî datîne. Padîşah hawar dike, aman dike, naxwaze vê encamê qebûl bike. Bi ferman dibêje, bila careke din Teyrê Siûdê bifire! Teyrê Siûdê careke din difire û car din rasterast diçe ser serê Keçelokî vedinişe. Padîşah cardin qebûl nake. Teyrê Siûdê cara sêsiyan dîsa difire û li ser serê Keçelokî vedinişe. Hevwelatiyên li kuçe, kolan û meydanan civiyanin, xwe diqilqilinîn û li hemberî helwesta Padîşahî nerazîbûna xwe nîşan didin. Eger Padîşah careke din ji qewla xwe çiv bide, dê rewş xerab bibe.

Padîşah dinêre nabe, dibêje; “min keça xwe da û çû, bes ez naxwazim careke din wê bibînim, wê ji ewladiya xwe diavêjim û ji mîrata xwe bêpar dikim. Li bin dîwarê Kelayê xaniyekî bidin wan, xwarin û vexwarina wan bidin, hew. Êdî bila ne ew min bibînin û ne jî ez dixwazim wan bibînim”.

Çend sal û demsal dikevin navberê, em nizanin, ji rojan rojekê çavên Padîşahî kor dibin û dinya lê dibe şevereş. Herdu wezîrên Padîşahî, ji yekî ra dibêjin Wezîrê Milê Çepê û yê din ra jî dibêjin, Wezîrê Milê Rastê, di heman demê da herdu wezîr zavayên wî ne jî, li defa hewarê dixin û ji heft êl û dewletan ra nijdevanan dişînin. Ji Çînê heta Maçînê, ji her qewmî û welatî hekîmên herî bi nav û deng tên, Padîşahê kor tertepêl dikin, merhemên cur be cur çê dikin û di çavên wî didin, bi şîrê şêran û ava ziyaretgehan çavên wî dişon, li ber serî rûdinin, ji Quranê, Incîlê, Tewrat û Zebûrê ayetan dixwînin, li ber qesra wî ga û beranan serjê dikin û goştê wan li xizanan belav dikin, lê tewş e. Her çi dikin û çawa dikin çavê Padîşahî venabin.

Dawiya dawî rîsipiyekî gerok dibêje, hûn çi dikin bikin Gula Keskezer peyda bikin û perên wê deynin ser çavên Padîşahî, dê çavên wî vebin. Camêrê Rîspî van galgalan dibêje û ji ber çavan winda dibe.

Wezîr û wezaretên dewletê dicivin, bi şev û rojan gengaşeyan dikin, lê nagihîjin tu encamekê. Bi şermokî û stûxwar derdikevin huzûra Padîşahî û neçariya xwe berpêş dikin û dibêjin, her me çi kir, em bi ser neketin. Gula Keskezer heye an tune ye, li kîjan welat û herêmê peyda dibe, kes pê nizane.

Wezîrê Milê Çepê û yê Milê Rastê, di Serayê da xwedî hêz û qudret in. Piştî ku Padîşah kor dibe, hêz û qudreta wan zêde dibe, kar û bar, berpirsiyariya dewletê dikeve ser milên wan. Bê fermana wan, kes nikane xwe bilivîne û kes nikane tiştekî bibêje. Padîşah jî bîr û baweriya xwe bi wan tîne û ji wan hez dike. Gava wezîr û wezaretên dewletê neçariya xwe rave dikin, Padîşah ji wan herduyan daxwaz dike ku elecele têkevin rê û li Gula Keskezer bigerin. Heqîbên wan ji zêr û diravan dadigrin,  ji her yekî re gustîleka ku mora wî li ser, dide wan û dibêje; bi lez herin bi lez werin, lê destvala vemegerin!

Keça biçûk gava pê dihese ku bavê wê kor bûye û herdu wezîr ketine dû Gula Keskezer, xwe diavêje stûyê Keçelokî.

“Keçelokê min, delalê min, rabe ser piyan û derkeve ser riyan”, dibêje.

Keçelok dibêje.
“Ez heyrana te bim, dev ji min berde! Heya niha kî bi Gula Keskezer hesiya ye, kî dizane guleke wisa heya an na. Guleke wisa hebe jî yekî mîna min dê çawa wê peyda bike. Tika ji te dikim, dev ji min berde!”

“Keçeloko, şîrîno! Em perîşan, reben û bêxwedî ne. Firsend ev firsend e! Ger tu Gula Keskezer peyda bikî, dibe ku Bavê min me efû bike, em ji vê rezîliyê bifilitin.”

Keçelok dike nake, çi dibêje tal e, xwe ji destê wê rizgar nake. Baş e, dibêje. Ka rabe here cem bavê xwe, bila hema tirrbergîrekî, şûr û mertalekê kevn û mora xwe bide min, da ku ez jî têkevim dû Gula Keskezer.

Keçik xwe digîhîne cem bavê xwe, bi tika û dexaletan li ber wî digere. Virda wirda keçik bavê xwe razî dike û bi tirrbergîrekî û gustîla bi mor vedigerê malê. Keçelok nedibêje erê û ne jî na, li tirrbergîra xwe siwar dibe berê xwe dide oxirê, pişta xwe dide felekê. Digihîje gundê ku berê lê dima, ji tirrbergîra xwe peya dibe, cil û cawên xwe diguherîne, hespa xwe ya kêhil ji tewlê dikşîne, zîn û zengûya girê dide, şûr û mertalê xwe dişidîne û hespa xwe radike pêdarê. Sê roj û sê şevan bêrawestan rê diçe û digihîje bajarekê mezin û şên. Bi salix û silûxên nişteciyan xwe digihîne Xana Leterê. Seyisên Xanê baz didin pêşiya wî, hespê wî dibin axurê, wî derdixin qata diduyan, ciyê ku mîvanên paye lê dimînin. Çawa xwe li ser ciyan dirêj dike, wisa xew ra diçe. Danê êvarê radibe, serê xwe dişo, cilên xwe yên pak û paqij li xwe dike, dadikeve aşxaneyê.

Hew dinêre li qoziyekê aşxanê, herdu wezîrên Padîşahî rûniştine eraq vedixwin. Qerwaş li dora wan digerin û xizmet dikin, koçekên bedew, ew qîzikên nîvtazî ji wan ra dilîzin, ew jî li ser wan diravan direşînin, kêf kêfa wan e. Keçelok li maseya kêleka wan rûdine, bangî xizmetkarî dike, bexşîşekê baş dixe nav lepê wî. “Qedehên wan vala mehêle. Bila têra xwe vexwin. Hîsab ji min e”, dibêje. Derengê şevê, herdu wezîr zîl zûrne serxweş dibin, heş li serê wan namîne. Geh direqisin, geh henek û geh şora dikin. Temamê mîvanên aşxaneyê li dora xwe dicivinîn û ji wan ra mey û eraqê îkram dikin.

Wezîrê Milê Çepê dibêje.
“Derdê me giran e birayên ezîz! Padîşahê me kor bûye û hiş li sêrî nemaye. Ferman daye me ku em jê ra Gula Keskezer peyda bikin. Kalepîrekî gêj xistiye hişî wî ku gava perên Gula Keskezer deyne ser çavên xwe, dê çavên wî vebin. Da ka, hela ji me ra bibêjin, guleka wiha heye an tune ye? Gelo kî bi navê Gula Keskezer hesiyaye hiii!”

Wezîrê Milê Rastê, “karê nebûyînê”, dibêje û qedeha meyê bi ser xwe de dike.

“Tiştê ku tune be, mirov dikane peyda bike hiii!”

Keçelok qedeha xwe ji şerefa wan ra bilind dike.

“Hinekî padîşah jî pirr ecêb in loo! Gava li ser textê xwe rûdinin, dixirifin. Dibêjin qey, dinya bi fermana wan çê dibe û bi fermana wan hildiweşe.”

Herdu wezîr bi yek devî dibêjin.

“Wey xwedê emrê te dirêj bike. Çi galgalên rast û aqil dibêjî!”

“Noş ji bo mirovên aqilmend û zana re!”

“Noş ji bo we!”

Nêzî serê sibê, mîvanên Xana Leterê ji aşxaneyê radibin û ji bo razanê diçin odeyên xwe. Herdu wezîr, Keçelok û serxizmetkar tenê dimînin. Keçelok ji serxizmetkarî ra dibêje, tu ji me ra sê fîncan qehwaya tahl bikelîne û hinek avê jî pê re bîne bila wezîr serçavên xwe bişon. Serxizmetkar bi lez û bez qehwa tahl dikelîne, misîna avê ji wan ra tîne. Herdu wezîr, bi alîkariya Keçelokî û serxizmetkarî serçavên xwe dişon. Qehwa xwe ya tahl vedixwin û şûn da hinek hiş tê serê wan.

Keçelok dibêje, em ê niha peymanek çêkin. Qasî ku min ji we fam kir, tu hêviyek we tune ye ku hûn Gula Keskezer peyda bikin, lêbelê ez dixwazim dalyana xwe sihêtî bikim. Eger hûn bixwazin, ez li ser navê we li dû Gula Keskezer bazdim. Gava min ew peyda kir, ez ê wê bînim ji we ra. Lê du şertên min hene. Şertê min ê ewl; hûnê hezar zêrî bidin min, nîvê wan niha û nîvê din jî gava min Gula Keskezer anî, hûn çi dibêjin?

Herdu wezîr bi yek gotinê dibersivînin.

“Ev şertê te ji bo me qet gelş nîn e. Em razî ne. Bibêje şertê te yê diduyan çi ye?”

“Şertê min ê duduyan, ez ê qûna we dax bikim.”

Herdu wezîr vediciniqin, çavbeloqî dimînin, masûlkên serçavên wan dişidin, awirên wan di derbekê de diguhere. Wezîrê Milê Çepê destê xwe davêje şûrê xwe, Wezîrê Milê Rastê dest wî digire û ji Keçelok ra dibêje:
“Ka tu hinek ji me dûr bikeve, em ê bi hev bişêwirin.”

Keçelok ji aşxaneyê derdikeve. Herdu wezîr di nav xwe de diaxifin û qiseyên xwe dikin yek. Ji hev ra dibêjin, dibe ku ev dînê han Gula Keskezer peyda bike, baştirîn ew e ku em jê ra bibêjin, erê. Lê gava wî Gula Keskezer anî û daxwaziya diravan li me kir, em ê wî bikujin û zêrên ku me danê jî em ê paşda bigirin. Me ew kuşt şûn da, kî yê sirê me bizanibe.

Herdu wezîr bangî Keçelokî dikin û jê ra dibêjin, em şertê te yê diduyan jî qebûl dikin. Keçelok ji serxizmetkarî ra dibêje, mora we heye? Serqewraş dibêje erê, heye. Keçelok dibêje, morê têxe nav tenûrê, bila sor bibe. Serxizmetkar diçe, mora Xana Leterê di agirê tenûrê da sor dike û tîne. Herdu wezîr şelwerên xwe derdixin û qûna xwe belût dikin. Keçelok mora Xana Leterê li qûna wan dide. Bêhna goştê kizirî bi ser aşxanê dikeve. Keçelok pêncsed zêrê xwe jî ji wan digire, hinekî diravên din dide serxizmetkarî û di wê seatê da derdikeve rê.

Derdora nîvro digihîje ser kaniyekê, hespê xwe av dide, serçavê xwe dişo û li bin siya darê xew ra diçe. Bi vîçevîça çûçikan re ji xew şiyar dibe. Hew dinêre reşmarek bi darê ve hildikêşe ber bi hêlîna çûçikan. Şûrê xwe dikşîne û reşmarî perçe perçe dike û cardin xwe li binê darê dirêj dike. Dê û bavê çivîkên ser hêlînê tên. Çêle, buyerê reşmar û yê binê darê ji wan re dibêjin. Ew jî dest bi çîvçîvê dikin û nahêlin Keçelok razê. Dê û bavê çivîkan bi hev ra qisa dikin. Keçelok jî guhdarî dike. Dêçivîk ji ya bavçivîkê re dibêje:
“Ev ê ku li binê darê xwe dirêj kiriye, zaveyê Padîşahî ye. Padîşah kor bûye û li gorî kalepîrekî dermanê çavê Padîşahî Gula Keskezer e. Ji ber wê, ew ji bona Gula Keskezer bi çiya û baniyan ketiye.”

Bavçivîk jî dibêje.
“Gula Keskezer tenê li ser Çiyayê Spî, di nav baxçeyê Qeralê Qeşayê da hêşîn dibe. Baxçeyê Qerêl, li bêlana qoqê çiyê, li paş qesra wî de ye. Her babet, her reng gul û kulîlkên çar demsalan li wê derê hêşîn dibin. Gula Keskezer, ne zivistan û ne havîn dizane, her tim ew ter e. Yên ku li dorçaraliya baxçê ne, direwîn in, yên ku di navenda baxçê de ne, rastîn in. Berê wan her tim bi royê, ber bi tavê ye. Tav li kîjan aliyê be, berê xwe didin wî aliyî. Navika wan sor, perekê wan kesk û perekê wan zer e, ji her tewir derd û kulan ra derman in.

Dora çiyê gelî û newal in. Berf û qeşa, sal donzdeh meh ji ser çiyê kêm nabe. Tu riyekê ku mirov xwe bigihîne diyarê çiyê tune. Bilî çîvik û çûçikan, heya îro tu beniyekî Xwedê derneketiye diyarê wî çiyayî. Di binê newalekê de selebek heye, encax mirov ji wir dikane hilkişê ditarê çiyê. Ejderhayek Qerêl, bîst û çar seatan li ber devê selebê dipê û rê nade ajal û mirovan. Lêvek wî li binê ezmana û lêva din li ser erdê, gava radikeve jî çavê wî vekirî ne û hişê wî li sêrî ye.”

Ya din dibêje.
“Vî zilamî qencî bi me kir. Ew marê bêbext kuşt û çêlên me ji mirinê rizgar kirin. Em ê jî qenciyek pê bikin. Em ê her yek ji baskê xwe pûrtek biweşînin. Bila wan herdu pûrtekan di paşila xwe da veşêre. Li ber devê selebê, gava wan di hev bide, Ejderhayê Qerêl dê bixewire û bîst û çar seatan şiyar nebe. Wê şûn da êdî karê wî hêsa dibe. Gava Gula Keskezer ket destê wî, bila perek kesk daîne ser çavekê Padîşahî û perekê zer daîne ser çavê din , seatek şûn da dê herdu çavên Padîşahî vebin.”

Wê gavê Keçelok galgalên çîvikan ji sêrî heta dawiyê fam dike û di hişê xwe de digre. Radibe ser xwe, cotên pûrtekan dixe paşila xwe û berê xwe dide bakûr, heft şev û heft rojan, bi şev radikeve, bi roj dajo, ji çiya û newalan, gund û bajaran dibihure û digihîje Çiyayê Spî.

Qoqa çiyê di nav ewran da xwuya nake. Ji şewqa qeşa û berfa li ser çiyê, çav venabin. Cendekên mirovan û berateyên ajalan bi ser wan da daçiqilandî, lat û ferşên sertûjik  mîna rimên şerûdan li ezmana dinêrin. Refên sîsalk û qertelan li ser term û berateyan, qîjeqîja wan di gelî û newalan da deng vedide.

Keçelok bi sawê dikeve, lê veger tune, dê çawa vegere? Vegere jî rizgar nabe. Padîşah wî efû bike jî, dê Wezîrê Milê Rast û yê Çepê dev jê bernedin. Qasê bêhnek li ber kaniyekê rûdine, nan û penêrê xwe dixwe, ava hênik vedixwe, serçavê xwe dişo, xwe dide hev û radibe.

Li serê çiyê zivistan, li nav daristanê buhar e. Di nav daristanê da, her dareke ku qurmên wan bi qasî bedena deh kesan qalind, bi qasî minareyan dirêj xwuya ne. Ne rê û ne jî şiverê heye. Cur be cur giha û histrî, bi gulî û çiqilên xwe, darên qelaptî û şikestî, li ser rê û neqeban bûne asê, tu beniyekê Xwedê nikane di ser ra derbas bibe. Gelî û newalên bêser û bin, çemên kur û şîpên bilind rê nadin.

Keçelok hespê xwe li devê daristanê girê dide, şûrê xwe ji qevdê dikşîne û dikeve nav daristanê. Bi bal dimeşe. Şûrê xwe li gulî û çiqilan dide û gav bi gav ji xwe ra rê vedike. Çiqas rê digire, ne ew zane û ne jî em dizanin, bîstek şûn da bêhn lê diçike, xwûdan di eniya wî de mircanan tîne holê, li aliyê rastê çavê wî bi darekê qurifî dikeve, li ser rûdîne, xwêdana serçavê xwe pak dike, kidika avê ji pişta xwe vedike, qultek vedixwe û kidika xwe cardin li pişta xwe girê dide. Ji nişkave, dara li ser rûniştiye dilive. Keçelok ji ciyê xwe hilo dibe û bala xwe dida darê ku çi bibîne, dara ku li ser rûniştiye ne dare, marîjokek tirtire, pişta wê mîna qurmê daran qaling û hêşk, keftalê wî mîna satorên qesaban tûj, çavê xwe vekiriye û li dora xwe mêze dike. Keçelok, fersenda revê nabîne, bi qemçika marîjokê ve lingê wî ji erdê qut dibe û bîst gavan wê da, li ser tûmik û dirîkan tê xwarê. Qasî bêhnek tê nagihîje çi bi serê wî da hat, lê zû xwe dide hev. Marîjok xwe digihîne wî, qemçika xwe cara diduyan lê dide, Keçelok, xwe ji ber dide alî. Gulî û çiqilên daran di bin derba qemçika marîjokê da dişkên, mar û mişk, kurm û kêzikên daristanê belawela dibin, çîvik û teyrên ser daran bi qîjeqîjê difirin. Lingê Keçelokî dişemite û li ser piyê xwe yê rastê gêrî nav çalekê dibe. Keçelok hîna piyê xwe mist dide, marîjoka tirtire li ser devê çalê peyda dibe û devê xwe yê tevşo vedike, gilêz ji devê wê tê. Keçelok natirse, dest davê şûrê xwe, milê wî teviziye, bûye mîna kulav, şûr pê nagire. Ciyê revê jî tune, dê çi bike? Çavê xwe digire û xwe ji mirinê ra amade dike.

Li qoziyekê din, Ejderhayê Qeralê Qeşayê, pawanê selebê, bêhna mirovan girtiye û hatiye xezebê. Li çarnekalê xwe difitile û diore. Terq li ajalan dikeve. Qîrîn û qarîna jîndarên bejayî û qîjeqîje firendeyan, xelek bi xelek li nav daristanê belav dibe. Keçelok li nav çalê, Marîjoka Tirtire li ser devê çalê, di ciyê xwe da diqerisin. Xumînek nediyar, gav bi gav zêde û nêzîk dibe, mîna ezman biqelişe, dar û berên li dora çalê diqelêşe û aferîdên daristanê jê dertên, garana, gergedan, şêr, pêling, rûvî, gur, pezkovî û berezên terq lêketî mîna xubarê ji ser çalê derbas dibin, Marîjoka devtevşo, rihîstînê Keçelok, di bin tapanên fîl û gergedana da dihencike û dimire.

Keçelok bi lez û bez ji nav çalê derdikeve û xwe li orîna Ejderhayê digire. Çuqas dihere em nizanin, lê demekê şûn da xwe digihîne ber devê selebê. Ejderhayê Qerêl li ber devê selebê dere û tê. Serê wî mîna tehta aşê, dest û piyên bi pirçikî, xof li dilê mirovan radike. Keçelok xwe bi erdê ve dizeliqîne û bi kaşkaşî hildikêşe ser devê selebê.

Ejderha bêhna wî digire, li çardoraliya xwe dinêre, tiştekî nabîne. Li paş xwe vedigere, li ser devê selebê, çefiya reşbelek a Keçelokî bi ber çavê wî dikeve. Çend naperokan diavêje Keçelokî, ciyê Keçelok lê, bilind e, naperokên Ejderhayê nagihîjin wî. Ejderha dinêre nabe, dareke qerase bi rîç û rîçalan ji erdê radikêşe, ji xwe re dike çov û diweşîne bi ser Keçelokî da, lê cardin bi ser nakeve. Keçelokî, xwe tevizandiye, ji tirsan nediwêre xwe bileqîne. Kef bi devê Ejderhayê dikeve, çav lê sor dibin û dest bi orînê dike. Oriniyek wisa ku dar û daristan tev diheje, lat û ferş, berf û qeşeya serê çiyê bi ser Keçelokî da tên xwarê. Keçelok ji ser devê selebê gêr dibe û li ser piştê dikeve ber tapanê Ejderhayê. Ew tapanê xwe dide ser sînga Keçelokî, hew maye ku mîna kêzêkan wî di bin tapanê xwe da bipelixîne, pûrta çivîkan tê bîra Keçelokî, bi etra canê xwe dest diavêje paşila xwe, herdu pûrtikan ji bêrîka xwe derdixe û di hev dide. Ejderha, weke gurzek li serî ketibe, dikeve erdê û di xew ra diçe.

Keçelok radibe ser xwe, toz û gemara xwe dawdişîne û bi lez û bez dikeve nav selebê. Hundurê selebê reşetarî ye, çavê mirovan tiştekî nabîne, li hinek ciyan serbijêr, li hinek ciyan qiyame, li hinek ciyan dibe fireh, li hinek ciyan teng e. Hêdî hêdî çavê Keçelokî hînê tariyê dibe, geh bi çarpiyan, bûlikan, geh xwe xwar dike, geh bi dîwarên selebê ve hildikêşe jor û serê sibê, wexta bangê, xwe digihîne serê çiyê. Li dora qesra Qerêl ne pawan û ne jî çavdêr xwuya dikin. Qeralê Qeşayê ji ciyê xwe û ji Ejderhayê xwe bawer e, kî dikane xwe bigihîne qoqa Çiyayê Spî? Temamê neferên qesrê di xew da ne. Keçelok bi gavên sivik û çipik berê xwe dide paş qesrê, li aliyê başûr xwe digihîne baxçeyê gulan. Li dor baxçê, gulên keskezer yên direwîn û di navenda baxçê da, gulên keskezer yên rastîn di bin tîrêjên tava serê sibê da, bi sira bayê re xwe mîna keçikan li ba dikin. Keçelok çaviyekê heqîba xwe bi yên direwîna û çaviya din jî bi yên rastîn dadigire û xwe bera nav selebê dide. Ji bîst û çar seatan, donzdeh seatên wî bihurîne û donzdeh seatên wî mane. Beriya ku Ejderhayê Qerêl şiyar bibe, divê ji çiyê dakeve û ji daristanê derkeve.

Keçelok dibe teyr û difire, bi bayê bezê ji seleb û daristanê derdikeve, siwarî hespê xwe dibe û berê xwe dide Xana Leterê. Riya heft rojan di sê rojan da diqedîne.

Wezîrên Milê Çep û yê Milê Rastê fêlbaz in, eger Keçelok têkeve ber destê wan, dê wî bikujin. Xwe nîşanî wan nade. Li çayxaneyekê nêzî Xana Leterê rûdine û xeber dişîne ji serxizmetkarî ra. Serxizmetkar tê, Keçelok gulên direwîn ji heqîba xwe derdixe û dibêje, “van gulan bide herdu wezîran û ji wan ra bibêje, bila bibin ji Padîşahê xwe ra”. Hin diravên din jî dide serxizmetkarî û bi dizî vedigere mal.

Gava serxizmetkar gulan dide wezîran, ji kêfan hiş li serê wan namîne, Keçelokî ji bîr dikin. Xwe bi xwe dibêjin, qey ew dizekî pîs û heram bû, çavên wî li zêran ket, lewra ew me hew dibîne. Pêncsed zêrê ku ji me girt, besê heft bavên wî ne. Qasîdan bi rê dikin, dibêjin zû xebera xêrê bigihînin Padîşahê me û jê ra bibêjin, vaye wezîrên te Gula Keskezer anîne.

Bi xebera xêrê, Padîşah dilşad û bextewar dibe. Ferman dide wezîr û wezaretan ku dîlan û daweta heft roj û heft şevan li dar bixin. Lejneyek sîwarî bi def û zirne dişînin pêşiya Wezîrê Milê Çepê û yê Milê Rastê. Temamê niştecî, leşker û esnafên Kelayê dikevin nav tevgerek wisa ku qet pirs mekin. Jin û qerwaş xwarinê amade dikin, hinekên din birc û dîwarên kelayê dixemilînin, her kes cil û bergên xwe yên herî pak û xweşik li xwe dikin, keçik por û destê xwe hene dikin, xort riyê xwe traş dikin, simbêlan ba didin. Kuçe û kolanên nav Kelayê sê caran bi ava germ, sê caran bi ava sar dişon. Şerûdên Padîşahî hespên xwe tîmar, pêlavên xwe boyax dikin. Şûr û mertalên xwe pak dikin û dibriqînin. Koçek, sazbend, hunermendên cur be cur, dengbêjên navdar û nenavdar derdikevin nav kuçe û meydanan. Herî zêde Padîşah kêf dike, dê çavê wî vebin, dê cardin ronahiya dinyayê bibîne.

Wezîrê Çepê û yê Rastê bi def zirne, bi reqîn û teqîna top û tivingan digihîjin Kelayê, Padîşahê kor ji ber wan radibe ser piyan, nişteciyên Kelayê yên ku hilkêşiyane ser xanî û dîwaran, yên ku li meydanê civiyane zilxit û li çepikan didin. Herdu wezîr ji hespên xwe dadikevin û li ber Padîşahî çog dişkînin. Hekîm û loqmanên Padîşahî heqîba gulan ji destê wan digirin, perek kesk datînin ser çavekê Padîşahî û pera zer datînin ser çavê din. Kelecana Padîşahî derketiye qatê ezmanan, dilê wî mîna defa mitriban digurpe. Seatek temam dibe, hekîm û loqman perên Gula Keskezer ji ser çavên Padîşahî radikin, meydan bêdeng û her kesî bala xwe daye Padîşahî. Padîşah hêdî hêdî çavê xwe vedike, şevetariya li ber çavê wî wenda nebûye, carê du cara çavê xwe mist dide û li dora xwe mêze dike, na, her şevetarî ye.

Wê gavê Keçelok, siwariyê hespê kêhil, bi çargavî dikeve hindur, hefsarê hespê dişidîne, hespê wî radibe ser pêdarê û radiweste. Heqîba xwe ya bi gulên keskezer dagirtî dide hekîm û loqmanan û dibêje, îcarê van gulan biceribînin. Hekîm û Loqman bi lez û bez pelek kesk datînin ser çavekê Padîşahî û pelekê zer datînin ser çavê dinê. Seatek şûn da Padîşah çavê xwe li ronahiya dinyayê vedike û digihîje mirazê xwe.

Keçelok çîroka herdu wezîran ji Padîşahî ra dibêje, wezîr hêrs dibin û êrîşî Keçelokî dikin. Dibêjin, ev dizê pîs û heram viran dike. Wê gavê Keçelok dibêje, yên vira dikin, ne ez im, şelwerê wan ji wan deynin, wê gavê hûn ê bibînin kî direwan dike. Padîşah fermanê dide, dest û piyên herdu wezîran pê digirin û şelwer û derpiyan ji wan datînin. Li ser qûna wan, mora Xana Leterê xwuya dike. Padîşah wan davêje zîndanê û ji Keçelokî û qîza xwe ya biçûk lêborînê dixwaze.

“Min bîr û baweriya xwe bi şelaf û riyakaran anî. We, ne tenê perdeya li ber çavê min, perdaya li ber famdarî û zanetiya min jî rakir”, dibêje.

Wê gavê Keçelok jî, kumika ji çermê karikan, ya ku berevajî bi serê xwe da kiriye, ji serê xwe datîne û nasnameya xwe eşkere dike. “Ez şêwermendê Padîşahê Kelarastiyê bûm”, dibêje. Gelo hûn dizanin ji bo çi navê wê Kelarastiyê bû?

Yên li wir dijiyan, direw çi bû, nizanîbûn. Direw, dirûtî û bêbextî, di nav xelkê da hest û helwestên şermezariyê bûn. Padîşahê me nexaş û nîgarê dadwerî û rastiyê bû. Bi wî re, çi dewlemend û çi feqîr hemû hevwelatî wek hev û xwediyê rewa û dadweriyê, xwediyê ray û azadiya xwe bûn. Kesî nikanîbû li kesî neheqî û çavsorî bikira. Nakokî û pirsegirêkên rojane, her babet şer û gelşên civatê, ji aliyê dadgeh û dadwerên bêteref dihatin çareser kirin. Bertîl û gendelî çi ye kesî nizanîbû. Di tevayiya Kelarastiyê û herêmên bin desthildariya wê da, hevwelatiyên birçî, tazî û bê xanî tune bûn. Her kes bi star û ewleyî bû. Tirsa mal û can, ji bo wan hesteke nenas bû. Padîşahê me tim û tim digot, “desthildariya Kelarastiyê li ser sê stûna ava bûye, azadî, wekhevî û biratî. Roja ku ev stûn qels bibin, yan jî bên helweşandin, em ê têk biçin”.

Xwedê sê law dabûn Padîşahê Kelarastiyê. Gava Padîşah çû rahmetê, lawê wî yê mezin derbasî şûna wî bû, yê navînê bû Wezîrê Milê Rastê, yê piçûk jî bû Wezîrê Milê Çepê. Birayê mezin yê ku bûbû Padîşah, roja ewlî, pergela dadgeh û dadweran xira kir û ji holê rakir. Got, “heq û huqûq çî ye û çawa dibe, tenê ez dizanim. Çi hewcedarî bi dadgeh û dadweran heye?”

Êdî Padîşahê Kelarastiyê şûna dadgeh û dadweran girt, bi fermanên daliqandinê, dest û pî, poz û guh jêkirin, çav korkirin, bi kevirkirinê jin, bi qamçîkirinê mêr kuştin, Kelarastiyê kir mezbexane.

Salek şûn da birayê navîn, yê ku bûbû Wezîrê Milê Rastê, derket huzûra xelkê û got.

Mirovên xizan, nezan û bindest çawa dibin xwedî ray? Ferman derxist, got bila her kes li gorî mal û milk û erka xwe tevbigere û qisa bike. Çiqas hevwelatiyên xizan hebûn, zimanê wan da jêkirin. Got, gava hûn xwediyê raya xwe nebin û mafên we tunebin, hûn ê ziman çi bikin? Dor hat lawikê piçûk, yê ku bûbû Wezîrê Milê Çepê, sala sêsiyan îcar ew derket huzûra xelkê. Tiştên ku wî kir, tu kesî nekir. Çawa derket ser text, fermanek da:
“Qîzên çardesalî li heremê, xortên çardehsalî di artêşa Kelarastiyê da divê ji me ra xizmet bikin. Li kuçe, kolan, meydan û daireyên dewletê, divê peykerên me hersê birayan bên danîn û li eniya hevwelatiyan, mora Padîşahî bê dags kirin. Rojê sê caran, çi piçûk û çi mezin, divê li ber qesra min bicivin û bi dengek bilind çar caran biqîrin.

‘Her bijî Wezîrê Milê Çepê’

‘Wezîrê Milê Çepê her tişt e, em ne tişt in’

‘Wezîrê Milê Çepê bi namûs, em bê namûs’

‘Wezîrê Milê Çepê jiyan e, em giha ne’

Her kî li hemberî vê fermana min derkeve, dê bi zar û zêçên xwe tev bê kuştin.”

Erê, Kelarastiyê bû Kela zilm û zorê. Her sê bira bûn dijmin û celadê mileta xwe û nîvê miletî qir kir. Her kesê dengê xwe bilind kir, telef bû. Yên man jî ji tirs û xofa kuştinê serî li ber wan danîn. Li hember vê yekê, ne tehmûl û ne jî sebra min ma, ji şevan şevekê min agir berda cebirxaneya qesra Padîşahî û birayên wî û ez revîm. Her sê bira jî di nav da, qesir firiya hewayê û bi erdê ve dûz bû. Min xwe gîhand welatê we, li gundekî nêzî kelayê, min ji xwe ra xaniyek lê kir û ez ketim nav. Ji wê rojê pê ve, min ji xwe ra soz da ku carekê din ez ê xwe nêzî desthildaran nekim. Lêbelê jiyan, pirî caran li gorî kêfa dilê mirovan naçe. Teyra Siûdê sê rojan li ser hev fitilî fitilî û dawiya dawî hat li ser serê min venişt! Lêbelê tu bi min qayil nebûy, kêfa te ji min ra nehat. Herwiha, eger niha tu ji min bipirsî, ez ê bibêjim, qasî ku qîza te ji min hez dike û bi min bawerî tîne, ez jî ji wê hez dikim û bawerî bi wê tînim. Ne ji bo xatirê te, lê ji bo xatir û hezkirina wê, ez ketim pê Gula Keskezer. Çavên te vebûn û dinya li te bû ronî, bila Xwedê emrekê dirêj bide te. Tu li mala xwe, em li mala xwe.

Hew li ser van gotinên Keçelokî, hêsir bi çavên Padîşahî dikevin. Dibêje; “Keçeloko, delalo, ev dilsozî û ev dilpakiya te, ev dirustî, fena barana biharê dil, rih û mêjiyê min şûşt û paqij kir. Berxwedar û bextewar be! Eger tu qebûl bikî, ji niha şûn da, tu lawê min î û ez jî bavê te. Ji welat û miletê me ra, padîşahekî fena te sed carî misteheq e. Ji îroj pê ve, tu padîşah û ez şêwirmendê te.”

Keçelok, xwe virda avêt, wirda avêt, Padîşahî dev jê ber neda. Keçelokî li jina xwe mêze kir, jin hat wî hemêz kir, ramîsanekî bi eniya wî ve da û di guhê wî da got, “eger tu bi wîjdanê xwe bawerî tînî, bi ya bavê min bike.” Wî jî porê jina xwe ramîsa.

Çîroka me li diyaran, rehme li dê û bavê xwende û guhdaran.

***
2012.03.10

Ev nivîs di Çîrok de ye.

Kommentarer inaktiverade.