Xwepêşandan

Ûso, Hesen û Ahmed diçin xwepêşandanê. Ûsoyê Çavbenîşt, Barût Hesen û Ahmedê Pozqut mîna her carî li qexwexaneya Heciyê Kor rûniştibûn. Çaya xwe vexwarin şûnda Ûso got:

-Rabin em herin meydana Qaniqûyê.

-Em ê li wir çi bikin?

-Dibêjin, cardin li wê derê toplantî heye?

Qadirê Pozqut got.

-Toplantiya çi ye?

Ûso awirê xwe piçek tehl kir.

-Ma ez çi zanim toplantiya çi ye! Rabin em herin temaşe bikin, ka hele çi dibêjin.

Barût Hesen got.

-Dibe, çima nebe! Li vê Qeleboxaziyê û li vê qehwexaneya Hecî, êdî em tetirxanî bûn.

Li ser milê wan çakêtên qaçax, li ser wan şewqeyên sîpertûj, di lingê wan da qondireyên poçikşikandî,  ketin rê. Simbêlên Ahmedê Pozqut mîna qoçê berana bû, bi her aliyekî wan ve meriv dikanîbû kidikek mast daliqanda. Gava gîhaştin meydana Qaniqûyê û çavên wan li leşker û polîsan ketin, madê Ahmedê Pozqut xira bû.

-Law weleh tiştek biqewime em ê li ber linga biçin! Got.

Barût Hesen got.

-Çêtir e em derkevin serê xaniyan.  Em ê jı xwe ra rûnin û temaşe bikin.

Ûso got.

-Temam! Ji ser xanîyan merî kane her kesî bibîne, çêtir e.

Li bakurê meydana Qaniqûyê, Ûsoyê Çavbenîşt, Barût Hesen û Ahmedê Pozqut beriya gişka derketin diyarê xaniyekî û çarmêrkî rûniştin. Bîstek şûnda Qoçoyê Dîn jî hat û li nêzî wan rûnişt. Dînekî bêzerar bû. Eger kes têkilî wî nebuya, ew têkilî kesî nedibû. Lê gava ji yekî, ji tiştekî hêrs bibûya, dinya danî xwarê.

Pirr neket navberê, serê xaniyên çardoraliya meydanê, bi nişteciyan têje bû.

Li navenda meydanê, Radyo Telat li ser kamyoneke Thames, kabloyên hoperloran bi mîkrofona li ser kursîya peyivdaran ve girê didan.

Serê Kelaya Swêregê, herdu aliyên kolana ku seriyekî wê li ser riya Rihayê, seriyê din jî digîhaşt meydana Qaniqûyê, bi komando, leşker û polîsan ve hatibû dagirtin. Lê meydan hîn vala bû.

Ajoyê Şaredariyê Swêregê Tankêr Şefîq, bi tankêra xwe li ser bîra Qaniqûyê rawestiyabû. Serê xortimê xist nav tanqa avê û bişkova motorê zivirand. Xurînî bi motorê ket.

Bêtêl di destê qomsêrê qereqolê da, polêsên fermî û du polêsên sifîl (sîyasî) li pey, bi lez gihîştin cem Tankêr Şefîq.

-Sen nerden çiktin lan! Çabuk meydanê terket! (Tu ji ku derketî kero! Zû ji meydanê biterikîne!)

Şefîq bi berxwedanê got.

-Ev du roj in, taxên doraliya Swêregê bê av in. Gerek ez avê ji wan ra bibim.

Qomsêr bi awirek tûj, bi dengekî bilind, bi ser Şefîq da zirtiya:

-Sû mû zamani değil kardeşim, çekil git! (Wexta avê mavê nîne birrê min! Biteqize!)

Yên li serê xaniyan, li wan mêze dikir. Qomsêr dît Şefîq xwe naleqîne, dest avêt piyê wî û xwest wî bidafîne paş dîreksiyonê.

Usoyê Çavbenîşt xwe pê negirt, rabû ser piyan  û qiriya.

-Ûla siz ne yapîsiz! Birax herif su götürsün qardaşim! Siwerek olmiş Kerbela, Kerbela! (Kero hûn çi dikin! Berde bira mêrêk avê bibe! Swêreg bûye Kerbela, Kerbela!)

Barût Hesen dest avêt guça çakêtê Ûso.

-Law Ûso, di ciyê xwe da rûne!

Ahmedê Pozqut got.

Law Ûso ji boyê Xwedê dengê xwe dermexe!

Lêbelê tîr ji kevan pekiya bû, bi qîrîna Ûso, yên li serê xaniyan hatin xezebê.

-Şofirê biraxinn ûlannn! (Ajoyê me berdin, kerno!)

-Gücünüz bize mê yetî ûlan îbnelerrr! (Qeweta we ji me re heye, qûndeno!)

-Mîlet sû yoxlixindan qirilî qardaşimmm!(Xelk ji bê aviyê dibehece birrê min!)

Hinekî bi ser polêsan da qiriyan, hinekan xîç û kevirên ser xaniyan weşandin wan. Yên ku xîç û kevir bi destê xwe nexistin, hema bi lepan axa ser sivîngan lep kirin û avêtin polêsan.

Lawê Ahmedê Duşeşî Mizo û du hevalên wî hilkêşiyabûn ser dîwarê sînemaya havîngeh. Ji aliyekê zebeşa xwe dixwarin, ji aliyekê jî temaşeyî tevliheviya qirdika serê meydanê dikirin.

Wan jî qalikên zebeşan avêtin polêsan. Qalikekî di ber guhê Qomsêr re derbas bû. Çû li tankêrê ket, hindik mabû li serçavê Qomsêr biketa.

Qoçoyê Dîn jî hêrs bû. Virda wirda çavê xwe gerand lê tiştek nedî. Ahmedê Pozqut got:

-Le law tu çi digerî, hema loxa ku tu li ser rûnişteye loxî jêr bike!

Qoçoyê Dîn yek nekir didu, hema di cîh da bi linga xwe lox daf da. Ew loxa qerrase jê ser xênî fitilî, bi gurmînî li jêr ket. Ji gurmîna loxê şûşe û qedehên ser maseyan, camên şibakan lerzîn. Xêra xwedê wê gavê kes li meydanê tune bû. Eger ew loxa gambora bi ser yekî da biketa, dê bi henciqanda.

Leşkerên li dora meydanê û yên li ser Kelayê, gule ajotin devê tifangan, pêçî dan ser tetikan û berê wan dan qelebalixa ser xaniyan, polêsan li tûtikan dan û dest avêtin demançeyên xwe. Dikandarên dora meydanê perepaşkî vekêşiyan dikanan. Ûsoyê Çavbenîşt, Barût Hesen, Ahmedê Pozqut çend gav xwe paşve vekêşandin. Zarokên derdora meydanê her yek bi aliyekî ve pekiyan.

Di nav wê teşxelê da, polêsan Tankêr Şefiq ji bîra kirin. Şefîq tankêr tije av kir. Motora avê da rawestandin û derbasî paş dîreksiyonê bû. Qamyon xebitand û bi rê ket. Bi çûyina tankirê dawî li şemate hat.

Polês û leşker paşve vekêşiyan. Yên serê xaniyan cardin li ser kamaxa xwe rûniştin û temaşa meydanê kirin. Zarokên bîstekê berê ji ber çava winda bûbûn, vegeriyan ciyê xwe. Dikandar hêdî hêdî derketin pêş dikanan.

Qomsêrê ku bûbû sedema vê xirecirê, ji ber bîra Qaniqûyê, bi pêçiya xwe ciyê Ûsoyê Çavbenîşt lê rûniştibû, nîşanê wan her du polêsên sifîl (sîyasî) da.

Di destpêkê da xwepêşandêr li ber Goristana Şaredariya Swêregê qor bi qor civiyabûn, di rêzê da, gihaştibûn navenda bajêr.

Karmendên Şaredariya Swêregê, Sümerbanqê û mêvanên otêla Pamûk Palasê derketibûn nava şibakan. Karker, esnaf, dikandar û nişteciyên Swêregê derketibûn ser kolanê û di ser leşker û polêsan ra li wê karwana rengîn û dengîn dinêrîn.

Li pêşiya her qefleyê bandrolekî, di destê wan da pankart, dirûvên şehîdan hebûn. Qeytanekî sor bi piyê wan ve girêdayî, berpirsiyarên ewlekariya xwepêşandêran li çep û rastê karwan difitilîn. Ferman didan megafonhilgiran, slogan davêtin. Dengê wan gurr bû, bajar dihejand.

Di her qefleyekê, her rêzkê da keç û law bi hev re dimeşiyan, bi hev ra sloganan davêtin, yekdeng bûn.

Gava gîhaştin pêş Şaredariya Swêregê, lawikekî çeleng ku megafon di destê wî da, mîna pilingekî hilkêşiya ser dîreka elektrîkê. Qasekê çavên xwe li ser qirdika xwepêşandêran gerand û devê xwe bir ber megafonê:

Kurda raaa Azadî, Kurda raaa Azadî, Kurda raa Azadî!

Awaza xwepêşandêran fena babilîskekê li dora xwe fitilî hilkêşiya binê ezman.

Li meydana pêş Şaredariyê, Xaşxaş Ahmed titûna qaçax difrot. Ew jî mîna her kesî li ser piya rawestiyabû û li karwan temaşe dikir. Bi carekê destê xwe yê çepê da paş kamaxa xwe û di destê wî yê rastê da jî destmala sipî, li dora tepsiya ku titûn li ser raxistîbû, bi reqis fitilî:

-Ez heyran û ez qurban! Kemal Paşa çok Yaşa! Kemal Paşa çok Yaşa!

Xwepêşandêrekî xwe gîhand Xaşxaş Ahmed û ji ra got:

-Xal Ahmed, tu ma rezîl û riswa kenê! Ma qarşiyê Mistefa Kemaliyê.

Xaşxaş Ahmed, xwêdana serçavê xwe bi destmalê pak kir û got:

-Êê la şima çirê nivanê! Ma ez kotîra zana!

-Noyo ma torê vanê! Ma vanê ma kurdî yê o ma wazenê Kurdistan azad bibo. Coka ma vanê Kurda ra azadî.

-Aaa nika min fam kerd! Heta şima tiyara ravêrê, edo jî vaca Kurda ra azadî û kay kera.

Heta temamê karwanê ji ber Xaşxaş Ahmed derbas bû û dawî hat, wî lîstika xwe sar nekir. Xwêdan fena avê pê da dihat xwarê.

Mistefayê Kêzêka, Ahmed Çawişê Qoreyî û Zilfoyê Rêxo li ber otêla Pamûk Palasê rawestiyabûn. Ahmed Çawiş got.

-Law hele tu li vê ecebê mêze bike! Vana mîna leşkerên Qoreyê ne bavê min. Hele mêze, hele mêze… ne yek e, ne dudu ye… Ev çi tedbîr û ev çi dûzane! Evqas merî ji ku hatin, evqas beyraq û evqas resim ji ku peyda kirin!

Mistefayê Kêzêka got:

-Law ez qurbana bejn û bala wan bibim. Gişk ciwan û delal in. Merî qimîş nabe lê wan mize bike.

Zilfoyê Rêxo bêhna xwe teng kir:

-La şima qet qisey xwe nizanê! La nîna hemê qominîstê qominîst!

Mistefayê Kêzêka hêrs bû, gopala xwe rakir hewayê û hêjand.

-Bileheq ji te ra negotine Zilfoyê Rêxooo!  Tu ji ku zanî ew qominîst in law? Li ser eniya wan dinivisîne!

-La tu çi qehiryenê Misto! Şar wênî vano, ez sekera!

Temamê esnaf û mişteriyên kuçeya Qesaban derketibûn serê kuçeyê û li çepikan lêdixistin. Îboyê Deqo, wê gavê, li Qeleboxaziyê, li ber qehwexaneya Heciyê Kor rûniştibû. Gava dît ku neferên kuçeya Qesaban ber bi serê kuçeyê herikîn, wî jî xwe gîhand wan. Qederek şûnda Heciyê Kor jî hat li rex wî. Qasî bîskekê li karwana xwepêşandêran û çepikvanan mêze kirin. Hecî got:

-Ev swêregiyên mena jî tam sînemaskop in. Ji her kesî ra li çepikan didin.

Îboyê Deqo got:

-Bi çepikan ev îşa nabe Hecî! Dewlet mîna deva ye, gava bi hêç dikeve, însan mînsan namîne, kî têkeve ber lingê wî telef dibe.

-Rahme li bavê te! Qisa rast rast e.

-Qisa rast mîna tituna kamaş e, kes pê qayil nabe.

Karwana xwepêşandêran bi sloganan ketin meydana Qaniqûyê. Ji ku hatin, çawa hatin kesî nedî, bi sedan, bi hezaran jinên swêregî yên ku çarşevên lacîwerdî li wan, ji aliyê Mizgefta Gulabiyê, Mizgefta Emer Axa, Esmerçayirê û ji aliyê Gora Qoçalî Baba, bi zilxitan herikîn eniya meydanê.

Xwepêşandêran bi sloganan, wan jî bi zilxitan, meydana Qaniqûyê hêjandin.

-Bimree Koletî! Bimree Koletî!

-Bijîîî Azadî! Bijîîî Azadî!

-Kurda raa Azadî! Kurda raa azadî!

-Tilîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlî!

Wexta dor dihat “Kurda ra azadî”, bi hezaran mirovên li meydanê û yên li serê xaniyan dengê xwe radikir û dikir yek. Dengê wan fena defa hewarê meydana Qaniqûyê digumgumand. Car car, gava bala xwepêşandêran diçû ser leşker û polêsan, rûçikê wan dijidiya, li enîya wan çiqir û qermîçikên mîna geliya Zîlanê kûr çê dibûn. Êş, elem û hesreta sedsalan, di nav qermîçikên eniya wan da nîşanên pêşdemê rave dikirin.

De îcar gava li xelkê dinêrîn rûkeniyek mîna şîr û şeker li serçavê wan vedida û kelecana dilê wan hildêkişiya gewriya ezmanan. Li pêşberî berdilkên xwe, mîna siwarê Rexşê Belek, Nîgara stewr û hespê Felekê radibûn pêdarê, dizgînên wan ber didan.

-Bimree Koletî! Bimree Koletî!

-Bijîîî Azadî! Bijîîî Azadî!

-Kurda raa Azadî! Kurda raa azadî!

-Tilîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlî!

Meydana Qaniqûyê di demekê kin da bi xwepêşandêran ve heta ber dêv tije bû û herikî nava kuçeyên çarmedora meydanê. Panqart, afîş û bandrolên ku li ser wan hezar babet slogan, navên kom û komeleyan nivîsandî, mîna dismalên li ser darê zîyaretan, Meydana Qaniqûyê bi rengên kesk, sor û zer xemiland û dirûvê behrekê rengîn dan meydanê.

Axivker yeko yeko derketin ser kamyonê, devê xwe birin ber mîkrofonê. Pirr qise kirin, dirêj qise kirin, bi tirkî qise kirin.

Bilî wan çend sloganên mîna, “Kurdara Azadî”, “Bimre Koletî”, “Bijî Azadî”, “Bimre Axatî”, Ûsoyê Çavbenîşt, Barût Hesen û Ahmedê Pozqut sloganên din fam nekirin.

Bêhna Ahmedê Pozqut teng bû.

-Rabin em herin! Ji qîsê van em tiştek fam nakin, got.

Ûsoyê Çavbenîşt got:

-Ma gava tirkî qise bikin, em ê çito fam bikin!

Barût Hesen got.

-Vana çima wa dikin law? Ma vana ne kurtçî bûn?

-Kurdçî ne, feqet nizanin kurdî qise bikin.

-Çima? Ma mêjiyê kera xwarin e?

Uso got:

-Law Heso ez ji ku zanim! Ma min navika wan biriye!

Her sê bi hev ra rabûn, pişta xwe dan meydanê, saqo û şelwerên xwe rast kirin ku biçin, sewtek nas ji hoperloran bilind bû.

-Em ji wan natirsin…

Behra rengîn mîna hêlkanê hejiya, çû û hat, Ûsûyo Çavbenîşt, Barût Hesen û Ahmedê Pozqut li ciyê xwe girizîn û man.

-Law ev kurdî qise dike!

-Erê wele! Ez heyrana çavî wî bim!

-Erêêê erêêêê! Gerek wiha be haaa! Ma em ji zimanê şimbil-dimbila çi fam dikin!

Vegeriyan ciyê xwe û guh bel kirin.

Xortê li ser kursiyê, destê xwe yê rastê rakir hewayê, komandoyên li ser Kelê, leşker û polêsên derdora meydanê nîşan dan û weke ji wan re bibêje, got:

-Em ji we û dewleta we natirsin! Em heqdar, hûn neheqdar in. Em kole, hûn desthildar in. Lê êdî bes e!

Behra rengîn çeqe çeq li hev ket û lerizî. Borîniyek wisa ji wan rabû, erd û ezman qelişîn. Kerb û xezeba heft qat di binê erdê da veşartî, ji qelîşan pijiqî der, xwe gîhand kûrahiya dilê xwepêşandêran û temaşevanên li ser xaniyan.

Bimreee Koletî! Bijîîîî Azadî!

Kurda raaa Azadî! Kurda raaa Azadî!

Slogana dawî avêtin şûnda xortê li ser kursiyê, axiftina xwe domand.

-Welatê me ….

Qisa lêwêk di devê wî da ma. Jineke bi çarşevşîn, ji coş û kelecana wê gavê, xwe şaş kir û qîriya.

-Kurda raa azadî…

Lê tenê ma. Deng ji kesî derneket. Ûsoyê Çavbenîşt di ciyê xwe da ferqizî, çavên wî li ser ciyê ku dengê sloganê jê derhatibû, zoq bûn. Mîna ku dupişk pêve de, qîriya.

- Ez bi heft talaqan sond dixwim ev jina min e!

Barût Hesen got:

-Jina te lu ku, ev îşana li ku!

-Ahmedê Pozqut got:

-Şefiya reben û ev îşana!

Ûso hêrs bû.

-Ma ez dengê jina xwe nas nakim law! Ma vaye ez bi çavê xwe dibînim. Ew heftê û heft çarşevan jî li xwe bipêçe, ez bejn û bala wê nas dikim. Hele mêze bike hele mêze bike… çawa xwe vedişêre. Kerêêêê! Tu bise ez nuha dakevim jêr, kurdara azadî çito dibe ez ê nîşanî te bidim…

Ûso ji ser xênî daket, Barût Hesen û Ahmedê Pozqut jî dan pey. Bi hev ra gihîştin cem Şefê. Gava Ûso dest avêt çeplê Şefê, herdu polêsên sîyasî Elî û Cengîz yên ku bîstek berê komîserê qereqolê Ûso nîşanî wan dabû, bi çeplê Ûso girtin.

-Gel bakalim! Biraz once evin üzerinde ne diye horozlanip duruyordun haa! (Ka hela were! Qaseki berê te xwe li ser xênî çi tûj dikir hiii!)

Xortê ku li ser kursiyê (ku bi xwe jî ji Swêregê bû û herdu polêsên sîyasî xweş nas dikir), ji ser kursiyê dît, Elî û Cengîz dixwazin yekî pê bigirin, devê xwe bir ber mîkrofonê:

-Hevalên berpirsiyar! Li qoziya mizgefta Gulabî, polês dixwazin hevalê me bigirin. Rê medin wan!

Du-sê hezar xwepêşandêrên li wî goşeyî, bi hev ra zivirîn ser polêsan. Elî û Cengîz, çeplê Ûso berdan û ji ber çavan wenda bûn. Xwepêşandêran ji bedena xwe li dora Ûso çemberek çêkirin, ji meydanê derxistin. Çend xwepêşandêrên swêregî yên ku Ûso nas dikirin, gotin:

-Xalê Ûso tu çavê me yî! Her bijî! Bi bejdarbûyina te em pirr kêfxweş û serbilind bûn. Me tu ji meydanê derxist ku polês te pê negirin. Heta çend rojan xwe nîşanê wan sebavan nede.

Ûso mat û lal bû, nizanîbû çi bigota û çi bersîv bidaya. Destê hev hêjandin.

Xwepêşandêr vegeriyan meydanê, Ûso berê xwe da Qeleboxaziyê û Şefê ma li meydana Qaniqûyê.

2011.12.30

Ev nivîs di Çîrok de ye.

Kommentarer inaktiverade.