Kîloyên Dawo

Dawo kurê malê yê mezin bû, loma ew di nozdeh saliya xwe de hatibû zewicandinê. Dema temenê wî dibe bîst, ew dihare leşkeriyê. Leşkeriya wê demê gelekî zor bû. Eger meriv Kurd ba, ew leşkerî li mirov dibû zîndan, dibû cihê tade û îşkenceyan.

Dawo kurê malê yê mezin bû, loma ew di nozdeh saliya xwe de hatibû zewicandinê. Dema temenê wî dibe bîst, ew dihare leşkeriyê. Leşkeriya wê demê gelekî zor bû. Eger meriv Kurd ba, ew leşkerî li mirov dibû zîndan, dibû cihê tade û îşkenceyan. Lê çi dibe bila bibe, Tirkan di serê gelek kesan de bi cih kiribû ku: “Ew kesên leşkeriya xwe nekiribin, ne zilamin”, “Leşkeri deynekî welêt e, divê ew bê dayîn” Dema deynê Dawo jî hatibû, wî jî, ji bona ku bibe zilam berê xwe berbi xerîbiyê vekiribû. Ji mirov û ji şêrîna ber dilê xwe bi dûr ket.

Piştî çend mehên Dawo li leşkeriyê qediyabû ku rojek ji rojan pîreka wî dinêre ku vaye Dawo yê wê di rê de ye û berbi mal ve tê. Berê ew bawer nake ku bi rastî jî ev ew e. Loma hinekî çavên xwe diqurpistîne û bi pişta destê xwe yê rastê tev dide, dinêre ku bi rastî jî ew e. Ew jî berbi wî ve dihare, xêrhatinê lê dike û dibêje:

- Dawo ma te leşkeriya xwe qedend?

- Keçê qedandina çi halê çi! çar sal wê çawa biqede ez jî niza

- Lê ev hatina te ji bona çi ye? Xêr e, i

- Keçe bes e, hela em xwe bighînin hundur, dûre ez ê ji te re bêj

Pîreka wî çentê di destê zilamê xwe ê leşker de bû girt, ji hewşê  berbi ketina malê de çûn û ew  ketin hundur. Hetanî wan xwe gîhandin hundir, çend gundiyan jî dîtibûn ku Dawo ji leşkeriyê vegeriya ye.

Dem dema êverî bû, piştî şîvxwarinê adet bû, gundî biçûyana xêrhatina kesên ku diçûn xerîbiyê an jî jê vedigeriyan, bikarana. Ji ber ku  Dawo jî ji leşkeriyê vegeriyabû, divyabû êvarî gundî biçûyina mala wî û xêrhatin lê bikirina, hal û hewalê wî bipirsiyana. Gundiyan weha zû leşkerî qedandina Dawo meraq kiribûn û wan ê ji wî bipirsiyana ku wî çawa weha bi çend mehekî leşkeriya xwe qedandibû. Loma  êvarî civata Dawo geriya, kesên bihîstin, hatin mala wî. Piştî qedandina xêrhatinê û vexwarina çayê, ji rîsipiyên gund xalê Xelo ji Dawo pirsî:

- Wa Dawo, qasî ku ez dizanim, leşkerî çar sal in. Lê ez bala xwe didimê ku ancax çar mehên te qediyan ku tu hate mal, xêr e gelo?

- Xalo bi xwedê kîloyên min li gor wezna leşkeriyê derneketin, loma Serbaz ez şandim mal da ku hinekî goşt bigirim ku kîloyên min, li gor wezna leşkeriyê hev bigirin. Ez ê piştî sê mehên din dîsa li leşkeriya xwe ve

- Ha, got xalê Xelo, serê xwe weke alimekî hejand û domand. Em jî tirsiyan, me got dibe…

Hîn xalê Xelo axaftina xwe neqedandibû, hema apê Kirkirkê ku ew bi xwe ixtiyarekî gundiyan bû û Zirnavê (leqeb) wî Kirkirkê bû. Ev zirnav  an jî ev leqeb ji ku girtûbû qet nedihat zanîn. Ev nav an jî ev leqed bû bû navekî wan î malbatî. Navê wî Ehmo bû. Li êdî ew bi navê Kirkirkê dihate nasîn. Xalê Kirkirkê, mirovekî xweşbêj, henekçi û nefsbiçûk bû. Wî gelek caran bi henekên xwe, gotinên dilê xwe yên hişk, li noqa hinê ku wî ji wan heznedikir, dixist. Got.

- Tu çima nabê ji niha û pêde em ê xortên xwe temî bikin ku berî çûyina xwe ya leşkriyê bila xwe zeîf bikin, da ku ew jî weke te zû werin mal. Bi gotina wî re kesên wir hemû keniyan û wan fêm kir ku xalê Kirkirkê çima weha got.

Şêx Mehemedê, kurê sêx Deman, bi nav û dengê xwe şêxekî şêxan, lê bi emelên xwe ne tu tiştek bû, ji derî kete hundir, hemû gundî ji ber rabûn, ew çû ba Dawo destê xwe dirêj kir û got:

- Tu bi xêr hatî Dawo! Çima te weha zû leşkeriya xwe qedand lo? Gelo dema leşkeriyê kurt bû ye? Û haya me jê tune ye

Dawo destê şêxê xwe maç kir. Berê şêx û dûre jî hemû gundî runiştin. Dawo jî xwe li ser kulavê bi rengîn da erdê û got

- Na, şêxê min na! Leşkeri weke berê ye, yanî hîn jî çar sal in.

Şêx Mehemed li dora xwe nerî, serê xwe hejand

- Lê te çima weha zû qedand?

- Şêxê min, min zû neqedandiye. Ji ber ku kîloyên min kêm bûn, wan ez şandim mal da ku kîloyên xwe temam bikim û ez ê dîsa

- Ha, ev mesele, got şêx Mehemed. Ji nûve bi awayekî rehet xwe li ser kulavê xwe ediland, milê xwe yê rastê sipart balîfa (balgî) kêlekê û dest bi şîretan kir

Piştî belavbûna gundiyan, ji nû ve Dawo rewşa hatina xwe ji pîreka xwe re jî rava kir.  Bi hev şa bûn û razan.

Dema sê mehên Dawo qediyan li leşkeriya xwe vegeriya. Roja ku wî xwe gîhand cihê xwe. Serbazê ku ew ji bona çend kîloyan bigire şandibû mal, ew wezinand, dît ku kîloyên wî weke yên berê ne. Nebû ku wî dîsa bişîne malê. PIştî vegerê çend mehên Dawo  li leşkeriyê temam  bûn. Serbaz rojekê banî wî kir û ew dîsa wezinand. Nerî ku kîloyên wî hê jî weke yên berê ne, ne kêm û ne zêde kiriye. Serbaz  ji vê rewşê şaş mabû û biryar girt ku dîsa Dawo bişîne mal da ku ew hinek goşt bigire.

Piştî çend mehekî din ku Dawo qet kîloyan nagire, loma Serbaz wî dîsa dişîne mal. Ew çar mehên din li mal ma û vegeriya leşkeriya xwe. Vê carê kêfa Serbaz li cih bû, wî texmîn dikir ku vê carê Dawo hin kîlo girtine. Banî wî kir û bir cihê weznê. Çi mixabin ku Dawo ne kêm û ne jî zêde kiribû. Kîloyên wî weke yên berê bû. Loma serbaz îcar hinekî aciz bû, kire niçe niçe û jê re

- Hey, xwedê nenas, ez te dişînim mal ku tu hin kîlo bigire û vegere. Lê ev du carin tu dihare, rehetiya xwe digire, xwarina xwe dixwe. Li wir ne kes li ser te û ne jî li ber te hene, lê çima tu kîlo nagire.

Vê carê Dawo hinekî tirsiya bû ku serbaz li wî bide, loma wî bi awayekî tirsonek

- Ma çi dizanim, qomandarê min

Serbaz ji halê wî şaş û matel mabû, wî jî nema dizani bû ku çi bike. Li  leşkeriyê pêwîst bû ku kîloyên mirov li gor pîvana hatibû dayîn ba. Ji bona kîlogirtinê serbaz du caran Dawo şandibû mal, ev jî mesrefek bi serê xwe bû. Da û stand, çend rojekî fikirî û dîsa şande pê wî. Dawo hate silavek baş ya leşkerî da û got.

- Emir bike qomandarê min, we şandibû pe

- Belê, belê. Ka were em bi hevre herin aşpêjxanê ku  temiya te bidim wan ku ew te hinekî qelew bikin, da ku tu leşkeriya xwe biqedîne. Bi vî halî tê bibe belaya serê me

Qomûtan li pêş û li dû wî jî Dawo ketin hundir aşpêjxaneya leşkeriyê. Kesên li hundir ji ber wan rabûn. Serbaz gazî kir û got:

- Kî berpirsiyarê vir e bila were. Bi bazdan yek ji nav koma kesên ku xwarin çêdikirin berbi wî hat, qomûta xwe da û got:

- Emir bike, qomandarê min

- Binêre! vî mirovê bi min re, baş nas bike! Ez ê wî du mehan teslîmî te bikim. Tê rojê sê caran, çi xwarina xweş ku wî xwest, jê re çêke

- Tu emir bike, qomandarê ê m

Serbaz  îcar li Dawo nerî, keniya weke bêje “Ka bê îcar tu kîloyan digire an na” û bi dengekî berz got:

- Binêre Dawo! tê du mehan li vir bixwe, vexwe û dilê te çû çi tê ji wan re bêje. Tu çi bixwaze wê ji bona te bê çêkirin. Ji niha û pêde tu yê nobedariyê jî negire. Piştî çend mehekî em ê li halê te binêrin, bê kîlo girtin çawa dibe.

Niha kêf bû bû kêfa Dawo. Li vê leşkeriya zor,  ji bona wî ne nobedarî û ne jî lêdan hebû. Berovajî wê, Serbaz ew danî bû ba aşpêj û dilê wî çi bixwesta wan jê re çidikirin. Du mehên Dawo bi vê kêf û rehetiyê qediyabûn. Rojekê dîsa Serbaz dişîne pê wî. Ew hat, serbaz li halî wî pirsî û

- Îcar tu çawa yî Dawo, te kîlo girt an na? Em ê niha fêm bikin. Bide dû min, em ê herin te biwezinîn in. Serbaz bi kêf da pêşiya wî û çûne ba mêzînê. Wî gazi kir

- De, here ser mêzînê em binerin bê îcar tu çend kîlo ye.

Dawo qet tiştek negot, sola xwe derxist, kincên xwe ji xwe kir tenê derpî li ser xwe hişt û hêdî lingên xwe danîn ser mêzînî. Lê çi mixabin ku mîla mêzînî, kîloyên wî weke yên berê nîşan da. Dema Serbaz çav li kîloyên wî ket hêrs bû. Bi qêrîn ji wî re got

- Peya be! û bi dengekî berztir axaftina xwe domand.

- Diya te heye?

- Na! Qomandar

- Bavê te

- Na qomandarê min!

- Ma tu çima neabêje ku ew ji derdê te mirin in.

Ev nivîs di Çîrok de ye.

Kommentarer inaktiverade.