Enwer Karahan

Li gora qeyda Enwer Karahanî ya nifûsê, ew di sala 1962yan de li Dêrika Çiyayê Mazîyê hatiye dinyayê, lê li gora ku salmezinên wî dibêjin, ew di sala 1964an de çê bûye. Wî li Dêrikê heta bi lîseyê xwendiye û hetanî sala 1992yan jî ji wir neqetiya ye.

Karahan, di sala 1997an de derdikeve derveyî welêt û li wir hîn bêtir îmkanên ku karibe bi karê nivîsê re dakeve û bi edebiyatê re mijûl bibe pêde dike. Heta niha berhemên wî di gelek kovar û rojnameyên kurdî de hatine belav kirin. Çar kitêbên wî yên kurteçîrokan bi navê Şevbihêrkên şevên xalî (2001), Duaya êvarê (2003), Xanima Kozê (2005) û Du dilop (2008) derketine. Herweha kitêbeke wî ya ceribandinê jî bi navê Çû ji nav weşanên DOZê, di sala 2006an de derketiye.

Ew zewicî ye û bi navê Nûjîn, Şanişîn û Berfîn sê keç û bi navê Cemîl Ciwan jî kurekî wî heye.

Berhemên wî
Şevbihêrkên şevên xalî, kurtenovel 2001
Duaya êvarê, kurtenovel 2003
Xanima kozê, kurtenovel (2005)
Çû ceribandin (2006)
Du dilop, kurtenovel (2008)

Ev nivîs di Nivîskar de ye.

Kommentarer inaktiverade.