Sidqî Hirorî

Nav û paşnav: Sidqî Hirorî

Jiyanname:
Ez di sala 1956ê de li gundê Hirorê li wîlayeta Dihokê li başûrê Kurdistanê ji dayik bûme. Lîseya çandinê li Mûsilê timam kir. Xwendina rojnamevaniyê li Warşo li Polonyayê timam kir û master tê de wergirt. Di sala 1988ê de, li demê min i Polonyayê dixwend mafê penaberyiyê li Swêdê stand û ji sala 1992ê li Swêdê akincî me.
 Ji destpêka salên hefêtyan dest bi nivîsandina kurteçîrok û helbestan kir. Di salên 1984 û 1985ê de di radyoya Dengê Kurdistana Îraqê de wek redaktor û bêjer bûm. Endamê redaksiyona Berbangê, Netkurd û Nefelê bûm, ji 2009ê ve xwediyê malpera Kulturnameyê me. Min gelek nivîsar di warên cor bi cor de belav kirine û ji zimanên din wergerandine. Heta sala 1994ê di nav siyaseta kurdî de çalak bûm û çend caran jî li ser siyaset û kurdîniyê ji aliyê hikûmeta beisiyan ve hatibûm girtin.

Pirtûkên nivîskarî:
1. Dîmenek ji çîroka jiyana min, yek kurteçîrok e li gel pêşgotina Sabîr Ehmedî (Felekdîn Kakeyî), çapxaneya Xebat, 1985, Xinêre.

2. Momkeka nevemirî, çar kurteçîrok, 1986,Tehran

3. Çend hozanekên nenavkirî, helbest, 1986, Tehran

4. Qereç û dilber, helbest, 1989, Warşo (Polonya).

5. Kurê Zinarê serbilind, roman. (çapa yekê bi alfabêya latînî, 1996, Nûdem, Stockholm), (çapa digital bi alfabêya latînî, 2002, Nefel, Stockholm) (çapa duyêbi alfabêya erebî, 2008, Aras, Hewlêr)

6. Evîn û şewat, roman. (çapa yekê bi alfabêya latînî, 1998, Nûdem, Stockholm), (çapa duyê bi alfabêya erebî, 2008, Aras, Hewlêr)

7. Ez û Delal, Min bi tenê nehêlin, roman. (çapa yekê bi alfabêya latînî, 2007, Doz, Stenbol), (çapa duyê bi alfabêya erebî, 2008, Aras, Hewlêr)

Ev nivîs di Nivîskar de ye.

Kommentarer inaktiverade.