Janrên (cûreyên) televîzyonê û rewşa televîzyonên kurdî

Dr. Ekrem Önen

Ev Lêkolîn li ser asasê 2 hefteyan (15-21.03.2012 – 02-08.04.2012) hatiye kirin. Ev Lêkolîn ji bo Panela li ser rojnamegeriya kurdî ya ku ji aliyê Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê û Komela Nivîskarên Kurd li swêdê ku di roja 22 nîsanê 2012yê de li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê bi munasebeta 114 salvegera rojnamegeriya kurdî hatibû amade kirin.Di vê panelê de ez li gel Nasir Sîna bşdar bûm û her weha Lorîn Berzincî jî Moderator bû. Gotara min ya li jêr li ser ’’Janrên (cûreyên)  televîzyonê  û rewşa televîzyonên kurdî’’ û Nasir Sîna li ser‘’pirsgrêkên zimanî di nûçeyên televîzyonên kurdî’’ de.

Wek tê di zanîn medya yek ji fenomenê civakî yên herî grîng e. Her cuqas wek adet tê gotin li welatekî medya hukmê çara ye, Lê di rastiya xwe de di serdema nuh ya ku jêre tê gotin serdema global medya êdî hukmê yekê ye.

Ji bo em bikaribin rewşa medya kurdî baş têbighên bê guman lazim e em li hinek protsesên medya yê ku unîversal in û hemû welatên cihanê têde derbas dibin bi bîr bînin û wê demê dê rewşa medya Kurdî hîn baştir bê zelal kirin.

Wek tê zanîn heger mirov li protsesa medya yê ya ku li gelek welatên cihanê têde derbas dibe binêre mirov dikare vêya dabeşî sê qonaxan bike:
Qonaxa 1-Medya Partiyan, 2-medya profesyonal, 3- medya ticarî (kommersial).

Wek tê zanîn medya partiyan li hemû welatan roleke grîng û erênî (pozîtîv) lîstiye, bi teybet li gelek welatên ku tekoşîna rizgariya netewî dane û hin didin. Medya partiyan di tekoşîna rizgariya netewî ya gelan de roleke yekgirtin, motîvasyon û mobîlîzekirina civatê saz dike her weha di rojevçêkirin û di sazkirina raya giştî de roleke girîng dileyize. Wek tê zanîn îro mirov dikarê bêje li behtirîn welatên cîhanê medya partiyan rola xwe dagirtiye û cihê xwe bêhtir daye medya profesyonal û ticarî (kommersial) heta mirov dikare bêje li bêhtirîn welatan nuha êdî medya profesyonal jî cihê xwe daye medya kommersial. Piştî ku li bêhtirîn welatan tekoşîna rizgariya netewî dighe armanca xwe yan bi awayekî din dewlet li welatekî wek sîstem baş bi cîh dibe her çuqas medya partiyan her dimîne jî lê li tevaya welatî cihê medya partiyan medya profesyonal digre ya ku bes berjewendiyê dewlet û welatî diparêze. Bi pêşketina welatekî ji alî aborî, civakî û kulturî, rê li ber medya ticarî (kommersial) vedike û hêdî hêdî medya ticarî (kommersial) li tevaya welatî hakim dibe. Îroj em dikarin bêjin li bêhtirîn welatên ji alî teknolojî, aborî, civakî, kulturî pêşketine li welatên wan her çuqas medya partiyan û profesyonal hinek hebejî lê medya komersial hakim e, ew rojevê çê dike û raya giştî saz dike.

Di van qonaxên ku li jor me behsa wan kir ku medya tê de derbas dibe ka em li rewşa kurdistanê binerin. Li Kurdistanê rewşeke teybet heye, dagirkirina Kurdistanê hiştiye heta nuha jî ku li kurdistanê medya partiyan hakim be. Medya partyan li kurdistanê roleke erênî listiye û nuha jî dileyize. Bê guman rewşa medya li her perçeyekî kurdistanê  teybetmendiya xwe heye.  Li Kurdistana bakur, rojhilat û rojava ji ber sebebê objektîv medya partiyan hakim e û ew roleke teybet dileyzin. Li başûrê kurdistanê rewşeke teybet heye û gelek glî û gazin ji wan tên kirin ku çima heta nuha li wir medya profesyonal nikare bi sazkirin û roleke serekî bileyize. Ev glî û gazin ji ber wêye ku li başûrê kurdistanê, ev 20 sal in de-facto dewletek hatiye avakirin û bêhtirîn înstîtuyên dewletê û dezgehên medya hatine avakirin. Bê guman di van 20 salan de li başûrê Kurdistanê her cuqas karên gelek baş di warê medya de hatibe kirin jî lê dikarîbû sîstemek bihata avakirin ku Medya herêma Kurdistanê derbasî medya profesyonal biba. Her cuqas em li protsesa derbasbûna medyayê ji qonaxekê derbasî qonaxeka din li welatên chanê binerin ev qonax mirov dikare bêje dor 50 salan bûye û  ev ji bo demên berê, lê di van 20 salên dawiyê de guhertinên teknolojî, aborî û kulturî ku li cîhanê çêbûne beramberî 100 salên demê kevn e, dixwazim bêjim li başûrê kurdistanê ev protsesa ku li welatên din di 50 salan de bû, li kurdistanê dikaribû di van 20 salên dawiyê de pêk bihata. Ji ber ku bi destxistina teknolojiyê û înformasyonê nuha ji demên berî hîn bêtir hesan e.

Wek tê zanîn di medyayê de ya herî îroj bi bandor televîzyon e, emê jî di vê nivîsê de bixwazin graniyê bidin ser televiyonên kurdî. Di  derbarê televîzyonê de jî emê zorê bidin pirsa janran di televiyonan de û  rewşa televîzyonên kurdî.

Dema mirov behsa televiyonê dike yekser Janr tê bîra mirovî ji ber ku janr û TV du tişên bi hev ve ne, heta mirov dikare bêje televîzyon bi xwe janr e. Li gor qaîdeyeke unîversal  mirov dikare janrên TV dabeşî  şeklan bike: Janrên Informasyonê (Monolog, Înterviyû û Repotaj), Janrên analîzê (Şirove, Nerîn, munaqeşe, Tok Şow, Press Konferens) û Janrê wêje (Satîra, drama) her weha filmên dokumentî. Di vê çarçewê de ji lêkolîna 2 heftan ev encama li jêr derketiye.

Di encame diagramên jêrîn de tê diyarkirin ku di televizyonên kurdî de hemû janr hene, lê diyar e behtirîn janre di televizyonên kurdî de gelek lawaz in û nikarin civata kurd ji televizyonên biyanî biparêzin . Ev jî rewşa temaşevanên telvizyonên kurdî û ji beyana berpirsê wezareta rewşenbîrî yê beşê medyayê yê herêma Kurdistanê tê diyar kirin.

Platforma Hevpar ya Mafê Mirovan (İHOP)ê di çarçoveya bernameya tekoşîna bi cudaxwaziyê re li ser “nijadperestiya di çapemeniyê” de lêkolînek kir. Lêkolîn, ji aliyê mamostayê Fakulteya Ragehandinê ya Zanîngeha Enqereyê Eser Koker û Ulku Doganayî ve hat kirin. Lêkolîn li ser rojnameyên ku bi nijadperestiyê tên nasîn, 3 rojnameyên ku li Tirkiyeyê herî zedê difiroşin û tên xwendin yên wek Hurriyet, Zaman û Postayê û 3 rojnameyên herêmî yên wek Güneyde İmece, Yenî Balikesîr, Sonsoz hat kirin. Her 6 rojname di sala 2006ê û meha yekem ya sala 2007ê de yanî 13 mehan hat şopandin. Encamên lêkolînê jî bi pirtûkekê wek, “Em ne nijadperest in lê… Di çapemeniya nivîskî de gotinên nidapreset-cudaxwaz” ku ji 180 rûpelan pêk tên hat weşandin. Ji sedî 40ê Hurriyetê, ji sedî 29ê Zamanê nijadperestî ye, Di lêkolînê de hezar û 616 nûçe û nivîs hatine analîze kirin û li gor vê yekê jî di 610 nûçeyên Hurriyetê de yanî ji sedî 40, di 443 nûçe û nivîsên Rojnameya Zamanê de ji sedî 29, di 234 nuçe û nivîsên Postayê de ji sedî 15 gotin û nêrîna “nijadperest-cudaxwaz” hatiye tespît kirin. Di lêkolînê de li gel ku rojnameya Posta zimanekî nijadperest yan tûj bi kar tîne ji ber ku rojnameyek meleze û zêdetir nûçeyên magazinê diweşîne nijadperestiya wê li gel rojnameyên din hindiktir hatiye tespît kirin. Li gor encamên lêkolînê kurd bi gotinên wek, “teror, terorist” û her weha di nuçeyan de bi şiddet û bûyerên terorê ve hatin têkildar kirin.
Rûdaw 26/02/2011

Encamê lêkolînên li ser ‘’di  medya Turkan de  Nijadperestî’’ hatine çêkirin ji mere dide diyarkirin ku nîvê medya tirkan nijadperestiyê li hember kurdan dike. Evêya beriya herkesî divê ji medyaya kurdan ya ku nûçeyan ji medyaya tirkî dîrekt werdigerînin kurdî û bê ku bizanibin civata Kurdî pê manîpule dikin dikare bibe dersek ku di karê xwe de pir bi dîqet bin. Divê medyaya kurdî bi xwe bikaribe nûçeyên bi kurdî çê bikin, ne wergerê bikin, werger jî ji ya kê? Ji ya dewletên dagirker.

Metirsî ji paşeroja civata Kurd
Li başûrê Kurdistanê 80 dezgehên medyayê bi qaçaxî weşanê dikin. Wezareta kultur û ciwanan ya hikûmeta Kurdistanê aşkera kir ku 30 televizyon û radyo û 50 kovar û rojnameyên bêdestûr li herêma Kurdistanê weşanê dikin û got piraniya wan girêdayî partiyên mixalefetê ne.  Birêveberê giştî yê ragihandinê yê Wezareta kultur û ciwanan H.Cindiyanî got:  Li herêma Kurdistanê 180 radyo û televizyon û 480 kovar û rojnameyên qeydkirî hene. Herwiha 30 radyo û televizyon û 50 kovar û rojnameyên bêdestûr yên neqeydkirî hene.  Cindiyanî got ew dezgehên medyayê ku neqeydkirî û bêyî destûr û li derveyî qanûnê kar dikin piraniya wan girêdayî partiyên mixalefetê ne û got wezaretê sîstemeke nû ji bo medyayê amade kiriye û tenê hinek hûrahî mane ku bêt aşkera kirin. Her weha Helkurd Cindiyanî got: Li herêma Kurdistanê ji  % 65 – 70 zarokên kurdan li televîzyonên biyanî temaşe dikin û ew jî behtir yên welatên wek Suûdiya Erebî, Îran, Tirkî, Welatên Xelîc  û Surî  ne.
2012-04-07
  Kurdish Globe

Li gor beyana berpirsê wezareta rewşenbîrî yê beşê medyayê yê herêma Kurdistanê daye diyar kirin heger % 65-70  zarokên kurdan li televîzyonên biyanî temaşe dikin ev tê wê wateyê ku paşeroja van zarokan di metirsiyeke mezin de ye ku ew ji şuûrê netewî yê kurdî bidûrbikevin. Ji ber her kes fîlman li gor motîv û rengên netewa xwe çê dikin û heger ev fîlmên ku zarok  lê dinerin reng û motîvên kurdî bana dê ev zarok bi şexsiyetek kurdî mezin bibûna, na, ku ew biyanî bin dê ew bi awayekî din mezin bibin, ji ber ku nuha dewletên dagirker fêm kirin ew hew karin kurdan asîmle bikin û nuha lê digerin ku çawa bikin ku kurd wek wan hizir bikin û Tevbigerin, dixwazin şexsiyeta mirovên kurd biguherin ji ber wê jî nuha fîlm û bernameyên xwe werdigerînin zimanê Kurdî da zarokên Kurd û mezin lê temaşe bikin. Heger Medyaya Kurdî rê li ber vêya negre metirsiyek mezin li ser civata kurd heye û bi teybet li ser zarokên kurd, encamê vê dê piştî 20-30 salên din diyar bibe, heger piştî 20-30 salên din li Kurdistanê Wehabî, meyldarê senteza îslama Tirkî (Turk îslam sentezî ) yan cemeetê Xûmeynî xurt bibin divê bi me ecêb neyê. Ji ber wê jî di anuha de divê medya kurdî li çareseriya vê pirsê bigere.

Platforma Mezrabotan li ser rojnameyên Hürriyet, Sabah, Zaman, Taraf, Radikal, Cumhuriyet, Bugün, Habertürk û Milliyetê ku weke medyaya navendî tên zanîn bi tevahî li ser 9 rojnameyan di meha adarê de lêkolînek kir. Di vê lêkolînê de nûçeyên li ser kurdan hatine tespît kirin. Di encama lêkolînê de di neh rojnameyan de li ser kurdan bi tevahî 841 nûçeyan cih girtine û ji vana  318 heb erênî  522 heb jî nûçeyên neyînî ne. Rojnameyan  piranî cih dane  nûçeyên li ser şîdet, operasyon, êrîş  û terorê. Nûçeyên li ser çand- huner, aborî û civakî yên erênî  pir kêm cih girtine. Seranserê meha adarê di 9 rojnameyan de  bi tevahî  22 heb çand, 16 civakî û 2 heb nûçeyên aboriyê cih girtine. Ji van encaman tê xuyakirin ku medyaya navendî hêj weke “mijareke ewlehiyê” li pirsgirêka kurdan dinêre. Pir hindik cih daye nûçeyên li ser edebiyat, muzîk, şano, sînema, çalakiyên çandî û nûçeyên civakî yên erênî.
Rojeva Kurd 12/04/2012

Смирнов В.В. Жанры радиожурналистики. М.: Аспект Пресс, 2002, 288 с.
Журналистское расследование: история метода и современная методика. М.: ОЛМА-ПРЕСС, 2003, 382с
Леонтьева Г. Мой любимый жанр //www.journalists.spb.рu publis / newspaper/2005/numb02/doc1958/
Смирнов В.В. Жанры радиожурналистики. М.: Аспект Пресс, 2002, 288 с.
Моисеев В.А. Паблик рилейшнз:Теория и практика. – К.: ВИРА-Р, 1999.
СМИ в условиях глобальной трансформации социальной среды. – М., 2008.
Из истории рекламы // Лазурь. – 2007.
Мурзин Д.А. Феномен корпоративной прессы. – М., 2005
Федеральный закон «О средствах массовой информации».
Дурнова Л.В. Информационная политика как инструмент государственного управления /Взаимодействие власти, СМИ и общества в реализации миграционной политики: Материалы межрегион. науч.-практ. конф. – Астрахань: Изд-во Астрахан. ун-та, 2006.
Буданцев Ю.П. Теория и практика журналистики и массовых информационных процессов. М., 1993. Вартанова E.JI. Медиаэкономика зарубежных стран. М.: Аспкт, 2003.
Волкова В.В. Дизайн-система «Реклама». Журналистика в 1994 г.МГУ, 1995.
Bennett, W. L. (2000), Politik İllüzyon ve Medya, İstanbul, Nehir Yayinlari.
Bourdieu, P. (2000), Televizyon Üzerine, İstanbul, Yapi Kredi yayinlari.
Bottomore, T. B. (1990), Seçkinler Toplumu, Ankara, Gündoğan Yayinlari.
Chomsky, N. ve Herman, E. S. (1999), Medya Halka Nasil Evet Dedirtir, İstanbul, Minerva Yayinlari.
Freire, P. (1995), Ezilenlerin Pedagojisi, İstanbul, Ayrinti Yayinlari.
Herman, E. S. (2004), “Kelime Hileleri ve Propaganda”, Chomsky, N. vd. Medyanin  Kamuoyu İmalati, İstanbul, Chiviyazilari Yayinevi.
Işik, M. (2002), Kitle İletişim Sistemleri, Konya, Eğitim Kitabevi.
Jeanneney, J. N. (1998), Medya Tarihi, İstanbul, Yapi Kredi Yayinlari.
Hadenius, Stig, Weibull, Lennart & Wadbring, Ingela (2008): Massmedier.
Press, radio och TV i den digitala tidsåldern. Stockholm: Ekerlids förlag.
Thompson, John B. (2001): Medierna och moderniteten. Göteborg : Daidalos.
Regeringens proposition 2000/01:94 (2001): Radio och TV i allmänhetens tjänst 2002-2005.
”Farliga publiker och skadliga populariseringar” i Vetenskapens populära gestaltningar, Rapport från en konferens om Popularisering av vetenskap och forskningsinformation, Centrum för Medieforskning nr 3/1998, Högskolan i Halmstad.
Kasperowski, D (1997):”Kritik och service: Två fält om vetenskap, media och Kommittédirektiv Radio och TV i allmänhetens tjänst Dir. 2007
Ekström, Mats (1999): ”TV-tittande och demokratin” i Poltikens medialisering, SOU1999:
Drotner, Kirsten m fl (1996): Medier och kultur. En grundbok i medieanalys och medieteori. Lund: Studentlitteratur.
Abrahamsson, Ulla B (1999): I allmänhetens tjänst. Faktaprogram i radio och television 1955-1995. Stockholm: Prisma.
http://www.kurdistantv.net
http://kurdsat.tv
http://www.kurd1.com
http://www.zagrostv.com/
http://www.payam.tv/kurdish.aspx
http://www.tishktv.tv/live/news.php
http://www.knntv.net/

http://www.sahartv.ir/

http://www.dunyatv.com.tr
www.trt.net.tr
http://www.sterktv.com/

http://www.nefel.com/

http://www.netkurd.com/

http://www.rizgari.com/

http://www.kurdinfo.com/

http://rojevakurd.com/

http://www.hawarnet.com/

http://www.pukmedia.com/

http://peyamner.com/default.aspx?l=5
http://www.kulturname.com/

http://kurdistan-post.ru/

http://aknews.com/ki/

http://kurdistan.nu/

https://newroz.com/

http://www.firatnews.com/

http://rus.ruvr.ru/

http://www.voanews.com/kurdi/news/

http://www.niviskar.se/

http://www.haberdiyarbakir.com/index.php
http://kurdistan.ru/

http://www.kurdistanmedia.com/

Dr. Ekrem Önen
ekremonen@hotmail.com

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.