Têmûrê Xelîl

Têmûrê Xelîl sala 1949a li paytextê Ermenîstanê, bajarê Rewanê (Yêrêvanê) ji diya xwe bûye. Piştî temamkirina fakûlta fîzîk-matêmatîk, 3 salan (1974-1977) li gundê kurdan /Sîpanê, dersên matêmatîkayê daye zarokên kurda. Ji sala 1977-1981 û 1984-1992 di rêdaksyona rojnameya kurdî ya “Rya teze” da xebitîye: pêşî wek nûçegihan, paşê jî wek serokê beşa çande. Di salên 1981-1984an da rêdaktorê radyoya kurdî ya Yêrêvanê bûye. Di salên 1992-1997an da cîgirê rojnama kurdî ya “Golos kurda” bûye, ku li Moskvayê bi zimanê rûsî çap dibû. Bi sedan gotarên wî di kovar û rojnameyên ermenî û rûsî da û herwiha hema bêje hemû kovar û rojnamên kurdî yên bi nav û deng, ku li Awropayê û Kurdistanê derdiketin û derdikevin da çap bûne.

Têmûrê Xelîl çend salan endamê komîtêya Komela Xwendkarên Kurd bûye li Ermenîstanê, paşê jî bûye sêkrêtarê komîtêya Şêwra Rewşenbîrên Kurd li Ermenîstanê. Ew endamê Yekîtîya rojnamevanên bajarê Moskvayê ye. Ew yek ji endamên Komika “Kurmancî” ya Înstîtûta Kurdî ya Parîsê ye, endamê redaksyona kovara “Roja Nû” bû.Çend sitiranên wî di radyoya kurdî ya Yêrêvanê da hene, wek “Mêrê mêrxas” (derheqa Barzanîyê Mezin da), “Milkê kurdî” û yên din.Pirtûkeke Têmûrê Xelîl ya serpêhatîyan ya bi sernavê “Dengê xûnê” ber çapê ye. Ew herweha pêşgotina dîwana Cegerxwîn ya 8an – “Aştî” nivîsîye (em wê jî bêjin, ku ew bi daxaza Cegerxwînê mezin bû), bi Mehmet Bayrak ra tevayî ferhenga “Rûsî-kurdî” ya Î. Farîzov kirine “Tirkî-kurdî”.Bavê wî – Xelîlê Çaçan 24 salan (1957-1981) serokatîya radyoya kurdî li Yêrêvanê kirîye, dayka wî – Eznîva Reşîd 27 salan (ji destpêkê: 1955an heta 1982an) spîkêra pêşin ya radyoya kurdî bûye. Du keçên Têmûrê Xelîl hene. Mîdîyayê beşa rojnamegerîyê ya Ûnîversîteya Moskvayê ya ser navê Lomonosov temam kirîye, lê Dîdare Ûnîversîteya Stokholmê beşa sosîologî temam kirîye û di Länsstyrelsê da. Çend miqalên herdu keçên wî yên ser kurdan di kovar û rojnameyên ermenî, rûsî û kurdî da çap bûne. Ango, ji malbeta Xelîlê Çaçan 3 kes rojnamevanên profêsyonal in, yek spîkêr (peyvkar) bûye û bi tevayî weke 80 salan bi karê xwe va xizmetî gelê xwe kirine.Têmûrê Xelîl niha li Swêd dimîne û heta niha ev kar kirine:

Heta niha Têmûrê Xelîl 8 pirtûk ji rûsî wergerandine kurdî û 10 pirtûk jî bi herdu keçên xwe – Mîdîayê û Dîdarê ra – tevayî ji tîpên kîrîlî û latînîya kurdên Ermenîstanê wergerandine ser tîpên kurdîya latînî ya niha: 1. “Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” (450 rûpel), ya profêsor M. Hasratyan, ji rûsî wergerandîye kurdî û sala 1994an li Bêlçîkayê, ji alîyê Înstîtûta Kurdî li Brûksêlê da hatîye çapkirin.2. “Pirsa kurdan”, ya profêsor M. Lazarev, 480 rûpel, sala 1999an di nav weşanên “Roja Nû” da çap bû.3. “Împêrîyalîzm û pirsa kurdan”, ya profêsor M. Lazarev, 380 rûpel, ji rûsî wergerandîye kurdî û di sala 2002an di weşanên “Roja Nû” da çap bû.4. “Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra”, ya serhing A.Avêryanov, sala 1900î bi rûsî çap bûye (berî 103 salan), 580 rûpel. Eva pirtûka bi daxaza Înstîtûta Kurdî ya Parîsê hatîye wergerandin û ewê li zûtirekê çap bibe.5. “Kurdistana nû”, 500 rûpel, bi daxaza Navbenda Lêkolînên Kurdî li Moskow û bi daxaza Înstîtûta Kurdî li Parîsê ji rûsî hatîye wergerandin û wê li zûtirekê çap bibe.6. “Tevgera kurda”, ya profêsor Xalfîn, 200 rûpel, sala 1963a bi rûsî çap bûye. Hatîye wergerandinê û APECê çap bike.7. “Îdyomên kurdî, bi şirovekirina rûsî”, ya profêsor Maksîmê Xemo, 480 rûpel. Ev pirtûk Kitêbxaneya kurdî li Stokholmê wê çap bike. Di wê da şirovekirina îdyoman ji rûsî hatîye wergerandinê ser kurdî.8. “Kurdên Azirbêcanê” ya A. Bûkşpan, 120 rûpel, sala 1932a li Bekuyê çap bûye. Ji rûsî hatîye wergerandin, Înstîtûta Kurdî li Parîsê wê çap bike. (Niha jî pirtûka O.Vîlçêvskî ya bi navê “Kurd” ji rûsî werdigerîne, ku sala 1961ê li Lênîngradê çap bûye). Têmûrê Xelîl ev pirtûk jî (bi herdu keçên xwe – Mîdîyayê û Dîdarê) ji kirîlî kirine latînî bona çapê:  9). “Mesele û metelokên cimaeta kurda”, 800 rûpel ya ku Hecîyê Cindî berev kiribûn.10). “Şaxêd Rostemê Zale kurdî”, 400 rûpel, ya ku Hecîyê Cindî veçêkirîye.11). “Folklora Kurmanca” ya sala 1936a, 640 rûpel, ji latînîya kurdên Ermenîstanê hatîye wergerandin ser kurdîya latînî ya niha. Amadekarên wê Emînê Evdal û Hecîyê Cindî ne.12, 13, 14, 15, 16). Pênc cildên “Hikyatêd cimaeta kurdîyê”, 1300 (hezar û sêsid) rûpel, ku Hecîyê Cindî berev kirine.17. “Folklora kurmancîyê” ya sala 1957a, ku H.Cindî berev kirîye û amade kirîye.18). ”Klamêd cmaeta kurdaye lîrîkîyê“, 250 rûpel, ku H. Cindî berev kirine û sala 1972a bi pirtûkeke cihê li Yêrêvanê çap bûye.

Di hejmara kovara ”Roja Nû” ya 100î da leca kurteçîrokan hatibû derbazkirinê. Yek ji wan kurteçîrokan ya Têmûrê Xelîl bû. Di hejmara dû wê ra endamekî jyûrîya qîmetkirina kurteçîrokan Mazhar Kara, ku cîyê pêşin dabû kurteçîroka Têmûrê Xelîl ya bi sernavê ”Dilê germ, serê sar…”, awa nivîsî: ”Dilê germ, serê sar…” ji alîyê pêkanîna zimanê kurmancî da çîroka here biserketî ye. Ji alî ziman da mirov dikare bibêje çîrokeke bêqusûr e. Taswîrên wî pir biserketî, hevokên wî lihevhatî, kurdîya wî zelal û xweş e. Babeta çîroka wî gelek zor e. Lewra ew taswîrî deşt û çiya, çem û kanîya, ken û girî nake. Wî dest avêtîye psîkolojîyê. Ew bi wê çîrokê evîna şikestî, ruhciwantîyê vedike, ruh û hîs û pejnên xortekî evîndar dike. Di wî karî da Têmûrê Xelîl nivîskarekî gelek pêşketî ye. Em ji wî berhemên nû hêvî dikin”.

Ev nivîs di Nivîskar de ye.

Kommentarer inaktiverade.