Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî û boykota dibistanan

Wek tê zanîn li bakûrê welatê xwe, kurd ji mafê perwerdeya bi zimanê xwe, bêpar in. Demeke dirêj, zimanê kurdî li gorî qanûnên tirkan qedexe bû û kurdan ji ber wê qedexeya dijwar gelek êş û azar dîtin.

Di van salên dawîyê de benda qanûnê ya qedexeyê hat rakirin. Hikûmeta tirkan ya li ser kar, kanaleke televîzyonê ya bi kurdî vekir û li hin unîversîteyan beşên kurdî vebûn.  Ji bilî van gavan, ji hêla resmîyeta zimanê kurdî û perwerdeya li dibistanan de tu guherandin û reform nehatin çêkirin; bendên qanûnan yên pêşî li vê yekê digirin her li cîhê xwe ne.

Birêvebirên tirkan heta niha bi navê dewleta xwe gelek peymanên navdewletî yên di warê perwerdeya bi zimanê zikmakî û mafên zarokan de îmze kirin, lê çi mixabin ku ji ber sîyaseta xwe ya asîmîlasyonê, tirkan hin xal îmze nekirin. Ji ber ku li gorî wan xalan dibû ku cîh li tirkan teng be û rê bidin perwerdeya bi kurdî.

Turkiye berendama Yekîtîya Ewropayê ye û ji bo endametîyê muzakere berdewam in. Dewletek ku berê xwe daye Ewropayê û dixwaze bibe parçeyek ji Ewropayê, çi mixabin ku hîn jî perwerdeya bi zimanê zikmakî ji bo yekîtîya dewleta xwe tehlûke dibîne. Bi rastî di serdema me de, di sedsala 21an de, famkirina vê mentalîte û sîyaseta hikûmetên tirkan nayê fam kirin.

Li Ewropayê û li gelek welatên din, dewletên hene xwediyê gelek zimanên resmî ne û bi wan zimanan, li dibistanan perwerde dibe. Li dewletên wek Kanada, Swîsre, Îspanya, Hindistan, Iraq, Rûsya û gelekên din çendîn ziman resmî û zimanên perwerdeyê ne.

Tirsa dewleta tirkan, têkçûna sîyaseta afirandina yek miletî ye. Ev sîyaset û mentalîte pêşî li reformeke weha digire. An na tu îzaheke mantiqî ya ji bo rênedana perwerdeya bi zimanê 20 mîlyon kurdan tune. Ji bo dewlet û hikûmeteke ku berê xwe daye Ewropayê ev şermeke mezin e. Em bi xwe ne di wê baweriyê de ne ku Yekîtîya Ewropayê bibe şirîk û hevbeşê vê eyb û şerma tirkan.

Ji danîna komara Turkiyeyê heta niha kurdan timî doza mafê neteweyî û zimanê xwe kiriye, ji hemû îmkan û derfetan îstîfade kirine ku zimanê xwe bi kar bînin, xurt bikin û geş bikin. Rewşenbîrên kurdan yên wek Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Cixerxwîn, Nuredîn Zaza û gelekên din dan ser rêya pêşengên xwe yên wek Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî.

Xet û rêçika ku wan rewşenbîr û nivîskaran ji bo ziman, çand û edebîyata kurdî danî, îro jî her zindî ye; îro jî dildar û xebatkarên ziman, çand û edebîyata kurdî, li ser xeta pêşengên xwe dimeşin, dixebitin û zimanê kurdî dewlemendtir û geştir dikin.

Ji bilî xebata edebî û çandî bêguman hewcedarî bi perwerdeya zimanê zikmakî heye. Hewcedarî bi dezgehên ziman û parastina zimên heye. Lê divê em dest nîşan bikin ku di dema me de êdî tu zimanek nikare li ber pêla zimanên din xwe biparêze, heke ew ziman bi dezgehên çandî, perwedeyî  û dewletî neyên parastin.

Kurd ji mafê perwerdeya zimanê xwe bêpar in. Lê kurd her dixebitin ku vî mafî bi dest bixin. Ji bo perwerdeya zimanê zikmakî gelek xebat hatîye kirin û tê kirin. Xebatên hemî kes û alîyan ya ji bo mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, xebatên bi rûmet û hêja ne.

Wek hemî sazîyên çandî yek ji hoyên damezrandin û heyîna komeleya me zimanê kurdî ye. Em payeyeke mezin didin ziman, edebîyat û çanda xelkê kurd. Ji ber hindê li kû û di kîjan astê de dibe bila bibe, em xebatên ji bo baştirkirina rewşa ziman û perwerdeya bi zimanê zikmakî, wek karekî komeleya xwe î hevarmanc û hevbeş dinirxînîn.

Ji tecrûbe û sîyaseta hikûmetên tirkan em baş dizanin ku ew ê bi dilê xwe mafekî welê nedin kurdan. Ji lewre kar û xebat divê. Çalakîyên cûr bi cûr divên. Yek ji awayên vê xebatê jî bêguman boykotkirina dibistanên tirkan e. Ji lewre em boykotkirina dibistanên tirkan yên vê dawîyê çalakîyeke ras û hêja dibînin.

Divê xebatkar û dildarên zimanê kurdî û alîyên eleqedar, vê boykotê rind analîz bikin; li ser aliyên erênî, kêmanî û pêdiviyên wê baş hûr bibin û ji bo pêşerojê encamên pêwîst jê derxînîn.

Bêşik dewlet û hikûmeta tirkan dê xwe zû bi zû nede ber daxwazeke welê. Lê gava kurd li ser daxwaza xwe bi îstîqrar bin û pê bidin erdê, dê tirk mecbûr bimînin ku mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî qebûl bikin.

Ji bo zûtirîn bidestxistina mafekî welê, hewcedarî bi xeteke hevbeş û bi dezgeheke hevarmanc heye. Platformeke hevbeş dikare pêşengî ji karekî weha re bike û xebatên di vî warî de berfirehtir û xurtir bike.

Ji bo bidestxstina mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî him li welêt him jî li derveyî welêt  pêwîstî bi piştgirî û xebateke xurt heye. Divê hemû rêxistinên neteweyî û demokratîk yê kurdan bi xebat, hewldan û çalakiyên cihêreng vê xebatê dewlementir û geştir bikin.

Zarok pêşeroja me ye, zarokên kurdan bê kurdî nehêlin!

28-9-2010
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

Ev nivîs di Daxuyanî de ye.

Kommentarer inaktiverade.