Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 16an pêk anî

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 16an di 6/1/2012an de pêk anî. Serokê komelyê Zinar Soran xêrhatin li mêvan û endaman kir û kongre bi bîranîna şehîdên Kurdistanê hate vekirin.

Piştî vekirina kongreyê hevalên Salih Înce, Osman Aytar û Nezîr Akad weke dîwana kongreyê hatin hilbijartin, rojev hate pejirandin û li gor rojevê kongre hate bi rê ve birin. Zinar Soran rapora xebatê û Paşa Uzun jî rapora aborî pêşkêşî kongreyê kirin. Li ser raporan gotûbêj hatin kirin û rapor ji aliyê kongreyê ve hate pejirandin.

Beşdarên kongreyê ji bo xebatên pêşerojê pêşniyarên xwe pêşkêş kirin û Komîteya Karger ya nû û delegeyên kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê hatin hilbijartin.

Komîteya nû ji Zinar Soran, Paşa Uzun, Tîmûrê Xelîl, Sidqî Hirorî û Xelîl Duhokî pêk hat. Ji bo delegeyên kongreya Federasyonêî jî Mamoste, Siddik Bozarslan, Dilo Balîn û Halûk Ozturk hatin hilbijartin.

Komîteya nû di nav xwe de kar û bar parve kir; Paşa Uzun wek serok, Xelîl Duhokî wek sekreter û Zinar Soran jî weke berpirsiyarê aborî hilbijart.

Kongreya îsal jî wek par, li aşxaneya xwarinên kurdî ya Şêxmûs li navenda Stockholmê hate çêkirin. Piştî kongreyê endam û mêvanan şevbuhêrk û sohbetek germ bi hev re derbas kirin.

Ev nivîs di Kongre de ye.

Kommentarer inaktiverade.