Kongreya Komeleya Nivîskarên Kurd ya 14an

Kongreya 14 emîn ya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêd (KNKS) di 21.11.2009an de bi beşdarîya 17 endaman hate li darxistin.

Li ser navê Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê  berpirsê komeleyên herêma yekê Salihê Omerî beşdarî kir. Li gor rojeva ku komîta rêvebir pêşkêşî civînê kiribûn, diwanek hate hilbijartin. Serdar Rûşen, Halûk Özturk û Şêrîn Amedî. Dîwanê di nav xwede weke rêveberê civînê Serdar Rûşen û protokol girtin Haluk û Şêrîn nîşandan.

Rêveberê dîwanê xal bi xal rojev xwend û rojev pêşkêşî dengên endama kir, rojev hate qebûl kirin. Rêbeverê kongrê endam dewetî deqak rawestandin, ji bo şehîdên Kurd û Kurdistanê kir. Li ser navê komîtê rapora xebatê Silêman  Demîr xwend û rapora aborî jî Zinar Soran xwend. Bêguman kar û bar çalakîyên ku hatibûn kirin minaqeşe li ser herdû raporan hate kirin. Piştî minaqeşa li ser herdû raporan hate kirin, komîteya kevin bi tevaya dengên endaman hetin rûsipîkirin.

Piştre jî komîtyek ji sê endamên asil û du kes jî cîgir hatin hilibijartin. Komîta nu ji van kesên li jêrê  ne.
Komîta Karger:

Zinar Soran (Serok)
M.Elî Kut (Sekreter)
Paşa Uzun (Sekreterê aborî)
Bûbê Eser (Endam)
Şêrîn Amedî (Endam)

Nûnerên Kongra Federasyona Komeleyên Kurdistanê:

Sidîq Bozaslan
Dilo Balin
Loqman Polat

Kongra Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêd (KNKS) bi vî hawayî bi davî hat.

Ev nivîs di Kongre de ye.

Kommentarer inaktiverade.