Mendo Axa

Di salên 1960î de, ji derveyî çend axayên gundên doraliya Swêregê, tu qeweta axayekî tunebû ku ji xwe re traktorekê bikire. Piraniya nişteciyên gundan, cotkarên axê bûn, gundiyên din yên ku cotkarî ji destê wan nedihat, bi karê gavanî, şivanî û bexçevaniyê ve mijûl dibûn.

Bi cotkariya ga û hespan, bi xwedîkirina çend dewaran yan jî sed mîhan, hatinek zêde ji bo axayan çênedibû. Bi qewlê swêregiyan piraniya axayan, “axê şamikan” bûn, yanê halxirab bûn.

Axayê gundê Kevrokê Mendo Axa û axayê gundê cîranê wî Xelo Beran ji vê beşê bûn, bi wê cudatiyê ku gava koçer dihatin, ji bo demeke kurt be jî rewşa wan xweş û geş dibû.

Di payizan da, koçer ji çiya û zozanan dadiketin deşta Qerecdaxê. Hinekan berê xwe didan başûrî û hinek jî dihatin aliyê Swêregê. Her payizê, bi hatina koçeran çavê Mendo axa û cîranê wî yê Xelo Beran ji kêfan diçirûsîn. Erdê wan ê çêrê, fireh û pir bû. Kirêyeke xweş ji koçeran digirt. Zatî xêra wê kirêyê neba, nikanîbûn debara xwe bikirana. Her sala ku koçer dihatin, kirêya xwe pêşîn didan. Mendo Axa û Xelo Beran ji kêfan bi ezmana diketin. Pêşî, deynên xwe yên li cem qesêb, beqal, aşxane û qehwexaneyên Swêregê paqij dikirin (Divê bê gotin, ji deynê xwe re sadiq bûn). Dû re, ji zarokan re pêlav, kinc, ji malê re xwê, şeker, gazyaxî û hwd. dikirîn. Bi perê mayî jî zarokên nav malê sunet dikirin, xortên balixbûne dizewicandin, keçên balixbûne jî bûk dikirin.

Wê payizê gava koçer hatin, Xelo Beranî kirêya xwe ji wan girt û lawê xwe zewicand. Mendo Axa bi kêfxweşî û dilxweşiyê çû daweta lawê dostê xwe. Mendo Axayî ji şên û şayiyan, ji dawetan hez dikir, hele gava araq jî peyda bibûya, heta saeta dawiyê ranedibû. Gundî û cotkarê wî Hesenê Çeqo, bexçevanê wî Eboyê Keftal jî weke peyê wî, bi wî re çûn.

Hîna Xwedê li Mendo axa nehatibû merhemetê, bûbû bavê sê qîzan, lê tu lawikek ji wan re çênebûbû. Birîna wî ya kûr jî ew bû. Ji ber wê yekê, gava diçû derekê, şûna lawan gundiyên xwe bi xwe re dibirin. Mendo Axayî, her tim palisqeyek çermîn li pişta xwe girêdida. Du qewlik bi palisqeya wî ve hebûn, di qewlika hêla çepê de demançeya wî, di qewlika hêla rastê de kêra wî.

Sê roj û sê şev şûn de, di saeta dereng de, Mendo axa bi halekî serxweş vegeriya mala xwe. Bi qarqar û borebora wî, neferên malê bi telaş û tirs ji xew rabûn. Jina wî Zîno li pêş, ling tazî, her sê qîzikên wê li pey, bazdan ber deriyê hewşê. Hesenê Çeqo û Eboyê Keftalî, Mendo Axa ji hespê daxist û her yek ket bin piyekî wî. Ûsoyê gavan bi çavê xulmaşî xwe gîhand wan.

Mendo Axa li ba dibû, nikanîbû li ser piya rawestiya, pitepita wî bû, gêriz bi dêv ketibû, ji nişka ve, xwe ji nav destê Hesenê Çeqo û Eboyê Keftalî xelas kir û dest avêt demançeya xwe, lûleya demançê ber bi hewayê kir, li pey hev, çar caran pêlî tetikê kir, teqîna demançê di şeva tarî de deng veda. Zînoyê, her sê qîzikên xwe dafî paş dîwarê hewşê kir, Mendo Axayî devê demançê zivirand ser Ûsoyê gavan, Ûso bû mîna zehferanê û hejiya.

-Law Ûso! Ka de ji min re bibêje, ez axa me yan na!
-Ew çi gotin e ez qurban! Tu axa û begê me yî!
-Ez axa û begê çi me law! Bê pişkulên pezan û erdên bêxwedî ez axayê çi me?
-Ez heyranê te bim Axa! Wer mebêje! Em gişk xizmetkarê ber destê te ne!
-Ew zirzopên swêregiyan bi cîpan hatin dawetê û çewalek pere li ser zafê reşandin.
Ma ez jî ne axa me laww? Ka cîpa min! Ka perê min! Li pey her yekî, xortên mîna qereseyan, li ser qûna wan demançê daliqandî…  Zîno û Zînooo! Hewar Xwediyooo!
-Axayo delalo, qurbana te bim! Gund li me rabû, her kes temaşeyî me dike, zarok ditirsin, ka were hindur, got Zîno û destê xwe avêt piyê wî.
-Zaro maroyê min tune Zînooo! Ev sê roj in, paye û forsên wan zirzopan ez teqandim û behecandim! Ma qey ez nizanim ew çito zengîn bûn? Ma qey pere ji ezmanan nabarin! Gişk diz in, sibe heta êvarê pez û dewarên xelkê didizin.
-Te ji min re kevir barand Xwediyooo!
 
Te ne law dan min û ne jî peyayên xurt! Ka ew Temo û Leşko li kû ne?

Sawek giran bi Temo û Leşkoyî ket (Temo lawê Qefoyê şivan û Mihemedê Leşko jî lawê Ûsoyê gavan bû, herdu jî zarok bûn, li nav mala axê, weke berdestkê Mendo Axayî bûn), bi dilgurpînî nêzîkî wî bûn.

Mendo axayî, destê xwe yê rastê da ser milê Temoyî, demançe hêja di destê wî de bû û yê çepê ser milê Leşkoyî. Çavên wan li ser demança Mendo axayî zok bûbûn, ruh ji wan kişiyabû.

-De ka binêrin! Peyê min ev in! Navê yekî Temo, navê yekî Leşko ye. De ka hela ji min re bibêjin, ez ê çito axatî bikim hiii! Çito, çitooo? Na naaa! Ez ê xwe bikujim! Qiriya û demançeya xwe bi serê xwe ve danî.

Hesenê Çeqo, Eboyê Keftal, Ûsoyê gavan û Zîno, bi hev re tev bi çeplê Temo û Leşkoyî girtin, ew dafî kêlekê kirin û xwe avêtin ser Mendo Axayî. Ûsoyê gavan û Zînoyê destê wî yê ku demançe tê de, qefand û ji qoqa wî dûrxistin. Her çi kirin nikanîbûn demançê ji nav lepê Mendo axayî derbixînin, bêçiyên wî wekî qayişê li ser demançê şidiyabûn. Qasî bîstek ber hev dan, hevdu birin û anîn. Mendo Axayî, destê xwe ji nav lepên wan xelas kir û careke din devê demançê da serê xwe.

Ûsoyê gavan û Hesenê Çeqo ketibûn erdê, ji erdê pengizîn, destên Mendo Axayî careke din zevt kirin û ji serê wî dûrxistin, di heman demê de Mendo Axayî pêlî tetikê kir, demança wî sê caran ser hev teqiya, derbên wî gişk vala çûn. Careke din pêlî tetikê kir, bê cinginîyek vala deng ji demançê derneket. Derbên wî xelas bûbûn.

Mendo Axayî xwe avêt erdê û fena zarokan dest bi giriyê kir. Dest û piyê wî pêgirtin, birin eywanê. Hema li eywanê, Zînoyê balîvek danî bin serê wî û lihêvek avêt ser, berdin bila li eywanê rakeve, êdî heta sibê ji xew ranabe, got û bi qîzikên xwe re tev çûn nav ciyên xwe.

2012.10.31

Ev nivîs di Çîrok de ye.

Kommentarer inaktiverade.