Hesenê Metê, Li dêrê, gotinên evîndar û tobedar

Nivîskarekê kurd ji bo cemandina zanyariyên pêdivî ji bo noveleka xwe li ser dêrekê diçe dêra Ragnhildeyê li baûşrê Stockholmê. Lê li wê dêrê ew pêrgî Bilind Zaxoyî û serhatiya wî dibe û êdî novela nivîskarî dibe ew serhatî.

Hesenê Metê xwendevanan di Gotinên Gunehkar de dibe warekê pîroz û bo nav minaqeşeyeka lahotî-felsefî. Li Dêrê jî ew domê dide seredana cihên pîroz û vê carê ew cih jî dêreka Swêdî ya li başûrê Stockholmê ye. Ev novel li maleka Xwedê, li dêrê dest pê dike û domê dide wan gengeşeyên xwe yên di Gotinên Gunehkar de dest pê kiribûn, lê vê carê bi ziman û gotinên evîndar û bi hestên birîndar û tobedar.

Bilind Zaxoyî yê ku ketibû nav davên evînê û di nav de heliyabû, yê ku evîndara xwe wek dotmamekê ji xwe re danîbû û xwe û rehetiya xwe ya rûhî tê de dîtibû, ji nişka ve bê dilbera xwe dimîne, dilbera wî dide dû urf û adetan û bi ya dayûbaban dike û şû bi kurxalê xwe dike û pişta xwe dide Bilindî. Bilind êdî dilbera xwe nabîne û ew ji ber dûrketina ji wê şeyda û sewdaser dibe.

Bilind di şeveka şîirxwendinê de dikeve bin bandora şairekê ku di wê şevê de helbesta xwe xwendî û ew dibe egera ew dest bide qelemî û helbesta xwe ya yekê binivîse. Helbesta wî verêja hest û êşên wî yên navxweyî bû û ew helbesta wî pirr belav dibe. Dîndarên fanatîk li dijî wî û helbesta wî derdikevin, agirî berdidin wê kovara ew helbest weşandî. Mela di mizgeftan de û li ser mînberan gefan li wî dikin û ji desthilatê dixwazin ku ew Bilindê Helbestvan, ji ber zimandirêjiya wî ya bo ser pîroziyan bigirin. Desthilatê nexwest melayan biarîne û li dijî xwe har bike û ket pişt daxwaza melayan û Bilindê ku bi tenê yek helbest nivîsandî avêt nava zîndanê.

Demê Bilind hat berdan, gef lê hatin kirin ku eger ew careka din gotinên weha bi lêv bike, ew dê fetwaya kuştina wî bidin. Êdî Bilind gehişt wê baweriyê ku li wî erdî biryara mirina mirovî ne bi tenê bi destê Xwedê ye, lê mirov jî dikarin wê biryarê bidin û bicih bînin. Ji aliyê dî jî berdilka dilê wî jî pişta xwe da wî û bi wê çendê jiyana li wî erdî li ber wî tarîtir û tengtir bû. Wî êdî xwest ji wî erdî û derdên jê digehinê dûr bikeve û here erdekê din.

Wî soz da êdî dest nede qelemî û êdî nenivîse û xwest ku ew şaîirê bûbû sedema ku ew dest bide qelemî û wê helbesta xwe binivîse, bi xwe wî qelemê ku wî ew helbesta xwe pê nivîsandî bişkêne, lê mamoste wê nake, qelemê wî naşkêne. Şaîr ji Bilindî dixwaze ku ew guhdariya gefên fanatîkan neke û di helbestvehandina xwe de berdewam be. Bilind ji biryara xwe danakeve û di dawiyê de qelemê xwe ji mamosteyî re dihêle û ji wir derdikeve û wî erdî dihêle û diçe erdekê dî û li Swêdê binecih dibe.

Lê diyar dibe ku ev erd jî mîna wî erdê ew jê hatî, erdek e, êş û mirin li vî erdî jî hene. Bêhêvîbûn, bêhintengî û barê jiyanê yê li wî erdê ew jê hatî her pê re man û rojekê ji rojan ew di nerehtiya xwe ya rûhî de gehişt niqteya dawiyê. Ew ji her tiştî bêhêvî dibe û difikire ka «çi xêra vê jiyanê heye ku meriv heta pîrbûna xwe bisekine». Ew di rewşeka weha de biryarê dide ku xwe ji pira Dödsbro bihavêje bo nav avê û nemîne li benda mirina bi pîrbûnê. Wî xwest ka çawa biryara li wî erdê ew jêhatî ne bi destê xwedê ye lê di destê mirovî de ye, ew jî wê biryarê bixe nav destê xwe û dawiyê li jiyana xwe bîne. Êdî sinorê mirin û jiyanê dibe ew hesinê sar û cemidî yê wê pirê û wî hest pê kir ku êdî qudreta biryara jiyan û mirinê di wê gavê de ne di destên wî de ye. Wextê destên wî xwestin karê xwe yê dawiyê di jiyanê de bikin û hesinê sar û cemidî berbidin û wî teslîmî mirinê bikin, aha di wê navbeynê de dengê zengila wê dêra li nêzîkî wê pirê nehişt destên wî wî hesinê cemidî berbidin û dengê wê zengilê destên wî dîsan li ser hesinê şidanin. Weha û bi saya zengila dêrê mirin ji wî dûr ket û ew ricifî û ji pirê dûrket û rêya xilaskera xwe, rêya dêrê girt. Qey li vê derê îşaretek hat dan ku xwedê biryarê dide û ew wek mirov nikare bi dilê xwe, xwe ji wê pirê biavêje nava avê.

Bilind, bi wê rewşa xwe ya derûnî ya jihevketî dikeve hundirê wê dêra vala û li cihekî rûdine û ew li nexş û motîfên li ser dîwaran, li teswîrên Mesîhî temaşa dike. Paşî, demê ew deftera mêhvanan dibîne, ew soza xwe dişkêne û dest dide qelema li ser defterê û gazinekê ji Xwedê re dinivîse û jê dixwaze «ku tu bi rêyekê, bi îşaretekê, bi nîşanekê min serwext bikî ku tu heyî», û ew paşî qelemê dadine û li rêza pêşîn rûdine û di nav xwe de dikeve nav hizir û malxulyanan. Ev jî qebûlkirina wê ye ku hêzeka mezintir ji ya mirovî, ji ya erdî, hêzeka xwedayî heye û geryana li pey wê hêzê bi xwe pejirandina hebûna wê ye. Aha di wê gavê de destekê nerim dikeve ser milê wî û bi wî destî re germî û rehetî diçe nava wî û dengek tê guhê wî û jê pirsiyara rewşa wî dike û aya pêwîstiya wî bi arîkariyê heye. Her wek di wan an û gavan de pêwîstiya wî bi tevgereka weha, keseka weha hebû.

Ew dest yê keçeka xweşik û dilovan ya mîna mliyaketan bû û bi têgehiştina wî ew îşareteka Xwedayî bû, ew bersiva gazina wî bû. Bilind ne wek xelkê Mûsa pêxemberî ye, pêwîstiya wî bi muicizeyên mezin yên metaforî nîne da ku baweriyê bi hebûna Xudê bîne, ji bo wî ew germiya peywendiya însanî ya wê keçê di navbera xwe û wî de çêkirî bes e. Wî pêwîstî bi îstîqrara xwe ya navxweyî heye, bi bicihbûna li ser balgihekî û devereka ku tê de azad bibe heye. Êdî ew keç jê re bû dost û hogir û wê roj bo roj heza jiyanê û baweriyê bi jînê û dorhêlê û mirovan li cem wî vejand. Bilind li ser destê wê bû tobedar û bawermend, dilxweş û ji derdan azad. Wê keçê ew rehetiya ew li dû bû da nava wî û ew jî bû evînda, sofî û mirîdê wê. Belkî jî keç û dêr û xwedê li vir li cem Bilndî bûne yek.

Bilindiya astê urf û adet û sewiyeya giştî li ser hisêba ya ferdî û hez û pêwîstiya wî dibe egera neberdewambûbna evîna yekê ya Bilndî ya li erdê wî yê zikmakî û bê armancîbûna wê. Bilndê ku dixwaze vê êşa xwe bi awayekê estetîk, bi zimanê edebî ji xelkê re berçav bike, xwe li ber gef, hêriş û desthilatê dibîne, yên ku ji wî dixwazin devê xwe bigire. Ev azadiya derbirînê li wî erdê ku desthilat tê de bi hikmên qanûnê nake û qanûnê naparêze û li gor ka çawa desthilata xwe biparêze digere têt xendiqandin û yê bi azadiyê bi tenê dijîn neçar dibin yan li ber xwe bidin yan jî mîna Bilindî ji wî erdî birevin û ji mezgeftekê biçin dêrekê.

Xwendinkarê dînî di Gotinên gunehkar de rêya baweriyê ber dide û di Li dêrê de Bilind cihê wî di bawewriyê de digire. Mirov dibêje qey ev herdu novel timamkerên hevûdu ne û eynî babetî ji du perspektîfên cuda dinimînin. Bê şik rexnegirên dûrbîn dikarin gelek perdeyan bidirînin û wêneyekê hêj zelaltir ji nava van herdu berhemên Hesenê Metê berdestê me bikin.

Hesenê Metê
Li dêrê / novel, 102 rûpel
Weşanên Nûdemê

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.