Di prosesa netewebûnê de ziman

Ziman: Di prosesa netewebûnê de wasiteyê asîmîlasyon, cudabûn û yekîtiya milî
Dezgehên sîyasî û di serî de dewlet û birêvebirên wan ji bo armancên xwe yên sîyasî hemî wasite bi kar anîne; yek ji wan wasiteyan jî ziman e. Ziman bi giştî wasiteyekî danûstendinê î pirralî ye, lê li rex vê xisûsiyetê ji bo vejandin, xurtkirin û xasima pêk anîna mefûma netewe, ji bo formdayîna civak û ferdên wê, xwedî roleke pirr muhîm e.

Heke em bêjin yek ji stûnên hebûna hemî kultura civakan û mirovayetiyê ziman e, dê ne xelet be. Ji ber ku ziman di warê têkiliyên civakî û afirandina çandê de xwedî cîhekî sereke ye. Ew ne tenê aletekî teknîkî î danûstendinê ye; ew her wisa wasiteyê lêfikirîn, afirandin, vejandin û xurtkirina hemî formên çandî û civakî ye. Em bê ziman nikarin bi şêweyeke xurt bifikirin, her gotina ku em dibêjin bêguman bi mahne ye û gava em bi lêv dikin, dibihîzin, an jî dixwînin, ji wê gotinê tiştekî fam dikin ku teqabulê tiştekî çandî dike, ev tişt dikare madî an jî manewî be.

Ziman di nav civakê de vedije, gotin têne bi kar anîn û li gorî forma zimên xusûsiyetekê werdigirin û dibin parçeyek ji wî zimanî. Danûstendina mirovan timî sînor bezandî ye û ev danûstendin bi cûreyeke din di warê têkiliyên ziman û kulturan de pêk hatî ye û her pêk dihê. Ziman û çandên cuda tesîrê li hev dikin, hev lawaz an jî xurt dikin.

Ziman yek ji ruknên asasî yên miletbûnê ye. Bêşik li ser teorîya miletbûnê gelek fikirên cuda hene. Lê her çawa be jî li gelek welatan, ji bo gelek civat û miletan ziman bi roleke muhîm dertê pêş. Mirov kare berê xwe bide hin tecrûbeyan û hin nimûneyan dest nîşan bike ku ji bo îzaha meseleyê dikarin ji me re bibin alîkar.

Gava tirkan hîn bi temamî cîhê pêyên xwe saxlem nekiribû, Lozan hîn nehatibû îmze kirin, tirkan serî li rêne sistkirina muxalefeta kurdan xistin.

Li ser wê hin minaqeşe hebin ka bi rastî ev tişt li meclisê hatiye minaqeşekirin an na, lê her çawa be jî nuxteyeke balkêş ku bi meseleya ziman ve eleqedar e, di teksta ”otonomî” de heye. Ez behsa ”otonomiya” sala 1922an dikim, ya ku qaşo li Meclisa tirkan hatibû qebûl kirin: ”Li herêma kurdan meclis dê hebe lê zimanê axaftinê yê resmî, yê meclisê tirkî ye.”(!)

Serkêşê tevgera tirkan Kemal Paşa di hevpeyvînekê de weha digot: Li gorî Qanûna Esasî, kurd dê li cîhên ku piraniyê de ne, ew ê bi awayekî xwe îdare bikin. Mebest ji îdareyê birêvebiriya belediyan e. Ji hêla etnîkî û milî de çu fonqsiyoneke wê nîne.
Kemal Paşa herwisa rola ziman û çandê weha dida zanîn:
”Me mafê ziman û çandê da miletên li Balkanan, ew bi xwe hesiyan û ji me veqetiyan.”
Di hevdîtinekê de sefîrê rûsan ji Kemal Paşa dipirsî ka ”Ev meseleya kurdî çi ye?” Di bersîvê de Kemal weha digot:
”Herkes bi meseleya kurdî dilîze, em jî wisa dikin, li ba kurdan şiûra neteweyî lawaz e, em difikirin ku dê demeke dirêj her welê bimîne.” Kemal Paşa ji tecrûbeya Balkanan haydar e û dizane ku ziman û çand dibin sebebê cudabûn û lixwevarqilînê, ji lewre naxwaze xeletiya li Balkanan dubare bike.

Zavayê Ismet Paşa Metîn Toker li salên 80î, di nivîsareke xwe de pirsa kurdî weha ravedikir:
”Mirov di kuçeyekê re dibihure, kevirek li serê mirov dikeve, xwîn jê tê, piştre mirov pansûman dike û rahet dibe.” Toker her wê lawaziya şiûra neteweyî îşaret dike. Dixwaze bêje ku di çarçoveyeke lokal de carinan ji bo me dibe serêş lê qalibekî neteweyî wernagire.

Di salên 60î de kurdan bi dilxweşî guh dida kilamên kurdî yên ku radyoya Erîvanê diweşandin. Li gund û bajaran hezkirên deng û musîka kurdî, li ser pêlên radyoyan li deng û axaftina kurdî digeriyan, li ber radyoyan bi hev re rûdiniştin. Bêguman ev nîşana hezkirin û lêgerîna zimanê kurdan bû, ruhê kultura wan di warê muzîkê de her bi vî zimanî dihate lorîn.

Di dema Cemal A.Nasir de li Kahîreyê weşana radyoyê ya kurdî dest pê dike. Tirk ji vê yekê gelek acis dibin û sefîrê tirkan vê nerazîbûna xwe rojekê ji Nasir re dibêje. Nasir di bersîvê de ji sefîrê tirkan dipirse, ka gelo li Turkiyeyê kurd hene? Bi bersîva neyînî ya sefîr re Nasir dibêje piştî ku li Turkiyyeê kurd tune ne, vêca mesele çi ye?

Di hevdîtin û minaqeşeyên li ser meseleya otonomî û çarçoveya wê de, tirkan him ji kurdên Başûr, him jî ji Bexdayê daxwaz dikir ku kurmancî resmiyetê wernegire û herweha alfabeya latînî neyête qebûl kirin.

Piştî damezrandina Komara Turkiyeyê, pejirandina peymana Lozanê û erêkirina Qanûna Esasî ya 1924an, zimanê kurdî qedexe kirin. Di salên 30 û 40î de ji ber axaftina kurdî serê her gotinekê ceza li kurdan birrîn.

Di qanûna esasî ya 1982an de, ku hîn jî li kar e, di madeya 42an de qedexekirina perwerdeya bi kurdî weha hatîye danîn:
”Türkçeden başka hiçbir dil, eğitim ve öğretim kurumlarında Türk vatandaşlarına ana dilleri olarak okutulamaz ve öğretilemez.” (Çê nabe ku mirov hevwelatiyên tirk, di dezgehên hînbûn û perwerdeyê de, ji bilî zimanê tirkî bi tu zimanekî din weke zimanê dayîkê hîn û perwerde bike.)

Li salên dawî yên heştî, Turgut Ozal bala birêvebirên tirkan dikişand ser meseleya milî ya kurdan û digot ”Şerê çekdarî ji bo Turkiyeyê ne xeter e, xetera asasî xebata kulturî ye ku li ser bingehê nasyonalîzma çandî tête kirin.”

Ev nimûne hemî nîşana wê yekê ne ku ziman yek ji diyardeyên neteweyî ne û yên li dijî kurdan xebitîne, di zanîna vê yekê de bûne û bi awayekî têkûz, bi plan û proje kar kirine ku zimanê kurdî tune bikin, bi rêya asîmîlasyonê, kurdan ji kurdbûnê bi dûr bixin, wan di nav civaka tirk de li bin banê neteweya tirk de bimehînin.

Ji bo nehîştina şiûra kurd û kurdayetî, tirkan qîma xwe hew bi qedexikirina kurdî neanîn, her wisa ji destpêkê de ji bo şiûra tarîx, civak, kultur, welat û neteweyî li ba kurdan namîne, ji bo ji bîra ferd û civaka kurdî van tiştan bi temamî rabike, navên bajar, bajarok, gund, deşt, çiya, newal û hemî deverên ber bi çav guhertin.

Em cardin ji tecrûbe û hewildanên dewleta tirkan dizanin ku ji bo prosesa asîmîlasyonê bi ser bixin, gelek caran birêvebir û aqilmendên dewleta tirkan çûne li Kurdistanê geriyane, rewş bi çavên xwe dîtine û ji bo çareyekê bibînin raporên cûrbicûr amade kirine û cardin hewl dane ku wan pêk bînin da ku di sîyaseta xwe de serfiraz bin.

Raporên weha di dema Îttîhadî Terakî de (îhtîmala mezin ew e ku berê wan jî raporên weha hatine amade kirin) dest pê dikin û di dema kemalîstan de hîn bêtir û pirtir dihêne amade kirin. Rêvebirên îttîhatçiyan ji bo karekî weha wazîfe dan Ziya Gokalp û wek tê zanîn wî li ser civaka kurd raporek amade kir û da îttîhadçiyan. Ev rapor di salên 70î de ji alî kurdan ve hat çap kirin.

Di dema kemalîstan de, bi serhildan û têkoşîna kurdan re, hejmara raporên weha bêtir bû û kemalîstan ji bo sirgûnkirin û jihevxistina civaka kurdî gelek hewl da, di salên 30î de qanûnên wek ”mecbûrî îskan” derxistin û xwestin ji pirsgirêka kurdî re çareseriyeke temamî bibînin.

Di wê demê de gelek kurd sirgûnê nav tirkan kirin û di wan raporan de pir eşkere xuya dibe ku dixwestin kurdan di nav tirkan de bi cih bikin da ku ew zimanê xwe ji bîr bikin û bibin tirk. Her wisa dixwestin ji derve û ji herêmên din tirkan bînin li Kurdistanê bi cih bikin da ku demografiya civaka kurdî biguherin û prosesa asîmilasyonê bilezînin. Li Kurdistanê, xasima piştî darbeya eskerî ya sala 60î, prosesa asîmîlasyonê geş kirin û bi gelek awayên cuda, bi plan xebitîn û tetbîq kirin.

Her bi çi awayî be jî di salên 80î de tirkan firseteke zêrîn bi dest xist û li ser demeke dirêj veketî, bi milyonan kurd ji welatê xwe bi dûr xistin, kurdan berê xwe da metropolên tirkan û li wir bi cîh bûn… bi hezaran gundên kurdan hatin vala kirin û kawil kirin. Prosesa asîmîlasyon û sirgûnê gihîşt pêleke mezin û ev proses hîn dawî nehatiye û vê prosesê li ser fikir û sîyaseta kurdan tesîreke mezin kir û gelek kesan helwesta xwe guhert, ji daxwazên xwe yên sîyasî û neteweyî vekişiyan. Bi navê ”realîzma civakî” teoriyên sîyasî wek pîvokên biharê li welêt hêşîn bûn… Şiûra welat û milet cihê xwe ji şiûra ”welat û miletê mişterek” re hîşt. Hate û tê gotin ku nîvê kurdan êdî li rojavayê Turkiyeyê dijîn ji lewre mefûma welat nema. Siberojê heke rabin bêjin ji xwe piraniya kurdan bi tirkî zanin loma êdî kurdî jî ne hewce ye, dê qet ne tiştekî xerîb be!

Netewe û Ziman
Ziman ji neteweyê pir kevintir e. Netewe mefûmeke modern e ku imrê wê ji çend sedsalan nabihure. Helbet li vir em behsa forma neteweyên modern û dewletên milî dikin. Bi giştî, bi geşbûn û berfirehbûna sermayedarî re fikira neteweyê forma xwe ya modern hêdî hêdî wergirt û bi avabûna dewletên yekgirtî yên Emerikayê re gihîşt dereceyeke herî bilind.

Îdeologên fikira neteweyî di bin tesîra tevgera sîyasî û fikrî ya li dewletên yekbûyî yên Emerikayê de man. Bi şoreşa sala 1789an ya Frensî re rola şidetê, bi darê zorê hate pesandin. Piştî wê êdî hima bêje li seranserê Ewropayê û li gelek deverên din rêya jakobenan, weke rêyeke xwedî tecrûbe û serkeftî hate dubare kirin.

Herçiqas bidestxistina hikimraniyê weha bûbe jî, reh û jêderên fikira netewebûn û ruknên wê vedigerin nav civak û geşbûna kapîtalîzmê. Berî ku dewletên neteweyî ava bibin, forma dewletan li ser asasê împaratorî û mîrektiyê bû. Împarator û mîran di nav sînorên xwe de gundî ji êrişên derve diparastin û gundiyan jî bac dida hikimranan. Ji bo birêvebirî û gerandina çerxa dewletê hewce bi burokrasîyê hebû û bi qasî ku hewcedarî hebû, ew qasî mirov dihatine perwerde kirin û pirî caran li gorî ruhê dem û derûdorê, zimanê burokrasiyê dihatine dest nîşan kirin.

Li Ewropayê demeke dirêj Latînî, piştre frensî zimanên burokrasî û dewletê bûn. Li herêma me jî erebî bû. Lê piştî damezrandina dewletên neteweyî û hedefên sîyasê yên van dewletên nuh, hêdî hêdî zimanên xelkê deverê, ango zimanên milî hatin pêş û bûn zimanên burokrasî û dewletê. Ji ber hewcedariyên civakî, pêşketinên teknîkî û aborî ev tişt pêk dihatin û vê yekê destê hikimranên milî û îdeologên civakî xurt dikir. Bi pêşketinên teknîkî û aborî re êdî fabrîkeyên mezin dihatin ava kirin ku bi sedan, bi hezaran kes lê dixebitî û hewcedariyeke mezin bi mirovên qalîfîye, zaneyên teknîkî hebû. Diviya ev mirov bihatana perwerdekirin da ku karibin karê xwe bi serfirazî pêk bînin. Rêya herî efektîf û kurt perwerdeya bi zimanê xelkê bi xwe bû. Ji lewre hikimranan biryara perwerdeya bi zimanê xelkê dan. Bêguman entelektuel û zanayên civakan di warê geşbûn û belavkirina van fikirên nuh de bi roleke asasî rabûn. Ev tişt kêm zêde li hemî welatan gav bi gav pêk hat, heke di eynî demê de nebe jî.

Bi van gavan re êdî ew jihevdûrbûna civak û rêvebiran ji holê rabû. Xelkê êdî zimanê fermanan û birêvebiran fam dikir. Ev dibû sebeb ku hêdî hêdî fikira hevwelatiyê di nav civakê de xurt bibe. Li vir rola ziman ya yekgirtinê bi awayekî eşkere xuya dibe. Ziman dibe hevgînekî yekgirtinê, civakê bi hev ve dikemilîne, fikireke hevbeşiyê peyda dike, ev him li bejna civaka nuh tê, him jî li gorî hesabê hikimranan e, ji ber ku rêvebiriya wan xurt dike û meşrûîyetekî civakî dide hikimraniya wan.

Weke wasiteyekî cudabûn û yekgirtinê ziman
Ewropiyan ji berê de li Afrîka, Asya û Emerikayê kolonî damezrandibûn û alaya xwe ya dagirkeriyê çikandibû. Piştî ku li Ewropayê dewletên milî hatin danîn û fikira nasyonalîzmê li seranserê dunyayê belav bû, hin bi hin tesîra xwe li koloniyan jî nîşan da. Gelek dewletên nuh hatin damezrandin.

Digel ku zimanê kolonyalîstan ji bo xelkên binecîh xerîb bû jî, piştî serxwebûna van koloniyan gelek ji wan zimanê kolonyalîstan wek zimanê resmî hîştin. Em dikarin ji bo vê yekî çend nimûneyan bidin:
Li koloniyên Îspanyayê zimanê îspanî, li koloniyên Portekîzê zimanê portekîzî, li yên Fransa û Brîtanyayê jî zimanên îngîlîzî û frensî wek zimanên resmî man.

Li koloniyên Portekîzê, Angola, Mozambîk û Gîneyê bi sedan ziman û dîyalektên ji hev cuda hebûn. Ji bêgavî rêvebirên van welatan zimanê kolonyalîstan wek zimanê resmî hîştin. Li van welatan zimanê kolonyalîstan ji bo yekgirtin û berdewamiya civakê hewce bû. Birêvebirên van welatan nekarîn çareyeke din bibînin. Ev rewş dê heta kingê welê bidome, pirsgirêkên nuh dê ji ber hebûna zimanên din bixuluqun, ev dewlet dê hebûna xwe bi vî awayî bidomînin an na, mirov nikare bersîveke qethî bide.

Ji nimûneyên me dan jî xuya dibe ku mirov nikare tenha rêyek dest nîşan bike û bêje li hemî deveran weha bûye.

Li welatekî din, li Yugoslavyayê pirsgirêka neteweyî bi awayekî din rû da û rola ziman bi cûreyeke din xuya bû. Digel ku zimanê serbî, kroatî, makedonî û boşnakî gelek nêzî hev e jî têr nekir ku ew bi hev re bimînin. Ji bo jihevcudatiyê ol û mezheb bûn dîyardeyên cudatiyê. Lê piştre her yek ji wan grûban ji bo ji hev bi dûr bikevin, li gorî sîyaseta xwe, gotinên nuh xistin nav zimanê xwe û hewl dan ku ji yên din bi dûr bikevin.

Piştî serxwebûna Hindistan û Pakistanê, Pakistanê giranî da ser zimanê Urdu, Hindistanê jî giranê da ser Hindû. Li Pakistanê gelek gotin ji erebî û farisî wergirtin, li Hindistanê jî ji sankrîstî gotin wergirtin. Bi gotineke din ji bo ji hev bi dûr bikevin her dû alî jî ji hêla ziman de jî texsîr nekirin.

Li Kurdistanê rewş bi awayekî din e, tirkî, farisî û erebî helbet sê ziman in ku yekgirtina civaka tirk, faris û ereban pêk tînin, ango di rewşa me kurdan û têkiliyên bi van civak û dewletan de, ev zimanên behskirî kurdan nêzî axêferên wan civakan dikin. Bi gotineke din ev ziman bi rola yekgirtinê radibin, kurdan ber bi mehandina li nav van civakan dikişînin.

Li hember van zimanan kurdî dertê pêş û ew jî rola cudabûnê digire ser milên xwe. Ji bo van ziman û civakan, rola kurdî cudaxwaz û parçekirox e. Lê ji bo civaka kurdan rola zimanê kurdî, roleke hevgirtin û bi hev ve kemilînê ye. Di rewşên weha de pir eşkere xuya dibe ku ziman bi roleke siyasî radibe an jî mirov kare bêje ku civak û hêzên sîyasî ji bo sîyaseta xwe ziman wek aletekî siyasî bi kar tînin.

Rewşenbîrên kurd, siyaset û ziman
Herçiqas berê Ehemdê Xanî bi kurdî gelek tişt hatibin nivisîn jî, di warê rola ziman û girîngiya wî de, Ehmedê Xanî xwedî cîhekî taybet e. Di berhema xwe ya bi navê Mem û Zînê de bi awayekî pir tesîrbar behsa zimanê kurdî dike û ji bo xurtkirina ruhê kurdayetiyê wek aletekî têkoşînê bi kar tîne. Bêguman Ehmedê Xanî ne tenê li ser giringiya ziman rawestiya ye, herwisa fikirên wî yên der heqê civata kurd, mîrektiyên kurdan, yekitiya kurdan û daxwazên sîyasî di berhemên wî de eşkere ne û bêşik ew bavê fikira neteweyî ya kurdan e.

Helbet ev fikir hima ji nişkê ve li ba Ehmedê Xanî peyde nebûne. Heke em ji bo asasê van fikran li heyîneke madî bigerin, divê em bala xwe bidin rewşa sîyasî û civakî ya kurdistanê ya wê demê. Bê hebûna mîr û mîrektiyên kurdan, bê zanîna rewşa sîyasî ya Kurdistanê ew fikir li ba wî nedivejiyan. Ehmedê Xanî ne bi tenê ji ber fikirên xwe hêjayî pesnê ye, herwisa wî di warê hînbûna ziman de ji medreseyên kurdî re bingehek danî. Li gorî dema xwe gavine radîkal avêtin. Em di berhema wî ya bi navê Mem û Zîn de her wisa hestên şiûra milî bi hêsayî dibînin ku rewşa kurdan û civakên din dibe ber hev, bi gotineke din ”em” û ”ew” di rêzên berhema wî de eşkere ne.

Bi geşbûn û serkeftina dewletên neteweyî re hemî civakan bala xwe da ser zimanê xwe û rewşenbîrên civakan bi zimanê civaka xwe berhemnên edebî nivisîn. Ji ber tunebûna dewleteke kurdî ya neteweyî, kurd ji îmkanên hikimraniyê bêpar bûn. Lê zana û xwendeyên miletên din ku li Kurdistanê xebitîne, wek sefîr an jî misyoner mane, wan bala kurdan kişandîye û han dane kurdan ku bi zimanê xwe kultura xwe ya devkî binivîsin. Pêwendiyên Aleksander Jaba û Bazidî li ser vê asasê ne û zanayê kurd Bazidî gelek berhemên hêja afirandine û him zimanê kurdî him jî edebiyata kurdî dewlemend kiriye.

Bi qasî ku em dizanin kurdiya nesir cara pêşî bi berhemên Bazidî re rojê dibîne. Piştre bi derketina rojnameya Kurdistan û gelek kovarên din, êdî kurdî di nav weşangeriyê de cîhê xwe qethî digire.

Lê hin tiştên balkêş jî hene:
Celadet Bedirxan di rojaneya xwe de dinivîse ku wan biryar dabû ku di civînên malbatê de bi kurdî biaxifin, lê ew cardin jî biryar û tiştln hewce bi osmani dinivîsin.

Seruwena alfabe, gramer û fikirên Celadet yên der heqê ziman de tên zanîn. Bi kurtî di salên 30î de ew digihîje encamekê û rêziman û alfabeya xwe dikemilîne.

Lê divê em gotinên C. Bedirxan yên ku ew ji bo ronakbîrên kurdan dibêje ji bîr nekin. Bedirxan weha dibêje:
”An kurdî hîn bibin an jî ji xwe re nebêjin ronakbîrên kurd.”

Ronakbîrê kurd Nuredin Zaza jî piştre bi gotinên xwe yên mahnedar û kurt dibêje:
”Kurdino heke hûn dixwazin kurd bin û kurd bimînin zimanê kurdî hîn bibin.”

Li gel xebata mirovên mîna Celadet Bedirxan, Nuredîn Zaza û hewlên wan yên di prosesa miletbûnê de ji bo ziman û çanda kurdî, piştre ronakbîrên kurdan mideteke dirêj guh nedan ziman û gelek kes hîn jî li ser wê rêya çewt de ne. Kurdbûn, kurdayetî, netewe û netewayetî bi şiûr û zanîneke tarîxî xurt dibe. Îsmaîl Beşîkçî ku kurdan ji nêz ve nas dike û bi dehan kitêb li ser wan nivisîne, di hevpeyvînekê de weha dibêje: ”Min digot qey dê bi têkoşîna gerîlayan re şiûra neteweyî xurt bibe, lê welê nebû.” Bi van gotinên Beşîkçî re yekser gotinên yek ji teorîsyenên nasyonalîzmê, Ernest Gallner tên bîra mirov. Gallner weha dibêje: ”Ya neteweyê diafirîne ne netewe ye, nasyonalîzm e.”

Aksîyoneke neteweyî xwe bi fikir û kultura neteweyî techîz neke, şerê çekdarî an jî têkoşîna bi vî an wî rengî meseleyê naguhere. Çawa ku hemî şoreş reng û naveroka xwe ji îdeolojî û kirinên tevger û civakê werdigirin, şoreşa neteweyî jî her wisa ye. Çawa ku ji bo danasîn û belavbûna dîn, hewcedarî bi mîsyoner û zanayên olî heye, di meseleya milî de her welê ye. Gava di warê ziman, çand, tarîx û ruhekî neteweyî de, nuxteyên hevbeş neyên dîtin û xurtkirin, bêguman şiûrekî neteweyî ji ber xwe ve çênabe. Ji bo şiûra milî û bihêzbûna wê ya li nav civakê xebateke siyasî û fikirî zerûrî ye. Bê teorî û fikirên welê tevgereke milî, yeke domdar û berhemdar nayête wicûdê û bêî perwerdeya mecbûrî ya li dibistanan çu civak nikare hevbeşiya xwe ya milî bidomîne. Bêguman yên vî karî dikin dewlet û dezgehên dewletan in.

Zimanê mişterek ruh, çand û têkiliyên hevbeş diafirîne; mirov bi kîjan zimanî bipeyîve hinekî dibe wek axêferên wî zimanî, dibe parçeyek ji wê civak û kulturê. Mirov hewl dide ku bi nuans û şêwegotinên wî zimanî biaxife, bi gotineke din gava mirov bi almanî, rûsî, tirkî an frensî diaxife, hingê mirov hinek dibe alman, rûs, tirk an frensî.

Her zarokek piştî bûna xwe, heta dereceyekê berê bûna xwe jî, dest bi hînbûna ziman dike. Di nav kîjan civakê de, di kîjan malbatê de hatibe dunyayê zimanê wan bi awayekî xwezayî hîn dibe, bi wî zimanî ruhekî, çandekî werdigire, xewn û xeyalên xwe bi wî dijî.

Di rewşa civakên wekî yên me ku zimanê wan li wan hatiye qedexekirin, bêguman di prosesa hînbûn û xurtbûna ziman de, xasima piştî ku dest bi dibistanên asîmîlasyonê dikin, tesîreke mezin li wan dibe û di ruhê wan de birînên mezin vedibin û di şiûra wan de, li hember ziman û civaka xwe xerîbîyek dest pê dike ku guhertina wê pir dijwar e.

Ji bilî meseleya ziman her wisa dagirkerî û hikumraniya biyaniyan, ruh û şexsiyeta ferdên civaka dagirkirî xirab dike, ji hev dixîne, dişikîne wê ji forma xwezayî diêxe û ruhekî stûxwar diafirîne. Di zanîn an nezanîna wê de, bêhemdê xwe ferdên civaka bindest li hember hikumranan hemî mirovahiya xwe diêxin bin pêyan û mîna koleyekî tevdigerin. Li ba wan prosesa laqaytbûna li hember çand, ziman, adet, tarîx û hemî pêwendiyên din yên civaka xwe dest pê dike û roj bi roj xurttir dibe. Ji bo lezandin û qewîkirina vê prosesê çi ji destê dagirkeran tê texsîr nakin. Êdî prosesa asîmîlasyona ziman, ruhê koletî, xwewindakirin û înkarkirin, ji qalibê mirovbûyînê derketin… belê, ev tişt hemî li ba û ji bo civaka dagirkirî û ferdên wê dibin tiştên adetî û normal… Ev proses bi her awayî û bi hemî cûre û rengên xwe li nav civaka kurd hatiye tetbîq kirin. Ji kîjan hêlê de dibe bila bibe, gava mirov li civak û ferdên civaka kurd hûr bibe, ji kesên xwende heta bi yên analfabet, mirov şop û tesîra vê prosesa behskirî dikare bi hêsanî bibîne.

Gava mirov li helwest, daxwaz, fikir û axaftina sîyasetmedar û rewşenbîrên kurdan temaşe dike û dibihîze ku di televîzyonên tirkan de beşdarî minaqeşeyan dibin, carinan dinivîsin û fikira xwe dibêjin; hingê mirov bi awayekî pirr eşkere wê tesîra dakirkeriyê, tesîra ruhê bindestî û rewşenbiriya kolonyalîstan, tesîra îdeolojiya resmî ya tirkan, li ser wan dibîne. Li ber pirsên programçêker û îdeologên tirkan dibin pepûk û xerîbê miletê xwe. Mîna libên tîsbiyên benê wan qetiyayî, gotinên ziberkirî ji devê wan digindirin: ”Me dewlet navê, me welat navê, em dijî cudabûnê ne, em dijî parçekirina Turkiyeyê ne…”

Ez dixwazim ji bo vê tesîra behskirî, nimûneyeke din bidim, li vir bîranîneke xwe bêjim:
Sala 73-74an de ez hingê 15 salî bûm û havînê li gund bûm. Nasekî bavê min hebû ku ji gundekî din î Licê bû. Zilam bazirganê heywanan bû, pez û dewar dikirîn, gund bi gund digeriya û karê xwe dikir. Wê havînê hat mala me û nizanim li gundê xwe bi kê re pev çûbû û dixwest gilî bike. Li gundê me qereqol hebû û ji bo tiştên welê gundî dihatin qereqolê. Vêca zilamê me tirkî nizanibû an jî pir hindik zanibû. Bavê min got bi apê xwe re here qereqolê jê re tercûmanî bike. Em rabûn çûn qereqolê em ketin odeya astsubay ku hingê fermandarê qereqolê ew bû. Min mesele jê re got û astsubay jî daktîlo li ber, dest bi nivisînê kir.

Odeyeke piçûk bû, maseyek û çend kursî têde bûn. Ez li pêş maseyê li pêyan sekinîbûm. Apê me yê bazirgan jî li ber derî xwe dabû qorziyekî odeyê û xwe kişandibû ser hev, bûbû lepek.

Ew mirovê ku li gund û bajaran digeriya karê bazirganiyê dikir, bi xelkê re bi zimanekî xweşgo dida û distend, niha bûbû rebenekî bêdeng û perîşan. Rewşa wî ya ruhî bidin aqilê xwe! Ez dirêj nakim.

Ji bo kurdan ji bo tevgera neteweyî ya kurdistanê rola zimanê kurdî muhîm e û qet çê nabe ku mirov di ser re gav bike. Bêguman her ronakbîr û xwendeyê kurd divê di vê dema teknîk û îmkanan de bi serê xwe hewl bide ku kurdî hîn bibe û bi kurdî binivîse. Lê divê em vê jî eşkere bêjin ku bi hewildanên welê zimanê kurdî qadeke pêwist bi dest naxe. Ji lewre divê li hemî deverên Kurdistanê bi kêmasî kurdî bibe zimanê resmî û perwerdekarî li dibistanan bi zimanê kurd be û mecbûrî be.

Zimanê kurdî ji bo geşbûn û xurtkirina kultura civaka kurd hewce ye, zimanê kurdî ji bo şiûra neteweyî hewce ye, zimanê kurdî ji bo hevbeşî û kemilîna civakê û peydekirina ruhekî civakî û neteweyî hewce ye, zimanê kurdî, wek her zimanekî din ji bo dewlemendiya kultura navneteweyî hewce ye,  Eger mirov bixwaze di warê çand û têkiliyên civakî de fonksiyona ziman dest nîşan bike, hingê mirov dê bi hêsayî bibîne ku ziman ji bo civak û ferdên wê pir muhîm e, ji ber ku ziman him di nav civakê de rahetiya ji hev famkirinê him jî deriyê urf û adetên civakê vedike. Ji bilî van tiştan ji tecrûbeyê mirov kare bêje: Gava mirov li cîhekî nenas be û di nav civakê de bigere, bi bihîstina zimanê ku mirov jê fam dike, mirov tavilê guh dide û berê xwe dide ka deng ji ku hat. Nexwe ziman perdeya xerîbiyê radike û ferdan ber bi hev vedikişîne. Berî hezar salan welê bû û hîn jî welê ye.

Welat, çand, ziman û şiûreke milî ji bo mefûma milet muhîm in, lê tiştê ku mirov ji bo xisûsiyetên mefûma milet yekser dest nîşan bike, di rewşa miletê kurd de, bêguman ziman e. Tiştên din heta dereceyekê abstrakt in, li gorî tarîx û rewşa siyasî têne guhertin.

08-11-2011
Serdar Roşan
srosan21@gmail.com

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.