Çima we neda dest?

Bazo di eywana qerqaş de, pala xwe dabû palgeha qedîfe, ling avêtibûn ser hev, fincana qehweya tehl di dest de, bi dengê çirika hewza hewşê re, bi tiliyên destê çepê porê xwe ser kêlekê şeh dikir, bi bişirînê ji xortên rûniştî re digot:
 “Me çi gedûg dîtin, çi gedûg. Sala 1968an, ez û Qedo, em li Stenbolê, rojekê berêvarê em çûn meydana pêş qereqola Bakırköyê. Em li dolmîşa Şawerlû siwar bûn. Em ê herin Texsîmê, ji wir jî herin Mecidıyeköyê cem fılekî me yê licî. Em li palgehên paş siwar bûn. Dema em siwar bûn, tarî ketibû erdê, lembeyên kolanan pêketibûn. Şofêr li derve bang dikir: ‘Texsîm, Texsîm, Texsîm.’ Palgehên texsiya Şawerlû yekpare û li pêşiyê, tevlî şofêr ciyê sê merivan hebû. Piştî qasekê, mêrikekî qelew, jinikeke bejinzirav û porzer hatin, li pêşiyê siwar bûn. Çaqirkêf bûn. Jinikê ji şofêr pirsî:
‘‘Çend mişterî kêm in?’’
‘‘Yek, efendim.’’ 
 ‘‘Bajo, heqê wî jî em didin.’’

Şofêr kilît bada û bi rê ket. Di destpêka rê de, jinika tenik ciyê xwe bi kes kir, milê çepê avêt ser palgehê pişta mêrikê pêre, milê rastê li ser mildanika derî danî, berê xwe da mêrik û fena ew her du tenê di texsiyê de bin, got:
‘‘Erê min çi digot, erê erê kalikê min efser bû. Li Bedlîsê qumandarî kiribû. Gava ez piçûk bûm, ew teqawid bûbû, êvaran ji min re xeberoşk digotin. Digot, li Bedlîsê kurd hene. Ji her simbêleke wan werîsek çêdibe. Lê digot, bi dûv in.”

Dema got ”bi dûv in”, em ji Dîkilîtaşê bihurîbûn û gihîştibûn rêya Londra Asfaltî, serejêra Merterê. Ez û Qedo, em veciniqîn, me li hev nêrî… Jinikê veciniqîna me ferq nekir. Sar nekir û domand:
”Mêrên wan, fena mêrên me serqot nagerin, yan papax, yan jî kolos didin serî. Navrana şelwarên wan dirêj û şapikên wan fire ne. Jinên wan jî kofî didin serê xwe. Bi pêşiya kofiyan, ser eniyê ve qorên zêran hene. Kitanên wan jî dirêj û gulgulî ne. Yên kol melhefê diavêjin serê xwe, qîz jî laçikên gulgulînî û dormorîkirî. Qîzên destgirtî jî kofiya bê melhef didin serê xwe. Bi lêfan morî û mircanan dixin stuyê xwe. Nizanin rûj û oje çi ye. Mêr dûvên xwe di nava şerwalên navrandirêj, şapikên fire, jin jî di binê kitanên dirêj de dûvê xwe veşêrin.”

Dema got: ”dûvê xwe veşêrin” em di Topkapî de ketibûn hundir û gihîştibûn semta Kocemistefa Paşa. Ji xwe çavekî Qedo piçekî xwar bû, gava wê digot: ”Bi dûv in.” Ew çavê Qedo yê xwar ji ciyê xwe derdiket, hewl dibû. Hindik dima çav ji şûna xwe baz bide der. Jinikê dewam kir:
‘‘Kalikê min digot, gava li hev dixin, bi dehan mêran ji hev dikujin. Kesek nikare bi jina kesekî re biaxife. Heke biaxife kuştin çêdibe. Di dawet û şahiyan de, cilên pirreng li xwe dikin. Govend û lîstikên wan xweş in.

Merd, camêr, ga û golik di çavên wan de yek, di mala xwe de çavfire. Tu herî mala wan, tenê kerîkî nanê wan hebe, xwe birçî dihêlin, pariyê nanê xwe jî didin te. Payeyeke bilind didin mêvanan. Yê ku tenê karikekî wî hebe, wî karikî jî ji mêvanê xwe re serjêdike. Serê pijandî li ser sêniyê, lengeriya birinc datîne.

Gelek ciyê jinan dizanin, gava mêrên wan jî bên kuştin, cendekên wan jî li erdê bin, jinek xwe bide pêş û melhefê veke: ‘Ji bo xatirê min hurmê,’ wê gavikê hev nakujin. Li ba wan namûs, tenê jin e….”

Heya vir ne mêrikê bi jinikê re û ne jî şofêr deng nekiribûn. Li vir, mêrik got:
“Min bihîstibû dûvê kurdan heye, lê min ewqas berfire nedizanî.”

Şofêr jî bi keneke daketî got:
“Min ji jî gelekan bihîstiye ku dibêjin kurd bi dûv in. Lê kalikê xanimê baş jê re qal kiriye. Hellal be, ji wê piçûkiyê jî ji bîr nekiriye.”

Em ji Findiqzadeyê derbas bûn, di xaçerêya Aksarayê de zivirîn, wê her behsa macarayên kalikê xwe û kurdan dikir. Lê dawiya her bêhneke xwe de ”dûv” ji bîr nedikir. Ez bi ser Qedo de zivirîm, min got: “Ez ê bi mêjiyê vê xemşê ve deynim. Dêlika çîptazî.” Qedo bişirî, got: ”Na na, tu ji min re bêle.”

Jinik bi mêrik re nermik diaxifî. Porê wê yê zerik û filfilî, hinekî jê bi palgehê de hatibû xwarê, bîneke xweş jê dihat. Ji wan gotinên wê yên req û çors nebuya, mêranî danî bîra meriv, lê wan gotinên wê yên tehl, ew bîna xweş jî li me kir qarnaqusî, ziqnabût. Texsî ket binê pira Sarîncxaneyê. Binê pirê hinekî loş bû. Hemî hemî fena tu çavê xwe bigrî û vekî, dîtina min dît, Qedo destê jinikê girt û ”dûvê xwe” xist nava lepê wê. Wê jî bi şaşî got çika çi ye, qevd kir. Çapa destê jinikê tijî bû. Ji nû de ferq kir.
Qedo got: “Budur qoyriximiz.” (Ev e dûvê me)

Gava jinika stenbolî ”dûv” di nava qevda destê xwe de, bi çavên xwe dît, veceniqî, ne tenê veciniqî perç bû, hej lê ket, qapaxa serê wê firî, fena dê mar bi destê wê ve deyne, destê xwe zû bi paş de kişand, ji ciyê xwe bilind bû, serê wê li qûna qatiyê erebeyê ket. Pê re qîrîniya, bi wê qîrînê re şemaqeke stenbolî weşand Qedo, yeke din jî yeke din jî. Qedo nedixwest lêxe, lê nêrî zerê sar nake. Wele Qedo destê wê girt, çend şemaqên kurmancî tê de helandin, ´qaltax,´ got, ´te boçik neeciband? Tu li dûveka çawa digerî?”

Şofêrê reben wezna ajotinê winda kir, erebe rast û çep li binê guhê rê diket. Heya min û mêrik ew ji hev kirin, Qedo ew sor kir. Porê wê bû gij, lêvên wê ziwa, boyaxa ruyê wê hetikî, kilê çavan bela bû, çavên wê ji hêrsan fena qûna meymûnê sor bûn.

Kurd dibêjin: ‘Yê zane, zane, yê nizane dibêje qey baqê nîskan e.’ Mêrikê bi jinikê re û şofêr nizanibûn çi bû. Mêrik ji jinikê pirsî:
“Çi kir?”

Jinik nikaribû bibêje. Zîq li nava çavên mêrik mêze kir, destê xwe vekir û lê nêrî. Çend caran li ser hev wisa li kefa destê xwe nêrî. Radiwestî, radiwestî dîs li kefa destê xwe dinêrî.

Eşkera bûbû semedê şer, dûv e. Min bi hêrs got: ”Xanim efendî, ji Bakırköyê heya vir, te sed carî tekrar kir: “Kurd bi dûv in.” Dûv mûv bi me ve tune. Kalikê te direw kiriye. Heke bawer nakî, ez ê şerwalên xwe deynim ji paş û pêş binihêre. Çi bi we ve heye, ew bi me ve heye. Dixwazî xwe tazî bikim! Çima hûn tometan dikin, xwe dixapînin?’’ Li ser gotinên min, her sê jî bêdeng man, serê xwe kirin ber xwe.

Piştî sinûxbûna jinikê û amoşbûna Qedo, şofêr bi rê ket. Em ji Pira Menderes gihîştin berwara Azapkapî, me da Qiyameya Şîşxaneyê. Te digot qey kes di texsiyê de tune. Bêdengiyeke kûr di hundirê texsiyê de, heya em ji çeqa Serê Tunelê zivirîn ketin ser kolana Îstîqlalê çarşiya Begoxlî jî wisa, deng tune bû. Sirrekî di wê bêdengiyê de hebû. Temamê lembeyê reklamên rengîn yên bar û meyxaneyan pêketî bûn. Çarşiya Begoxlî qelebalix, fena kurmorıyan, hin diçûn hin dihatin. Li nava çarşiyê, pêşiya Galata Saray Lîsesî du polîsên dewriyeyê, ji hêla Texsîmê, li ser milê rastê dihatin. Şofêrê texsiyê li ber polîsên dewriyeyê tapêl kir û rawestiya. Jinikê bangî polîsan kir. Bilî ji texsiyê peya bibe,  jinikê em bi dest nîşan kirin ji polîsan re got:
‘‘Vana vana, kurd in… Heqaret li min kirin. Çîrê min dan. Ez dawaçî me…’’
Mêrikê bi wê re jî got:
‘‘Em xwediyê Tiyatroya Halk ya Bakırköyê ne. Îşev lîstika me li Şanoya Texsîmê heye. Gere em bigihîjin lîstika xwe. Em nikarin
niha bi we re werin qereqolê. Van bibin! Em ê sibê werin îfadeyan.’’
Şofêrê texsiyê jî got:
‘‘Belê, rast dibêjin. Ez jî şahid im. Li xanim efendîyê dan û sixêfên wê kirin.’’

Ev di hesab de tune bû. Hişê me çû ser demançeyên me. Min bi kurdî ji Qedo re got: ´Heke polîs bixwazin me yoxleme bikin, em li wan biteqînîn û birevin.´ Qedo jî serê xwe bi vateya erê hejand.
Polîsekî got:
‘‘Dakevin xwarê!‘‘
Em daketin. Texsî çû.
Polîsê dirêj û bi simbêl, bi aksana şerqê, lê nermî ji min pirsî:
‘‘Hûn ji ku ne?’’
‘‘Em diyarbekirî ne.’’
‘‘Hûn hatine Stenbolê çi?’’
‘‘Em dixwînin.’’
‘‘Çima hûn pevçûn?”
‘‘Jinikê çavsorî li me kir.”
“We sixêfên jinikê dane, ne eyb e?’’
“Direw kir, me sixêf nekirin.’’
‘‘Çima bû gilîkar?’’
‘‘Gotinên nexweş ji kurdan re gotin.’’
‘‘Çi got?’’
‘‘Got, kurd bi dûv in.’’
‘‘Çiii, got çii?’’
‘‘Got, kurd bi dûv in.’’
‘‘We çi got?’’
‘‘Me got, vir e.’’

Her du polîs jî keniyan, em jî bi xwe re dan kenandın. Piştî wê kena me, polîsê dirêj dîsa bi ken got:
‘‘Çima we neda destê qaltaxê?’’
Min dengê xwe nekir, ez di ber xwe de keniyam.
Qedo bi ken û serbilindî, destê rast kir berîka xwe û got:
‘‘Herê abê, min da destê wê.”

Ev nivîs di Çîrok de ye.

Kommentarer inaktiverade.