Provakasiyon, Reaksiyon û Don Kîşot

Provakasiyonên fikirî reaksiyonê vedijînin. Reaksiyon bi xwe re fikir û helwestan diafirînin. Carinan dibin sebebê biryarên qenc, carinan jî yên xirab.

Bawer dikim di salên 80î de bû, min carekê nivîsarek di rojnameyeke tirkî de xwend. Nivîsar ya Coşkun Kirca, mucîdê qanûna qedexekirina zimanê kurdî yê salên 80î bû. Mideteke dirêj wek sefîr kar kir, piştre wek parlamenter ket meclisa tirkan û demekê bû wezîrê derve. Kirca di wê nivîsara xwe de behsa zimanê kurdî dikir û digot hew zimanê şivan û gavanan e, lawaz e, di feydeya kurdan de ye ku tirkî hîn bibin ji ber ku tirkî bersîva pêşteçûnan dide…

Gotinên Kirca bûn sebebê reaksiyon û biryareke qenc. Min dest bi werger û nivisîna bi kurdî kir. Romana Cervantes, Don Kîşot encama wê xebatê ye. Bi weşandina cildê diduyan re êdî ew bi temamî li ber destê hezkirên edebiyata kurdî ye.

Heke em bi zimanekî Cervantesî hinekî behsa siwarîyê (şovalyeyê) xwe yê bi navûdeng bikin:
Siwarîyê me yê tovrind, navsere û mêrxas, bi xwendina gelek kitêb û xasima yên romanên şovalyeyan, dadikeve nav dunyaya xeyal û bîrên welê ku êdî kes nikare pêşî lê bigire. Şovalyeyê me xwedî prensîbên xweş, qenc û lihevhatî ye; dê piştgirîya keçên xama, dotmîr û jinmîrên hêsîr, reben û belengazên neheqîlêbûyî bike; dê şûrê xwe yê nezorbirî, mîna qanûnên herî dadwer bi kar bîne û neheqîyan li rûyê erdê nehêle.

Herçiqas hespê siwarîyê me bergîrekî lexer, çekên wî ji bavûkalan mayî, zirx û kumzirî ji paşora malê be jî, li ber çavên xeyalperestê me, şûrê wî mîna zulfîqarê Hezretî Elî, zirx û mertal ji mehzena Akîlesê yewnanî, bi xwe jî wek Herkules bi hêz û taqet e.

Vêca gava şovalyeyê me xwedî van xusûsîyet, sîleh û ramanên payeberz be, ma êdî kî kare wî li malê di nav çar dîwaran de rawestîne? Dil û hinav hevûdu dixwin, mejî mîna kewarê mêşên hingiv xumînî jê radibe, masûlkeyên wî mîna kevanên tîrkevanan vedibin û vedikişin!

Şovalye dide aqilê xwe, dibêje, hêê dunyayê ma ev etalî û betalî, kislanî û tiralî çî ye! Nexêr qet nabe, ma ji xwe berxê nêr ji bo çi ne?

Lê raweste, kêmasîyek heye, di rojên teng de piştgir, di demên bêhêvî de, çirûskeke vêketî, stêrkeke rêber hewce ye. Siwarîyê me ji nav bax û bexçeyên horî û perîyan, yareke wek yara Memê, karexezala bi navê Zîna Zêdan, xwenga Mîrê Botan, hevtaya Helenaya yewnanî, kujera pelewanan, sebebê şerê Akîles û Hektor, hoyê vebêjeyîya destana Homerosê dengbêj, kurt û kurmancî keçeke xama, ya li qesir û qonaxên herî muhteşem, bi navê Dulcînea, yeke fodil hildibijêre û bi gundî û hevgerê xwe yê bi navê Sancho Panza dest bi seferên nedîtî û nebihîstî dike…

Lê divê bête gotin û mirov heqê mêrxasan nexwe û şanûşûnê wan ji bîr neke; xisûsîyeteke Don Kîşot heye ku hêjayî vegotinê û pesnê ye. Don Kîşot xwedî prensîbên pêbawer e, timî pêgirtîyê prensîbên xwe ye, li ba wî, yara wî Dulcînea, ya xwedîya dilê wî yê bi heft tîrên evînê birîndar, li temamê dunyayê, jina herî xweşik e, di ser rindîya wê re kes nîne. Don Kîşot welê difikire, dibêje û ji bo ku herkes vê rastîya dilê wî qebûl bike, timî amade ye ku ji ber hindê şer bike û xwesteka xwe, bi nermî an jî bi darê zorê, bi yên dijberê xwe bide pejirandin. Di vê meseleyê de qet serî li hîle û dekan nade, rasrerast bi dengekî bilind, li her derê dibêje û bi kuştina xwe razî dibe, lê di çu mercan de, ji ya xwe danakeve, santîmekê bi tenê jî venakişe.

Çi karektereke xurt, çi mêrxasîyeke bêtirs û înadkar! Nexwe bi vê xisûsîyet û karektera xwe ve, Don Kîşotî ne karekî hêsa ye, mirov kare xeyalperest be, tiştine dînane bêje û bike, lê heke mirov ne xwedî vê xusûsîyeta navdayî be, mêrxasî û wêrekîya mirov direwîn e, durûtî ye…

Herçî Sancho Panza ye, gundîyekî “realîst” e, timî li menfaeta xwe difikire, erê qaşo li ba Don Kîşot wekî seyîs kar dike; lê mîna Don Kîşot ji ber xwendinê mejî lê “avî” nebûye; dunya li ber çavên wî, bi hemî rengên xwe ve, xuya dibe, wek Efendîyê xwe, xwedî prensîbine pîrozwer jî nîne, li bêrîka xwe difikire, li kar û xisara xwe difikire, gava di menfaeta wî de be, bêdeng dimîne; me got ne yekî xwende ye, lê kawik jî nîne, ji gotinên pêşîyan pir hez dike û çi bêje hemî gotin ziber kirine, rast û çep hima li nav axaftina xwe, li pey hev rêz dike…

Romannivîsê tirk Yaşar Kemal di hevpeyvînekê de behsa romana Don Kîşot dike û dibêje li Adanayê piştî ku nasîna min bi Abîdîn Dîno re çêbû, rojekê Abîdîn Dîno paketek da min ku gelek kitêb têde bûn. Werhasil ez kurt bibirim, Yaşar Kemal paketê vedike, dibîne ku di paketê de, ne yek lê gelek -ez ne xelet bim- deh kitêbên Don Kîşot hene. Difikire ku miheqeq xeletîyek çêbûye, an na dê ji bo çi ji eynî kitêbê deh lib hebin. Diçe meseleyê ji Abîdîn Dîno re dibêje. Abîdîn Dîno dibêje, nexêr xeletî nîne, bi zanebûnê min welê kir. Divê tu van her deh kitêban jî bixwînî da ku pelên kitêban ji hev bikevin… Li gorî vegotina Yaşar Kemal ev tişt di dema xortanîya wî de ango berî nivîskarîya wî dibe.

Yaşar Kemal çend caran romana navbirî xwend nizanim, lê bi qenheta min şopa Cervantes, şopa romana Don Kîşot li nav romanên Yaşar Kemal xuya dibe. Çi bêje hemî romanên Yaşar Kemal wek destanan in. Şer, pevçûn, neheqî, zilm û li hember vê neheqî, zilm û zordarîyê îsyankarî xeta qalind ya romanên wî ye. Wek ku bi xwe dibêje qehremanên wî ji ber neçarî serî hildidin, şer dikin, dikujin û têne kuştin. Di romana Don Kîşot cildê duyem de rêbirekî heye ku çi bêje ji ber eynî sebebê bûye rêbir û serî hildaye, bi xwendin û wergera Don Kîşot re gotinên Yaşar Kemal hatin bîra min…

Romana Cervantes ji gelek hêlan ve hêjayî xwendin û lêfikirînê ye. Destpêka romana modern e. Ji hêla bikaranîna teknîk û awayî raxistina vegotinê de, ev roman çavkanîyeke hêja ye. Cervantes bi awayekî jîrekane û hosteyî gelek bûyer û mesele di qalibeke edebî de bi hev ve hûnane. Ji lewre keç û xortên ku mêla wan li ser edebîyatê heye, dixwazin rahêjin pênûsê, dê gelek baş be ku romana Don Kîşot bixwînin, lê bifikirin, jê îstîfade bikin, li vebêjeyî û teknîka wê hûr bibin.

04-07-2011
Serdar Roşan
srosan21@gmail.com

——————————————-
Don Kîşot, I – II
Cervantes
Wergêr: Serdar Roşan
Weşanên Doz
Tel: 0212/297 25 05
E-Mail:
dozyayinlari@yahoo.com

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.