Sultan Selaheddînê Eyyûbî (3)

Gelşa navbera Selaheddîn û Zengiyan û ketina Şamê
Nûreddîn di sala 1174an de mir û kurê xwe melîk Salih Îsmaîl li cihê xwe hişt. Wextê mirina bavê xwe ew li Şamê bû û li kela Helebê jî Şemseddîn Elî îbn Dayye û Şazbext (Şadbext) diman. Ji ber ku Îbn Dayye behsa xwe û hinek karan kiribû, Melîk Salih jî rabû ji Şamê berê xwe da Helebê. Her di wê rojê de Ebû-l-Fedl îbn Xeşşab jî di bûyereke ku li Helebê qewimî de hat kuştin û di nav hinek serdarên Nûreddîn yên Helebê jî tevlihevî derket û giha heya girtin û kuştinê.

Ji xwe piştî mirina Nûreddîn, Selaheddîn zanibû ku kurê wî Salih zarok e, nikare xwe bide ber kar û ebaya melîkîyê ranagire, hingê rewşa Şamê jî tevîhev bûbû û Şemseddîn îbn Muqeddim jî ev yek ji Selaheddîn re nivîsîbû. Ew rabû li Misrê leşkerekî pirr amade kir, yekî ku wê biparêze jî lê hişt û bi mebesta ku ew dê bi kar û barê melîk Salih ve rabe, berê xwe da Şamê. Ew di roja sêşema 30yê çirîya 1174an de bi teslîmgirtin kete Şamê û keleya wê stand.

Ew pêşî çû mala bavê xwe, xelk lê civîya, pê hatina wî şa bû û wê rojê wî malekî pir li xelkê belav kir, kêfa xwe ji gelê Şamê re anî û kişîya keleyê. Piştre ew ber bi Helebê ve çû, di rêya xwe de dakete ’Himsê û di çileyê salê 1174an de bajêr vegirt lê bi keleya wê ve mijûl nebû, berê xwe da Helebê û di roja îna /çileyê sala 1174an de cara pêşî daket ser.

Piştre gava xwedîyê Mûsilê Seyfeddîn Xazî îbn Qutbeddîn Mewdûd îbn Îmadeddîn Zengî pê hisîya zanî ku Selaheddîn hêza xwe xurt kirîye, rewşa xwe baş li hev anîye û tirsîya ku ger haya wî jê nemîne dê dest deyne ser welêt û fermandarîyê têxe dest xwe. Li ser vê yekê ew rabû leşkerekî zahf bi sipaheke mezin re amade kir û birayê xwe Mesûd îbn Qutbeddîn Mewdûd danî ser û ew şandin pêşîyê da ku nehêlin têkeve welatî.

Gava ev nûçe gihîşte Selaheddîn ew ji ser Helebê rabû û di destpêka çileyê sala 1175an de berê xwe da ’Hemayê. Ji wê derê vegerîya ’Himsê û keleya wê jî vegirt. Hingê Îzeddîn Mesûd jî gihîşte Helebê, wî leşkerê xwedîyê Helebê melîk Salih îbn Nûreddîn jî bi xwe re girt û bi hêzeke mezin ve derket. Dema Selaheddîn bi hatina wan hisîya, ew jî ber bi wan ve çû heya ku gihîşt qiloçên [girên hafa] ’Hemayê û li wê derê xeber ji wan re şand û wan jî jê re şand.

Ew ji bo lihevhatinê xebitî, lê wan aştî nexwest û texmîn dikir ku dê bi şer bigihîjin armanca xwe. Ew ketin nav hev lê ew ji ber şikestin û tibabek ji wan jî dîl bûn, lê Selaheddîn qencî bi wan kir. Ev bûyer di 19ê remezana vê salê (570/13ê nîsana 1175an) de li qiloçên ‘Hemayê qewimî û hima piştî têkçûna wan dîsa ew çû û cara diduyan jî avête ser Helebê. Ew li ser ku Me‘err, Kefirtab û Barîn jê re bin pê re li hev hatin.

Hingê Seyfeddîn Xazî jî dora birayê Imadeddîn Zengî gitibû ji ber ku meyla wî li ser Selaheddîn bû, lê gava nûçeya têkçûnê gihayê ew hima pêrepêre çû Nisêbînê da leşker bide hev û erzaq bide wan. Ew ji wê derê çû Bîrê, li Firatê derbas bû, li alîyê Şamê kon veda û xeber şand cem kurapê xwe yê xwedîyê Helebê Salih îbn Nûreddîn da ku heya bigihîjê hazirîya wî bê kirin. Dû re ew çû  Helebê û melik Salih jî hat pêrgê wî, ew demekê li Helebê ma û hêzên xwe dan ser hev.

Selaheddîn jî şande Misrê pey leşkerê xwe leşker jê re hat û rabû çû heya ber qiloçên ’Hemayê. Ew serê sibeha 23yê nîsana 1176an li wê derê li ber hev pan bûn û şerekî dijwar di navbera wan de derket.

Çepê Selaheddîn, ku Muzafereddîn îbn Zeyneddîn (ê xwedîyê Erbîlê) lê dima û dikete aliyê Seyfeddîn yê rastê, şikest lê Selaheddîn bi xwe êrîşî wan kir, ew şikandin û gelek ji mîrek û serdarên wan jî dîl girtin, bes mineta xwe xiste ser wan û ew berdan.

Selaheddîn çadir belav kirin, xezîne bexişandin û xargeha Seyfeddîn jî da birazîyê xwe Ezeddîn Feruxşahê kurê Şahînşah îbn Eyyûb ku xwedîyê Baalbekê bû û bavê Melik Emced Behremşah bû.

Ew ji wir çû Menbecê, ew vegirt, piştre di nîsana 1176an de çû dora keleya ‘Ezazê (Xezayê:Gazayê) girt. Gava ew li ser wê bû komeke îsmaîlî ji nedî ve êrîşî ser Selaheddîn kir lê xwe ji wan parast ta ku pasvanên wî gihîştin wan. Ew li ser ma heya ku di 14ê hezîrana wê salê [571/1176] de ew stand û ji wir çû di 27ê hezîranê de dakete ser Helebê, demekê li ser ma lê dû re ji ser rabû. Wan li wê derê keçeke Nûreddîn ya piçûk anîbû cem ku jê keleya ‘Ezazê bixwaze, wî jî ew dayê û piştre ji ser rabû çû. Hingê birayê wî Şems el-Dewle Tûranşah [Torinşah?] jî gihîştibû cem, wî ew li Şamê li cihê xwe hişt û di îlona 1176an de zivirî Misrê da rewşa wê sexî bike.

Di pey de wî xwe ji cengê re amade kir û di destpêka cemadelûlaya 573/teşrîna 1177an de bi leşker ve daket ber û berê qeraxê heya ku li Remelayê gihîşt frengan, lê ew roj şikestin para wan bû. Gava ew şkestin nêzîkî wan deran keleyeke ku xwe lê ragirin jî tine bû. Ew ber bi welatê Misrê ve çûn lê rêya xwe şaş kir, ji hev belav bûn û hinek ji wan ku şareza Îsayê Hekarî jî di nav wan de bû, dîl bûn. Ev têkçûneke mezin bû ku bi bûyera Hittînê ya navdar ewêzîya wê hat girtin.

Selaheddîn û hevalên xwe bi xwe heya ku ji diltengîya têkçûna Remelayê bi ser xwe ve nehatin, li Misrê man, lê piştre gava nûçeya derketina tevlîhevîyan li Şamê gihîştê hingê xwest ku vegere wê derê û giringîyê bide cengê. Tam hingê peyamnêrê Qilîçarslan ê xwedîyê Romê jî hat cem, daxwaza lihevhatinê jê kir û zerardîtina xwe ya ji ermenîyan dîyar kir. Wî xwest ku ji bo alîkarîya Qilîçarslan here ser welatê Lawin (yê Sîsê ku ji hêla qeraxê ve diket navbera Heleb û Romê). Ew çûyê û leşkerê Helebê jî xwest, wî di ser rêya xwe de keleyek vegirt, ew wêran kir û piştre jî kete welatê Lawin. Wan doza aştîyê kir, ew jî bi wan re li hev hat û ji ser wan zivirî, piştre Qilîçarslan ji bo hemî rojhilatîyan lihevhatin pêşnîyaz kir û wî jî erê kir. Qilîçarslan û fermanber hemî beşdarî lihevhatinê bûn, Selaheddîn di 10 cemadelûlaya sala 576/3yê çirîya 1180yî de bi wan re peyman çêkir û zivirî Şamê, ji wir jî çû Misrê.

Piştre Melik Salih îbn Nûreddîn mir û gava nûçeya mirina melik Salih û hiştina Helebê ji Ezeddîn Mesûd re hat hingê wî bi lez berê xwe da wê ku berî Selaheddîn bigihîjê. Ew di  30yê kanûnê de giha wê derê û hilkişîya keleyê, dest danî ser tiştên tê de mayî û di 11ê sibata salê [577/1182] de bi dîya Melik Salih re zewicî.

Ezeddîn Mesûd Heleb da birayê xwe Îmadeddîn Zengî û Sencarê ji dêla wê ve girt. Li ser vê yekê Ezeddîn ji Helebê derket, Îmadeddîn Zengî ketê û Selaheddîn jî çû dora wê girt, lê Îmadeddîn nikaribû Helebê biparêze û rabû mîr Husameddîn Tuman îbn Xazî şand cem Selaheddîn û ji dêla Helebê ve ji Selaheddîn Sencar, Xabûr, Nisêbîn û Sirûcê xwest û wî jî ew dere danê. Ji xwe berê di 17ê çileyê 1183yan de Selaheddîn çûbû Sencar vegirtibû û ew dabû birazîyê xwe Teqîyeddîn ‘Umer.

Ew cara sisîyan di zivistanê de bi mebesta ku li ser Mûsilê bimîne heya ku wê û welatên pêve giradayî bistîne çû ser. Ew di teşrîna 1185an de çûyê û meha şaban û remezanê hemî li ser ma û di navbera wî û xwdîyê wê de navbeyncî çûn û hatin. Dema ku ew li ser Mûsilê bû û zor dida Mesûd Zengî ji wan herêm û welatên hawîrdor serdar û mizinên bajar û welatan  yeko yeko diçûn seredana wargeha wî û raspêriya xwe jê re diyar dikirin. Yek ji wan desthilatdarê Erbîlê (Hewlêrê) bû ku bi hezar siwarên xwe ve giha wargehê, herweha mîrê Mêrdînê û siltanê Faris Pehlewanê Selçûqî jî peyamnêrên xwe digel delegasyonên hêja û diyariyên giranbiha şandin wargehê. Her di wê demê de Şahermenê Xelatê jî mir û şahan jî weke beqên golika avê êrîşî wê kir, yê pêşî Pehlewan bû ku bi lez çû vegirtnê û mezinê wê yê nû ku koleyekî bi navê Begtîmûr bû ji Selaheddîn hawar xwest û digel ku mesîhî bû jî lê jê re got: “Ji dêla ku ez bibim beniyekî Faris ez çêtir dibînim ku Ermenistanê bispêrim te”. Wî hima di cih de şerîetmedar Îsa digel hejmarek qazî ve şand da hevkariyê pêk bînin û bi wan re jî kurapê xwe Nasirûddîn Şêrkoh digel hêzeke leşkerî ve bi rê kir.

Li vê derê xwediyê kitêba Saladin, rassembleur de I`Islam, Geneviève Chauvel li ser devê Selaheddîn weha didomîne: “Min ne dixwest û nikaribû ez ji vê fersenda ku nêzîkbûna hemî Kurdistanê ji min re amade dike dûr bimînim, ji bilî Xelatê dê fersenda bixwevegirêdana Mardîn û heya Diyarê Bekir jî biketa destê min ku gelek mêrxas û çekdarên çavbizdên jî di wan de hebûn ku bi vê yekê dê desthilatdariya min ya misoger û komkirina leşkerên hemî welatên islamê li cem min pêk bihata”. Ji ber vê vê wî nameyek ji Xelîfe re şand û diyar kir ku ew li ser daxwazî û hêviya xelkê Xelatê diçe da vê navçeyê ji devê eceman rizgar bike û jê hêvî kir ku wê digel Diyarê Bekir û Mûsilê bisipêre wî û têxe ser desthilatdariya wî. Wî hima bi lez hêzeke leşkerî ya xurt bi xwe re hilanî û kete rê. Di ser rêya xwe de Amed û Meyafarqîn vedigire lê heya hingê Pehlewanê Selçûqî berî wî gihîşt Xelatê û Begtîmûr jî teslîmî wî bû ew jî ji ber jidestberdana Ermenistanê bi xemgînî dîsa vegeriya ser Mûsilê.24

Piştî vegerîna ser dorpêçana Mûsilê bi demekê Selaheddîn nexweş ket, vegerîya Herranê û li wê derê peyama [xwedîyê Mûsilê] ya ku daxwazîya wî pejirandîye jî, gihîştê. Ew li ser ku xwedîyê Mûsilê Şehrezor û der û dorên wê, wîlayeta Qerebellayê û deverên pişta Zabê bide Selaheddîn û li ser mînberan [di xutbê de] navê wî bê xwendin û li ser sikkeyan jî navê wî bê kolan, li hev hatin. Gava wî sond xwar hingê Selaheddîn cihgirê xwe şand ku here wan deverên li ser biryardayî bisipêre xwe.25

Nexweşîya Selaheddîn li Herranê dirêj û xedar bû ta ku xelk jê bêhêvî bû û êdî rabû ji zarûyên wî re ku hingê Melîk Ezîz Îmadeddîn ‘Usman jî li wê derê bû, sond xwar. Birayê wî Adil jî ji Helebê ku hingê ya wî bû hat û ew [Selaheddîn] rabû wî heryek ji zaroyên xwe hinek navçe dayê û Melîk Adil jî kire rasipêrê hemîyan. Piştre ew baş bû û di nîsana 1186an de zivirî Şamê.

Piştî vê lihevhatinê êdî Selaheddîn di 45 salîya xwe de bûbû mezintirîn desthilatdarê civaka Îslamê ku dikaribû ji navçeyeke berfireh ya navbera der û dorên Dîcle ji hêla rojava ve û ji hêla rohilat ve jî heya tixûbê Tunisê leşker û cebilxane (ajar) bide hev.

Ne hew ji bo hêza wî ya leşkerî bi tenê rêz li ber dihat girtin lê belkî rêzgirîya li ber hê bêhtir ji ber camêrî û dadmendîya wî bû û di dema wî de ger bêdadîyek çêbûbe jî bêguman haya wî jê çênebûye û ew jê hatîye veşartin. Weke nimûne li ser bûyera berpirsîyarên gumrika Îskenderîyeyê Îbn Cubeyr dibêje: “Bêşik ew yek ji wan bûyeran e ku ji Sultan hatîye veşartin û ger ew pê bihisîya dê li gorî dadmendî û camêrîya xwe biryareke dadîyane li ser bida”.26

Cenga Hittînê ya Navdar û Serkeftina Dîrokî
Piştre bûyera Hittîna ku ji misilmanan re pîroz bû qewimî û di 24ê hezîrana sala 1187an de Selaheddîn bi hejmareke gelek pir ya leşkerê Îslamê ku civîyabû ser hev bi rêzbendîyeke baş î tekûz bi rê ket. Li gor nûçeya ku gihabûyê neyêr bi komeke zahf ve li gorepana Sefûrîyeyê ya  Ekayê li hev civîya bû, çunkî wan nûçeya kombûna leşkerê Îslamê bihîstibû. Ew çû daket ser gola Teberîyê (Tiberias), piştre çû ser Teberîyê û hilkişiya navsera çîya û li wê derê li benda hatina Frengan ma, bi hêviya ku gava ew here ser Teberîyê dê ew herin wî, lê tu libt ji wan çênebû û ji cihê xwe jî derneketin. Gava dît ku ew ji cihên xwe nalivin rabû bi lez çû ser Teberîyê û Tulban27 jî li pêşberî dijmin bi halê xwe hişt. Ew çû wî avêt ser Teberîyê û di yek saetê de ew vegirt.

Ev nûçeya vegirtina Teberîyê gihîşt dijmin, ew qiliqilîn û ber pê ve çûn. Ev nûçe gihîşt Siltan, wî hinek leşker li ser keleyê hişt û çû cem sipaha xwe. Ew li navsera çîyayê alîyê rojava yê Teberîyê di 3yê tîrmehê de rastî dijmin hat û şev kete nabera herdu sipahan, ew heyanî sibeya roja din li ber hev rêzkirî man. Lê roja din serê sibê herdu sipah siwar bûn û li ber hev pan bûn, şer germ bû û rewş li wan dijwar bû, şer li ser erdê gundekî bi navê Lubîya diqewimî.

Her ku çû ceng germ bû û qiloçên siwaran li hev ket, ji serkeftinê pê ve tiştekî din nemabû û herdu hêl jî heya ji wan dihat şer germ dikirin û hev li erdê radixistin lê di wê navê de şev bi tarîtîya xwe ve ket navbera wan û herdu hêl jî bi çekên xwe ve nivistin heya spêdeya roja şemîyê û bi rohniya sibê re herkes çû bergehê şer û dîsa li ber hev pahn bûn.

Egîdên misilmanan ji her hêlê ve êrîş birin ser dijmin û giranîya êrîşên xwe jî dane ser navenda cengê û bi yek dengekî kirin qêrîn, Raymondê kurê Raymondê Sencelî yê xwedîyê Trablusê di destpêkê de bi têkçûnê hisîya û rabû dev ji wan berda û berê xwe da hêla Sûrê, hinek Musilman bi pey ketin jî lê ew ji wan xelas bû. Misilmanan ji her alî ve dora kafiran girt, tîr avêtin wan, şûr xistin nav wan û ew bi pîyaleyên avxwînê avdan. Hinek ji wan revîyan lê pahlewanên misulmanan dan pey wan û nehiştin ku yek ji wan jî bifilite.

Beşek ji wan jî xwe di girê Til-Hittînê de asê kir bes misilmanan dor li wan teng kir û agir berda qirş û qalê dora wan, ew ji ber germê û ji tîna behirîn û rewşa wan pir xirab bû ta ku ji tirsa biecîn û mirinê teslîm bûn. Mezin û pêşengên wan hatin dîl girtin û yên din jî hatin kuştin. Di nav mezinên wan yên dîlgirtî de qral Jafary û birayê xwe, mîrza Ernatê (Prince Reginald (Renaud) de Chatillonê) xwedîyê Kerek û Şewbekê, Îbn Hanfrî (Onfroi de Toron), kurê xwedîya Teberîyê, xwedîyê Cibeylê (Cbail), serekê Dawîyan (Les Templiers) û serekê Esbetaran (Les Hospitallers) jî hebûn.28

Bi vê serkeftinê re vegirtina Qudsê ji Selaheddîn ve xwiya bû, lê Selaheddîn li çûna ser Qudsê lez nekir û pêşî leşker li ser bajar û keleyên firengan belav kir û ew bi xwe jî ji vî bajarî çû wî bajarî û ji vê keleyê jî kişiya ser vê keleyê heya ji bilî Sûrê û çendekê din ên asê hima çi bigir pirrên bajar û keleyên wan hatin vegirtin. Dû re êdî wextê çûna ser Qudsê hat ku mebesta vê cenga dûr û dirêj û dijwar hemî ew bû.

Rizgarkirina Qudsê
Gava Esqelan û deverên der û dorên Qudsê hatin sitandin hingê Selaheddîn xwest ku vê fersenda bêhêziya firengan û qelsiya çekdarên wan ya piştî têkçûna di cenga Hittînê de bi xeyala dehsalan ya rizgarkrina Qudsa pîroz bi kar bîne û rabû xwe ji bo bicihanîna vî karê hêja amade kir û leşkerê ku li qeraxê belav bûbû jî li cem xwe civand û bi sipaheke mezin ve berbi sûra dora Qudsê ve kişiya. Ew roja yekşemê 21ê îlona 1187an çû ser û daket hêla rojava ku ji hesp û zilamên kuştî dagirtî bû.

Piştre ew di 26ê îlonê de derbasî alîyê bakur bû, mencenîq li ser girêdan û bi derbên mencenîq û beravêjan zor da bajêr heya ku di sûrê de di hêla newala dojehê de neqeb vekirin. Gava desteya birêveber ya firengên Qudsê rewşa xwe ya xirab dît û ji wan re nîşanên vegirtina bajêr û serkeftina hêza Selaheddîn dîyar bû ku ji xwe berê jî ji ber kuştin û dîlbûna pahlewan û fêrisên wan û wêrankirina keleyên wan tirs û bizd ketibû ser wan, rabûn stuyên xwe dirêj kirin û xwe dan ber daxwazîya ewleyîyê. Serê pêşî Selaheddîn hêviya wan ya ewleyiyê qebûl nekir û ji wan re diyar kir ku 88 sal berê dema vegirtin û destdanîna ser Qudesê wan çi anîbe serê gelên wê dê ew jî weha bike. Lewra wan hingê di mizgefta Eqsayê de bêcudahiya navbera jin, mêr, zarok, kal û pîr heftê hezar misilman kuşt û heştê rojî jî li wan kolan û li ber wan dîwaran tade, eziyet û kuştinê bi xelkê tê de çi cihû, çi misilman û çi jî yên din bin kiribû û wan di nav xwînê de gevizandibû û lewitandibû. Lê piştî gefên wan yên kuştin û şewitandina jin, zarok, kal û pîrên xwe digel pêncsed dîlên misilman yên di destê wan de û gefa ser wêrankirina mizgeft û serayên bajêr ên kevnare û şûnwarên pîroz î dîrokî ew bi serdarên xwe şêwirî û biryar da ku ji herdu beran delagasyon pêk bê û li ser teslîm kirina wê biryarek bê dayin ku dû re  raspartin û rizgarkirina wê di roja îna 2yê çirîyê (583/1187) de çêbû.

Vegirtin û rizgarkirina wê pirr mezin bû ku gelek kesên zana û derwêş û xewlekarên (zahidên) şareza bûne şahidê wê. Lewra gava nûçeya temambûna vegirtinên qeraxê û çûna wî ya ber bi Qudsê ve belav bûbû hingê gelek zanayên Misr û Şamê çûbûn gihîştibûnê da vegirtina wê bi çavên serê xwe bibînin.

Serekdarîya lihevhatinê li ser her mêrekî 20, her jinekê 5 dînarên Sûrî û ji bo her zarokekî jî çi keç çi kur dînarekî birrîbû ku çi kesê bide dê xwe azad bike û yê ku nede dê dîl bimîne. Dîlên misilmanan yên li Qudsê ku gelek bûn, hemî hatin berdan. Selaheddîn li wê derê ma wî mal dida hev û li mîrek û serbazan belav dikir. Gelek zana, şareza, şerîetnas, şêx û mişayix û  delegasyonên din her dikişiyan û dihatin wê derê û pê pir şah dibûn. Ew bi gihandina kesên ku ji wargeha xwe derdiketin û diçûn ewlegeha xwe ku Sûr bû, ve rabû û ji wî malê civîyayî ku nêzî 220 hezar dînar bû tu tişt ne pê re çû û ne jî ji ber ma. Ew roja îna 31ê çirîya sala 1187an ji wê derê bi rê ket.

Gava Quds vegirt xwest ku here Sûrê jî lewra giregirên firengan yên ku filitîbûn tev tê de kom bûbûn û ji ber vê jî dizanîya ku ger dereng bixîne dê vegirtina wê zehmettir bibe û rabû berê xwe dayê û heya Ekayê çû, ew kete Ekayê li rewşa kar û barê wê nihêrî û di îna 9ê teşrînê de ji wê derê berê xwe da Sûrê. Ew çû nêzî wê, şand pey alavên cengê û di 12/16ê teşrînê de dakete ser û şerekî giran li ser kir. Wî hêzên deryayî yên Misrê jî xwest û di reşayî û deryayê de şerê wê kir, lê di 31ê kanûnê de bi şev hêzên deryayî yên Sûrîyan êrîşî hêzên deryayî yên Misrê kirin, pêşikvan, serek û pênc perçe ji hêzên wan girtin û gelek çekdarên wan kuştin. Ev bûyer pir li zora Siltan çû, dilê wî êşîya û zorê da wan, lê hê ew venegirtibû zivistanê jî êrîşên xwe anîn, baraneke pirr hat ku ji ber zahfîya wê kesî nikaribû şer bike. Ew rabû wî serdaran da hev, bi wan şêwirî ka divê ew çi bikin. Wan destnîşan kir ku baştir e ew ji ser rabin herin ta ku leşker xwe hêsa bike û dû re li şer vegerin.29

Êrîşa Frengan ya ser Ekayê û vegirtina wê
Piştî vekişîna sipahê ji ber barana zêde ji ser Sûrê û belavkirina hêzên leşkerî ji bo xwehêsakirin û bêhnberdanê Selaheddîn çendak dû re bi hêza pê re mayî xwe berda der û dorên qeraxê û çû avêt ser hinek keleyên firengan yên mîna Kerek, Şewbek, Sihyûn, Cibeyl û hinekî piçûk yên din ku hê nehatibûn vegirtin û dest danî ser wan hemiyan. Di pey de ew çû Qudsê da karûbarê wê sexî bike û ji wê derê jî derbasî Eka û Esqelanê bû da tevgera wan kontrol bike û hêz bide xebata pêşketina wan. Piştî vegerîna ji wan deran nûçe jê re hat ku frengan berê xwe daye Ekayê û ew di duşema 28ê tebaxa 1189an de gihîştin ser.

Ew çû Ekayê û ji nedî ve ketê da dilên kesên lê qewî bike û ji her hêlê ve jî leşker xwest û leşker xwest û ew li cem civiya. Dijmin bi qandî du hezar siwarî û 30 hezar peyayî bûn lê piştre ew zêde bûn, hêza wan xurt bû û di dawîya 13ê îlonê de roja pêncşemê wan dora Ekayê girt û nehişt ne kes jê derkeve û ne jî têkevê. Bêguman Siltan Selaheddîn bi vê yekê aciz bû û ji bo vekirina rê pir xebitî da rêwî herin û werin û zexîre û alîkarîyê bibin û bînin û ji bo ve yekê bi serdaran şêwirî. Wan biryar da ku bi yek derbê dest bi şerekî dijwar bikin û zor bidin dijmin heya wan rakin. Wan zor da wan heya ku rêzên sipaha neyar qelaştin û misilman tê de çûn û Siltan ket Ekayê, berê xwe da kar û barê wê, lê piştî hevteqilandina herdu beran bi çend rojan leşker ji derketina ser Till-Eyadîyê (Girê Eyadê) ku raserî Ekayê diket dereng ma.30

Di hingê de hêza kurê Imperator Barbarosê almanî ku piştî xeniqîna bavê wî di avê de wî serdariya hêza mezin dikir, ya qiral Richardê Dilşêr yê Îngilîstanê û ya qiral Filipê IIem û hêzên firengan yên din hem ji hêla Deryayê ve û hem jî ji hêla bejayiyê ve weke libên xêz û silekana qeraxê li misilmanan raweşiya û hat hawara frengan. Piştî şerekî dijwar li Ekayê firengan bi hêza xwe ya nû xwîneke taze sitand û zora hêza îslamê bir ku ev jî bi rastî cezayê xwesistkirina serdarên misilman ji şer berî hatina vê hêza firengan ya nû yî taze bû. Di nav hêza misilmanan ya zorbirî de Mîr Seyfeddîn Elî îbn Ehmedê navdarê bi Meştûb el-Hekarî û Mîr Behaeddîn Qereqûşê xizmetkarê el-Selahî hebûn. Wan [Frengan] şerekî pirr dijwar bi misilmanan re kir ta ku ew têk çûn û nema karibûn bajêr biparêzin. Ew bêgav bûn ku bajêr digel hemî alav, cebilxane, çek û keştîyan bi du sed hezar dînarî ve, tevî 500 dîlên nenas û sed hêsîrên ku ji hêla firengan ve bên dîyarkirin û xaçê rastî jî bidin da bi mal û pertalên xwe yên taybetî û bi pîrek û zarokên xwe ve azad derkevin, herin.

Çendî ku Sultan li dijî wê lihevhatinê derket û giregirên dewleta xwe yên xwedî biryar da hev û bi wan şêwirî da hima di wê şevê de nameyekê binivîse, bi wî kesî re bişîne û nehêle ew bi wan mercan li hev werin lê ew pê re nigihîşt û hew dît ku alayên neyarî, xaçên wan, agir û durişmên wan li ser sûra bajêr bilind bûn ku di nîvroya îna12ê tîrmeha sala 1191ê de bû.31

Piştî vê Freng ji Ekayê derketin û berê xwe dan Esqelanê ku herin wê vegirin. Ew ber û berê qeraxê kişîyan û Sultan jî bi leşker ve li pêşberî wan bû heya ku ketine Ursûfê ku li wê derê şerekî giran di nav wan de derket û gelek sistayî xist nav misilmanan. Piştre ew bi qasî deh qonaxan bi wî awayî ji Ekayê dûr ketin û Sultan jî hat Remelayê. Li wê derê nûçe hatiye ku ew dixwazin Yafayê ava bikn û wê bi hejmara mêran û alavan xurt bikin. Ew li wê derê bi serdarên xwe şêwirî û biryar dan ku Esqelanê xera bikin da nekeve destê firengan, lewra hingê parastina wê ji misilmanan re zehmet bû.

Herweha wan biryar da ku Melik Adilê birayê wî li pêşberî hêza firengan raweste û wan jî ew wêran kir. Di eynî şevê de nûçe ji Adil gihîşt Siltan ku freng doza lihevhatinê dikin û ji bo vê jî welatên qeraxê tev dixwazin. Siltan vê yekê bi kêr dît çiku wî dizanîya leşker ji cengê aciz bûye û deynên wan jî pirr bûne; wî jê re nivîsî, destûra gotûbêjên lihevhatinê dayê û ew kar sparte çeknasîya wî.

Di pey wêrakirina Esqelanê de di 24ê îlonê de ew çû Remelayê, piştre derket çû ser Luddê û fermana wêrankirina wê û keleya Remelayê jî da û ew hat pêkanîn.

Peyamnêrê Rîçardê Dilşêr ji bo lihevhatinê
Piştre Îbn Şeddad dîyar dike ku Rîçardê Dilşêr (Richard Coeur de Lion) ku yek ji mezintirîn qralên Frengan bû, peyambirê xwe şandîye cem Melîk Adil û xwestîye ku hev bibînin. Wî erê kirîye û ew roja îna 9ê çirîya sala 1191 civîyane, ew wê rojê heya ber êvarê bi hev re mane û bi dostanîyeke dirustî ji ba hev rabûne. Rîçardê Dilşêr ji Adil xwestîye ku wî û Siltan bigihîne hev û Adil jî ev yek ji Sultan re gotîye, Siltan bi giregirên dewleta xwe şêwirîye û biryar hatiye dayin ku piştî lihevhatinê ew dikarin hev bibînin.

Dûvre peyamnêrê Rîçardê Dilşêr gihîştîye wê derê û gotîye ku Qiral dibêje: “Ez bi xwe dostanî û hizkirina te divêm û tu jî dîyar dikî ku te ev welatê qeraxê daye birayê xwe. Ji ber vê jî ez dixwazim ku tu bibî dadiresê navbera min û wî û tu welêt di nav me de parê vebikî, lê divê ku pêwendîyên me bi Qudsê re jî hebin”. Li ser vê yekê axavtin dirêj bûye, dawîyê Siltan rabûye sozekî spehî pê re daye û destûr dayê ku hima di cih de rabe here û bi vê yekê jî bandoreke mezin berdaye ser.

Îbn Şeddad gotiye: ”Piştî çûna peyambir Sultan ji min re got: ‘Çendî em bi wan re li hev werin jî dîsa em ji belaya wan nafilitin lê ger ku bûyera mirinê bi ser min ve were hingê ev leşker nema digihîje hev û dê Freng jî xurttir bibin. Nexwe ya rindtir ew bû ku me dev ji şer berneda ta me ew yan ji qeraxê derxistina yan jî em bimirina.’ Dîtina wî bi xwe ev bû lê piranî bi lihevhatinê re bû.”32

Di pey de qasid di nav wan de çû û hat û gotûbêj dirêj bû ta ku dawî ew li hev hatin û roja çarşema 2ê îlona 1192yan peyman çêbû û delêlî derketin, li her derî kirin gazî ku lihevhatin çêbûye û welatên misilman û xiristîyanan di ewleyî û aştîyê de weke hev in û kîjan ji wan bivê here alîyê din bira serbest û bêtirs here.33 Çendî ku lihevhatin ne li gor dilê Siltan Selaheddîn bû jî lê hem ji ber kerixîna leşker ji cengê û nîşandana dijraberîyê û hem jî ji ber nêzîkbûna wextê koça dawî wî lihevhatin bi kêrtir dît. Ji xwe wefata wî [Selaheddîn] jî hima rastî piştî lihevhatinê hat û ger heya hingê cengê domandibûya dê islam biketa xeterê.

Dû re wî destûr da leşkerê welatên dûr ku hatibûn hewara wî, ew çûn û gava dilê wî ji vê hêlê ve hêsa bû xwest ku here hecê. Di wê navê de çûn û hatin û dan û sitandina navbera  misilman û xiristiyanan pêk hat û gelek kes ji wan hatin serîlêdana Qudsê. Siltan jî berê xwe da Qudsê ku rewşa wê sehî bike, birayê wî Melîk Adil jî çû Kerekê, kurê wî Melîk Zahir jî çû Helebê û kurê wî Efdel jî berê xwe da Şamê. Piştî bi rêketina keştiya Riçardê Dilşêr ew bi siwarî daket qeraxê û heya Banyasê sehîtîya keleyên deryayê kir û ji wê derê jî  di 26ê çirîya 1192yan de çû Şamê, lê berî ku ji Qudsê derkeve ji katib û şêwirmendê xwe Behaeddîn ibn Şeddad xwest ku ew ji bo avakirina nexweşxaneyekê û temamkirina medreseya ku dest bi avakirina wê kiribû heya vegere li Qudsê li cihê wî bimîne. Gava ku çû Şamê hingê Melîk Efdel, Melîk Zahir, Melîk Zafir Muzafereddîn Exderê navdarê bi Muşemmer û zarûyên wî yên piçûk jî hemî li wê derê bûn. Ji xwe wî ji Şamê hez dikir û ji her derî zahftir dixwest ku li wê derê bimîne. Ew di beyanîya pêncşema 27ê çirîyê de ji bo hevdîtina xelkê rûnişt, xelk çû hizûra wî, pê şa bûn û şairan jê er xwend. Ji xas û aman tu kes ji dîtina wî bêbapar nema.

Ew hê li wê derê bû melik Adil jî ji karê sexîkirina Kerek û welatê Berfiratê zivirî û çarşema  25ê teşrînê gihîşt Şamê û Sultan jî derket pêşîya wî. Gava ew li wê derê li benda wî bû wî li der û dorên Xebaxibê heya bigihîje Keswetê nêçîr kir û piştre gava ew jî hat hingê dîsa pêkve derketin nêçîrê. Gava Siltan li Şamê bû ew bi bira û zarûyên xwe re hem derdikete nêçîrê û hem jî li erdên Şamê û cihên zarûkîya xwe temaşe dikir. Wî xwe ji westandina xwe, bêxewîya xwe û rahtbûna xwe ya salan hêsa dikir û her weha ew jê re bû weke xatirxwestinekê ji zarûyên xwe û ji seyrangehên naşîtîya xwe jî.34

Nexweşîya Siltan û Koça dawî
Li ser nexweşiya Selaheddîn Ibn Şeddad weha dibêje: “Nameya ku tê de min dixwest ber xizmeta xwe li Qudsê gihîşt destê min lê hingê çilê hirr bû û herrîyeke pirr hebû. Ez di îna çileyê 1193yan de ji Qudsê derketim û di sêşema 18ê sibata salê de gihîştim Şamê. Sultan roja îna 21ê sibatê siwar bû ku here pêşwazîya hecîyan û ew bû siwarbûna wî ya dawî.

Roja şemîyê wî xwe pirr westîyayî his kir û hê nebûbû nîvê şevê kelewaca malaryayê ew ji dil ve bir, êşa wî ya hundur ji ya derva zahftir bû. Wî roja şemîyê jî bi wê westandin û kelewacê derbas kir lê ew ji gel hate veşartin. Bes ez û Qazî el-Fadil çûne cem, kurê wî Melîk Efdel jî hat nik û em demeke dirêj li bal man, heya nêzî nîvro jî axaftin pê xweş bû û wî ji êşa xwe ya şevê gazin dikir, dû re em ji cem çûn lê dilê me pê ve mabû. Em ji bo xwarinê ku dê bi xizmeta kurê wî Melîk Efdel amade bibûya, hatin vexwendin lê tu adetê Qazî Fadil yê weha tinebû û rabû çû, lê ez ketim eywana pêşwazîyê ku sifre rast bûbû û kurê wî Melîk Efdel li cihê wî rûniştibû. Li ser vê yekê ez jî rabûm çûm lewra çavên min tê hilnehat ku ez bê wî li ser xwarinê rûnim, ji xwe wê rojê gelek kes ji bo rûniştina kurê wî li cihê wî, girîyan”.35

Çendî ku ew di bin çavdêriya bizîşkan de bû û timî wî muayene dikirin jî li çiqas diçû êşa wî girantir dibû û şilahîya laşê wî kêmtir, ziwayîya wî jî bêhtir dibû. Li gor Ibn Şeddad roja şeş, heft û heştan jî êşa wî zêdetir bû û roja nehan ji dil ve çû û êdî nema karibû avê vexwe, lê roja dehan nava wî valebû û hinekî bihna wî derket. Dû re gava dîsa nexweşî lê xedar bû û bizîşk jî jê bêhêvî bûn, hingê Melîk Efdel jî dest bi çêkirina peymanan kir.

Wî di çarşema 23yê sibata36 1193yan de piştî nimêja sibê çavên xwe ji jîyanê girt. Roja çûyîna wî ji islam û misilmanan re bobelateke wisa mezin bû ku ji roja çûyîna Xelîfeyên Raşidîn [Ebû Bekir, ‘Umer, ‘Usman û Elî] ve bûyereke weha xerab bi serê wan ve nehatibû.37

Li gor Ibn Şeddad gava ew miriye wî di xezîneyên xwe de ji 47 dîrhemên Nasirî pê ve ji zîv û zêr tiştekî li pey xwe nehiştiye û ji zêrê Sûrî jî perçeyekî bi tenê  hiştiye. Her weha wî tu milk jî, ne xanî, ne erd, ne bostan, ne gund û ne jî çandinîyek, li pey xwe hiştiye.

Li gorî Îbn Texreberdî gava Selaheddîn wefat kiriye 16 kur û qîzek li pey xwe hiştiye lê wî navê 13 heban daye. Ebû Şame û Îbn Şeddad jî 17 kur û qîzek nivîsî ne, lê li gorî Şîfa ul-Qulûba Ibrahîm el-Henbelî jî 18 kur û qîzek in. Navên wan jî li gorî hejmarên hemî çavkanîyan ev in: 1. Melîk Efdel Elî 2. Melîk Zafir Xidir 3. Qutbeddîn Mûsa 4. Melîk Ezîz ‘Usman 5. E‘ezz Yaqûb 6. Melîk Zahir Xazî 7. Melîk Zahir Dawi, 8. Melîk Mu‘îzz Îshaq 9. Melîk Mueyyîd Mesûd 10. Melîk Eşref Mihemed 11. Melîk Muhsin Ehmed 12. Melîk Xalib Melîkşah 13. Ebûbekr Nesr 14. Cewwad Ebû Seîd Eyyûb Rukneddîn 15. Eşref Mu‘ezzem Ebû Mensûr Tûranşah Fexreddîn 16. Îmadeddîn Şadî 17. Nesreteddîn Merwan 18. Salih Mu‘îneddîn Hesen 19. Mu’nîse Xatûn.38

Avedanîyên Sultan Selaheddîn
Gava Sultan Selaheddîn Misrê girt hingê tu medrese lê tinebûn, çiku mezhebê Dewletê Îmamî (Şî‘î) bû û ji xwe wan jî pîş bi tiştên weha nedikir. Ew rabû wî li Qerafeta Piçûk xwendegehekê (medreseyekê) nêzî gora Îmamê Şafi‘î ava kir, herweha wî li Qahîreyê nêzîkî goristana ku bi meşheda Huseyn îbn Elî tê nasîn xwendegehekê ava kir û weqfeke mezin jî danî ser. Xanîyê Seîd el-Su‘edayê xizmetkarê misrîyan jî kire xangeh (xanqah) û weqfeke dewlemend danî ser wê jî. Wî xanîyê mezinekî Misrê jî kir xwendegeha Henîfîyan û weqfeke baş danî ser wê jî. Her weha xwendegeha Misrê ya navdarê bi Medreseya Zeyn el-Ticcar jî kire weqfa Şafi‘î û weqfeke çê danî ser wê jî, li Qahîreyê di nav qesrê de jî bîmarîstanek (nexweşxaneyek) ava kir û weqfeke hêja danî ser. Wî li Qudsê jî xwendegehek digel gelek weqif li ser û xangehek jî li wê derê û li Misrê jî xwendegeha Malikîyan çêkir.

Çendî ku wî  evqas karên bi nav û deng û evqas vegirtinên mezin î hêja û ewçend weqfên giranbiha jî saz kir, lê bi fermî wî tiştek ji van weke berhemên xwe nîşan neda û li ser navê xwe bi nav nekir. Çunkî di qeydan de xwendegeha li Qerafetê hew bi Medreseya Şafi‘î tê nasîn, ya nêzî goristanê jê re bi tenê Meşhed tê gotin û xangeh jî bi Xangeha Seîd el-Su‘eda navdar e û ji xwendegeha Henîfî re jî Siyûfî tê gotin. Herweha ji ya Misrê re jî xwendegeha Zeyn el-Ticcar tê gotin û ji ya Misrê ya din re jî Medresa Malikî tê gotin. Ji tevî jî ecêbtir ew e ku li Şamê nêzî bîmarîstana Nûrîye xwendegeheke bi navê Selahîye heye lê tu weqif li ser wê nîne. Her li wê derê xwendegeheke wî ya Malîkîyan jî heye lê ew jî ne li ser navê wî ye ku ev hemî jî nefspiçûkiya wî û negerîna wî ya li pey nav û dengê xwe nîşan dide.

Ji xwe digel vî welatê berfireh û wê desthilatdarîya xurt ew pirr nefspiçûk, qencîxwaz, nêzî xelkê,  mihrîban, dilovan, pirralî û girdikar bû. Wî pirr ji zana û xweyxêran hez dikir, xwe nêzî wan dikir û qencî bi wan re dikir. Meyla wî timî li ser çêyîyê bû, helbestên bedew qenc didêra û di civatên xwe de hertim dida dubarekirin. Wî hertim [şi‘rên] Ebû Mensûr el-’Humeyrî û yên Ebû Muhemmed el-‘Amirî dixwend, wî ji şairan pir hez dikir û wan jî pir jê hez dikir û hima çi bigir hemî şairên wê demê pesnê wî dane ku hinek ji wan ev in: Îmad el-Katib, Îbnî Qelaqîs, Îbnî-l-Zerewî, Îbnî-l-Muneccim, Îbnî Sena el-Mulk, Îbnî-l-Sa‘atî, el-Behranî-l-Erbîlî, Îbn Duhn el-‘Hesa el-Mûsilî, Muhemmed îbnî Îsmaîl îbn Hemdan el-‘Heyzanî û gelekî din 39

Bêguman ne hew misilmanan bi tenê ji Selaheddîn hezkiriye û pesnê wî daye herweha cihûyan jî jê hezkiriye û serê oêşî di dema cengê de nebe jî piştre xiristiyanan jî pesnê wî daye û rûmeta wî girtine. Çawa ku Minorskî jî diyar dike piştî Napoliyon lehengê ku ji hêla dijminê xwe ve  bêhtirîn pesnê wî hatiye dayin Selaheddînê Eyyûbî ye û ew ne hew li pey rizgarkirina Qudsê û axa islamê bi tenê bûye, lê wî ji bo rizgarkirin û bipêşvebirina temamê rojhilata navîn xebitiye û tekoşîn daye.40 Herweha li ser vê yekê B. H. Newbay jî weha dibêje: ”Gava Qeyser Wilhilm II di sala 1898an de çû Şamê, gora Selaheddîn ya nedîyar [ji ber ku bûbû erd] ji nû ve li hev rast kir, gorreke nû li ser bilind kir, qendîlekê pê ve daleqand û wî ev yek jî ji bo rêzgirîya li hemberî lehengê Îslamê yê ku di 1187an de Qudsê ji frengan bi paş ve sitandibû, kir. Lewra Selaheddîn di nav mîrata kultirî ya Ewrûpîyan de weke nimûneyê neyarê esilzade hatîye pejirandin û ev esilzadeyî û mêrxasîya wî bûye sedem ku Fransîyan jê re pîrikeke Fransî yî esilzade peyda kiriye û Îngilîzan jî jê re yeke îngilîz çêkirîye. Digel nebûna tiştikî weha jî lê wan bawer kirîye ku Selaheddîn ji weqfên Xirîstîyanî re gelek mal û milk hiştîne, ta ku Dante jî di berhema xwe ya bi navê Divina Comedia de ew rûmetdar kirîye û xistîye  nav serek û esilzadeyên ku di dojehê de naşewitin.41 Bêguman ji ber van sedeman bû ku di qilasika (xelaseka) sala du hezarî de rojnameya swêdî ya Dagens Nyheterê û kovara ingilîzî ya Timesê Selaheddînê Eyyûbî yek ji her deh navdarên hezarê duyemîn nîşandaye.

24.Bnr. Geneviève Chauvel, b. n. r. 287-288;
25.Îbn el-Esîr, el-Kamil, c. 11, r. 516-17
26.Bnr. B. H. Newbay, b.n., r. 117
27.Ev gotina ”tulb” ku ji bo serdarê sed, du sed yan jî heftê siwarî re hatîye bikaranîn ji Kurdî ketîye zimanê Erebî. Li gorî Îbn Îyas ev gotin cara pêşî li Şam û Misrê weha hatîye bikaranîn lê piştre bûye navê hêzeke leşkerî ku ji 170-200 siwarî pêk dihat. Bnr. Îbn Texreberdî, el-Nicûm el-Zahîre, c. 6, r. 10, sal 567, not 1
28.Bnr. Ibn Xellikan, b. n. c. 5, r. 527
29.Bnr. Behaeddîn Îbn Şeddad, Sîret Selaheddîn el-Eyyûbî, Dar el-Qelem, Heleb/Sûriye, 2001, r. 91
30.Bnr. Ibn Şeddad, b. n., r. 120
31.Li ser vê bûyerê û vê têkçûna hêza Eyyûbîyan ya Ekayê Hemdî ‘Ebd el-Mun‘îm Muhemmed Huseyn dîyar dike ku ger bi pêşnîyara Selaheddîn bihatina kirin pirr mumkin bû ku ev têkçûn çênebûya lewra ew piştî raveyeke dirêj li ser vê cengê û bi berfirehî qalkirina jê weha dibêje: “Hawara islamê hat gihîşt Selaheddîn.
Ji Hemayê Melîk el-Muzeffer Teqyeddîn Emer, ji rojhilat ve Muzafereddîn (Kokbûrî) îbn Zeyneddîn Elî gihîştinê û gava hawar ji Ekayîyan re hat hingê Selaheddîn di 14yê îlona 1189an de biryara şerê bi Frengan re da û zor da wan û di 15yê îlona 1189an de kete Ekayê û di nav herdu beran de şerekî dijwar derket ku bi serkeftina Musilmanan bi dawî hat.  Piştî wê Selaheddîn bi serdarên xwe re civîya û pêşnîyar kir ku li şer bidomînin da ku Freng fersenda civandina hêza xwe nebînin, lê mîrek û serdarên wî li himberî vê pêşnîyarê derketin û xwestin ku piştî vê cenga dirêj ya nêzî pêncî rojî qe nebe hebekî xwe hêsa bikin û bihna xwe berdin. Selaheddîn jî dilî wan nekir, ji pêşnîyara wan re erê kir û hêza xwe kişande ser Xerûbê (ku keleyeke raserî Ekayê bû). Ji ber vê yekê hêzên Frengan bi xwe ve hatin, li hev civîyan û dest pê kir li dora Ekayê ji deryayê heya deryayê xendek kolan û li dora wê jî sûreke perdekirî ji kevir û daran ava kir. Wan bi vî awayî hem xwe tê de diparst ku keysa derban li wan nedihat û hem jî nedihiştin ku hawar jî bigihîje Ekayîyan û tiştek têkeve hundurê wê. . .” Vêca piştre hêza êrîşa Xaçparêz ya sêyemîn ku ji Îngîltere bi serekfermandarîya Riçardê Dilşêr, ji Franasa bi serekfermandarîya Flip Augost û ya Elmanî jî bi serekfermandarîya Fredrîkê kurê Barabaros gihîşt wan hingê hêza wan hem hêzeke xurt î teze û hem jî pirtir bû. (Binêre ’Hemdî ‘Ebd el-Mun‘îm Muhemmed Huseyn, Dîraset fî tarîx el-Eyyûbîyyîn we-l-Memalîk, Lêgerînek di Dîroka Eyyûbî û Memlûkan de), Dar el-Me‘rîfe el-Camî‘îye, Sewtir, 1996, r. 81-82)
32.Bnr. Ibn Şeddad, b. n., r. 224; Ibn Xellikan, b. n., c. 5, r. 550
(DAWÎ)

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.