Sultan Selaheddînê Eyyûbî (2)

Zarokiya Selaheddîn û Xortaniya wî
Selaheddîn li keleya Tikrîtê di sala 532/1137-1138an de bûye ku rastî şeva fermana
  Mucahîdeddîn Behrûz ya derketina Necmeddîn Eyyûb bi famîleya xwe ve ji Tikrîtê, hatiye. Ew fermanê ku Eyûb xistibû herênebayî, xemgînî, qilqilandina barkirina ji nedî ve û dilêşiya wê rewşa ku bêwext rû dabû. Heta tê gotin ku ji ber xemgîniya xwe wî bûna Selaheddîn bêoxir dîtiye û nexwestiye nav jî lê deyne ta ku koleyekî wî yê taybetî pê ve hêvî kiriye û gotiye: “Mîrê min çi gunehê vî tifalî heye, hûn wî bêyom dibînin, lê heye ku rojekê merivekî pir mezin jê derkeve” û weha jî bûye. Li ser vê gotinê ew bi ser xwe vet tê, radihêje lawikê xwe, dide ber dilê xwe û navê Yûsuf lê dike, lê bi pêşwaziya Zengî ya çê û vegirtin û rasipartina Baalbekê ya destpêka sala 534/1139an xemgîniya Necmeddîn Eyyûb jê re dibe dilxweşî û hêviyeke mezin ya rojên bê.10

Selaheddîn ji du salî heya 9-10 saliya zarûktiya xwe li Baalbekê (Helyopolis) li ber siya peykerên ser keleyê û di nav kavilên dîwarên sûra bajêr de derbas kiriye û di 7 saliya xwe de li mizgefta Baalbekê ya mezin ku piranîya wê ji bingehê du perestgehên kevnare hatibû avakirin, perwerdeya xwe ya destpêkê wergirtîye û berî xwendin û nivîsînê wî hinek ayetên Quranê jiber kiriye û hê dest bi hînkirina xwendin û nivîsîna erebî, fêrbûna rêzimana wî  û destnivîsa bedew kiriye. Ji xwe Selaheddîn bi malbata xwe re bi kurdî dipeyîvî û li mizgeftê jî bi erebî diaxivî, lê di dema destpêka perwerdeya leşkerî de ku diçû nav hêzên Nûreddîn hingê jî fêrî tirkî jî dibû. Demek piştre gava bavê wî Eyyûb Baalbekê da xweyê wê yê kevn Mû‘îneddîn û çû Şamê, bû fermandarê wê hingê Selaheddîn çawa ku bihurî 9-10 salî bû û heya 14 salîya xwe jî li wê derê li xwendina xwe domand û ji bilî jiberkirin û xwendina Quranê û nivîsîna bedew û rêzimana erebî digel hedîs û tefsîr û hinek agahên tesewifê wî giranî da ser zanîna hisab, tarîx û cografayê jî. Herweha ji ber miletperweriya bavê xwe ya tam ew bi berfirehî fêrî kultira xwe û serkaniyên adet û wîşeyê xwe jî baş bûye û ji ber vê jî çawa ku tê zanîn ew di babeta neseban de û ya cisnê hespan de jî pir jîr û serwext bûye. Çend sal piştre jî di sala 1152yan de ku hingê 14 salî bûye bavê wî ew ji bo fêrbûna pîşeyê leşkerî şandîye Helebê cem apê wî Şêrkoh.

Ji xwe berê malbatê xwesitibû ku birayê wî yê mezin Şahînşah derxin pêş lê gava ew di parastina Şamê ya hemberî xaçparêzan de hat kuştin hingê ji ber ku cira birayê mezintir Tûranşah jî nexweş bû û ne li gorî dilê Eyyûb û Şêrkoh bû ew rabûn wan ji bo pêşeroja malbatê giranîya xwe da ser Selaheddîn û ew derxist pêş. Di 16 salîya xwe de Selaheddîn bû xwedîdezgehê taybetî û fêrî gelek zanîna dînî û şerîetê bû û pirr hedîs jî jiber kirin; herweha heya hingê ew ji apê xwe Şêrkoh jî gelek rind fêrî pîşeyê cengê, yê nêçîr û siwarîyê jî bûbû. Ew di 18 salîya xwe de ji hêla seraya Nûreddîn ve di nav hikûmeta leşkerî ya Şamê de bû cihgirê apê xwe û berpirsîyarê asayîşê, pêkanîna qanûn û awayê wergirtina cil û bergan.11

Xwediyê kitêba Tebeqat el-Şafi’îye di vî warî de dibêje: ”Selaheddîn zanîna hedîsê li cem Hafiz Ebû Tahirê Selefî, Ebû Tahir îbn ’Ewf, Şêx Qutbeddîn el-Nîsabûrî, ’Ebdullah îbn el-Berî el-Nehwî û hinekî din ji zanayên navdar yên dema xwe xwendiye. Wî Quranê jiberdikir, û di şerî’tê de jî kîtab el-Tenbîh û hinek kitêbên destan yên din jî ji ber zanibû. Çendî ku dûroknivîsên Ereban di heqê dema jiyana Selaheddîn ya berî çûna wî ya Misrê de bêdeng mabin jî lê dîsa hinek dîroknasên rojhilat diyar kirine ku Selaheddîn timî diçû civata Nûreddîn û bi ceweta ku kurê mezinê Şamê bû jê qedr û rûmeteke baş didît. Ew xortekî zana, bi şexsiyet, dîndar û teqwa bû û weke zaruyên mîrekan yên din ji seyd û nêçîrê hez dikir. Ti guman tê de tine ku wî leystika gog û topê ya ser pişta hespê (kurre) rind dizaniya û carna bi Nûreddîn re bi vê leystika bi nav û deng leystiye. Ji nameyeke ku ji xelîfeyê Ebbasiyan el-Mustedî’ bî-l-Lah şandiye re tê zanîn ku berî çûna wî ya Misrê jî ew bi apê xwe û bavê xwe re ketiye hemî ceng û vegirtinên wan. Herweha li gor ku xwediyê kitêba Heyat Selaheddîn el-Eyyûbî diyar dike ku ew mêrxasekî hêja yî esilzade bûye çawa ku kurdîtiya wî jî weha dixwaze.

Qazî Îbn Şeddad jî di kitêba xwe ya ”el-Newadir el-Sultaniye” de dibêje: ”Ji roja ku Selaheddîn bi bavê xwe re ji Be’lebekê hate Şamê ew hertim di her çûyîn û hatin û rabûn û rûniştinê de pê re bû û hevaltiya wî dikir. Bi vê yekê başiya wî ji xwe re digirt, dida pey rêçika wî û bala xwe qenc dida pîlanên wî ta ku nav û dengê wî belavbû û deng veda; Nîreddîn jî bi tevayî berê xwe da serê, wî nêzî xwe kir û bi vê re qedrê wî jî roj bi roj bilind bû.12

Rêwîtiya Selaheddîn berbi Misrê ve
Bêguman hê di deh dozde saliya Selaheddîn de gava herdu birayên wî yên jê mezintir bi kinc û çekên şehsiwariyê bi bavê xwe û bi serdarên leşkerî yên din re derdikevin meydanan, yan jî pê digerin û diçin û tên ew heyranê wan dimîne û dilê wî dibije wê rewşa wan çendî ku heya hingê jî dilê wî hê bêhtir li ser xwendin û zanînê ye. Her di wê demê de di sala 1148an de bi serekfermandariya imperatorê Almanya Konradê sêyemîn, Qiral Luisê Heftan yê firensî û hinek fermandarên din êrîşeke xaçpêrîzî ya xurt tînin ser Şamê û bi gelek çekên mezin î bi heybet dora wê dipêçin û bi mencenîqa li dîwarên sûra wê dixin. Lê bi saya siyaseta Necmeddîn Eyyûbê bavê wî û sernermiya mezinê raspartî yê Şamê Mu´îneddîn Onur ku pêwendiyên berê yên bi xaçparêzan re birrî û ji hêzên Islamê yên xurt jî bi nameyên cihê hêviya alîkariyê kir û ew jî hatin hawara wan û ev yek li herderî hat belavkirin ta ku moralên şervanên Şamê xurt bû û hê berî hawar bigihîje wan wan zor da dijmin û şikiyan û revî revî ji ser Şamê rabûn.

Bêguman di vê cenga dijwar de hestên Selaheddîn hem yên tirsê û hem jî yên welatî û bizavê tevlî hev bûbûn, ji hêlekê ve ew ditirsiya ku bajar pê vegirtin û ew dîsa bêgavî barkirin û koçberiyê bibin û ji bo nebûna vê yekê jî rehên mêrxasiya kurdî ku karibe dakeve cengê û fena herdu birayên xwe yên mezin bi kinc û çekên spehî û dilbijên dijminê welat û islamê belawela bike pê re çêbûn. Vêca dema dijmin dijmin çukest û ji ser Şamê rabû hingê ew jî weke xelkê Şamê giş pir şa bû û derket pêşiya bav, bira û serdarên din yên ji malabtê û nêzî wê, lê mixabin ku şabûna wî bi dîtina çardara birayê wî şahinşah ku du kur û jinebiyeke bi zaro li pey xwe hiştibû û bi bihîstina pakrewaniya çend mêrxasên din yên malbatê zû tê de şikiya û mîna gelek malbatên Şamê yên din xemgîniyeke pir ket nav malê ta ku bavê wî bi heftiyan bi kesî re neaxivî. Piştî demekê ku êdî birînên malbatê hêdî hêdî qeşmûşik girtin bavê wî rabû bi destê wî girt û jê re got: “êdî kurê min yê duyemîn tu yî û min divê ez bi te serfiraz bim” ku vê gotinê ewqas Selaheddîn mendehiş kir ku dilê wê dikir ji qefesa singa wî derkeve.

Çend meh dû re ew dibîne ku êdî hê bêhtir li ser perwerde û fêrkirina wan tê rawestan û ji bo wan zanayên çêtir tên peydakirin da wan di her warî de bigihîjînin û bi destê qazî û zanayên mezin perwerdeya wêjenasî, stêrnasî û endaziyarî jî didin wî. Bala wî gelek diçe ser şi´rê û dîroka ereban û neseba kesên mezin î navdar, lê piştî sêzde saliya xwe bêhtir ji zanîna hedîsê hez dike, lê digel hemiyî jî hersibe ew diçe li meşk û minawreyên perwerdeya leşkerî ya rojane jî didomîne. Çawa ku ew bi xwe sedemê wê weha diyar dike: “Ji ber ku der û dorên me herdem şer û ceng bû diviyabû em hertim ji bo parastina xwe amade bin û di ser re jî ji xwe min nikaribû jibîr bikim ku ez kurdê kurê serdarekî û biraziyê serdarekî me. Pêşiyên me digot: ´mêr bê hesp nabe` ji ber vê jî min her roj bi saetan bênavbir meşq û rahatinên tirsinaktirîn dikir; me piştî lezgînî û sivikiyeke zêde heywana xwe li pey hev zengo dikir da hê bêhtir li beza xwe bidêmîne çunkî di cengê de her tişt li ser pişta hespê çêdibû.

Ji xwe planên me yên belakiran bi xwe bû ku hesp divê ne di êrîşê de bûya û ne jî di vekêşanê de, ew mîna çekeke sertetik bûya ku tîrên li ser pişta xwe bi lez bigihandana dijmin da pilanên wî xirab bike û weke birûskê jî li bayê bezê vegeriya. Ez weke kurdekî qenc bi van şarezayiyan hemî xemilandî bûm û ez bi hespê ve girêdayî bûm, mixabin çendî ku ez ne yekî bejindirêj bûm, lê ez bi xwe bawer bûm ku min bi laşê xwe yê qels î biqas û şidiyayî dikaribû zora palewanên leheng jî bi çeraxiyên mezin bibira. Dû re di dema cengê de gava pêwîst dibû min pêşikî dida ser çekên wan siwarên ku li hember firengan çêtirbûna eseyî dida me, ji xwe di dêrdexankirina wan de hempayê me tunebûn, herweke ku me xîz û sîl/sîlekan diavêt wa û pê re jî mîna baranê tîr direşandin ser wan hê berî ku ew bighên derbekê jî biavêjin me.

Evên han hemî huner û şarezayiyeke tam dixwest ku me di leystika siwariyê de ew bi pêş ve dibir. Bêguman ji bo vî karî leystika çakuçê çêtirîn bû ku em carina di nav malbatê de xwe bi xwe dileyistin. Ji xwe piştî min hinek birayên min yên din jî bûbûn ku digel wan em dibûn tîp lê hemî jê ditirsiyan, ma ne diviyabû ku zaroyên Eyyûb çêtirîn bin. Bavê min jî digiha me da şaşîyên me rast bike û dilêrî bide me ku divê ez li xwe mikur bêm wî zahf girîngî dida me, çendî ku ji bo guhdarîkirênê demeke zêde û têrkirî nedida me jî lê wî em fêrî tundî û zoriyê dikirin û ka çawa em dê navenda xwe bi layiqî bikar bînin”.13

Vêca hingê piştî mirina Mu´îneddîn Onirê berpirsiyarê Şamê Nûreddîn Şêrkoh dişîne cem Necmeddîn Eyyûbê birayê wî ji bo destdanîna ser Şamê bê ceng ku bi temamî ketibû destê Mucîreddînê hevkarê xaçparêzan. Wî hêvî dikir ku bi yekkirina hêza leşkerê Şam û Helebê dê hêza wan bêhtir karibe derbên dijwar li dijminê wan bixe û belkî bi paş ve girtina Qudsê jî bi leztir bixe. Bêguman Necmeddîn jî hem ji bo birayê xwe Şêrkoh ku serekleşkerê sipaha Nûreddîn bû û hem jî ji bo hezkirin û baweriya wî bi malbata zengiyan yekser pêşniyara wî pejirand û hêdî hêdî xelkê Şamê ji bo spartina wê û ketina Nûreddîn ya Şamê amade kir ta ku xelkê bi xwe diruşmên Selaheddîn ba dkir û deriyên wê bêceng û bi xweşî jê re vekir.

Çawa ku dihat payin bi vê spartina Şamê re qedrê necmeddîn Eyyûb û Şêrkoh li bal Nûreddîn hê bilindtir bû ku bi tenê ew herdu dikaribûn bê destûra wî di civata wî de rûnin. Bi vê serkeftinê du mîrgehên mezin yên din jî Şarkoh yên berê zêde bûn û Necmeddîn jî bû mezinê Şamê hemî û li xort û mirovên malbatê jî gelek mîrgeh û paye hatin belav kirin.

Selaheddîn ku hingê 16 salî bû êdî dikaribû beşdarî civata wan bibe û gelekî Nûreddîn dieciband ku di gelk tiştan de ew jî ji xwe re dike mînak. Her hingê pêwendiya wî bi zanayên hedîs û tesewifê re nû bû ku ji wextê barkirina ji Baalbekê ve jê dûr mabû û gelk caran beşdarî civat û caxiyên wan dibû û ewqas pê şa dibû ku dixwest ji dêla şûr ve hew pê ve mijûl bibe, wî ewçend jê hez dikir ku nedixwest ne ji kesî din hez bike, ne bizewice û ne jî zarokan çêbike hew ji xwedê re ibadet bike û jê hez bike. Heya di wî wextê terkecihaniya Selaheddîn û çûnûhatina wî ya cem şêxên tesewifê û wergirtina wan kinc û kirasên wan ên derwêşî de gava apê wî Şêrkoh bi nexweşiya Nûreddîn ya ku çend mehan domand û ji ber çû ber mirinê heya mirina wî jî belav bû, hisiya û ji mîrgeha xwe hahakê hat cem bavî wî da pê bişêwire ku ew ji ber mirina Nûreddîn dixwaze berî herkesî dest deyne ser desthilatadariyê û bi taybetî jî Şamê, hingê ew pê dihisiya ku ap û bavê wî di dema devçengiya xwe de çawa bi lome li wan pel û potên li ser dinihêrîn û çendî ku yekser nedigotin jî lê li wan ecêbayî diman û dixwest jê pirs bikin ka çima ew ji dêla wan cil û bergên mêrxas û şahsiwaran yên spehî ve van çotiran li xwe dike.

Di sala 1163yan de bûyerek bû asteng ji bo wê rêya jiyanê ya ku dilê wî dixwest lê bidomîne. Şawerê wezîrê misrê ji ber Dîrxamê ku dest danîbû ser wezîrtiya wî reviya hat şamê û hawara xwe anî gihand Nûreddîn û soz dayê ku ger ew hêzeke leşkerî pê re bişîne da wî vegerîne ser wezîrtiya wî dê mesrefê wê hêzê hemî bide û sêyeka hatina welatê xwe jî pêşkêşî Nûreddîn bike. Apê wî şêrkoh pir bi vê yekê şa bû çunkî xewna wî ya navdarîyê û vegirtina deveran dihat cih û Misir jî ji xwe weke gencîneyeke ku nedihat hejmarê dewlemend bû û ger ew bihata vegirtin hingê tu hêzê nikaribû zora Sûriyê bibe û tu kes nikaribû ji bo derxistina  firengan  bibe asteng. Bêguman Necmeddîn jî ne li dijî çûna wê bû çunkî wî jî zanibû ku çavê firengan jî lê ye û ger ew wê vegirin jî dev ji derxistnê berde dê cih li wan jî pir teng bibûya û heya mana wan ya li Sûrî jî dê zehmet bibûya. Nûreddîn bi xwe çendî ku nedixwest alîkarî bidê jî lê wî jî zanibû ku desthilatdariya wî ya ser Misrê dê bi xwe re vegirtina Qudsê jî bîne ku ev yek jî serekê hemî pilanî bû.

Vêca dema ev nûçeya hawaranîna Şawer ya cem Nûredîn belav bû û qiralê Qudsê Amalrikê Iem pê hisiya hingê rabû doza mafê xwe yê ser Bilbîsa ber deltaya Nîlê kir ku vê jî hêrsa Nûreddîn rakir û biryara wî da gehertin û bi lez şand pey serleşkerê xwe yê ku vegerandina Şawer li wezîrtiya wî girtibû ser milê xwe. Hingê apê wî gazî wî dikir û digot: “Yûsuf tu dê bi min re werî!”

Ew ket dudiliyekê ji hêlekê ve dixwest ku here belkî li wê derê ew rastî hinek zana û şarezayên Misrê bibe û wan nas bike, bi wan re bibe dost û ji hêla din ve jî nedixwest here şer û cengê digel xeter û tirsinakên di rê de û ji bilî wê jî di wan rojan de dê wêjenas û zana û şêxên mezin ji her hêlê ve bihatina Şamê û ders bidana yên wê derê û bi hev re gotubêj bikira. Wî ev raman û hêmana xwe ji apê xwe re jî diyar kir, lê apê wî weke wî nedifikirî û li gor wî ew êdî gihabû 26ê xwe ku dem bû ew bibe zilamekî mêrxas û tekoşerekî cenga xwedayî ne ku sofiyekî hizirîn û rabîtekêşanê.

Ew sê caran bi apê xwe re diçe ser Misrê ku cara pêşî li ser devê selaheddîn weha  hatiye tarîf kirin: “Ez di 4ê nisana 1164an de bi sewgura serê sibê re ku nîşanên berbangê ji pişt giran ve xwiya dibûn ji Deriyê Sûdanê bi alayên leşkerî û tîpa muzîka cengê ya dilrakêş î bandorkar ji Şamê derketin. Apê min jî bi cilûbergê fermî yê leşkerî û bi zêr nexişandî bi heybet li pey wê dêlindêzê bû û li pêşiya paswanên xwe yên kurd û hezar siwarên xwedî şûrên tûj î çirisî li ser pişta hespê xwe yê rewan î pêşkêş yê ku bi giranbihayî hatibû zîn û berzîn kirin, dikişiya. Bi rastî jî apê min Şêrê Dîn bû ku ji tu tiştî paxav nedikir. Ew egîdê bejinkin î qelew û yekçav ji dayikbûna xwe ve serdar afribû, navê wî bi tenê temamê Sûriyê dideland û dibehitinad û dengê qêrîna wî weke gurrîna ewran bû”.14

Apê wî pir li ser radiweste ku wî bigihîjîne û qenc fêrî pîşeyê serdariyê bike, lewra ew pê bawer bû û dixwest ku wî ji cihê xwe re amade bike. Hê di cara pêşî de piştî ku Şêrkoh bi dengê xwe yê gurr î qube wî ji xeyalên kevn yên Şamê hişiyar dike êdî ew li xwe diweqife û bi apê xwe re beşdarî rê û dirbên rêwîtiyê û teqtîkên cengê dibe ku hê bêhtir dikeve çavê Şêrkoh û baweriya Şêrkoh pê xurttir dibe ta ku ew gelek caran pê jî dişêwire û ramanên wî yên ser cengê diecibîne û hinek karûbar dispêre wî. Piştî vegerandina Şawer li wezîrtiyê ew dest bi dek û dolaban li wan dike û dixwaze wan destevale bişîne Şamê lê Şêrkoh qîma xwe pê nayine û haziriya şer dike.

Li hember vê Şawer jî ji firengan hawar dixwaze û ew di bajarê Bilbîsê de bi hêza xwe ya hindik şerê hêza firengan û sipaha şawer pêkve dikin û bi casûsên xwe û nameyên kevokan nûçeya hatina hawarê û êrîşên Nûreddîn yên ser deverên firengan belav dikn ta ku Şawer bêgav dibe hinek ji sozê ku dabû tîne cih, fireng jî derdikevin diçin cihên xwe û ew jî vedigerin Şamê. Ev veger li hisabê Selaheddîn tê, lê apê wî Şêrkoh bi vê bêbextiya Şawer pir diêşê, qet jibîr nake û li benda fersendekê dimîne bes fêdeya baş ji wan re têgihîştina û dîtina bêhêzî û bêkesiya welatê Misrê bûye.

Gava vedigerin şamê Şêrkoh Selaheddîn dibe cem Nûreddîn, ew wî li kêlaka xwe dide rûniştin û kêfa xwe pir jê re tîne û guhê xwe dide pesnê mêrxasî û cengaweriya wî ku Şêrkoh jê salox dide. Weke perû Nûreddîn mîrgeh didê û wî dixe cihê birayê wî Şahinşah û di bîst û heft saliya xwe de ew dibe şihneyê Şamê yanî serekê temamê polîs û ewlekariya bajarê Şamê.

Ew dû re du carên din jî bi apê xwe re diçe Misrê û herdu caran jî êdî piraniya karê tevgerîn û pêwendiyan û gerandina îdare û siyasetê li ser pişta wî ye, şêrkoh her pirsa xwe pê dike û pê dişêwire û ew jî tu carî wî hêvîşikestî nake û pirê caran jî serkeftî jê derdikeve. Bi taybetî jî di cara duyemîn de gava bi hêza xwe ya hindik bi qasî du hezar siwarî li devera Eşmûneynê zora sipaha mezin ya Misrê û ya qiralê Misrê Amalrik dibin hingê piştî Şêrkoh giraniya şer li ser pişta wî bûye û egîdiyeke çê tê de nîşan daye.

Herweha di heman carê de gava apê wî bi hêzeke hindik ve wî li Îskederiyeyê dihêle û ew ji bo bidestxistina qût û kişandina xelkê Misrê bi hêla xwe ve, diçe jora Misrê hingê leşkerê firengan û yê Misrê hemî tên Iskenderiyeyê û demeke dirêj dora wê dipêçin, lê ew bi mêrxasî di ber xwe dide û digel kêmasiya zexîre û çekan jî ew nahêle têkevin bajêr heya ku apê wî digihîjê. Hingê qiralê firengan bêgavî lihevhatinê dibe û Selaheddîn bi xwe mercên lihevhatinê bi qiral re gotubêj dike û pê dide pejirandin ku qiral ji şarezayiya wî re heyran dimîne û ji bo pêşerojê hesabên mezin jê dike.

Di cara sêyemîn ya paşî de jî ku êdî hem li ser lavelava Şawer û ya malbata xwe û hem jî ji bêçareyî Xelîfe bi nameyeke ku porê jinên saraya xwe jî dixê, ji Şêrkoh û Nûreddîn hawarê dixwaze. Dîsa piştî rizgarkirina Misrê ji firengan Şawer dest bi dek û dolabên xwe dike, lê vê carê dîsa Selaheddîn dikeve tevgerê, dest datîne ser û dek û dolabên wî qut dike ku hima wê hingê li ser fermana Xelîfeyê Misrê el-Adid ku bi nameyekê ji wan re dişîne ew tê kuştin û apê wî jî ji hêla Xelîfe ve li dewsa wî dibe wezîr û tê peru kirin. Vêca gava ew piştî derketina hizûra Xelîfe diçin koşka wezîrtiyê Selaheddîn ji apê xwe re pêşniyar dike ku divê sazûmaneke nû yî herdemî û bêlihevketin ji nû ve bê avakirin û apê wî jî hima di cih de kilîlên desthilatadriyê dispêre wî û wî datîne ser idareya mafên giştî.

Destpêka vê rêwingiyê jî li ser devê Selahaddîn weha hatiye saloxdan: “Demek piştî vegera me ji Misrê şaweşawa êrîşa firengan ya ser Bilbîsê û tevkujiya xelkê wê li welatê ereban hemî belav bû; hingê Şawer ji bo ku Fistat (Qahîreya kevn) jî nekeve destê firengan xelkê jê derxist û bîst hezar cêr neft lê kir û bi deh hezar meşale jî agir berdayê, 54 rojan agir lê domand. Di hingê de rojekê Nûredîn hahakê zivirî qesra xwe ya Helebê û gazî min kir. Ez çûm ku wa di dîwana xwe de vî serî û wî serî diçe û tê û di destekî wî de nameyek û di yê din de jî çend biskên por in.

– Adid hawar dixwaze, Şawer pîstirîn kuçik e, Misrê difiroşe firengan. Ji hêrsa min nikaribû ez xwe ragirim dema min ev rêz xwendin. Guh bidê xelîfe çi dibêje: ´Ev porê jinên min e, ew ji seraya min ji te re dişînin û hêvî ji te dikin ku tu bêyî wan ji xerabiya firengan rizgar bikî`.

Piştre ew hat nêzî min û bi dengekî nizim ji min re got: ´Here cem apê xwe Şêrkoh û lê israr bike da ew di zûtirîn demê de bê vê derê, danepaşa vî karî nabe.`

Ez di cih de ji Helebê derketim û çend fersex ji bajêr dûr bûm, ez rastî apê xwe hatim ku wa ye qesta Nûreddîn dike. Wî qot: `Ez hemî tiştî dizanim û min şeş hezar siwar li serê kaniyê civandine.`

Gava em wisa zû gihan cem Siltan ew li leza me şaş ma û bêrawestan yekeser dest pê kir:
– Şêrkoh divê em herin Misrê, zû peyayên xwe amade bike!
– Ez jî divêm lê ez bi tenê nikarim barê vê êrîşa sisyan bigirim ser xwe

Li gor adetên me diviyabû her mîr yanî serdar nefeqeyê jiyan û biçekkirina leşkerên pê ve girêdayî ji hatina milkê mîrgeha xwe ku ji Siltan wergirtibû, bida wan, lê hê nefeqeyê êrîşa duyemîn nehatibû dayin û mesrefê ya dawî jî ji xwe ne li gor adetê bû. Nûreddîn qet na nekir û dused hezar dînarî digel hejmarek dewar pêşkêşî serekleşkerê xwe kir û destûr jî dayê ku ji gencîneya wî ya leşkerî çi pêwîstiya wî bi alavên cengê û çekan hebe bila derxe û bibe. Wî tevgereke bi lez û serkevtin dixwest ku loma got:
– Ger tu dereng bimînî hingê tu min bêgav dikî ku ez bi xwe herim, nabe ku em Misrê ji firengan re berdin, nexwe hêza me ya mayina li Sûrî jî namîne.

Apê min bi serê xwe erê kir û berê xwe da min:
– Yûsuf xwe ji rêwîtiyê re amade bike!

Weke ku xencerekê li min bixe ez ewqas pê êşiyam û min bi dengekî xurt got:
– Bi Xwedê ger welatê Misrê hemî bidin min jî ez naçim, ew tadeyî û zehmetiyên ku min li çola wê û li Iskenderiyeyê dît qet jibêra min naçe.

Şêrkoh bi min ve daleqiya ta ku Siltan berê xwe da min û bi hêrs got:
– Ez ferman dikim ku tu bi apê xwe re herî.

Min rewşa xwe ya desttengî û nebûna heywan û alavên rêwîtiyê jê re diyar kir lê wî guh nedayê û ji dêl ve hinek mal da min ku êdî ji çûnê pê ve tu mefera min nemabû.”15

Dû re Selaheddîn çû cem şêxê xwe, gazin kirin û jê pirsî ka çire tiştê ku naxwaze bike Xwedê derdixe pêşiya wî, lê şêxê wî bi sebir pê re axivî, şîret lê kirin û ji çûnê pê ve tu rêyeke din nîşanî wî nade.

Dîsa em vegerin ser roja derketina wan ya rê ku li ser devê Selahedîn weh didomîne: “Em roja 2yê kanûna 1168an bi dêlindêzeke mezin digel borîzan û alayên cengê ji Helebê derketin û Nûreddîn jî bi hezar siwarî ve bi me re hat. Çendî ku derketina me dîmeneke bi heybet bû jî lê li ber ya serê kaniyê bi rastî ne tiştek bû, lewra li wê derê şeş hezar tirkmanên giradayê bi Şêrkoh ve û pêncsed kurdên mêrxas ku pasvanên wî yên taybetî bûn, li benda me bûn. Herweha komek ji eşîrên kurd û selçûqiyan yên hevkar û peyayên tirsinak yên girêdayê bi mîrê zirp Seyfeddînê Hekarî ku herkesî bi navê Şahê Kurdan bangî wî dikir lê li cem me navê wî Meştûb bû çunkî nîşana mêrxasî û egîdiya wî di rûyê wî de xwiya bû; digel gelk serdarên din ku ji hawîrdorê Sûriyê û navbera herdu çeman hatibûn da ji bo cenga pîroz alaya xwe bidin kêlaka ya siltanê me.”16

Piştî wezîrtiya xwe ya nêzî du meh û nivan Şêrkoh ji ber xwarina bi rûn û goştê bi don  nexweş ket û xwest ku weke hercar têkeve aveke germ lê jê ranebû. Selahedîn bi mirina ap, mamoste û serdarê xwe yê mezin yê weke navê xwe şêrê çiya bêtirs û bêperwa pir xemgîn û hêvîşikestî bû û dilê wî ji cîhanê û hemî tiştên tê de sar bû û bû fena wî keştîvanê ku gemiya wî di nîvê deryayê de bi ber bayê bikeve, bişikê û parî parî bûbe êdî nema zanibe çi bike.

Sê roj piştî şîna apê wî û pêşwaziya serxweşiyan ku xelîfeyê Misrê el-Adid bi xwe jî beşdar bûbû, ew hê di wan xem û xeyalan de bû rojekê Xelîfe bi tîpên mûzîkê û pasvanên wezîrtiyê digel perûya wezîrtiyê û cilûbergê wê û şûr û hespekî xemilandî mabeynciyê xwe şand pey da perûya wezîrtiyê li xwe bike û bi kêf û şahî here serayê hizûra Xelîfe û li şûna apê xwe bibe wezîrê wî.

Serê pêşî Selaheddîn qet texmîn nake ku ew ji bo wî hatine, çunkî ew van çend rojên dawî ji civata serdaran dûr mabû û haya wî ji tevger û libta wan ya ji bo dagirtina cihê Şêrkoh nemabû, lê gava peyambirê Xelîfe hat cem wî û fermanê jê re got hingê şaş û matel ma, dû re li xwe hay bû û diyar kir ku di nav leşkerê apê wî de gelek serdarên hêja, jê kevintir, bi tecrûbetir û zanatir hene ku tu carî qîma xwe bi wezîrtiya ciwanekî weke wî bêtecrûbe naynin û ji xwe hemî jî jê layiqtir in. Lê mabeyncî qebûl nekir û got: “nabe ku tu li pêşberî fermana Xelîfe derkevî, divê tu bipejirînî. Wî ji bo demekê yan jî çend saetan jê wext xwest lê qet jê xelas nebû û rabû hêdî hêdî bê dilê xwe cil û bergên wezîrtiyê li xwe kir û weke girtiyekî da pey zanayekî şerîetmedar û çû hizûra Xelîfe.

Di 26ê adara 1169an de ew ji cem Adid vegeriya saraya wezîrtiyê ku êdî bûbû wargeha wî û bi nasnavê Melîk el-Nasir htibû bi nav kirin. Ew di saraya mezin î qirase de bi tena serê xwe mabû, tu serdarên Sûrî weke caran neçûn pêrozbahiya wî, pê re şa nebûn û rûmetgiryên xwe jê re pêşkêş nekirin. Wî tê derxist ku vebuhtêkirina vê erkê ne bi dilê hemiyan bû û li zora wan jî çûbû ku çima ew gihabû wî û giş xeyidîbûn û ji hev belav bûbûn. Hinekan dixwest ku  vegerin Sûrî û hinek jî lê dexebitin ku wî ji wezîrtiyê bidin avêtin.

Wî ji xwe re bi tenê di dîwana wezîrtiyê ya weke gorepaneke mezin de heyrî û şamayî li der û dorên xwe nihêrt û bi xemgîniya vî barê wezîrtiyê ku dabû ser kul û kesera mirina apê wî ket nav ramanên kûr û ji xwe dipirsî gelo ev çi bû bi serê wî ve hat û çawa ew dê karibe keleka vî welatê mezin yê Firawnan bigerîne û wêrankarî û dekbaziya sed salan ya civakî û siyasî, aborî û dînî li hev rast bike. Ka çawa ew dê bi tena serê xwe li vî welatê xerîb ji heqê van xebatan derkeve. Ew di nav van fikr û ramanên dijwar de kol bûbû û bi çavekî vale li dîwarên qesrê yên bi zêr nexişandî dinihêrt gava ji nişka ve ji ber stûnekê ve pêjneke weke dengê xwendina ayeteke Quranê bihîst. Wî berê xwe da wê derê û dît ku wa ew şerîtemedarê ku di rêya çûna bal Xelîfe li pêşiya wî bû ji ber stûnekê derket û berpê ve çû. Gava nêzîk bû ew bejna wî ya dirêj î bi cilûbergê qutnî yî rengberîn û rûyê wî yê xewlekar î sirûşdar û xwedî rîyê renghêşîn Diyaeddîn Îsayê Hekarî yê birayê Şahê Kurdan Seyfeddîn Meştûb bû.

Diyaeddîn Îsa zanayekî mezin yê hiqûqa islamê û şerîetmedarekî serwext bû û bi xweşbêjî û zarşêrîniya xwe jî navdar bû. Ew bi zimanekî hilû û gotinên lihavhatî û dilşadkar lê xebitî ku dilêrî bide Selaheddîn û pê bide bawerkirin ku idarekirina Adid dê jê re ne zehmet be û bi zanîn û tevgerîna xwe ya heya niha û bi vê dilpakî û durustiya xwe ya di pêwendiyan de dê gelekî hêsa karibe hem Misrê, hem Adid û hem jî Nûreddîn û serdarên wî ji bilî hinekî baxiz î hesûd îdare bike û hertştî xweş li hev bîne.17

Li ser rewşa wezîrtiya Selaheddîn çend çavkaniyên cuda weha rewşê diyar dikin: “Tibabek ji wan serdarên Nûrîye yên li Misrê yên mîna Eyn el-Dewle el-Yarûqî, Qutbeddîn Xusro îbn Tulîl ku birayê Ebû-l-Hîcayê Hezbanî yê xwedîyê Erbîlê bû (ew xwedîyê medreseya Qutbîyye ya Qahîreyê ye), Seyfeddîn Elî îbn Ehmed el-Hekarî ku kalê wî xwedîyê keleya Hekarî bûye (ew bi Meştûb navdar e û bavê Îmadeddîn Ehmed îbn el-Meştûb e) û Şehabeddîn Mehmûd el-Harimîyê xalê Selaheddîn, hemiyan piştî wefata Esededdîn dixwest ku hem bibin fermandarên sipahê û hem jî wezîr. Her yek ji wan ew ji xwe re dixwest û komek peya jî dabûn hev ku dest deynin ser. Lêbelê el-‘Adidê xwedîyê Misrê şand pey Selaheddîn û ew xwest seraya xwe ku here ebaya wezîrtîyê wergire û piştî apê xwe desthilatadarîyê bistîne. Sedemê vê kirina el-‘Adid jî kêmhêzîya Selaheddîn bû. Wî texmîn dikir ku ger Selaheddîn bîne ser karî dê ew ji ber kêmasîya leşker û peyayên xwe di desthilatdarîya xwe de ne serdest be, zêde dijî wî ranebe û dê ew karibe bandorî lê bike.18

Li ser vê hilbijartina el-Adid ya Selaheddîn ji bo wezîrtîyê weke ku ji vê derê jî dixuye piranîya çavkanîyên ereban û hinek ji yên din jî qelsîya Selaheddîn û dîtina el-Adid ya hêvîya pêkanîna daxwazî û fermanên xwe tê de nîşan didin lê Elî Beyyûmî li dijî vê dîtinê derdikeve û bi gotinên Îbn Ebî Teyy vê yekê pûç dike. Ew bi kurtî weha dibêje: “Çi çavkanîyên ereban bin û çi jî yên din bin bi yek devekî sedemê di serdegirtina El-Adid ya Selaheddîn ji bo wezîrîyê qelsîya kesayetîya wî, aramîya wî û kêmpêwendîya wî ya bi xelkê re nûşan daye û el-Adid hêvî kirîye ku hem ew dê karibe wî bi kar bîne û hem jî belkî bi vê yekê kes ji leşkerê Şamî mezinatîya wî nepejirîne û pêrrên wan dev jê berdin herin û ew jî kengê bivê karibe wî weke dilê xwe bi kar bîne û ger nevê jî bi çotirê wî bigire ji Misrê bavêje.

Lê bi rastî ev dîtineke texmînî ye û bê destek e, lewra El-Adid ti carî ti wezîrê xwe ne hilbijartîye heya ku Selaheddîn hilbijêre; wezîrên wî hemî jî bi birîya xwe, xwe pê daye hilbijartin û wî hertim bi ya wezîrê xwe kirîye ne ku wezîrên wî bi ya wî kirîne. Ji xwe hatina wî ya ser textê xelîfetîyê jî ne bi xwe bû lê wezîrê wî Telayi‘ îbn Ruzzîq ew anîbû. Vêca xelîfeyekî ewqas qels û bêbiryar çawa di yek şevê de karibe bibe xwedîhêz û xwedî raman û planên dûr û dirêj ku digel ewqas serdarên mezin û xwedîhêz ku xwe li ber wezîrtîyê xweş kiribûn, rabe wezîrê xwe li gorî dilê xwe û bi planên xwe yên pêşerojê bibijêre.

Belkî dilnermîya Selaheddîn û xwebitenêhiştina wî rast be jî lê ev ti carî nayê maneya qelsîya kesayatîyê û ji bilî vê jî ew xuyê ku jê bahs dikin ew yê dema Şamê bû, bes piştî hilbijartina malbatê ya wî ji bo pêşerojê, şandina wî ya Misrê bi apê wî Şêrkoh re û pijandina wî di nav şerê giran yê hersê caran de digel spartina apê wî ya karûbar lê êdî ew xwebitenêhiştina wî nemabû. Wî dest bi girtina berpirsîyarîyê kiribû û li hemî karûbarê apê xwe xwedî derketibû. Herweha wî di dorpêçana Îskenderîyeyê de heya ku apê wî gihştibûyê, xweragirtineke pirr xurt nîşan dabû û di jiholêrakirina Şawer de jî rolekî sereke leyîstibû. Îbn Ebî Tey jî li ser hilbijartina wî ji hêla el-Adid ve tam dijî dîtina li ser qelsîya wî weha dibêje: “el-Adid ji ber biryardarî, şarezayî û bi taybetî jî mêrxasî û bêperwayîya wî ya dema kuştina Şawer ew gelekî ecibandibû”19

Ji xwe di dema ku li Misrê mabû de wî qet qelsî û bêbiryarî nîşan nedaye û di karûbarê xwe yê gerandina wezîrtîyê de ti dudilî nekirîye. Ya rastî sedemê hilbijartina wî siyaseta şareza ya Îsayê Hekarî digel giranîya wî di nav serdarên Şêrkoh de û xebata wî ya nav serdarên Nûreddîn yên din de bû – çawa ku çavkanî hemî bi yek devî dinivîsin – û hilbijartina el-Adid bes formalîteya prosedurê bûye. Îmadeddîn el-Katib el-Îsfehanî jî gava hilbijartina Selaheddîn ji alîyê serdarên Nûreddîn ve bi yekdevî dîyar dike weha dibêje: “Piştî sê rojan gava serxweşîya Esededdîn qedîya di nav serdaran de cudahî derket, daxwazîyên wan hev negirt û hindik mabû ku ew li hev nekin lê piştre di nav wan de yekîtî çêbû, bi destê hev girt û bi yek destî alaya Selaheddîn bilind kir, li ser wezîrtîya wî biryar da, piştgirîya wî kir, jê re bûne penah û piştek û got: ‘Bila ev têkeve cihê apê xwe, em hemî jî dê di ber fermana wî de bin û xwedîyê sarayê jî ji bo vê hilbijartinê qayîl bikin…”20

Weke ku ji vê jî tê zanîn ti rolê el-Adid di hilbejartina wî de çênebûye û wî ew ne ji bo qelsî lê li ser daxwazîya wî û serdaran pêkve kirîye wezîr.21

Her weha B. H. Newbay jî li ser vê yekê dîyar dike ku ew bi xebat û siyaseta Îsa Hekarî û li ser daxwazîya piranîya serdaran çêbûye ne ku ya el-Adid bi tenê: ”Bêguman ev wezîrtîya Şêrkoh di hisabê Nûreddîn de tunebû. Çawa xwegirtîyekî wî dikaribû bibe wezîrê fermandarîyeke bîyanî û kafir? Ji ber vê yekê jî ev nûçe pirr li zora Nûreddîn çû û wisa pê hêrs bû ku dest danî ser temamê milk û malê Şêrkoh yê Sûrîyê. Lê digel vê jî di vî warî de tu agahên ku Nûreddîn ji bo vî karê Şêrkoh ji Necmeddîn Eyyûb re gelşekê derxistibe di destê me de nînin. Bes hingê rewş jî pirr bi lezgînî hate guhartin ku 9 în (heftî) piştre Şêrkoh di zîyafetekê de bi xwarineke giran û pirr nexweş ket û jê ranebû.

Vêca çi gava hêza sûrî ji ber vê bûyera ji nedî ve bi ser xwe ve hat ji bo yekî ku têkeve cihê wî di cih de dest bi tevgereke mezin kir û nekete bîra yekî ji wan jî ku bi Nûreddîn bişêwirin ka ew ji fermandarîya leşkerî re kê dixwaze. Ji xwe divîyabû ku biryareke lezgîn jî bihata dayîn lewra ew ji ber bêserîbûna xwe bi xetera êrîşeke hêza fatimî ya din re ku piştî mirina Şawer ew jî bêserî mabûn, rû bi rû bûn û di rewşên weha de jî bêguman ya giringtirîn parastin û hevgirtina sipahê bû.

Di nav sipahê de jî bereke kurdî û yeke tirkî hebû û her yekê ji wan jî dixwest ku cihgirê Şêrkoh ji wan be û herdu ber jî têgihîştîyê talûkeya rewşê û lezgînîya çareserîyekê bûn. Di nav bera kurdî de kesê peyedar û mezintirîn Şehabeddîn Mehmûdê Harimî xalê Selaheddîn bû û di nav ya tirkî de jî serdar Eyn el-Dewle el-Yarûqî bû. Bi ser herduyan ve jî meyîldarî hebû lê ji ber ku berendamê Şêrkoh bi xwe Selaheddîn bû ji bo wî dest bi kûlîsan hate kirin.

Di vî warî de qazîyê kurd Îsayê Hekarî ku miftîyê sipahê bû, hunera xwe ramî da û pêşî ji Şehabeddîn re dîyar kir ku kurd hemî Selaheddîn dixwazin û ger ku yekîtî li ser çênebe dê ew wê bidest nexe û ji xwe tirk jî dê mirovê xwe hilbijêrin. Ji ber vê yekê jî ma qê ne baştir bû ku ew jî giranîya xwe dane ser hêla kurê xweha xwe? Şahebeddîn jî erê kir. Piştre Hekerî lê xebitî ta ku di nav serdarên tirk de jî Selaheddîn bi şertê ku serdarê mezin Şehabeddîn jî li cem xelîfeyî xwarzîyê xwe pêşnîyaz bike weke berendamê navbeynê hate parastin”.22

Piştî saxlembûna rewşa xwe Selaheddîn ew malê ku Esededdîn dabû hev li xelkê belav kir û dilê xelkê bi bal xwe ve kişand. Her weha wî ji el-‘Adid jî mal dixwest ku belav bike û wî jî jê re na nedikir. Herweha wî çiqas bac û xerac û bêşên ser xelkê misilman û xiristiyan hemî ji holê rakir û mercên zor ku danîbûn ser qiptiyên xiristiyan bi dawî anî û fermanê azadiya perestin û ayina hemî dînan derxist û vekirina perestgehên wan serbest kir. Bi vî awayî xelkê berê xwe dayê û jê hiz kir, bawerîya wî jî pê çêbû ku ji bin vî karî radibe û dilê wî li ser ket cih; bi vê re rewşa el-‘Adid jî her ku çû qels bû û bû mîna wî pêkolê ku bi pencê xwe li têkçûna xwe bikole.

Selaheddîn ji Nûreddîn re şand û jê xwest ku birayên wî bişîne cem, lê wî erê nekir û got: ”Ez ditirsim ku yek ji wan dijî te rabe û bibe sedemê xerabûna welatî”. Di pey de gava freng bûne yek ku herin ser Misrê hingê Nûreddîn rabû leşker jê re rê kir û birayên Selaheddîn jî bi wan re şandin. Yek ji wan jî Şems el-Dewle Tûranşah [Torinşah?] îbn Eyyûb bû. Ew ji Selaheddîn mezintir bû û gava ku xwest here Nûreddîn jê re got: ‘Ger tu herî Misrê, li wê derê  xwe weke serdarekî bibînî û li birayê xwe Yûsuf jî bi çavê xizmetkarê xwe binêrî, neçe çunkî dê tu welatî xera bikî û ez jî dê hingê te bidim anîn û te ceza bikim. Bes ger ku tu wî weke xwedîyê Misrê û cihgirê min bibînî û çawa ku tu ji min re xizmetê dikî wisa jê re jî bikî hingê here cem, hêzê bide wî û li ser armanca li ber pê re alîkarîyê bike!’ Wî jî got: ‘Bi destûra Xwedê ez çawa ji bo te xizmetê dikim ez dê weha jê re jî bikim’ û çawa got weha jî bû.”23

Selaheddîn gava di cenga xwe ya pêşî ku li hemberî hêza qiralê Qudsê û hêza deryayî ya Bizansiyan ku karê wê cengê spartibû Xalê xwe Şehabeddîn el-Harimî û Teqyeddînê kurê birayê xwe Şahinşahê şehîdketî, bi ser ket, êdî bûbû xwediyê sipaheke xurt î yekrû û rêya xwe didît ku pencê bi her hêza mezin re bikişîne. Digel vê jî ew ji ber nefspiçûkiya xwe û bi xêra şîretên bavê xwe jî heya jê hat bi aramî û bêhnfireyî tevgeriya û xwe zêde li kelemên asê nexist û herweha pêsturiya ku ji hêla Nûreddîn û Xelîfeyê Bexdayê ve ji bo jiholêrakirina dewleta Fatimiyan û xwendina xutbeyê li sernavê Bexdayê dihat kirin jî bêhnfirehî bi paş dixist û li benda kemilîna demê û fersendeke çê dihişt. Gava ew fersend ji xwe re peyda kir jî fermana guhertina xutbeyê û xwendina wê li ser navê xelîfeyê Bexdayê da bê ku bibe sedemê xirecir û serêşekê.

Ji xwe di hingê de Xelîfeyê Misrê el-Adid jî nexweş bû û ji nexweşiya xwe ranebû û bi guhertina xutbê nehisiya, çunkî Selaheddîn ji ber nexweşiya wî û piştgiriya ku dabûyê û zû bi zû ew nedişikand dilî wî nedikir û nedixwest di saxiya wî de wî bi guhertina xutbê biêşîne. Gava ew mir Selaheddîn di serxweşîya wî de rûnişt û digel ku dest danî ser qesra wî û gencîneyên wî, malbata el-‘Adid jê derxist jî lê dîsa parastin û xwedîkirina wan girt ser xwe û digel zaroyên wî û mam û kurmamên wî ew xistin eywana qesrekê û yekî ku wan biparêze jî danî ber wan.

 ———————————————–
TÊBINÎ Û ÇAVKANÎ
*10.Bnr. Ebû Şame Şehabeddîn Ebdurrehman îbn Îsmaîl el-Meqdesî, Kîtab el-Rewdeteyn fî Exbar el-Dewleteyn el-Nûrîye we-l-Selahîye, Dar el-Kutub el-Misrîye, Qahîre, 1998,
  c. 1, beş 2, r. 539.
11.Bnr. B. H. Newbay, Selaheddîn we ‘Esrîhî, Dar el-Cindî li-l-Neşr, Dimeşq, 1993, wergera Memdûh ´Udwan, ç. 1, r. 35, 37-38, 40; Tarik Elî,The Book of Saladin (Selaheddînîn Kîtabî), Everest Yayınları, Îstanbul, 2000, wergera tirkî, Mehmet Harmancı, r. 17, 39; Ebû-l-Fîda Îsmaîl Îbn el-Kesîr, el-Bîdaye we-l-Nîhaye, Dar Îhya el-Turas el-Erebî, Beyrût, 1997, c. 12, r. 178, sal 543); Mihemd Emîn Zekî Beg, Xulaset Tarîx Kurd we Kurdistan, ji nûve weşadina KSAC, 1986, London, wergera Erebî ya M. Elî Ewnî cild 2, r. 172; Geneviève Chauvel, Saladin, rassembleur de I`Islam, Paris, 1991, wergera erebî bi navê Palewanê Islamê Selaheddîn, Dar el-Emîre, Beyrût, Lubnan, r. 16-18
12.Bnr. Mihemed Emîn Zekî Beg, b. n. cild 2, r. 172-173
13.Bnr. Geneviève Chauvel, b. n., r. 25-31.
14.Bnr. Geneviève Chauvel, b. n., r. 51
15.Bnr. Geneviève Chauvel, b. n. r. 93-95
16.Bnr. Geneviève Chauvel, b. n. r. 100-108 bi kurtayî
17.Bnr. Ibn Xellikan, Wefeyat el-E´yan, fî Enbaî Ebna il-Zeman, Dar el-Kutub el-´Ilmiye, Beyrût, 1998, c. 5, r. 507, ji Ibn el-Esîr, Tarîx el-Atabegî/Tarîx el-Bahir, r. 141 û yê pey, el-Kamil fî l-Tarîx, Dar el-Kutub el-´Ilmiye, Beyrût, 1987, c. 10, r. 16-17; Geneviève Chauvel, b. n. r. 109-111 bi kurtayî
18.Bnr. Ebû Şame b. n.,
  c. 1, beş 2, r. 409.
19.Bnr. Ebû Şame, b. n. c. 1, beş 2, r. 439 ku ji Îbn Ebî Teyy veguhastîye
20.Bnr. Ebû Şame, Rewdeteyn, c. 1, beş 2, r. 409
21.Bnr. Elî Beyyûmî b.n., wergera tirkî, r. 147-149
22.Bnr. B. H. Newbay, b.n., r. 62-63
23.Bnr. Ibn el-Esîr, tarîx el-Bahir, r. 142
(Dumahik heye)

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.