Sultan Selaheddînê Eyyûbî (1)

Sultan Selaheddînê Eyyûbî
Ew Ebu-l-Muzaffer Yûsuf îbn (kurê) Eyyûb îbn Şazî/Şadî ibn Merwna ibn Yaqûb e ku bi nasnavê (bernavkê) Melîk el-Nasir Selaheddîn (532/1137-38-589/1193) binavkirî ye û xwediyê welatên Misir, Şam, Berfirat, Yemenê û hinek deverên Kurdistanê bûye. Ji xwe çawa ku Ibn Xelikan jî dibêje Selaheddîn bi xwe navgîna pevgirêdanê bûye û ti pêwîstiya nav û dengê wî jî bi danenasînê tune , çunkî ew jê mezintir e.

Eslê wî û cih û welatê malbata wî
Dîroknasên berê hemî hevraman in ku bavê wî û malbata xwe ji xelkê Divîna hêla Aran û Gurcistanê ne ku di serdemeke kevnare de bajarekî Ermenistanê bûye û jê re paytextî jî kiriye. Ew bi xwe kurdên rewadî ne ku bavikek ji hoza mezin ya hezbanîyên kurd in û di dema xwe ya zêrîn de ji başûrê Kurdistanê heya bigihê deverên Azarbaycan û hawîrdorên wê li gelek navendan belav bûne û desthilatdarî jî li wan deran kirine. Ibn Xelikan li ser koçbarkirina wan ya ji Divînê weha dibêje: “Zilamekî bîrewer û serwextê bi gotinên xwe ku ew bi xwe jî ji Divînê ye ji min re got:

´Nêzî Duwînê gundekî bi navê Ecdeneqan heye ku temamê xelkê wê kurdên rewadî ne û Eyyûbê bavê Selaheddîn li wê derê hatiye dinê. Şazî rabûye bi her du kurên xwe: Esededdîn Şêrkoh û Necmeddîn Eyyûb ve berê xwe daye Bexdayê û ji wê derê jî pêkve daketine Tikrîtê.1

Şazî li wê derê miriye, gora wî di nav bajêr de ye û kumbetek jî li ser avakirî ye.”  Min li pey neseba wan gelekî kudand û ez lê geriyam, lê min kesekî din ku piştî Şazî navê bavekî wî yê din zanibe nedît. Ez rastî gelek weqfên li ser navê Şêrkoh û Eyyûb hatim lê dîsa min tê de ji Şêrkohê kurê Şazî û Eyyûbê kurê Şazî pê ve yekî din nedît. Lêbelê ji malbata wan hinek kesên mezin ji min re got ku “Ew Şazîyê [Şadîyê] kurê Merwan e”2

Ji xwe her di wê demê de bû ku selçûqî jî çûbûn ew navçe vegirtibûn û dewleta şedadiyên biraxwên Şadî jî ji hole rakiribûn û ji ber xirecir û maniyên wan êdî ti tama jiyanê ji wan re li wê derê nemabû û ji ber wê jî ew ji xwe re li rê û dirbekê digeriyan. Berî hinge dostekî Şadî bi navê Mucahîduddîn Behrûz îbn Ebdullah el-Xîyasî ku koleyekî spî bû, li Divinê bûyerek hatibû sere wî û Şadî ew ji kuştinê rizgar kiribû, bi dizî ew ji Divînê derxistibû ta ku ew jî çûbû Bexdayê û bûbû serekê ewlekariya wê. Vêca tê gotin ku li ser vê yekê gava rewşa jiyanê li Divînê nexweş dibe hingê Şadî bi biraxwe û pismamên xwe dişêwire û dixwaze ku pêkve bar bikin û herin hêla Bexdayê cem dostê xwe Behrûz, lê hemi xwe pê re nadin ber barkirinê û gelek ji wan li cihê xwe dimînin. Ew bi zaroyên xwe û hinek pismamên xwe ve bar dikin û tên Bexdayê cem dostê xwe yê kevn Behrûz û ew jî piştî pêşwaziyeke baş wan dişîne bajarê Tikrîtê ku mîrgeha wî bûye û Şadî dike dizdar, yanî waliyê wê û dû mirina wî re jî kurê wî yê mezin Necmeddîn Eyyûb dikeve ciyê wî, dibe dizdar û birayê wî Şêrkoh jî dibe serdarê hêza leşkerî. Çendî ku pirên dîroknasên heya niha Divînê geh xistine ber sînorê Ermenistanê û geh jî ber yê Azerbaycanê jî lê Mihemed Emîn Zekî Beg di kitêba xwe ya bi navê Xulaseya Tarîxa Kurd û kurdistanê de li ser navê Divînê notek daniye û diyar dike ku li herêma Erbîlê jî bajarekî bi navê Divînê hebûye û ji bo demekê bûye paytexta desthilatdariya Soran jî çawa ku Divîna din jî bûye paytexta dewleta şeddadiyan.3

Lê belê çawa dixwiyê Ebd el-Xaliq Sersam û Muhsin Muhemmed Huseyn jî li ser vê nota kurt ya Mihemed Emîn Zekî Beg bêhtir rawestiyane, lêkolîn kirine û agahine nû ku bi gelemperî ji yên heya niha cud ne, derxistine holê û pêşkêş kirine.Ez dixwazim li vê derê hema bi kurtî be jî hinek agahdarî li ser dîtin û lêkolînên wan yên ser vê babetê bidim beşek xwendevanên dîroka kurdî. Li gor van herdu lêkolîneran hatina Şadî bi herdu kurên xwe yan jî bi malbata xwe ve ji Divîna Ermenistanê/Azerbaycanê şaşîyek e ku serê pêşî ji hêla herdu nivîskarên serdema Selaheddîn hatiye gotin. Yek jê Behaeddîn Îbn Şedddad e ku katibîya Selaheddîn kiriye, li ser jîyana wî kitêbek nivîsîye û tê de gotîye: “Eyyûbê bavê Selaheddîn li Divînê çêbûye”. Yê din jî Îbn el-Esîr e ku ew jî di dema Selaheddîn de jîyaye û di kitêba xwe ya el-Kamil fî-l-Tarîx de gelek behsa ceng û xebatên Selaheddîn kiriye û tê de nivîsîye ku “Bav û kalên Selaheddîn ji Divîna herêma Azerbaycanê bar kirine, hatine Iraqê cem Mucahîdeddîn Behrûz û wî jî ew danîne ser Keleya Tikrîtê ku mîrgeha wî bûye”. Bes Yaqût el-Hemawî jî di berhema xwe ya Mu´cem el-Buldan (Ferhenga Welatan) de di xala Duwînê (Divînê) de wê dixe ber Arana ku dikeve dawîya tixûbê Azerbaycanê û nêzî Tiflîsê. Herweha dîroknasên din yên ku piştî wan hatine jî bi wan bawer bûne û bê ku lê bikolin hema yekser eynî tiştî nivîsîne, çendî ku Îbn Xelikan lê varqilîye û xwestîye ku wê li hev rast bike jî gava ku gotîye “Divîn ji hêla Aran û Gurcistanê ve dikeve dawîya deverên Azerbaycanê” lê ji ber ku wî jî deverê nasnekiriye nikaribûye wê tam bi cih bike.Ew [A. Xaliq Sersam û Muhsin M. Huseyn] dîyar dikin ku ya rastî ne Aran ji herêma Azerbaycanê bûye û ne jî Divîna ku dîroknasên ereban jê re Debîl gotîye ji herêma Aran yan jî Azerbaycanê bûye, lê belkî ew Debîla ku mebest jê Divîn e, ger rast be ew di ber aqarê Ermenistanê de bûye.Ew piştî ku li gor xwe van şaşîyan hemî derdixin holê, dîyar dikin ku Divîneke  kevnare li cem bajarê Selaheddînê yê niha yanî Pîrmama ku dikeve ber aqarê Hevlêrê û niha wêran bûye lê şûnwarên wê mane, hebûye û ew ji wê derê bûne. Gava Behrûz ji Hemedanê ji hêla selçûqîyan ve ji bo şihnetîya Bexdayê hatiye şandin hingê li ser rêya xwe li wê Divînê bûye mêvanê Şadî, jê hez kiriye û ew bûne dostên hev. Piştre gava siltanî Tikrît bi marexeyî daye Behrûz hingê wî jî dizdarîya wê spartîye dostê xwe Şadî.4Çendî ku van herdu lêkolîneran bi taybetî jî Ebd el-Xaliq Sersam li ser vê yekê gelek xwe westandine û delîline hêja rêz kirine jî lê dîsa ev pirsên jêrî ku di serê mirovî de çêdibin bêbersiv dimînin:1. Weke ku ji berhemên jorî jî dixwiyê dostanîya navbera Behrûz û Şadî dê ne mîna be bes dostanîya mihvandarîyekê, lê belkî ew hê jê dûr û dirêjtir xwiya dike. 2. Ger ev Divîna Pîrmam heya dema hatina Behrûz û belkî derengtir jî hebe û ew jî lê mabin; hingê mirov meraq dike ka gelo ev kengê wêran bûye û ger heya hingê mabe jî çima Îbn Şeddad û Îbn el-Esîr ku herdu jî ji herêmê bûne pê nizanibûne û wan ji herêma wan derxistine birine tê heya Azerbaycan yan jî Ermenistanê û xwe di şaşîyan de gevizandine? Ma ne divê ku haya wan ji Divîna bin guhê wan hebe û bi taybetî jî hoz û eşîrên herêma xwe qenc nas bikin.3. Berfirehkirina Azerbaycanê heya ber sînorê Hevlêrê yan jî Hevlêr jî di ber de gelekî serê mirovî diêşîne û di xerîteyên kevnare yên mîna Îbn hewqel û Îstexrî de jî ev nayê eseyî kirin.4. Herweha Mînorsky jî ku navçeya Kafkasyayê qenc dinase û gelek lêkolînên wî yên hêja hem li ser wê û hem jî li ser dîrok û bingehê kurdan bi taybetî jî li ser şedadî, rewadî û pêşîyên Selaheddînê Eyyûbî hene, ne li himberî hebûna vî bajarê Divînê derketîye û ne jî li himberî hatina wan ji wê derê. Lê belkî ew hem hebûna bajarekî weha li wê derê tekez dike û hem jî dîyar dike ku hê ji mêj ve, ji dema medan ve kurd li wê herêmê û li qûntara çiyayê Agirîyê jîyane, heya vê dawîyê jî li wan deran mane û di dem û pêlên cuda de li wan navçeyan gelek desthilatdarî jî kirine.5

Jixwe yek ji lêkolînerên vê dawîyê Cemal Reşîd Ehmed jî di lêkolîna xwe ya bi navê Ataların Karşılaşması de hebûna bajerekî bi navê Dewînê/Divînê li hêla Ermenistanê û hatina malbata eyyûbî ji wê derê tekez dike û eyyûbîyan digihîjîne karbidestên hoza rewadîyan.6

Herweha Şerefxanê Bedlîsî jî di tarîxa xwe ya bi navê Şerefnameyê de di beşa pêncan de ku li ser siltanên Misr û Şamê yên eyyûbî ye dîyar dike ku ew zaruyên Şadîyê kurê Merwan in, rewadî ne  û ji xelkê Divîna Azerbaycanê ne. Ew dibêje: “Divîn bi xwe niha wêran bûye û ji şûnwarên wê re jî Kernî Çixur Se´d tê gotin.7

Lê bi ya min dibe ku ev Divîna kevnare ya nêzî Hevlêrê dawîyê piştî hatina malbata eyyûbîyan ya herêmê hatibe avakirin. Jixwe kurd hertim gava ji herêmekê barî herêmeke din kirine gelek navên deverên xwe jî bi xwe re birine û li yên ku nû avakirine danîne. Nimûne: Tanzê, Dasina, Erzen, Bêkend, Dêrik û gelekî din. Lê bi rastî di kitêbên cografiya û dîrokê yên berî 1000ê pêşî de ji Îbn Hewqel pê ve kesî din behsa navê Divînê nekiriye, bes yên vê sedsala dawî heya dema Minosky jî Debîlê di cihê Divîna kevn ya Kafkasyayê de qebûl kirine û ew (Debîl) di hemîyan de heye. Heçî Îbn Hewqel bi xwe Debîlê hem di xerîteya xwe de û hem jî di teksta berhema xwe de di ber herêma Ermenistanê de nîşan daye,8 lê di nusxeyeke din ya kitêba xwe de ku piştre edîtorî ew xistîye nav kevanekê, weha qala Divênê jî dike: “Heçî Dewîn/Divîn bi xwe bajarekî mezîn î pir bi xêr û bêr, bi bostan, bi mêwe û çandinî ye. Sûrên dora wê more (ji herîyê) ne, kanî û avên herek lê hene û çandinîyên wê bi piranî pembû û çiltûk (birinc) in. Niha rewşa xelkê wê ji ber cînartîya gurcîyan xera bûye, çunkî wan bajarî talan kiriye û ew şewitandîye û çi gava ku fersenda wan çê dibe jî ew êrişan tînin ser. Niha wan di nava bajarî de mizgeftekê ava kiriye û sûreke din li dora wê çêkiriye û dora sûrê jî xendeq kiriye. Di nava mizgeftê de kanîyeke avê heye ku gava leşkerê gurcîyan ji nedî ve davêjin ser wan, ew xwe tê de diveşêrin. Di navbera wê û çemê Ressê de du fersex (25km) hene.”9

Vêca li gor ku ew di heman demê de hem qala Debîlê û hem jî ya Divînê dike nexwe divê ew du bajarine ji hev cuda bin, lê weke ku me li jor jî got pirên dîroknasan herduyan yek qebûl kirine Demek piştre ji ber alîkariya Eyyûb bi Imadeddîn Zengî re gava ku bi Mesûdê kurê Mihemedê kurê Melikşahê Selçûqî re avêtibû ser Bexdayê û Xelîfe jî alîkarî ji Qerace el-Saqî xwestibû, ew jî çûbû şerê wan û ew şikandibûn, hingê Zengî xwe avêtibû Tikrîtê cem Necmeddîn. Herweha ji ber kuştina Şêrkoh dostekî Xelîfe û Behrûz digel hinek sedemên din Behrûz ji Necmeddîn re gotibû: “Ji ber qenciya bavê we ez nikarim zirarê bidim we lê ji mîrgeha min derkevin herin”. Ew jî hima bi yekcarî rabûne berê xwe dane Mûsilê û qesta Îmadeddîn Zengî kirine ku çawa tê gotin di heman şevê yan jî şevek berê de Selaheddîn bûye. Ew ji hêla Zengî ve baş hatine pêşwazî kirin, mîrgeh û erd jê wergirtine û katine nav koma serdarên wî yên bilind. Dû re gava Zengî çûye avêtiye ser hêla Şamê û Baalebek vegirtiye hingê Necmeddîn Eyyûb kiriye pêrêzgerê wê û wî jî mala xwe ji Mûsilê biriye wê derê, ku li gor çavkaniyan hingê divê Yûsif Selaheddîn du salî be.

———————————————————-
TÊBINÎ Û ÇAVKANÎ
1.Li gorî Ehmed Muxtar el-‘Ebadî hingê Tikrît bajarekî kurdan bûye û xelkê lê jî hemî kurd bûne, lê mixabin ku ji bo vê agahdarîya xwe tu çavkanî nedaye. Bnr. Ehmed Muxtar el-‘Ebadî, Fî Tarîx el-Eyyûbîyyîn we-l-Memalîk, Dar el-Nehd el-Erebîye, Beyrût, 1995, r. 42
2.Bnr. Hafiz el-Zehebî Yaqûb jî lê zêde kirîye û gotîye: ”Selaheddîn Yûsufê kurê Necmeddîn Eyyûbê kurê Şazîyê kurê Merwanê kurê Yaqûbê esil Divînî yê li Tikrîtê jidayîkbûyî” ye. Her weha Elî Beyyûmî jî ji Ebû Şame ku wî jî ji Îbn Ebî Teyy û wî jî ji bavê xwe bihîstîye ku Teqyeddîn Emer bi xwe Merwan lê zêde kirîye, lê her weha wî [bavê îbn Ebî Teyy] ji hinekî din jî Şazîyê kurê Merwanê kurê Yaqûb bihîstîye. Bnr. Hafiz el-Zehebî, el-‘Îber fî Exbarî Men Xeber, Dar el-Kutub el-Îlmîye, Beyrût, 1985, c. 3, r. 99, sal 589; Elî Beyyûmî, Qiyam el-Dewlet el-Eyyûbiyye fi Misr, Dar el-Fikr el-Hedîs, Qahîre, 1952, wergera tirkî Ebd ul-Hadî Timurtaş bi navê Kuruluş Devrinde Eyyûbîler, Kent Tayınları, Istanbul, 2005, r. 60-61)
3.Bnr. Mihemd Emîn Zekî Beg, Xulaset Tarîx Kurd we Kurdistan, ji nûve weşadina KSAC, 1986, London, wergera Erebî ya M. Elî Ewnî cild 2, r. 167, not 2
4.Bnr. Binêre Ebd el-Xaliq Sersam, b. n. r. 7-30 û Bedran Ehmed Hebîb Hîwar digel Muhsin Muhemmed Huseyn, Nunaşîd Selaheddîn em Nuhasib Enfusena, Aras, Metbe´e el-wezare we-l-Terbîye, Erbîl, 2002, çap 1, r. 19-26.
5.Bnr. V. Minorsky, Studies in Caucasian History, Taylor´s Foreign Press, 1953, London, Prehistory of Saladin, r. 116-130.
6.Bnr. Cemal Reşîd Ehmed, Ataların Karışlasması Derbend ve Şarvan ülkesinde kürteler ve alanlar, Avesta, Istanbul, 1998, wergera tirkî, Siraç Dîrek, r. 187-200.
7.Bnr. Şerefxanê Bedlîsî, Şerefname, Weşanxaneya Apec, Spånga/Swêd, 1998, wergera kurdî Ziya Avcı, r. 104.
8.Bnr. Îbn Hewqel Ebu-l-Qasim el-Nesîbî, Sûret el-Erd, Brîl, Leydin/Dar Sadir, Beyrût), beşa Ermenistan, Azerbaycan û Aranê, r. 332-33 û 342.
9.Bnr. Îbn Hewqel, b. n., beşa Ermenistan, Azerbaycan û Aranê, r. 337.
(Dumahîk heye)

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.