Nirxandinek li ser destana Ristemê Zal a Xurşîd Mîrzengî

Rostemê Zal di Şahnameya Firdewsî de derbas dibe. Qehremanekî mîtolojîk û xwedayî î îraniyan e. Sembola mêranî, cesaret, aqildarî û xurtiyê ye. Şeşsed sal dijî. Hukumdariya hersê xanedanan, Keykubad, Keykawûs Keyhusrew, li ser  milê wî û bi saya mala Zal, bi taybetî jî bi saya Ristemê zal heye û domdariya xwe diajon.

Her çi qewmê ku li hemberî hukumdariya keyaniyan (Keykubad, Keykawûs Keyhusrew) radibin, her çi qewmê ku bi hîle û firildaqan bacê ji wan didizin û xerc û xeracan nadin wan, her çi qewmê ku li hemberî desthildariya keyaniyan nerazîbûna xwe nîşan didin, di bin gurzê sêsed û şêst û şeş batmanî yê Ristemê Zal de diperçiqin. Ya ji riyê erdê radibin ya jî stûyê xwe li ber hukumdariya keyaniyan datînin.

Di mîtolojiya hîndûyan da Îndra heye. Îndra xwedayê şer e. Yekî mîna qerase ye, gir, dirêj û bi hêz e. Însanan û xwedayên din, ji pîrebokan, cin û cinawiran diparêze û nahêle ew di ciyê xwe de bileqin.

Îndra bi erebeyekê digere. Deh hezar hesp ereba wî dikşînin. Li ezmanan digere. Porê wî sor û wî çar pê hene. Bi awayekî dişibe xwedayê mîtolojîk Tor yê ewrûpiyên bakur. Di mîtolojiya wan de Tor, xwedayê birûskê ye. Bi esaya xwe birûskan dişerqîne.

Di destê Îndra de jî esayek wîsa heye. Ew jî dikane birûskan bişerqîne, miriyan vejîne, dikane ronahiyê û tarîtiyê, roj û avê ji hev veqetîne.

Tor ê ewrûpiyên bakurî, di mîtolojiya hindûyan de dibe Îndra. Di mîtolojiya îraniyan da Îndra dibe Rostemê Zal. Di çirokbêjiya kurdî de ew dibe Ristemê zal û qarekterê wî ê kurdî zêdetir derdikeve pêş û hîn zêde zelal dibe.

Di vê veguhertinê de, ne tenê Ristemê Zal temamê malbata wî aqildariya xwe winda dikin. Mala Zal û Ristemê Zal, mêr in, xurt in, bi qewet û hêz in, durist in û qeleş nînin. Ji para ve êrişî kesî nakin. Bes ne biaqil in. Di mitolojiya farisan de mala Zal aqildar in. Di çîrokbêjiya kurdî de, di destana Mîrzengî de dibin bêaqil.

“Mîrê Mîran xurtî, qelewî, zexmî û şiyan dabû mala Zalê. Lê bê hiş û bê bîr bûn. Dizanîbûn şer û ceng bikin, lê nedihat bîra wan ku serê sibê bi çi xurîniya xwe kirine…”
Mîrzengî bêaqiliya mala Zalê bi van gotinan ji me ra dibêje û car bi car tîne bîra me.

Di çîrokbêjiya kurdî de û di destana Ristemê zal de, em qehremanekî mîtolojiya îranî, li gorî tecrûbe û dîroka xwe şîrove dikin û şikil didin wî. Şîrovekirinekî wiha çuqas rast e ez nizanim. Dibe ku ew pêşhikimiyekî be, dibe ku ew rastiya me îfade dike. Dibe ku sedemê neserketina kurdan bi awayekî objektîf û zanetî li ber çavê me radixîne.

Eger bêaqiliya me kurdan rast be, rastiyekî tûj û tahl e. Diçe zora mirov. Na eger ne rastî be, neheqiyekî mezin e. Hewce ye ku li ser vê nuxteyî bê fikirandin.

Di destana Mîrzengî de, Kurdeyatiya Ristemê Zal û malbata Zal bi her awayî û bi her şiklî derdikeve pêş. Ew dibin qehereman û pêlewanên mîtolojîk yên kurdan. Rostem dibe Ristem. Ew û azbata wî, bi dirfê xwe, bi rabûn û rûnişkandina xwe, bi mêranî, cengewarî, cesaret, xurtî, durustî, dilpakî û bi mêvanperweriya xwe dibin perçeyek civaka kurd.

Di berhema xwe de, nivîskar qelema xwe diavêje aliyekî û destê xwe diavêje firçeya resaman. Li ber çavê me, boyaxa ji her rengî li nav hev dixe û bi rengên ecêb û zindî tabloyan çê dike. Tabloyên wî gişk efsûnî ne. Gava em devvekirî û bi heyranî li wan mêze dikin, hiş ji serê me diçe. Em çavên xwe di nav tabloyan da vedikin.
Ji wan tabloyan dixwazim çen nimûneyan nîşan bidim.

Nimûneya yekê:
“Ristem yekî gir, qama wî zêdeyî du mîtroyan, serê wî mezin, nava milê wî çend buhust pehn, çepelên wî dirêj, nava wî ziraf, ewqas jî çeleng û lewend bû. Simbêlê wî ê mezin mîna îzîdiyên çiyayê Şengalê, birûyên wî qasî simbêlê zazayekî çiyayê Şîro bûn. Mêzekirina wî mîna mêzekirina bazan bû…”
Bi du firçeyan, dirfê Ristemê Zal dibe dirfê kurdan.
“Simbêlê wî ê mezin mîna îzîdiyên çiyayê Şengalê..”
“..birûyên wî qasî simbêlê, zazayekî çiyayê Şîro bûn.”

Nimûneya duduyan:
“Ew Ristemê mala Zal, bavê Felemez û Berzê Namîdar bû. Da ber qîran, borîn pê ket, nebat û pelên daran ji şax û guliyan weşiyan. Ji ber borîna wî pelekiyên berfê reş bûn, batînogên mêrgan çilmisîn, kardûn û îsil misêlo bûn, kevir û kuç ji çiya herişîn. Ristem siwarê Rexşê Belek bû, dilîland, agir û pêtî ji ber piyên Rexşê Belek difirand. Lewlebê çerxa felekê ji binî ve hejiya. Gir û mît li ber bayê beza hespê Ristem tewiyan, çem û kanî çikiyan, çiya û daristan ji ber borîn û qîrîna wî hilweşiyan…”
Nuha jî em hinek li Pîvokê û Egîdê farqînî mêze bikin. Di qada şer de çawa hevdu dibin û tînin.

Berê Pîvokê.
“… Li serê meydanê nola derya şîn bû, reng vedida. Li miqabilê her reqîbek xwe, fena keskesorê vedida. Bilind dibû, hezar reng bi hev ra vedibûn, li hewa tayê kemenda wê qîç, bi badanê re zer dibû. Dûre kesk bû û di salîsekê de, bi zivirandinê re, rengê gewr girt. Xakî, hîş, xumrî û hezar rengên din ji tîrên kemenda wê radibûn. Fena ewrê rengvedayî li hewa, bê stûn li piyan rûdinişt. Ew rengên kemendê, xweşik û gulgulîn bûn, ji fîstanên keçan û xêliyên bûkîn bûn. Reng nebûn, cîhanên atlesî, ezmanên sibhanî, rojên payiza dawîn bûn. Temaşevanan tiliyên xwe xistibûn devên xwe. Qîzan li çepikan didan. Civata hazir, mat û lalîgan mabû.”

Egîdê farqînî.
“Dor hatibû Egîdê farqînî. Hespê Binê Egîd berfiradî, safî ji tovê azbeta hespên erebî bû. Bûjiyên pişta stûyê wî dirêj, dêla wî çar helebî bû. Ew nedibezî, fena çavgirtin û vekirinê, di pêş çavan ra diçirisî. Mîna tayê birûska sibatê, tîrêjên rojê, hespê pêriyan, di saniyekê de, ji pêş çavan winda dibû. Geh li hewa, geh li erdê bû. Lê ew dema li erdê bû, li ba Xwedê, li ba Asrafîl û Zencefîl bû. Egala dora stûyê wî reş û spî bû. Şerwalên wî amedî, îçilik ji hevrîşmê godernî. Cîzmeyên wî şiftalî, xincera di ber de xuya bû, morîkên qevda wî dur û lalê ji hêla çiya bû. Kemendê destê wî safî birisimîn bû. Qevda kemendê wî ji qijbihîva çiyayê jorîn bû. Pelên zerqetikê jê difirin. Dema kemend badida, li ruyê ezman dêw dinexişand, berfa çiyê diheland, çerxa felekê diguherand. Ji bayê felekê gurtir bû, ji tîrêjên stêrkan ronatir bû. Mîna teşiyê dirêsand. Fena vizikê dizivirand, wisa bi pergal û bi dadî bû. Di badana kemendê de hevî tijî bû.”

Erê! Mîrzengî bi vî awayî û bi gelek awayên din qehremanên destana Ristemê Zal, di nav şer û cengan de, di nav ser û serencaman de nîşanî me xwendevanan dide.

Gava mirov taswîrên jorîn û gelek taswîrên yên ku di berhemê de cîh digirin, bi pîvan û qaîdeyên gramatîka zimanî binirxîne, dibe ku mirov hinek peyv û hevokan ji kok ve qebûl neke. Weke mînak ez dikarim vê hevoka jêrîn nîşan bidim. Gava nivîskar hespa Egîdê farqînî taswîr dike, hevokeke wiha bikar tîne. “Lê ew dema li erdê bû, li ba Xwedê, li ba Asrafîl û Zencefîl bû.”

Wekî xwendevan qasî bîstekî em şaş dibin. Gelo mexseda wî çi ye, ev dixwaze çi bibêje, em ji xwe dipirsin. Bi lêpirsînê ve em dikevin nav tevgerekî. Em dixwazin ji vê hevokê re mahneyek bibînin, mahneyek peyda bikin.

Di peydakirina mahneyê de em zêde zehmet nakêşînin. Ji ber ku nivîskar ji me xwendevanan re dinyayekî mîtolojîk û mistîk afirandî ye. Dinyaya ku wî ji me re afirandiye ne rast be jî, ji derveyî aqil mantiqê be jî, em baweriya xwe bi dinyaya wî tinin û heft caran sond dixwin ku ew rast e. Bi gotineke din, dinyayeke ne rast em wekî dinyayeke rast qebûl dikin û di xeyala xwe da divejînin.

Di wê dinyayê de her babet însan û her babet heywan peyda dibin û hene. Hespên şeşpê, hespên biaqil yê mîna Rexşa Belek hene û Îngurê dêw ê ku difire, Silêmanê Sindî ê ku serê wî qasî gundekî mezin e. Cin, cinawêr, pîrebok, dêw, hût, pêlewan, keçik û xanimên xasek yên mîna melek û pêriyan diçin û tên. Piraniya wan xwedayî û mistîk in.

Loma gava nîvîskar ji bo hespê Egîdê farqînî, “Lê ew dema li erdê bû, li ba Xwedê, li ba Asrafîl û Zencefîl bû” dibêje, em hema di cîh de ji vê hevokê re mahneyek dibînin û pêve dizeliqînin. Hesp hem li erdê ye û hem li ezmanê ye. Li ser pişta hespê jî Egîdê farqînî heye. De îcarê gava navê Xwedê, Asrafîl û Zencefîl jî dikeve navê, êdî ezman ji ezmaniyê derdikive û dibe dinyayeke manewî ku li wê derê Xwedê û melayketên wî dijîn û însanên dinyewî heta mirinê nikanin biçin wê dinyayê.

Wê çaxê em ji xwe re, ya jî ez wekî xwendevanekî ji xwe re netîceyek wiha derdixim; hesp û siwarê wî Egîdê farqînî hem dinyewî û hem jî ne dinyewî ne. Xwedayî ne, mistîk in, nigêkî wan li vê dinyayê, nigekî wan li wê dinyayê ye. Di navbera herdu dinyayan de derin û tên. Hem xwedayî û hem însan in.

Dinyaya ku nivîskar ji min re ava kiriye, hemû hîs û fantaziyên me xistiye nav tevgerê. Wek xwendevan em dibin aktîf û beşdar. Eger nivîskar tiştekî dibêje, deh tiştan jî em ji cem xwe lê zêde dikim, eger wî tiştekî temam nekiribe, em li cem xwe temam dikin, eger gotinek, hevokek bê mahne derkeve pêş me, em ji wan re mahneyekî, mexsedekî dibînin. Nîvê berhemê nivîskar dinivisîne û nîvê wê jî “em dinivisînim”.

Hin însan hene, çi li xwe bikin, lê nayê. Hin însan jî hene, çi li xwe bike jî lê tê. Tabloyên ku Mîrzengî ji me re boyax dike wisa ne. Firçe û boyaxa xwe çawa bikartîne bira bîne, ferq nake. Her çi tiştî ku li tabloyên xwe zêde dike, tabloyên wî xweştir, xasektir û zindîtir dikin. Boyaxa ku bê xebera wî, ji firça wî dilopî ser tabloyan dikin, mahne û mexsedekê digirin. Kurahîyekê li tabloyê zêdetir dikin, dimensiyoneke din didin tabloyê. Bi kurtasî Mirzengî destê xwe diavêje çi, di destê wî de dibe zêr.

Her kurdekî di şexsê Ristemê Zal û zaroyên wî de dê xwe bibîne û nas bike. Di destana Mîrzengî de em dibin Ristemê Zal, em dibin Siyapûşê Gerdenzêrîn, Felemez, Cîhangîr, Berzê Namîdar, Bêjem û qîza Ristem Pîvokê jî divê em ji bîr nekin, li ser pişta Rexşê Belek (navê hespa Ristemê Zal e) em bi çar dewêlan ra şer û ceng dikin. Ji şerekî em bazdidin şerekî din. Kes nikane li ber me bisekine, kes nikane zora me bibe. Kî derdikeve pêş me, em bi erdê re rast dikin.

Mîrzengî di berhema xwe a Ristemê Zal de, bi her awayî serkeftî ye. Lê belê bi qasî ku berhem serketî ye, weşanxaneya ku Ristemê Zal çap kiriye, ew qasî neserketî û beradayî ye. Ne qapaxa kitêb û ne rismê li ser qapaxê, bi rêkûpîk çêbûye û ne jî tekstên berhemê rast û durust hatine redakte kirin.

Gava em destana Mîrzengî dixwînin, heft caran bi serê bavê xwe û heft û heft caran bi serê diya xwe em dikanin sond bixwin ku ji vir şûn de dê kes nikanibe Ristemê Zal û malbata wî ji destê kurdan bigire.

Paşa Brodrêj
2011.04.03

***
Têbinî: Ev nivîsa min nirxandinek li ser destana Ristemê Zal e.
Ristemê Zal, Xurşîd Mîrzengî. Weşanên Rewşen, 1999

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.