Şedadî di lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê de

“Şedadî di lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê de” pirtûkeke ku ji beşek lêkolînên Vladimir Minorsky. Pirtûkak ku ji Weşanên Avestayê derketiye, mijara wê li ser kurdên Kafkasyayê ye. Di sala 2008′an jî bi navê “Pêşdîroka Selaheddîn” pirtûkek ji parçeyên din ên lêkolînên Minorsky ji Weşanên Avestayê derketibû. Her du pirtûk jî ji aliyê Emîn Narozî ji ingilîzî hatine wergerandin.

Vladimir Minorsky yek ji rojhilatnas, lêkolîner û kurdologên navdartirîn û serwextirînê bi rewş û dîroka kurdan e. Lêkolînên wî yên li ser dîroka Kafkasyayê ji bo lêkolînên kurdî û xebatên li ser dîroka herêmê çavkaniyên girîng in.

Ev pirtûk çavkaniyeke têkûz e li ser dewleta kurda Şedadî ku pirtûk Minorsky nivîsandiye. Minorsky li ser vê wisa dibêje: “Agahên ser dewleta vê xanedaniyê ê hem valahiyeke dîroka kurdan ya der û dorên Kafkasyayê dagire û hem jî serdemeke tarî ya dîroka xanedaniyên îslamê yên wê navçeyê ronî bike.”

Şedadî yek ji wan xanedanên kurd û misilman in ku dîroka wan pir kêm tê zanîn û li rojhilatê Transkafkasyayê li herêmeke navbera çemên Kurê û yê Arasê seranser desthilatdarî kirine.

Emîn Narozî, di wergera kitêbê a kurdî de, Camî‘u-l-Duwela  Muneccimbaşî ku Minorsky ji erebî wergerandibû îngilîzî, yekser ji teksta erebî wergerandiye û not û sererastkirinên Minorsky ên ser tekstê lê zêde kirine.

VLADIMIR MINORSKY-(1877-1966)
Minorsy piştî perwerdeya xwe ya seretayî û ya bingehîn li Moskowayê bûye çaremîn kesê xwedî pileya zêrîn ya zanîngeha rêzimanî û beşa hiqûqnasiyê ya zanîngeha Moskowayê kar kiriye, ji sala 1886′an heya 1890′î jî li wê derê hiqûq xwendiye. Piştî qedandina wê, wî sê salan jî li dibistana bilind ya Lazarev beşa zimanê rojhilatê xwendiye.

Di 1903′yan de ew ketiye ber xizmeta Wezîriya Karên Derve ya Rusyayê û ji sala 1904′an heya 1908′an li Îranê û ji 1908′an heya 1912′yan jî li St. Petersburgê û Turkistanê xebitiye. Di sala 1911′an de wî bi nûnerê îngilîzan re delagasyonekê biriye bakur-rojavayê Îranê. Di sala 1912′yan de bûye balyozê Rusya yê Stembolê û sala dû re jî bûye nûnerê Rusya yê komisyona navnetewî ya ser sînorê navbera Tirkiye û Îranê. Demek pişt re ew bûye balyozê Rusya yê Tehranê û di sala 1919′an de jî ji wê derê berê xwe daye Fransa û çend salan jî balyoziya Rusya ya Parîsê kiriye.

Di sala 1923′yan de wî dev ji balyoziyê berdaye û li Enstîtuya Ecole National des Langues Orientales Vivantes (Enstîtuya Ekola Neteweyî ya Zimanê Rojhilatê ya Vîvantes) dest bi dersdariya zimanê farisî kiriye û pişt re jî li heman zanîngehê dersên dîroka tirk û ya îslamê jî dane. Piştî ku ji gelawêja sala 1930′yî heya çileyê 1931′ê li Londonê di pêşengeha hunerê îranî ya Berlington Housê de wekî berpirsiyarê rojhilatê kar kiriye, pêwendiya wî bi zanîngeha Londonê re çêbûye û di sala 1932′yan de li wê derê di beşa rojhilatê de bûye dersdarê zimanê farisî. Pişt re li eynî beşê bûye doçentê beşa edebiyat û dîroka zimanê farisî û di dû re jî bûye profesorê beşê.

Di sala 1944′an de ew bi tîtilê Prof. Emeritus xanenişîn (teqawîd) bûye û bûye endamê şerefê yê ”The School of Oriental and African Studies (SOAS): Fakulteya Xebatên ser Rojhilat û Afrîka” û di 1948-49′an de jî çûye serdana Zanîngeha Qahîreyê. Digel wergirtina wî ya endametiya îdareya Akademiya Brîtanî (1943) ew endamê şerefê yê Pêwendiyên Civaka Asyayî ya Parîsê (1946) bû û her wiha ew doktorê şerefê yê Zanîngeha Brukselê (1948) bû jî. Wî di sala 1966′an de koça xwe ya dawî kiriye.

Şedadî di lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê de
Vladimir Minorsky
Wergera ji ingilîzî: Emîn Narozî
Weşanên Avesta

Ev nivîs di Nûçe de ye.

Kommentarer inaktiverade.