2011 Bila Bibe Sala Zimanê Kurdî

Di nav çend hefteyên dawîya  2010`an da li Tirkîyeyê û li Bakûrê Kurdistanê pirsa bikaranîna Zimanê Kurdî ango bikaranîna duzimanî,  bû sedemên nîqaş û hewildanên piralî. Bêguman ev bêsedem nîne. Wer xuya dibe ku ev pirs dê di 2011`an da jî pir were minaqeşekirin. Ji ber ku dewlet û Hukûmata Tirk hê jî di polîtîka xwe ya kevn a înkar, qedexe û asîmîjasyonê da îsrar û înadê dikin û naxwazin wê polîtîka gemarî biterkînin. Di vî derbarî da Alîyê Kurdan wê çiqas bi îsrar bin, ev hê ne zelal e. Ji ber ku gelek mîsal hene ku di pêvajoyeke dûr-dirêj da hatine serê Kurdan, bê hemdê xwe tirsê tîne bîra mirov û lewre pêdivîya zelalîya di derbarê parastina  Zimanê Kurdî da heye.

Xezeba ku ji alîyê Dewleta Tirk a Kemalîst ve hatîye serê Kurdan, bi xetên qelind ji alîyê Kurdan ve tê zanîn. Ji êlankirina Komara Tirkîyeyê ya 1923`an virve ew avakirina Dewleteka Neteweyî ya yek miletî, yek zimanî, yek alayî û heta yek oldarî ji xwe re kirin hedefa esasî. Di serî da zimanê Kurdî û hemû hêjayîyên neteweya Kurdî û yên neteweyên ji bilî Tirkan, hemû bi hukmên zordarîyê hatin qedexekirin û înkarkirin.  Ji damezrandina Komara Tirk vir ve ewil nasnameya Kurdan ji wan hat sitandin. Her zarokek ku ji dê û bavê Kurd çêbûn; ew di nifûsê da wek zarokek Tirk hat nivîsîn. Ev mîsal bi tena serê xwe, sûc û hovîtîyeke herî mezin e li seranserê cîhanê ku hatîye serê Kurdan û neteweyên dî. Bi gotineke dî ev qetilkirina nasname û zimanê Kurdî bi xwe ye. Ev polîtîka gemarî ya hov ji alîyê dewleta Tirk ve bi awayê fermî (resmî) hê berdewam dike.

Têkoşîna miletê Kurd a neteweyî û demokratîk ku di sed salên dawîyê da hatîye domandin, xwedîyê qoçaneke gelek giran e. Yanê miletê Kurd di vî sed salî de bedêlên gelek mezin dane. Ev têkoşîna demokratîk û neteweyî ya miletê me û guherînên girîng ên cîhanê û herêmî; dewlet û Hukûmata Tirk anîye ber rewşeke weha ku di emelî (de facto) da hin guhertinan çêkirine. Bi van guhertinên emelî ve Tirkîye bûye wek welateke korsan ku wek bêqanûnî ango bêdestûrî tê birêvebirin. TRT-Şeş a dewletê di vî derbarî da numûneya herî balkêş e ku ev salek zêdetir e weşana Kurdî dimeşîne. Li gorî destûr an qanûnên heyî, TRT-Şeş dikare were girtin û qedexekirin, ji ber ku qanûnên heyî destûra wê nadin. Piştî hewildan û protestoyên bi salan ku ji alîyê Kurdan ve hatibûn kirin; Hukûmata Tirk mecbûr ma ku navên cîh û warên cîwarbûnê yên Kurdî ku di bedêla wan da navên Tirkî hatine bikaranîn, başve bide. Lê dîsa balkêş e ku di vî warî da ( di qanûna heyî ya bi navê Qanûna Îdareya Bajaran da “Navên cîhên cîwarbûnê ku ne bi Tirkî ne, jibo Tirkîyê tên guhertin“ tê gotin) jî guhertinên qanûnî hê jî çênebûne.

Destpêkirina Vekirina Beşên Kurdî di hin zanîngehan da û vekirina TV`yên taybetî jî bêguman guhertinên girîng in jibo me Kurdan. Lê dema Kurd li Dadgeha Amedê dest bi Xwe Parastina Kurdî kirin û gelek Şaredarên Bakûrê Kurdistanê dest bi karanîna duzimanî kirin û dawayê li Hukûmata Tirk kirin ku Kurdî bibe zimanê resmî yê perwerdeyê; li hemberî daxwazeke weha xwezayî Tirkan bi yek dengî qîyametê rakirin. Serokcumhur, Serokmeclis, Serokwezîr, Serokerkan û Partîyên Mixalefetê wek CHP û MHP bi yek dengî dest bi qêrînê kirin û gotin ku “Li Tirkîyeyê zimanê resmî û perwerdeyê yek e û ew jî Tirkî ye. Ji bilî Tirkî zimaneke dî jibo perwerdeyê nayê qebûlkirin û hwd…`

 

Li hemberî daxwazên Kurdan jibo Kurdî bibe zimanê perwerdeyê, mirov nerazîbûn, gef û hewildanên dewlet, hukûmat, artêşa Tirk û partîyên wan ên li meclsê ne, fêhm dike. Ji ber ku zu bi zu naxwazin dev ji polîtîka xwe ya gemarî, hov, nejadperest û faşîstîyê berdin ku ev nêzîkî 90 sal e didome. Lê di vî derbarî da berpirsîyarî û vatinîyên mezin dikeve ser milên sîyasetmedar û dezgehên Kurdan ên sîyasî û kulturî. Hêvî ew e ku di vî derbarî da Kurd wek terefê heqîyê, vê doza pîroz bi yek dengî û bi israr û bi înat biparêzin û li hemberî gefên (tehdîdên) Tirkan bi paşve gav neavêjin.  Cîyê kêfxweşîyê ye ku ev hewildanên Kurdan ên dawîyê di derbarê Zimanê Kurdî da kareke herî baş û pîroz e ku nûha tê kirin. Îdeolojîya wan, daxwazên wan ên sîyasî, bîr û bawerîya wan ên oldarîyê çi dibin bila bibin; di vî mijarî da divê Kurd hemû yek bibin û doza zimanê xwe bikin. Ji ber ku zimanê me hebûna me ya neteweyî ye û heyîyê herî esasî ya nasnama me ya neteweyî ye. Heger Kurd wek neteweyeke bindest di vî warî da hevkarî û yekîtîya xwe çêkin û di daxwaza xwe da bi israr bin; wê bi serkevin. Ji ber ku raya giştî ya cîhanê ya humanîst jî dê piştgirîya vê daxwaza xwezayîyê bikin û di encamê da Tirk nexwazin jî ew dê ji neçarîyê wek de facto hin tiştan qebûl bikin. Cîyê xemgînîyê ye ku Kurd, wek neteweyeke terefê heqîyê di vî warî da heta nûha ne bi israr bûne. Em qebûl nekin jî ev alîyeke qelsîtîya me ya neteweyî ye ku pêwistî pê heye da ku dersên girîng jê werbigrin.

Di vê çarçeweyê da Kurd divê sala 2011`an bikin sala zimanê Kurdî. Potansîyela Kurdperwerîyê heger bi înat, bi israr û bi sebir vê polîtîkayê bimeşînin; bêguman wê bi serkevin. Di alîyê din da jî Kurd divê di hemû qadên jîyanê ya rojane da zimanê xwe bi karbînin. Heger welê bikin wê bikaribin çarçeweya tehlûkeya li hemberî Kurdî roj bi roj tengtir û piçûktir bikin. Lewre rapora UNESCO`yê (Rêxistina Yekîtîya Miletan a Perwerdeyê, Zanyarîyê û Çandîyê ku ji 21`ê Sibata 2000`î virve wê rojê wek roja makzimanan pîroz dike) jibo me Kurdan jî tişteke balkêş e ku ez dê bi kurtahî li jêr behsa wê bikim.

Li gorî raporên UNESCO yên nû, li cîhanê bi 6000 zimanî tên axaftin û ji wan 2500  di bin xetera tunebûnê da ne. Di nav sê neslên (qirnên) dawîyê (60-70 sal) da 200 ziman mirin e(tunebûne), 538`ê wan di rewşeke krîtîk da ne, 502`yê wan di bin xetereke cidî da ne, 623`yê wan di bin xeterê da ne û 607`ê wan jî di rewşeke xesas da ne.

Li gorî  raporê zimanên ku herî zêde di bin xetera tunebûnê da ne, li gorî herêmên cîhanê weha hatine destnîşankirin: 196 ziman li Hindistanê, 192`ê wan li DYA (Dewletên Yekbûyîyên Amrîkayê), 147`ê wan li Endonezyayê, 144`ê wan li Çînê û Meksîkayê û 136`ê wan jî li Rusyayê ne. Li gorî raporê li Tirkîyeyê 3 ziman tunebûne û 15 ziman jî di bin xeterê da dijîn.

Li gorî  UNESCO`yê, rîya herî baş ku ziman ji bin xeterê biparêze; bikaranîna polîtîkaya perwerdeyê û axaftin û bikaranîna zimanî bi xwe ye. Her weha UNESCO di neh xalan da rewşa ziman li hemberî xeteran destnîşan dike da ku ew ziman di dereceyeke çawa da ye. Ev neh xal weha ne:
Zimanê ku ji neslên kevn derbasî neslên nû dibe. Jimareya kesên ku wî zimanî bi kar tînin. Tevayîya însanên ku wî zimanî bi kar tînin, çiqas îsabetê tevayîya nifûsê dike. Guhertinên ku di qada bi karanîna ziman da çêdibe. Reaksîyona ziman jibo qad û rewşên cuda. Hînbûna wî zimanî, jibo
  xwendin û nivîsnîna bi wî zimanî hebûna alawên (materyal) pêwist. Rewşa resmîyet û bikaranîna wî zimanî jî di nav da polîtîka hewildanên dewletê û dezgehan. Reaksîyona însanên civatê jibo zimanê xwe. Mîktar û qelîteya belgeyên heyî yên derbarê ziman da.

`Tiştê herî baş ku ziman ji tunebûnê biparêze ew e, divê fersend hebe ku kesayet bi wî zimanî biaxivin û ji zarokên xwe re hîn bikin.`

Xetera herî mezin li hemberî zimanê me di 20-25 salên dawîyê da destpêkirîye û ew hê jî didome.

Siddîq Bozarslan
09.01.2011/Swed

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.