Pêşgotina Kitêba wenda ya Dîroka Kurdistanê

Amadekar: Ziya Avci

Ev nivîsa xwarê kurtiya pêşgotina ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve ji kitêba xwe ya bi navê “Kitêba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan”ê re hatiye nivîsandin, ew e. Ev pêşgotin, Vasiliva bi kurdeka li Yekîtiya Sovyetê ya berê daye wergerandin û ew di xebata xwe ya bi navê “Kitêba Wenda Ya Dîroka Kurdistanê” de weşandiye. Ev kurtiya wê pêşgotina Mele Mehmûdê Bazîdî bi Kurmancî û alfabeya erebî bi destê min ket û min jî bêyî ez dest bi tiştekî bidim ew transkirîpte kir. Ji bo di derbarê ew kitêba wenda de dikare agahdariyek bide me, min baş dît ku wê jî bi van çend rêz nivîsên di derbarê Mele Mehmûdê Bazîdî de ku me nivîsandin, bê weşandin.

(KITÊBA TEWARÎXÊ CEDÎDÊ KURDISTAN)

Beşê Yekê: Bûyerên Ji Sala 1785-1786 (1200ê koçî) Heta Sala 1857-1858 (1274ê koçî) Li Wilayeta Erziromê Qewimîne.

Beşê Duda: Bûyerên Êrdima Rojkî, Ku Bajarên Sereke Li Mûş û Bedlîs in.

Beşê Sisîyan: Bûyerên Êrdima Mehmûdî, Ku Jê Ra Dibêjin Mehemedan Ew Bajarê Serek Lê Xoşab e.

Beşê Çara: Bi Kurtî Bûyerên Li Wilayeta Wanê Qawimîne.

Beşê Pênca: Bi Kurtî Bûyerên Li Hekarê Qewimîne.

Beşê Şeşa: Bûyerên Li Rewandûzê Qewimîne.

Beşê Hefta: Bûyerên Behdînanê, Ku Bajarê Sereke Lê Amêdî ye.

Beşê Heşta: Bûyerên Li Botanê Qewimîne, Ku Bajarê Sereke Lê Cizîr e.

Beşê Neha: Bûyerên Êrdima Silîvan, Dera Bajarê Sereke Lê Bayezîd e.

Beşê Deha: Bûyerên Qersê û Dagîrkirina Wê Bi Destên Orusan.

Beşê Yazda: Bûyerên Azerbêycanê û Her Wiha Yên Xoyê, Tebrîzê, Yêrîvanê, Ormîyê, Meraxê û Makoyê Jî.

Wekî ev fêhrista navûnîşanan xwenî dike, xironîka Mele Mehmûd, wilayetên bingehîn i bakur û nava Kurdistanê û degere sedsalê ji dîroka wan, ji sala 1785-1786ê (1200ê koçî) heta sala 1857-1858 (1274ê koçî) dane ber xwe. Bi şehadetîya A. D. Jaba, nivîskar gelek caran di dîrokê de kûr çûye, gihaye demên dûr û dirêj, mîna dema Şeref Xanê Bedlîsî(1). Bêguman, heger destnivîsa xebata Mela Mehmûdê Bayezîdî bête dîtin, baza serkanîya dîroka kurdî, bi dokumenteke, ji dereca yekemîn tê dagirtin. Belê ji ber ku ev nivîsar heta nuha nehatîye dîtin, çapkirina vê tercumê, ku afiranerê van xêzan ji pêlên destnivîsa A. D. Jaba pêk anîye, wê gelekî rind be. Îro her ev di destê me de ye. Nuha em gotinê êdî didin Mele Mehmûdê Bayezîdî, nivîskarê Pirtûka Dîroka Kurdistanê ya Nûjen.

Dîroka her miletê heye û cem her miletê çîrok hene, tê de behsa eslê wî û bûyerên giran, ku hatine serê wî û şehadetîya hebûna wî di nav miletên mayî de didin. Şeref Xanê Bedlîsî bi vê tiştî bawer bû, loma xwest dîroka miletê xwe, dîroka kurdan binivîsîne. Bi rastî jî dîroka Kurdistanê minetara qelema wî mirovê dengdar, zana û rûmetbilind e. Şeref Xan bi eslê xwe kurd bû, ji malbatek mezin yê Bedlîsê bû. Malbata wî ji zû de li wira hukum kiribû û geh dikete bin destê farisan, geh ji ber sultanên Împaratorîya Osmanê ve dihat girêdan. Wî derheq dîroka Kurdistanê, eslê kurdan, zimanê wan, hemû mîrên ku li vî welatî hukum kirine dinvîsand. Sala 1596-97 (1005) nivîsar temam bûye û navnîşana wê “Şerefname” ye. Şeref Xan bo nutq û beyana xwe li Kurdistanê gelekî dengdar bû. Hukmê Bedlîsê û êla Rojka, hîna berî Dewleta Osmanî ava bibe destê bav û kalên wî de bû. Wan neseba (genologîya) xwe dighandin  Anoşêrwanê dadmend û hukmê Bedlîsê, Axlatê (Xelatê) û qelayên êla Rojka, ji dema qeralên ermenan de, di destên wan de bû.

Ji nav hemû hakimên kurdan tenê sê reh (regez) herî kevnar in: reha hakimên Bedlîsê, reha hakimên Botan, ku eslê xwe digihînin Xalid û dawî reha hakimên Hekarê.
Mîrên Kurdistanê yên mayîn, rehên wan pir kûr naçin, belê her yek ji wan begê êla xwe ye.

Derheq eslê kurdan sê bawerî hene, kevnarîya eslê wan (kurdan) îsbat dikin. Raya yekê: dibêjin dema padşah Dehaq –Zehaq jî weko nas e- derdek pê ketibû her rojê ferman dida xortekî û qîzekê bikûjin, jin û mêr ji ber zulma wî revîyan ser çiyan û nav daristanan. Li wêra xort û keç ser kêfa xwe gerîyane çawa Xwedê lê anîye, li hev civîyane. Lê ji ber mayîna li van çolan, bûnê mîna teban…

Piştî mirina Dehaq daketine deştê, cihekî bi sî û asê bijartine û lê hewrîne. Kêfa wan ji bajar û ji gundan re nedihat, çol bi wan xweştir bûn. Lê bi demê re, bi her alê ve belabûne û êlên (…) kurdan ji wan çêbûne. Êlên Heyderî, Zîlî, Hesenî û gelek êlên mayî jî, ku ji wan çêbûne, bi vî rengî bûn.  Zaro û nevîyên Heyder bûn Heyderî, zaro û nevîyên Zîlo û Hesen, Zilî û Hesenî, yanê ew ji malbatên Zîlo û Hesen in.

Bi kurtî, heta dema îro nevîyên wan, ku li her derê belav bûne û cî girtine, navê bav û kalan li komeleyên xwe kirin û her çend nifş ji malbatekê bûne taifek.

Li ser qada Dewleta Osmanî ji 700 heya 800 tayîfeyê, tevî eşîr û qebîlan hene. Raya duda: li gorê Şerefnamê nivîsîye, çaxa pêxember Muhemmed (silav û aferînên Xwedê lê bin) kurdan qasidek şandine cem wî. Qasidê wan gellekî bi sar û heybet bûye: kibkibeyeke serçav bi pirç bû, şiklê wî nayab bû, mirov jê ditirsîyan. Ne pêxember, ne jî sehabîyên (hevrêyên) wî tu carî ecêbek wa nedîbûn (…). Dîyar e Muhemmed gelekî li vî qasidî zendegirtî maye, ji wê çaxê de (…) ji nevîyên vî qasidî re gotine kurd. Ew dûrî bajar û gundan diçin, li çol û çîyan dijîn. Jimara wan bi demê re pirr bûye û bûne mîna îro hûn dibînin.

Riya sisiya: li gora vê çîroka pirrî nêzîkî rastîyê, dema Nuh, yek ji kurên Yafit piştî tufanê li cîhanê digeriya, keçek sêhirbaz dîtîye û ew mehr kirîye, zarokên wan ne mîna zarokên mayî bûne. Li çolekê xwe xewle kirîne û bi tena xwe jîyane, nizanîbûne xanîyan ava bikin, di konan de dijîyan û kesê ji wan pêve zimanê wan fêm nedikir. Jimara wan pirr bûye û bi her alê ve bela bûne. Hinkan jîyana koçerî li Îranê, Turanê û Şamê cî girtin. Li wan deran jimara wan pirr û ji malbatên wan tayîfe û eşîrên ku em îro dibînin peyda bûn.

Pêşîya kurd hatine hêla Dîyarbekrê û li parêzgeha Meyafarqînê bi cî bûne. Eynî ji vê derê ew bi her alê de belav bûne, mebesta gotina kurd, miletekî kevnar e. Dîroka hebûna kurdan hê pêş dîroka zayînî ye. Semedên ku hiştine kurd ser dirêjîya sînorên Îranê, Turkîyê û li derdûra Bexdê rûnên, ev in: hemî êlên kurdan ji şeran hez dikin û ji dil û can dikevinê. Di navbera wan xwe bi xwe de jî timî dijminatî heye (…).

Di van sedsalên derbasbûyî de, ser sînorên Îran û Turkîyê, Besrê û Îraqê, di navbera sultanên Selçuqîyan, Cengîzîyan, Sefewîyan, Ebbasî û qeralên Ermenîstanê de timî şer li dar bûn (…), gelekan ji kurdan berê xwe didan wan sînoran û diketin xizmeta wan sultanan, ew ji alîkî ve mêrxasên navdar bûn, ji alê din ve jî bi hindikî razî dibûn.

Ew gîhan rûmet û merteba herî bilind, gava sultanê Împaratorîya Osmanî Silêmanê Mezin ku ajot ser Îran û Bexdê û bi navê Qanûndar tê naskirin, hemû beg û axayên êlên kurdan, yên mêrxasîya xwe deng dabûn, anîn tevî xizmeta xwe. Leqebên milkdarên xanedan û ocaxa xelîk xelatê wan kirin, yên mayî jî li gorî rûmeta her yekê qezak, kelak, bajarek, wîlayetek ya jî gundek, ji Gurcistanê heya Bexdê, Besrê û Misrê wan li ser navê wan tapu û qoçan kirin.

Piştî kurd ser dirêjîya sînorê Turkî û Îranê bi cî kirin, wan zûka asêgeh û kela li wan ciyan ava kirin ji bo parastina sînor û axa Osmanî ji êrîşên fars û gurcîyan. Gava Silêmanê Qanûndar vegerîyaye Sitenbolê, li gor gotinan, dîya wî jê re gotiye: “ha, kurê min, va tu vegerîya, lê gelo gurc û qizilbaş, wê êrîşan bernedin ser wilayetên te û zîyanê negehînnê?”. Sultên lê vegerandîye: “ha dayê, min dîwarekî xurt di navbera Împaratorîya Osmanî û Dewleta Gurc û îranîyan de ava kir, dijmin nema kare tu zîyanê bike”. “Çawa te karîbû dîwarekî ewqas dirêj ava bikî?”. Sultên vegerandîye: “Dayê, min ew li goşt xwînê ava kir. Min hukmê wan herêman da destê êlên kurdan, min ew ji Gurcistanê heta Bexdê, Besrê û Şarezorê di rêzekî de mîna asêgehekê, danîn. Dijmin nema kare ji wan derbas be, têkeve dewleta Îslamê”.

Bi rastî jî, ev rewşa han demek dirêj mîna xwe ma, lê paşê hat guhertin. Belê nuha jî, hem kur bîhna êrîş û şeran li derekê hilînin nikarin xwe bigrin (…).

Zimanê kurdan. Zimanê li Kurdistanê pê dixwînin û dinivîsînin yek e, forma wî a gotinan yek e û alîfbêya wî heye. Lê di zimanê devkî de çar zarav tên dîtin. Zaravê pêşîn, zaravê rawendî yê kurdên Çeldêranê, Qersê, Bayezîdê, Mûşê, Bedlîsê û Wanê ye. Zimanê re’ayiyên kurdan yên li Xarputê, Dîyarbekrê, Mêrdînê û hawirdora wê heta Erziromê dijîn, ser vê zaravê tê hesab kirin. Êlên koçeran yên giran li van herêmên me gotî, mîna: Zîlan, Heyderan, Cîmadînan, Keskan, Savîdanan, Meman, Celalîyan, Cûnakanan, Hesenan, Cibran, Sîpkan, Eltoran, Birokan, Şikakan, Şawîyan, Şikeftalû, Erbanan, Baravîyan, Şillan û êlên kurdan yên mayî, mezin û biçûk, koçer û bajarî (mederî), li dora Qersê, Çeldiranê, Yêrîvanê, Wanê, Mûşê, Dîyarbekrê, Xarpûtê, ew jî hemû bi zaravê rawendî dipeyîvin.

Zaravê dudan: zaravê li wilayetên Hekarî, Mehmûdî, Şêrwanî, Botanî, Hêzanî, Muksî, Sipayêrtî, Şinoyî, Somayî, Biradostî, Şemdînanî û Bikartî. Êlên Mizûrî, Zêbarî û Herkî jî bi zaravayê Hekarî dipeyîvin. Hemû pirtûk û şiirên kurdî bi vî zimanî rivîsandîne, belê ferqa vî zaravî bi xwe ji zaravê Rawendî hindike.

Zaravê sisiya yê Sulêmanî ye. Ev zimanê êlên Baban, Bilbas, Zerzan û Şukrîyan e, ku li nêzîkî Silêmanî û Şarezorê rûdinin. Ew jî ji zaravên mayî bi derecek wekhev ferq dike.

Zaravê çara zaravê Zaza ye, ew jî zimanekî Kurdî ye. Ji êla Ducik re dibêjin Êla Zaza. Ew li êrdimên, ji qeza Tercanê (bi Erziromê ve girêdayî ye) û heya Dêrsimê û Çiyayê Acî rûdinin. Zaravê wê êlê gelekî dûr bûye ji yên mayîn. Tu eşîrên dinê (…) wesa li tevaya Kurdistanê nîn in. Kurd wan gundî (şûnmayî) hesab dikin. Ew bi zaravê Hekarî dinivîsînin lê bi zaravê xwe dipeyivin, belê gotina ji zaravên kurdî yên mayî tevê dikin. Çiqas ev zarav cuda be jî, ji zimanê Kurdî cuda nabe.

Çendî ku ev çar zarav ji hev cuda ne jî, nûnerên tayîfên cuda karin her yek bi zaravê xwe bipeyive û ji hev fêm bikin, çimkî bingeha van zaravan yek e, nan, av, herin, werin, patin, sitandin û gelek gotinên wanî mayî jî weko hev in û ji rehekê ne. Loma ferqa van çar zaravan ji hev tenê di ferqa nav peyvan de xwanê dibe. Lê belê zimanê êla Baban gelekî ji zimanê Zazan dûr e. Zaravên mayî mîna zaravê Hekarî, gelekî nêzîkî Rawendî ne. Bi zorê ferqa wan xanê dike: ji ser gotinî yek ya du gotin ne mîna hev tên dîtin.

Mîr, paşa û axayên kurdan hebûn, bi eslê xwe her yek ji êla xwe bû. Paşalikên wan tunebûn, jimara senceqên wan tenê çar-pêncek bûn: Diyarbekir, Wan, Mûş, Behdînan, Şarezor û Bayezîd bûn. Hemû qeza û êrdimên mayîn, beylik bûn.

Di nava koçeran de beg tunebûn, axayê wan hebûn. Belê Têmûrê Milî ji êla Êla Milan a koçer, giha paşatîyê û demek dirêj hukmê hawirdora Urfayê (Ruhayê) bi temamî di destê wî de bû, leqeba wî jî îsyanbaşî bû. Ji wê çaxê de ew heya îro ji wî pêve paşakî kurdên koçer tunebûye. Kurdên Azerbêcanê yên koçer, li gorî Şerefnamê, ji Kurdistanê hatine, her hesa ji wilayeta Loristanê ne, ku navê Lorî  Bûzûrk (Lorê Mezin) û Lorî Kûçûk (Lorê Biçûk) lê dikin. Di wê nivîsara me gotê de, bi firehî behsa vî tiştî dibe. Çend eşîrên kurdan yên Goran li Îranê, Erebîstanê, hawirdorên Sîwasê, Mêrdînê û Agînayê hene. Yên herî giran jê ev eşîr in: Reşwan, Milan, Adrîk û Afşar. Her êlek ji wan nêzîkî 15 hezar male. Ji wan pêve, tayîfene biçûk hene mîna mirdêsyan, Axçî-Kaşlo, Sîçarîka, Hêrozî, Şadlî û gelek din.

Xeyset û adetên hemû êlên kurdan ne mîna hev in, nexasim kurdên Dêrsimê, ku bi mezhebê xwe Qizilbaş û Elewî ne, cuda ne. Kurdên li herêmên nêzîkî sînor, ji Qersê û Çaldiranê heya Diyarbekrê, Mûsilê, Şarezorê û Bexdayê dimînin –bajarî jî, koçer jî- hemû li ser hezhebê Şafiî ne û tu mezhebên din cara nas nekirine. Ev kurdan hemû ji yek tayîfe kevnar çêbûne, ev tayîfe li gor pirtûka Rewzet Essefa û hin xironîkên mayî jî, piştî tufanê peyda bûne. Destpêkê hindik bûne, lê bi demê re jimara wê gelekî pirr bûye.

Ji mêjve kurd tevê xizmeta pirr hakiman bûne û di şerên dijî ermen û gurcan de, erdên wan distendin, ew erdana nuha (…) bûne perçene ji erdê Kurdistanê. Ji çaxên Melikan de(2), gelek ji kurdan xwestine serbixwe bin, ne di bin hukmê tu kesî de bin û ferz dikirin xutba înê bi navê wan were xwendin. Di şerên turk û farsan de kurdan, weko di Şerefnameyê de hatîye xwanîkirin, serbestîyek tam pêşan dane û her dem xwe dane alîyê zordaran.

Şeref Xan mirovekî gelekî dengdar û rûmetbilind bûye, demekê xizmeta şahên farisan ji malbata Sefewî kiriye û mala xwe anîye Îranê(3). Demekê li Qezwîn û li Xorasanê jîya ye. Merdîya hukumeta Osmanî bi wî re hiştîye ew ji nû ve vegere bajarê xwe yê eslî, Bedlîsê. Weko di Şerefnameyê de hatîye, rûmeta Şeref Xan li nik hakimên turkan jî, farisan jî,  gelekî bilind bû. Ew di nav kurdan gelekî dengdar e, xebata wî ya dîrokê Şerefname li cem kurdan li temamîya cîhanê jî gelekî giranbuha ye. Ew pirtûk nadir e, wî zemanî 1500 qiruş tê didan tev wa jî peydakirina wê zor bû, çimkî nivîsarên dîrokê yên afiranerên tirk, ereb û farisan pirrin, lê dîrokeke kurdan yê din tuneye. Loma jî Şerefname ewqas nadir û giranbûha ye.

Kurdên gundî, her wesa hemû eşîr û qebîlên li herêmê Mûş û Bedlîsê rûdinin, navê Rojka hilanîne, ji eşîrên Mehmûdkî re dibêjin Şikaka, ji bajarîyên êrdima Cizîrê re Botan û ji koçerên wê re Rawendî dibêjin. Ji kurdên Hekarê hemîyan re dibêjin koçer û ji eşîr û bajarîyên wilayatên Amêdî û Akreyê re dibêjin Behdînan.

Navê Bayezîdê pêş wekî din bû. Pêşîya pêş ev bajar mîna Eleşgêrta kevnar bibîr anîne. Wekî di Şerefnameyê de hatîye gotin, êla Pazûkî li wira dijîya û geh diket bin hukmê Tirkiyê, geh bin hukmê Îranê. Derengtir, çaxa Osmanîyan, Sultan Murad Xan dema sitandina Yerîvanê, ji bajarê Bayezîdê ajotîye ser farsan. Mirovekî bi navê Evdî Beg bi eslê xwe ji Merwanîyên Meyafarqînê bûye, ji Diyarbekrê, di gel çend malbatên Silîvan hatîye tevê xizmeta Sultan Murad bûye. Di şerê nêzîkî Yerîvanê de mêranîya nîşan daye û celalet Sultan Murad bajarên Bayezîdê, Alaşgirê, Mîlwe û hawirdorên wan bi yurtlik û ocaxlik xelatê Evdî Beg û Êla Silîvan kirîye.  Wan li wir kel û gund ava kirine, li wira mane û navê Bayezîd û qezayên wê bûye Silîvanî, ser navê êlê.

Di Şerefnamê de behsa Bayezîdê û hakimên wê êla Silîvan nebûye. Ev bûyerên demek derengtirîn û ew divê “Dîroka Dema Nûjen” de hatine nivîsandin, gava behsa wan wilayetên me gotî dibe û behsa parvebûna êlên kurdan ên mezin û peydabûna qebîlên biçûk, ku navê hina ji wan di Şerefnameyê de hatine.

Lêkolîne dîroka her qebîlekê helbet zor e, ewê nivîsara me bêhawe mezin bike, lê belê, min navnîşana (lîsta) êl û qebîlan danîye. Em karin êlên kurdan ên ser axa Osmanî dijîn, bi sê tayîfan ve girê bidin: Milî, Zilî û Sîpkî, hemû eşîr û qebîlên mayîn ji wan derketine. Di her tayîfekê de bi sedan qebîle hene, navên wan di tayîfê de nasin, çawa di qebîlê de jî nase bê ew ji kîjan tayîfê ne. Gava şer di nav du tayîfan ve vêdkeve, qebîlên biçûk mecbur in tevde yekbin, alê tayîfa xwe bikin û tevê wê di şera kevin.

Êlên koçer ku li ser axa Îranê dijîn, Goranî ne. Qebîlên wan pirr in, mîna: Kurasînî, Seravî, Xelîlî, Afşarî, Beyatî, Heyderî, Alacînî, Çobankarî û hindekên din. Piranîya wan bi tirkî dipeyîvin, weko li nav kurdên Îranê bûye adet.

Piranîya wan bûne eşîr û xeyset û adetên kurdan diparêzin. Hin ji wan xwedan zevî û gundî ne, yên mayî jî koçerîyê dikin.

Li Hekarî sê êlên giran hene, ji bajarî û koçeran pêk tên. Her êlek nêzîkî 15 hezar malê ye. Navê van êlan: Hertûşî, Xanî û Pinyanişî ne. Bilî ji wan hê çend qebîlê din li vê herêmê dijîn.

Li herêma Botanê pênc eşîrên giran hene: Dîrşahî, Hecî ‘Elî, Şîrî, Alakî, Dudêrî, piranîya wan xeymenişînin (koçer in). Gelek qebîlên ne mezin jî li wê derê rûdinin.

Li Amêdîyê sê eşîrên giran hene: Zêbarî, Mizûrî, Herkî û di her eşîrê de degera 12 hezar malî hene, her wesa gelek qebîlên biçûk jî.

Li Diyarbekrê sê eşîrên giran hene: Milî, Qereçûrî, Silîvî, di her eşîrê de bêtirî 15 hezar malî hene. Êlên biçûk li wê derê, heya tu bibêjî, pirr in.

Li Wanê du eşîrên giran: Şikakî û Şikaftî û gelek qebîlên biçûk, hene.

Li Mûşê û Bedlîsê du eşîrên giran: Hesenan, Cibran(4) û gelek qebîlên mezin, hene.

Li Bayezîdê çar eşîrên mezin: Zîlan, Celalîyan, Heyderan, Sîpkan û bêtirê 300 qebîlên mezin rûdinin.

Li Erziromê eşîr cara tunebûne. Heger li gurdên wê derê çend malbatên kurdan hebin jî wê mehkûm bin, ji êlekê revya bin wê derê û mabin.

Kurdên êla Ducikî sê eşîrên giran in: Qureyşî, Belebanî, Cîhanbegî. Gelek qebîlên biçûk ser wan tên hesêb.

Li Qersê timî eşîra Hesenan tenê jîyaye, ev eşîr degera 400 malî ye.

Li herêma Soran ev çar eşîrên giran hene: Zîrkî, Şukrî, Baban û Bilbas. Rûmeta wan di nav êlên mayî de bilind e û bi mêrxasîyê hatine nasîn. Her êlek ji wan heya 20 hezar malî ye, xwedîtîyê dikin li hespên esîl (reha) turkmanî. Şêrên wan bejin bilind in, zirzan li xwe dikin, gelekî mêrxas in û durifên wan bi kurdên van êrdiman nakeve. Li gorê gotinên mezinan, ev êlana nevîyên wan pêlewanên mêrxasên kevnar in, bi rastî jî gelekî di durifê wan de ne (…) heya nuha ew çekên mîna berê bi fitîl hiltînin tu çekên teqandinê yên mayî cem wan tune ne. Hemû bi rim û şûr in û hemû riyên xwe berdidin (…).

Şarezor ser sinorê wilayetên Tebrîz û Kermanşahê ye. Ev wilayetana û çend kela û qezayên din, ku berê bi Hekarê ve girêdayî bûn, ketin bin destên farisan. Wan ev herêm ji tirkên pozlijor (qurre) sitandin, ji bo sînorên xwe serrast bikin. Cîyên dinê weko: Sine, Seqiz, Şino, Saxbûlag (Sawûcbulag), Şemdînan, Bane, Balak, Serdeşt, Çalê, Somayî, Biradost û dîrok  heya nuha xirecir (hucet) ser wan çêdibe. Zaravê van deran Hekarî ye, ev zaravan li gelek qeza û cîyên bi Bexdê ve girêdayî jî bikar tê, mîna qeza Kerkûkê, Erbîl, Altun-koprî, Zohab, Xoşnav (Oşnû) û Rewandizê. Xelkê van herêman kurd in, bi zaravê Hekarî dipeyivin, lê di zimanê wan de ferqek mezên heye.

Li Kurdistanê degera 70 hezar malên re’yayên ermen, 15 hezar malên nestûrîyan (asûrîyan) û 200 malên cuhûyan hene.

Re’ayên(5) Kurdistanê bi Kurmancî depeyivin. Ew mêrxas û çekdar in. Ew mêrê şeran in, karin li ber kurdan rabin û bisekinînin jî.

Di nav kurdan de êzîdî hene. Şeytên diparêzin, ew rojîyê zanin, ne nimêjê, vexwarina areqîyê cem wan ne heram e, loma çi gava lê tê vedixwun. Lê sunet kirin cem wan heye bi mêrxasîya xwe li pêş kurdên mayî ne. Zimanê wan Kurdî ye, tu furqa wî tuneye. Êzîdî tenê bi ola xwe ferq dikin. Cem êzîdîyan qewal û pîr û şêx hene, lê kesê ji wan nizane bixwîne, ne binivîsîne. Ne cara pirtûkên wan hebûne û ne jî nivîsandina wan hebûye, wesîleta wanî dan û sitanadinê tenê zimanê devkî ye. Dibêjin êzîdî ji reha Yezîd Îbn Merwan in, ewê ku nifira malbata Muhemmed –aştîya Xwedê lê be- ji ber kuştina Huseyn, lê ketîye.

Kuştina mirovê êzîdî cem kurdan ne guneh e û her carê gava rê dikevê kurdên musulman, êzîdîyan dikujin û jinên wan ji xwe re dikin carî. Ew ji dikanên qesabîyê yên êzîdîyan goşt nakirin, çimkî êzîdîyan murted dihesibînin.

Jimara tayîfeya êzîdîyan gelekî pirr e. Eşîrên wanî li wilayeta Bayezîdê ev in: Husênî, Şasakî, Çux-reşî, Kel-sorî, Kele-reşî, Huwêdî, Şixayilî, Kilêrî, Remûşî, Kazanî û Dehsinî. Li wilayetên Wanê û Mehmûdî ev êlên êzîdîyan dijîn: Baravî, Reşî, Şendakî, Başemî, Şenda-sorî, Kurtakî, Darkazînî, Botekî û Hûrî. Li Mûşê û Bedlîsê ev tayîfên êzîdîyan dijîn: Çakoyî, Avokî, Akûsînî, û Bellî.

Ji bil van tayîfên êzîdîyanê me gotin, êlên Êzdîxan jî hene, nêzîkî 15 hezar malî ne. Navbera Mûsil û Cizîrê, di Çiyayê Şengalê de dijîn, bêtirî 300 şênî û gundên wan li wira hene. Wana demek dirêj serê xwe danexistin lê dawî (…) teslîm bûn. Pîr, şêx û qewalên êzîdîyan her wesa hakimên wan jî hebû bi eslê xwe ji çiyayê Şengalê ne.

Di Şerefnameyê de, navê van wilayet û bajarên mezin hatine: Gurcistan, Azerbêcan, Xorasan, Loristan, Şarezor, Baban, Şino, Behdînan, Botan, Iraqa Erebîstan, Baxda, Diyarbekir, Bişêrî, Hekar, Muksê, Şêrwan, Xerza, Hêzan, Kufra, Ispayêrd (Sipayêrd), Bedlîs, Mûş, Wan, Silîvan yan Bayezîd, Erzirom, Qers û Çeldêran. Afiranerê Şerefnameyê dîroka hemû eşîr û qebîlên wan wilayetan dinivîsîne, bê kokên wan digihên ku, nevîyên wan kî ne, hakim û axayên wan rêz dike û xwanê dike, bê hukmê her yekê çawa bû û heya çi derecê bû, paşê digihê heya behsa hakimên Palo, Egîna û Mêrdînê jî dike. Di pirtûkê de behsa hakimên din jî bûye, mîna: Cengêzî, Selçuqî, Tîmûr Gurgan, Sefewî, Ak-koyunlû, Qere-koyunlû, qeralên Ermenistanê, Ebbasî, Eyyûbî, sultanên turkman û Ozbêka, Şah Tohmasb û dînastîya Osmanî. Şerefxan behsa hin bûyerên di gundên van hakiman de qewmîne û şer û cengên wan dike.

Afiranerê Şerefnamê ji rehek pak û şerîf e (merd e). Mezel û gora Şeref Xan li bajarê Bedlîsê ye. Piranîya mal ê xwe, Şeref Xan li xelat û comerdîyan da, mizgeftek mezin û medresek ava kirin. Nuha jî nevîyên vê malbatê li wora dijîn, lê tu hukim di destê wan de nîne, ew ser nefeqa hindika ji tîmarê dighê wan, dijîn.

Rojekê ji rojan rûmeta vê malbata hêja (comerde), li ba sultanên tirkan û şahên farisan jî mezin bû. Şeref Xan bi xwe demekê di xizmeta Sahib-Qiran(6) de maye, bi malê ve demekê li bajarê paytextê Qezwînê û li Xorasanê jîya ye. Di dawîya pirtûka xwe de bi serbilindî û kêfxweşî mikur tê, ku bi zarokên şahan re xwendîye.

Bi vî rengî, afiranerê Şerefnamê berî giş dixwest dîroka kurdan, kokê (eslê) wan binivîse, behsa hin êlên cuda jî bi fireh bike. Nûçeyên din jî hene behsa sultan û qeralên berê û sultanên osmanî jî tev wan, di nav peyvê de, carna dibe. Naveroka (têma) nivîsarê a rastî, dîroka tayîfên kurdî ne. Tevî ku di nava kurdan de zanyarên dengdar, şêxên xwedî rûmet û şaîrên mezin jî hene, ku mîna nivîsarên ereb û fars, nivîsarên pexşan û afirandinên ilmî (zanistî) şiiran danîne, şiir û dîwanên(7) rengareng ristine, belê heta îro li Kurdistanê pirtûkek din mîna Şerefnamê nehatîye nivîsandin. Derheqa bûyerên dîrokê tenê sitran û çîrok çêbûne û kurd bi dengê bilind wan dibêjin.

Bi rastî, ev nivîsara dîrokê ya yekî ye ku cîyê sereke tê de ji kurdan re terxan bûye. Ew bi farsî hatîye nivîsandin û dûre yekî ji xelkê Bedlîsê wergerandîye zimanê tirkî. Wergera tirkî ji xironîka Şeref Xan re bi zimanekî tekûz pêkhatîye, ew bi xwe kitêbek dîrokî ye hêja ye. Ev kitêb gelekî degme ye (nadir e), tenê du-sê êksimplarê wê hene.

Ji sisîya yek ji wan mîr û malmezin û axîyên tayîfe û eşîr û qebîlên kurdan ê li jorê hatine rêzkirin, hakimê koçeran bû (xeymennişînan) û yên mayîn ser bajarîyan, xwedîyên kela, qeza û gundên bi tapo û qoçanên deryîyê bilind ser navê wan muhur bûne, hukim dikirin. Evana maldarên edîbin, mirovên dilsoz û hêja ne. Kêm caran diqewime, ku tayîfên bajarîyan (…) li talanan xin, pirrê caran koçer van karên nebaş dikin. Kurdên musilman, yên bajêrî, musilmanên baş in. Li nav wan ulema (zanyar), zana û mêrxwas hene.

Weko di Şerefnamê de jî hatîye, êlên kurdan gelekî qedrê serokên xwe digrin û parvekirina ser qat û çînan diparêzin. Ew heta dawî di bin emrê wî de ne (serokê xwe), jê re guhdar in, tiştekî bê wî nakin û gotina wî li erdê nadin. Kurd bi xurtî adetên mêvandariyê diparêzên. Tevî ku, ew bi xwe carna ser xêra ermenan dijîn û fêydê ji wan dibînin jî, lê borcê mêvandarîyê ji dil û can bicî tînin û kêfxweşîya xwe dîyar dikin.

Ew (kurd) ji zimanê xweşî û cirra nerm hez dikin, mîna metelok dibêjin: ji bo afyetekê deh tas av vedixwin, ji bo bişirandinekê hezar xizmetan dikin.

Tayîfên kurdan bi çavnebar li hev dinêrin û kurdên Îranê çavnebarîya kurdên Osmanî dikin. Belê hema dijminekî biyanî xwanê dibe, hemû dijî wî dibin yek. Lê gava ew xwe bi xwe pev diçin, dawîya tifaq û yekîtiyê ye. Herkes li alîyê tayîfa xwe disekine û helbet mecbûr dibin xayîntîyê bikin, camêrî û mêvandarîyê jibîr bikin.

Heger fermanek ji jor de bê  yekî wan (kurd be) bi eslê xwe nizim, bike serokê êla wan, ew (kurd) wî qebûl nakin û bi her hawî wê berdin wî lê eger hakimê wan bibe mirovekî biyanî, ewê gorra wî bikin û li ber wî ranabin, bere çiqas kêmbe û bêrûmet be jî –weko ermenan- ne xem e.

Hevalbendên kurdan hene dibêjine wan şûrkêş. Navên wan ji navên eşîrên wanî, ku ew jê derketine, tên. Heger şer di navbera wan û eşîrek din de vêkeve, hemû eşîrên tayîfa wan radibin, pişta wan digrin, ya dijmin vedgerênin ya jî herdu alîyan li hev tînin û dijminatîyê disekinînin. Binêrin bê timî çawa dibe. Alîyê gunehkar gava pêş davêje. Gunehkar diçe mala alîyê din, ya mala nabênçî û bi nermî û zimanê xweş recê dike û piştî lihevhatinê dijminatî namîne. Erdên çandî û gundîyên Kurdistanê, ku heta îro di destê kurdan de ne, heqê milk û xwedîtîya wan weko mîratê bavê, ji bav digihîje kur. Ne hukumet ne jî hakim, nikarin doza wan bikin. Hemîyan serbest genimên xwe diçandin, dexlê xwe diçinin kesî bac nedida.

Tenê mirovê ne musilman, bacek bi navê “zekatê” didan xizanan. Ev bac ji bexçan jî dibirin. Ji ber ku bav û kalên van tayîfan bi zora çekan di şeran de, ev ax û milk ji ermen û gurcan sitandine, ew (êlên kurdan)(8) bacê distînin, li gorg peyvên wan ev qaçor dewsa xwîna bav û kalên wan e.

Berê hukmê Sultan Mehmûd, li Kurdistanê ne yek pere jî qaçor nedidan sultanên Osmanîyan. Li hin derna ji neçarî qaçor didan, çunkê, beg û axên wan biçûk bûn. Dergehê Bilind (Babê ‘Alî) tu carê qaçor û salyan ji wilayetên Kurdistanê nesitandine. Heta roja îro li Kurdistanê ‘oşran (dehekan) û salyanê nadin û suxrê nakin. Pereyên ji walîyik û biyêylikan dihatin, diketin xezna dewletê. Sultan beraata hukmê qezê (senceqê) didan yekê ji nevîyên milkdarên kevnar yên wê senceqê.

Dema hukimetê xar dibirin ser gawiran, beg û mîr û xelkê Kurdistanê bi temamê –bê ku tu meaş û tu erzaqê bixwazin- beşdarî êrîşa sultan dibûn. Bi bîna fereh zehmetîyên şer dikişandin û ji dil û can bi siwarî nobetê li cîyên herî zehmet dikirin, ev wezîfe tenê kar û barê kurdan bû. Gava şer disekinî û esker vedgerîya, sultan bi xwe ya sereskerê wî desteyên mîr û began rêz dikirin û lê dinêrî. Bi her hawî razîbûna xwe xwanî dikir, kincên giran li gorî rûmet û merteba her yekê, xelatê wan dikirin û perwayîyên payedar dida wan mîna rezamendîya berza melekî.

Sitendina xelat û dîyarîyan ji mêrên kurdan qedexe ye. Hatinên fermî li  Kurdistanê heta vê dema dawî ji serok, beg û axayên wan (yên kurdan) û xwedîyên milkan re bû. Her salê reyîyê du parê ‘oşrê û sed pere didan axayê xwe. Mehkûmê ji Îranê yan ji Turkiyê direvîyan û xwe li Kurdistanê vedşartin, li wira ji xwe re pişt didît. Kurdan pere bêş dikirin û bi her hawî dixwestin wî fik bikin. Ew kurdên ser sînor dijîyan, caran fêda xwe ji hevkarîya bi farisan re didîtin û diçûn alîyê wan. Sultanên Osmanîyan paşê gunehê van hemkuman jibîr dikirin li wan dibuhirîn. Carna êlek kurd bi temamî direvîya Îranê, demekê di xizmeta şahan de, di nava merdî û qencîyên wan de dima û paşê vedgerîya welêt. Di Şerefnameyê de jî behsa  bûyerên wesa hatîye kirin.

Pirr cara kurdên Turkiyê qîzê kurdên Îranê ji xwe re dixwazin û qîzên xwe dewsa wan didin. Mehrên ji vî rengî, di nav mîran û qîzên malmezinan de, tên birên. Ne pirr zû de Mîrza ‘Ebbas xûşka Yehya Begê, ji malbata Çarî Beg a dengdar, li Hekarê, xwest û ji xwe re anî. Xûşka wî a duda bû jina kurê Mîrza ‘Ebas, Mihemed Mîrzayê, ku paşê bû Şahê Îranê. Vê mervantîya zewacê hişt Yehya Beg têkeve bin hukmê farisan, Kela Çaro û temamîya wilayeta xwe sipart eskerê wan. Leqeba Xan xelatê wî kirin û navê wî bû Yehya Xan. Wî li  Îranê gelekî deng da û rûmeta wî cem hemîyan bilind bû.

Ji nêrîna pêşî, kurt sert û nezan xwanî dikin. Belê tevê wa ew di kar û barên dinê de jêhatî ne û zanin çawa întirêsên xwe biparêzên. Di danûsitandina xêrê de, kurd bi farsan gelekî nerm in û dema gerek be bi ewropî û nûnerên miletên mayî re jî, karin xweş derbaz kin. Ew kurd ne wa şûnmayî ne weko Osmanîyan. Li gorê demê û rewşê dikevin bin kumê hinekan, bi wan re li hev dikin û heger di xizmeta hakimekî biyanî xurt de bin, erka xwe  bi serûber dikin.

Çaxên berê, gava di navbera Osmanîyan û farisan de şer vêdiket, herdu alîyan ji bo çavnêrîya asêgehên dijmin pêşîn, kurd bikar tanîn. Ew (kurd) hunerê şeran zanin, ji xarên şevê re jêhatî ye, çimkî di navbera wan xwe bi xwe de dijminatî ebedî ye. Şev û roj di şeran de ne, xwînî ne û timî li xerîbîyên digerin. Ew hosta ne di hilanîna çekan û siwarîyê de. Ne jê têr dibin û ne diwestin, mîna miletên mayî.

Rêne dinê jiyanê, ku ji kurdan re hem kar bin û hem jî lîstik û şahî bin, nîn in. Gava demekê ji neçarî bêkar rûdinên, wê saetê jî çend hevalan ji xwe re dibînin (…). Jêhatîbûna wan di hunerê şer û hostaya hilanîn û bikaranîna çekan de, ji rewşa jîyana wan tê. Mewhîya tek û serbilindîya tek ji kurdan re, şer û êşîr in.

Ji alîyê jinan ve, adetên kurdan mîna yên ewropîya ne. Ew jin û keçên xwe venaşêrin. Jinên kurdan serbest derdikevin her derê û ji ber kesê narevin. Mêr ku de herin, jin didin pê wan û di şeran de alîkarîya peyên xwe dikin, çekan hiltînin tevê şer dibin.

Du kêmasî di nav kurdan de tu carî bela nebûye: serxweşî û bênamûsî. Belê danûsitandina rojane bi turkan re hiştîye ev herdu kêmasî li hin wilayetan bela bibin. Piranîya kurdan ji van qebhetan dûr  direvin, tevê ku ji curmên mayî re, mîna (…) talan kirin û çetetîyê, hazirin. Ev curm cem wan rojane ne. Lê hema mehkûmek xwe dexîlê kurdekî bike, ew ê malê xwe giştî ji bo alîkarîya dexîlê xwe bike qurban û heta jê bê alîkarîyê dike.

Afiranerê Şerefnameyê ev xeysetên kurdanî bilind hemû nivîsîne. Xwendinek bi lez ji vê kitêbê re, mirov bi sincên (exlaqên) kurdanî bilind. Bi firehbûna welatê wan, bi hukim û dîroka hevraza wan mîrên, ku rojekê ji rojan gelekî bi hêz bûn, tevî kurd nuha qels û bêfam in, dide naskirin. Belê hîna jî gelek êlên kurdan dewletekê ava bikin, hemû wilayet û malbatên mezin û miletê wan deran di çerçeva wê de bin.

Gelek zanyar û hozan bawerin: heger kurd, mîna miletên mayî, yekbûna û serê xwe ji hev re daxistana, wê karibana dewlet ava kiriban û serxwebûna xwe eşkere bikirana. Belê evî, ku eslê van êlan yeke timî jî bê tifaqin. Ji ber vê bêtifaqîyê kurd li Turkylê û Îranê û wilayetên mayî bela-wela bûne, xizmeta hakimên wan deran dikin û serê xwe ji wan re dadixin. Evî wesa jî, heger hemû êl dest bidin hev –ev bi xwe gavek ne biçûk e- bêguman, wê têra dewletekê xelk û hemwelatî hebin.

Ji çaxa melikan(9) de, gelek ji kurdan bi serê xwe hukim dikirin, mîna Melek Tahir û Bedreddîn Qere Yûsif, ku navên wan di Şerefnameyê de hatine. Hakimên Kurdistanê ferman didan, xutbe bi navê wan were xwendin û heya van demên dawî xwe hakimên serbixwe hesab dikirin. Wan bi serê xwe hukim dikirin û fermanên xwe bê muhra turkan bela dikirin, mîna paşayên Erziromê, Wanê û Qersê.

Beg ya axayê li ciyekî li qezayên senceqekê ji senceqan dima, salê carekê hespek du hesp xelatê walîyê wê senceqê dikirin. Walî jî ji alê xwe, xelatek giran li gorê rûmeta wî begî ya axayî xelat, bi zabitekî xwe re dişand. Berî hatina wî zabitî, beg eşîra xwe giş, siwarî navmalê, dicivandin û bi hele-hopek mezin diçû pêrgî wî, da xelata giran wergire û bi serbilindî li xwe ke. Zabit çend rojan mêvanê ezîz dima, paşê ew bi rûmetek mezin bi rê dixistin û hespekî baş dîyarî wî dikirin û perene ji bo xercîya rê didan wî.

Gava şerek vêdiket, walîyê senceqê name ji begê herêma xwe re dinivîsand, çekdar jê dixwestin. Beg jî lo gorî dîtina xwe, ya ew tevî peyên xwe diçû şer, ya jî baş-begek tevî şervanan dişand xizmeta walî. Lê gava beg nexwesta  tew guh nedida fermana walî û peyakî xwe jî nedişand. Xweserî û bêemrîya mîr û begên Kurdistanê gihan dereceke wisan, ku hinek êrîş ber didan hinekên mayî ji herêma xwe, welat talan dikirin û hev dikuştin. Paşayên senceqan qet li pêş wan ne disekinîn û îşê xwe ji tiştekî nedianî. Pirr caran hakimên kurd yên Erziromê, Wanê, Mûşê, Bayezîdê, Hekarg û qezayên Kurdistanê yên mayî, li ber hukmê paşê radibûn, serê xwe hildidan, bi dijminatî êrîşê hev dikirin dibû şer. Paşê begek ji cîranan diket nav wan, ew hêmin dikirin û li hev dianîn.

Em li ser şer û gelacîyên wesa di vê pirtûka xwe ya nû ya dîroka Kurdistanê de, ya nûjen, bi firehî sekinîne. Li vira di pêşgotinê de, em bi kurtî peyivîne, ji bo xwendevan fikrekê hilînin. Tayîfên kurdan heta dawîya hukmê sultan Mehmûd bi serê xwe bûne. Celalet Sultan êlên kurdan kirin bin emrê xwe û ew mecbûr kirin qaçoran bidin xeznê. Tenê kurdên Dêrsimê û Êla Ducîkî serî danexistin. Ew geh paşde diçûn li ber hêza esker û geh radibûn ji nû ve serê xwe hil didan. Bi xwe ji kurdan re adet e, li ber zorê serî dadixin û gava ji wan re fersedek baş tê, ji nû ve serê xwe radikin.

Kurd berevajî miletên mayî, hesabê dawîya pirsan nakin, ji bo armanca xwe bicî bînin her tiştî dikin. Timî karê wan ev e, eynî zanibin dawî xereabe jî. Nizanim gelo ev ji eşîmî ye, gelo mêranî ye, ya ji ber ku natirsin. Mirov bi tebîeta xwe ji mirinê ditirsin, lê kurd di şeran de tu hesabê jê re nakin. Ew hez dikin di meydana şer de bên kuştin, ne ku mirina xwedê bimrin. Kurd ser mirovê di şer de tê kuştin nagirîn, di nerîna wan de mirna wî mirnek hêja ye.

Gava xortek di şer de tê kuştin ya mirina Xwedê dimre, qîzên kurdan mîna hawê ereban, bi zimanê Kurmancî distirên (davêjin ser wî). Cem kurdan adeta dayîna nanekî heye. Mîna cem ewropîyan. Ew cilan davêjin ser pişta hespê xortê kuştî û seleha wî jî datînin ser pişta hesp û li pişt darbesta wî dajon. Bi hele-hopek mezin mirîyê xwe didin gorê, xwedî û mirov ji serîyan heta lingan reş li wan e nîşana şînê ye. Hin xanimên meriv, xûşk û dotmamên mirî, qîz û bûkên ciwan, gulîyên xwe dibrin û datînin ser gora wî.

Kurd bê hesab zalim bûn. Heger karwanek yan kerîyek ji qezak biçûya qezake din, begê wî ciyê mirovek dişand, da risûmatên rê û derbazbûnê bistîne û bi navê bac û gumrikê çi bixwesta distandin. Ji bilî wê, axayên kurdên koçer jî, ku li wê navçeyê diman, xelkê xwe dişandin ser wî karwanê ya kerîyê û gumrikek din ji wan distandin.

Êlên koçeran zorê li re’îyê û li xelkê wolayetên Kurdistanê dikin, gelek zîyanê digihînin wan. Mirov kare bêje, axayê kurd di qeza xwe de mîna walî ye. Berê hakimê wilayetê nikarîbûn vê zulm û zorê ji ser xelkê rake. Lê nuha hêza kurdan nemaye û nema zîyanê dikin. Caran kurdan tiştek nedidan walî û ne tu qaçor didan Xezînê. Lê nuha eşîr giş ne di wê hêza berê de ne, loma peyên wan diçin eskerîyê, qaçoran bi temamî didin dewletê, qanûn û nîzamê jî xirab nakin.

Re’îye û ermen li Kurdistanê di her tiştî de mîna kurdan e, tu ferq di neqeba wan de nîn e. Piranîya wan bi kurdî dipeyîvin. Jin û zarokê tenê bi bi kurdî dipeyîvin û tu zimanekî din nizanin. Adet û sincên wan mîna yên kurdan e. Berevajî welatên musilmanan yên mayî, jin ji civatên mêran narevin. Di cejn û dawetan de jinên re’yî yên musilmanan bi hev re  destên mêran digrin û tev de govendê digerînin. Kurd û ermen dibin kirîvên hev. Ew bi hev re baş dijîn û zorê li hev nakin, mîna li hin êrdimên din diqewime.

Ji rîsipîyan pê ve kesek ji kurd û ermen rîya xwe bernade. Belê şêx, pîr û qewalên êzîdîyan rîyên xwe berdidin tu carî guzanan bikar naynin.

Hêjayî gotinêye, ku re’ayên Kurdistanê jî vexwarina araqê, qumarê û qehbetîyê nizanin. Re’ye çekdar in û gava diqewime bi musilmanan şer dikin. Wan bi mêrxwasîya xwe gelekî deng dane. Nestorî bi mêrxwasîya xwe li pêş kurdan e jî. Zimanê pê dipeyivin, zimanekî cuda ye, serbixwe ye. Belê bi erebî dixwînin û dinivîsînin û alifbeya erebî bikar tînin.

Kurdên li Erziromê, Wanê, Bayezîdê, li Îranê û Rûsyayê gelekî aqilbend in, di nav wan de aqildarên zorzan hene. Li van kurdên Hekarî, Botan, Behdînanê, Silêmanîyê û êlên Bilbas, Zerzan û Mukrîyan, mirovên xwenda, edîb û zana -tenha- beg û zarîyên began û kurdên malmezinane, ku geryane û li odan û civatan rûniştine (…).

Ji ber dijminatîya herdemî, ew ji kuştin û îsyanê re hazir in, timî hevûdu dikujin (…). Ji kê re lêwere, wê dijminê xwe bikuje. Kurdên herî zalim êlên Bilbasan, Zerzan, Baban û Mukrîyan e (…). Ji berê de, gava li nav wan kuştî diket, ew walîyê herêmê, ne hakim îşê xwe jê netanîn. Qazîyan jî îşê xwe ji safîkirina xirecirên nav wan netanîn, kurdan wan bi xwe hevdu ceza dikirin, lihev dihatin û buhayê xwînê digotin.

Di nava êzîdî û melayên musilmana de şerekî oldarî digere û her yek ji wan li fersendekê digere yê din bikuje. Tevê ku êzîdî hemû ji tayîfekê ne, gelek birrên wan hene. Ew tev de Şeytên -di şiklê rokê de- diparêzên û jê re dibêjin Melek Şems. Îbadeta wan ji vê keykebê re ji rohilatê ve destpê dike. Dibêjin gava pîrên wan ne hazir bin, êzîdî mehra xwe, bi destên melayên musilmanan dibirin.

Ser eslê kurdan, adet û sincên wan, wilayet û êlên wan di Şerefnamê de bi firehî hatîye nivîsîn. Bûyerên vê dawîyê, ku di wê de nehatine nivîsandin û nûçeyên miletê vî welatî û şerên li vira gerîyan e, naveroka vê pirtûka Dîroka Kurdan a Nûjen e.

(1)Arşîva p.2. AZ a YKSS, f776, op.4, N-10, p.p. 34
(2) Di nerîna A. D. Jaba de, mebesta afiraner hakimên musilmanan e.
(3) Mele Mehmûd di vir de bîyografya Şeref Xanê Bedlîsî, ku li Îranê bûye û mala xwe, piştî demek kurt ji xizmeta Sefewîyan û hukimdarîya Naxçîvanê –ji Îranê- dibe Tirkiyê, ne  dirust dide. Tema pêşgotina Şerefnamê C.I, r. 28-29 bike.
(4) Di serenca ser wergêrê de A. D. Jaba înformasîyeke balkêş ser elaqeta êlan bi hukimeta Turkîyê re, sala 1865, dibêje.
(5) Li gorê A. D. Jaba di serenca xwe de dibêje, mebesta Mele Mehmûd ji terma “re’a” (ji re’yet) file ne.
Tê fêm kirin, ku Mele Mehmûd jî mîna Şeref Xanê Bedlîsî, Xusro Ibn Muhemmed Benî Erdîlan, Mah Şeref Xanim û dîroknivîsên kurdên mayî, manake firehtir dike vê termê û bi mana bajarîyên xwedî bikar tîne. Belê carna di têksta pêşgotina kitêba Dîroka Kurdistanê ya Nûjen de, bi mana Jaba gotîye bikar tê.
(6) Tîpane “xwedîyê bextê spî” leqeba, ku mîr Tîmûr pê deng da. Di vê halê de xwanîye, mebesta afiraner şahê Sefewî Tehmasbê yekem e (1524-1575)
(7) Dîwan, ji farsî “koma helbestan” e.
(8) Di kevanên girover de, şirovekirina A. D. Jaba ji wergerê re ye.
(9) Di nêrîna A. D. Jaba de, afiraner behsa dînastîya kurdên Eyyûbî û Selaheddîn dike.

ÇAVKANÎ:
– Dr. Ferhad Pîrbal, Mele Mehmûdê Bayezîdî 1799-1867, weşanxaneya Aras, Hewlêr- 2000
– Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî, Tercumeya Mele Mehmûdê Bazîdî, Twîjandin: Seîd Dêreşî, Weşanxaneya Spîrêz, Duhok 2007.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.