MELE MEHMUDÊ BAZÎDÎ (1797-1867)

Amadekar: Ziya Avci

Mele Mehmûdê Bazîdî, di sala 1797an de li Bazîdê hatiye dinê. Bazîdî, ji qebîleya Mirsikî ya girêdayê Eşîreta Celalî ye. Mixabin heta niha jî navên dê û bavê wî nehatiye zanîn. Cardin li gor lêkolîn û hinek zanyariyan, ew nezewicîye. Malbata wî li Bazîdê bi kar û barên ticaretê mijûl bûye. Piştî di şerê navbera Rûsyaya Çarîtî û Osmaniyan de birayê wî tê kuştin, ew îflas dikin û rewşa malbata wî ya aborî diguhere.

Li eynî ciyê dest bi xwendina medreseyê kiriye û cardin li Bazîdê xwendina xwe ya medreseyê temam kiriye û bûye muderris. Em ji hinek lêkolînan agahdar dibin ku wî wextî li Bazîdê şanzdeh medrese hebûne. Piştî temamkirina xwendina xwe, çûye Tewrîzê û di navbera salên 1820-1823an de li wir maye û hînê farisiyê bûye. Pişt re hatiye Bazîdê û li wir dest bi seydatiyê kiriye. Lê wekî me li jorê behs kir, dema ku dawîn mîrê kurd ê Bazîdê Behlûl Paşa, di şerên navbera salên 1827-1829an a di navbera Dewleta Osmanî û Rûsyaya Çarîtî de diqeweme dişkê û birayê Mele Mehmûdê Bazîdî di van şeran de tê kuştin, rewşa malbata wan a tîcarî xerab dibe, ew biryar dide ku ji bajarê xwe dûr bikeve. Li ser vê, ew derbasê bajarê Erziromê dibe û li wir di hucreyan de dest bi melatî û seydatiyê dike. Li eynî bajarî di sala1938an de mamosteyê (muderrisê) resmî yê bi maaş e.

M. Mehmûdê Bazîdî, di nav civata kurd ya wê demê de, xwediyê cihekî bilind û bi paye bûye. Her çend di derheqê malbata wî de gelek kêm agahdarî di destê me de hebin jî, lê em ji gelek bûyerên qewimîne û ew rêz û siyaneta ji Mele Mehmûdê Bazîdî re hatiye kirin, derdixin ku ew ji malbateke payebilind e. Hem bi xwe jî bi îlm û perwerdeya dîtiye, di nav civatê de bûye xwediyê cihekî ku cihê rêz û hurmetê be. Pişt re jî ku em ê di rêzên bên de li ser bisekinin, nasîna wî bi konsolosê Rûsyayê yê Erziromê rojhilatnas Alexandere Jaba  (1803-1894) re çêdibe û herdu bi hev re xebateke piralî, têrberhem û hêja dikin.

Beriya em derbasê behsa dîroka jiyana Mele Mehmûdê Bazîdî û xebatên wî yên serbixwe û yên bi A. Jaba re çêbûne bikin, ez hewce dibînim bi çend gotinan jî be A. Jaba jî bidim naskirin. Ji ber ku A. Jaba li ser perspektîv û metoda xebata ji alîyê Mele Mehmûd ve hatine kirin, roleke mezin leyîstiye.

Alexandere (Auguste) Jaba (1803-1894), di sala 1803an de li Polonyayê hatiye dinê û bavê wî kesekî gundî yê xwedî milkekî zêde bûye û bi eslê xwe cuhî ne. Di sala 1824an de di wezareta derve de dibe wergêr. Di sala 1828an de xwendina xwe ya bilind xelas dike. Di sala 1830an de, di beşa zimanên rojhilatê de, dibe wergêrê zimanê tirkî. Di sala 1832an de bi wezîfe diçe Stenbolê û di sala 1835an de jî cardin ji aliyê wezareta derve ve li Îzmîrê tê wezîfedar kirin. Di sala 1843an de, li ser biryara serokatiya meclisa împaratoriyê, dibe sekreterê dîwana serokatiyê û di sala 1848an de jî dibe konsolosê Erziromê. Ev wezîfeya wî heta sala 1869an dewam dike. Li wir li ber destê Mele Mehmûdê Bazîdî kurdî jî hîn dibe.

Ew yek ji wan kesan e ku di sedsala 19an de, damezrênerê destpêkî yê lêkolîna edebîyata kurdî bê hesêb kirin. Ew wezîfeya lêkolîn û berhevkirina foklora kurdî û zanyariyên di derbarê civata kurd de, ji alîyê Akademiya Zanistî ya Bilind a Petersborgê ve jê re tê dayîn. Ew jî birrek mele û zanayên kurd li dora xwe berhev dike û bi alîkariya wan dest bi berhev kirin, lêkolîn, werger û nivîsandina destnivîsên kevin ên kurdî dike. Ji bilî Mele Mehmûdê Bazîdî, ew melayên ku bi A. Jaba re kar kirine ev in: Şêx Nizar, ku hinek kilam û destnivîs amade kirine. Mele Mustefa, vî melayî berhema Feqeyê Teyran, Şêxê Sen’an û Zembîlfiroş nivîsandine. Mele Musayê Hekarî, di warê zimanê farisî de pê re kar kiriye. Mihemed Xerîb Îbn Silêman, Mem û Zînê nivîsandiye. Feyruz Efendî, Mihemed Miksî, Tahayê Hacî Ebdulezîz, Hesenê Helîm Paşa, Tahirê Îbn Ebbas Efendî, Feyzullah Beg û hinekên din jî cardin, ew kes in ku alîkanriya A. Jaba kirine. Mele Mehmûdê Bazîdî, di nav wan meleyan de ê herî zîrek û zana bûye. Pişt re jî bi A. Jaba re wekî sekreter û mamosteyê wî kar dike.

Belê, ji ber vê nêzîkatiya Mele Mehmûdê Bazîdî bi A. Jaba re, em dixwazin bi çend gotinan jî be ji devê A. Jaba bi xwe wî nas bikin: “…wî ziman û edebiyata farisî, erebî û tirkî jî xwendiye û van zimanan baş dizane… Ew di nava hevalên xwe de ji hemiyan zanatir bû… Di nava rewşenbîrên welat de jî gelek bi nav û deng û bi qedir bû… Piştî sala 1856an Mela Efendî bû seydayê min û di derbarê dîrok, ziman û kultura milletê kurd de alîkariya min kir. Ew karê ji min re hatibû sipartin, yanî hînbûna zimanê kurdî û berhevkirina materyalên bi zimanê kurdî, min di saya rewşenbîrê kurd, Mele Mehmûdê Bazîdî de ew dan hev. Pişt re min ew destnivîs ji Akademiya Zanistî ya Peterborgê re şandin…”

Rodenko ku jî wî wiha dide nasîn: “Ez dikarim bi dilekî xweş û bi bawerî bêjim ku gelê kurd di parastina gelek milên bi nirx ên dewlemendiyên rewşenbîrî de, heta dereceke zêde qerzdarê Mele Mehmûdê Bazîdî ye. Eger bi alîkariya Bazîdî û Jaba nebûya heta niha jî beşeke bi qîmet ji xezîneya edebîyata kurdî ya sedsala berîya me nedihat zanîn”.

Belê, ka gelo Peter Lerch ê rojhilatê almanî yê sedsala 19an yê herî mezin û bi nav û deng, ji bo M. Bazîdî çi gotiye, em guh bidinê: “Wî di serdemeke wisan de dest avêtiye nivîsandinê, ku piraniya rewşenbîrên kurd ên wî wextî, di nameyên navbera xwe de jî farisî bikar anîne, lê wî dest bi nivîsandina kurdî kirîye”. Em ji wan nivîsên gelek kêm ên li ser Mele Mehmûdê Bazîdî hatine nivîsandin, qîmet û giringîya wî hîn dibin.

Li gor qeneeta min beriya ew A. Jaba nas bike, li ser dîrok û kultura kurdî xebatên wî hebûne. Lê dixuyê ku A. Jaba hem di berhevkirina van destnivîsan de û hem jî di kitêbên ji alîyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatine nivîsandin de, hander bûye û ji bo metodolojiya bi van awa xebatan, gelek tişt pêşniyarê wî kirine û jê re bûye rênîşander. Yanî em dikarin bêjin, ev herdu zanayên hêja hevûdu temam kirine. Her çend A. Jaba wî seydayê xwe bi nav kiribe jî, em dikarin bêjin, herdukan jî ji hevûdu ra seydatiyê kirine.

Belê me got beriya Mele Mehmûdê Bazîdî A. Jaba nas bike, bi kultur, edebiyat, folklor û dîroka kurd re mijûl bûye. Ne tenê di herêma xwe de, heta li seranserê Kurdistanê, kesekî gelek bi siyanet û qedirbilind bûye. Bêguman ev jî ji ber alimtî û zanetiya wî bûye. Îspata van gotinên me jî ev e, ku di dema serhildana Mîr Bedirxan Beg (1847) de, ji alîyê sultanê Osmanî Ebdulmecîd ve wezîfeya îknakirina Mîr Bedirxan Beg ji bo nekirina şerekî bi Osmaniyan re ji Mele Mehmûdê Bazîdî re tê dayîn û ew jî diçe Cizîrê li ba Mîr. Ji aliyê çavkaniyên cihê cihê ve ev bûyer bi vî awayî tên neqilkirin:

Sultan Ebdulmecîd, Mele Mehmûdê Bazîdî ji bo ragirtina şer û serhildana li dijî dewleta Osmanî, dişîne Cizîrê li ba Mîr Bedirxan Beg. Dixuyê ku nasiya Mîr Bedirxan Beg û Mele Mehmûdê Bazîdî beriya vê bûyerê bi hev re hebûye. Wî wextê serleşkerê Osmanî Osman Paşa ye û beriya Mele Mehmûdê Bazîdî biçe Cizîrê li ba Bedirxan Beg, wî ji vê çûna xwe û wezîfeya jê re hatiye sipartin agahdar dike û jê re dibêje, heta ez cewabekê ji Bedirxan Beg nestînim, gereke hereketî eskerî çênebe. Lê dixuyê, Osman Paşa kesekî terefdarê şer e û li hêviya cewaba Mele Mehmûd nasekine û diçe ser Cizîrê. Lê dema ew digihîje li wir, dibîne ku amadetiya Bedirxan Beg ji bo şerekî gelek bi rêk ê pêk in. Li ser vê, ew ji vê rêkûpêkiyê Mele Mehmûdê Bazîdî tawanbar dike û jê re dibêje, ku wî Bedirxan Beg hişyar kiriye û sirrên wan gihandiye Bedirxan Beg. Ji ber vê, Osman Paşa, Mele Mehmûd dide girtin û ew qeyd û lele dike û dişîne Stenbolê. Lê qasek şûn de ew ji alîyê sultan ve tê efû kirin û ew dişînin Wanê.

Dema ku ew li Wanê bûye, şerê di navbera Xan Mehmûd û Osmaniyan de berdewam e. Cardin dewlet ew bi handana vî şerî û têkiliyên wî bi serokê serhildanê Xan Mehmûd re tawanbar dike. Li ser vê, ew digrin û panzdeh roj li Wanê di zindanê de dimîne. Lê pişt re wî berdidin, ew tehdîd dikin û tim di bin çav de didin girtin. Bêguman di demeke wiha de berdana wî ji ber tirsa rewşa Mele Mehmûd a civakî ya di nav kurdan de û melhezeya firehnekirina cebheyek li dijî Osmaniyan bûye.

Mele Mehmûdê Bazîdî, yek ji wan zana û rewşenbîrê kurd ê sedsala 19an ê herî têrberhem e. Lê sed mixabin, qasî vê têrberhemî, zanatî û bi xebatên xwe yên li ser mijarên cihê cihê yên di derbarê dîrok, ûrf û adet, çîrok, werger û gelek milên din ên neteweyê xwe de jî, bi taybetî di nav me kurdên bakur de, gelek kêm hatiye naskirin. Heta ev kêmnasî gihîşte seviyek wisan ku ev sala em tê de (2008), antolojiya sedûdeh mezinên kurd derket, lê mixabin me navê Mele Mehmûdê Bazîdî tê de nedît.

Ew yekem rewşenbîr û zanayê kurd e ku di sedsala 19an de, di hemî danûsitandin û xebatên xwe de tenê zimanê kurdî bikar aniye. Her wekî em dizanin, bi taybetî di sedsala 19an de, farisî û erebî di nav zana û rewşenbîrên kurd de gelek di rewacê de bûne. Hema bêje nêzîkî temamê zana û rewşenbîrên kurd di karên xwe yên nivîsandinê de, ev herdu ziman bikar anîne. Lê em dinêrin Mele Mehmûdê Bazîdî bi eksê vê hereket kiriye. Di hemî kar û barên xwe de û ew kitêbên ji alîyê wî ve hatine nivîsandin, bi kurdî ne.

Berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî

Şerefname:
Mele Mehmûdê Bazîdî, yekem kes e ku cara ewil cilda yekê ya Şerefnameya Mîr Şeref Xanê Bedlîsî ji orîjînala wê ya farisî wergerandiye li ser zimanê kurdî. Wî ev xebat di sala 1858an de temam kiriye. Piştî sedûpênceh salan jî, dema ku mirov îro ew dixwîne, kurmanciya wê ya wê demê zewq dide mirov û mirov jê têr nabe. Lê mixabin, Mele Mehmûdê Bazîdî bi ser hinek mijaran re gav daye û ew wernegerandine. Mesela: temamê Mîrektiya Eyyûbiyan û Imadiyeyê qismek ji Mîrektiya Hekariyê wernegerandiye û sefheya çaran a li ser Mîrektiya Bedlîsê jî wekî kurtebirî wergerandiye.

Di sala 1986an de, ji vê wergerê re, ji aliyê Kanadê Kurdo û J. C. Musaelyan ve pêşgotineke hêja hatiye nivîsandin û ew wekî destxet bi xwe hatiye çapkirin. Di sala 2007an de jî, ew destxet ji aliyê Seîd Dêreşî ve hatiye transkirîpte kirin û ji aliyê Weşanxaneya Spîrêz a li Duhokê ve hatiye çapkirin.

Kitaba Tewarîxê Cedîdê Kurdistan:
Ev kitêb ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî bi xwe ve hatiye nivîsandin. Lê mixabin ew wenda ye. Heta niha ji bo peydakirina wê gelek hewil hatine dayîn, lê ew bêyî netîce mane. Li gor ew agahdariyên ji alîyê A. Jaba ve hatine dayîn, ew pêşgotina ku ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve ji kitêbê re hatiye nivîsandin û A. Jaba ew wergerandiye fransizî û heta niha hatiye parastin û gelek kesên din ku di derbarê vê kitêbê de nivîsandine, em bi hindikî jî be di saya van de, di derbarê vê berhemê de dibin xwediyê zanyariyekê.

Mele Mehmûdê Bazîdî, di sala 1857an de dest bi nivîsandina vê kitêbê kiriye. Ew yek nusxe tenê hatiye nivîsandin û hecma wê nêzîkî hezar rûpelan bûye. A. Jaba ew bi pêşgotina pênceh rûpelan pêkhatî (A4) ya ji alîyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve ji kitêbê re hatiye nivîsandin, wergerandiye fransî û ew di 30yê adara sala 1867an de ji bo zana û rojhilatnasên rûsî di vî warî de nêrînên xwe bêjin û vê xebatê binirxînin, ji Akademiya Zanistî ya Peterborgê re şandiye.

Wekî me got, ji bo ku kitêb bi xwe wenda ye û heta niha gelek kes hewil dane ku ew bidest bixin, lê ev hewildan bê netîce mane. Ji ber vê, ez pêwîst dibînim ku li vir hinek dirêj li ser vê berhema hêja bisekinim. Ji bilî vê, em ê ew pêşgotina Mele Mehmûdê Bazîdî ya ji vê berhemê re niîsandiye û ji aliyê A. Jaba ve wergera wê ya fransizî hatiye kirin, Y.Y. Vasîlîva jî di lêkolîna xwe ya li ser “Kitêba Wenda Ya Dîroka Kurdistanê” de behs kiriye û wê pêşgotinê jî weşandiye, dê em ê jî kurtiya wê di dawiya vê maqalayê de biweşînin.

Mirov hem ji ew pêşgotina ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve ku ji kêtibê re hatiye nivîsandin û hem jî ew naveroka (fîhrîst) jê re hatiye amade kirin, bi awakî baş di derbarê kitêbê de agahdar dibe. Ji bilî vê, cardin mirov ji vê naveroka jê re hatiye amadekirin û ji vê pêşgotê fêhm dike ku Mele Mehmûdê Bazîdî xwestiye berhemeke wekî ya Şerefnameya Şeref Xanê Bedlîsî biafirîne. Ji ber vê jî wî û kitêba wî Şerefnameyê wekî mînak ji xwe re hilbijartiye. Cardin em ji naveroka wan herdu nivîsên di derbarê kitêbê de hîn dibin, ku ew li ser bûyerên di navbera salên 1785-1857an ên di beşeke zêde ya Kurdistanê de qewimîne sekiniye. Wekî min li jorê got, em ê pêşgotinê bi serê xwe biweşînin, lê ew naveroka jê re hatiye amadekirin, em ê li vir pêşkêşê xwendevanan bikin:

Fîhrist (Naverok)
Beşa yekê: bûyerên ji sala 1785an heta sala 1857an yên li wilayeta Erziromê qewimîne.

Beşa duduyan: Bûyerên li êrdêma Rojkî, ku bajarên wê yên serekî Bedlîs û Mûş in.

Beşa sisiyan: Bûyerên êrdêma Mehmûdî, ku jê re Mehemedan dibêjin û bajarê wê yê sereke Xoşeb e.

Beşa çaran: Bi kurtî bûyerên li wilayeta Wanê qewimîne.

Beşa pêncan: Bi kurtî bûyerên li Hekarê qewimîne.

Beşa şeşan: Bûyerên li Rewandizê qewimîne.

Beşa heftan: Bûyerên Behdînan, ku bajarê wê yê sereke Amêdê ye.

Beşa heştan: Bûyerên li Botan qewimîne, ku bajarê wê yê sereke Cizîr e.

Beşa nehan: Bûyerên êrdêma Silîvan, ku bajarê wê yê sereke Bazîd e.

Beşa dehan: Bûyerên Qersê û dagîrkirina wê bi destê rûsan.

Beşa yanzdehan: Bûyerên Azerbeycanê û her wiha yên Xoyê, Tebrîzê, Yêrîvanê, Ûrmê, Meraxê û Makûyê qewimîne.

Belê, em dibînin kitêb ji yanzdeh beşan pêk hatiye û her beş li ser mîrektiyek kurdan e. Em ê cardin li vir dubare bikin û bêjin, bi hêviya ku rojek ji rojan ev berhemê hêja bi dest bikeve.

Adet û Rusumatnameyê Tewayîfê Ekradiye:
Ev kitêb ji alêyê Mele Mehmûdê Bazîdî bi xwe ve hatiye nivîsandin. Ji aliyê A. Jaba ve wergera wê ya fransizî hatiye kirin. Pişt re di sala 1963an de, ji aliyê Rodenko ve li Moskovayê wergera wê ya rûsî hatiye kirin û li Moskovayê hatiye weşandin. Wergerên wê yên bi zimanên din jî hene. Gelek car transkirîpsiyona wê ya kurmancî jî hatiye kirin. Lê mixabin di van transkirîptasyonan de gelek şaşî hene. . Ev kitêb yekem lêkolîna civaknasî, etnolojî û etnografî ya li ser kurdan e ku bi kurdî hatiye nivîsandin.

Ferhenga Kurdî-Fransizî (Dictionnaire Kurde Francais):
Mele Mehmûdê Bazîdî di nivîsîn û amedekirina vê ferhenga kurdî-fransizî de alîkariyeke gelek mezin daye A. Jaba. Ev ferheng hatiye çapkirin û ew yek ji wan xebatên herî hêja yên bi hev re ya A. Jaba û Mele Mehmûdê Bazîdî ye. Di piyaseyê de gelek kêm e û kurdiya wê bi alfabeya erebî ye. Ez hêvîdar im ku rojek zûtir bê transkiripte kirin û bi awakî firehtir bikeve bin xizmeta kesên ku di vî warî de xebatê dikin.

Ferhenga Kurdî ya Diyalektê Hekarî-Rewendî:
Ferhat Pîrbal, di kitêba xwe ya “Mele Mehmûdê Bayezîdî” de, li ser vê xebatê wiha dibêje: “Wî bi kurdî di pêşgotina vê kitêbê de gotiye: ‘Ev e risaleyek e di behsa hinek ferq û cudayê di nêv lûxatêt ekradan, hindê beyanê be’zê qewaîdê umumîyêd lazim e’. Li ser rûpela yekê ya fransiziya wê wiha hatiye nivîsandin: Vocabulaire kurde des dialectes de Hekari et Revendi, par A. JABA, Consul de Russie Erzeroum, Erzeroum le 15 Mars 1858 (Gotinên kurdî yên bi diyalektê Hekarî û Rewendî, ji aliyê: A. JABA konsolosê rûsî yê Erziromê, Erzirom 15yê adara 1858an. Bi destxetê yekê navê wî Şehnezer û di sala 1858an de hatiye nivîsandin. 49 rûpel e, hecma wê 22×34 santêm e û di her rûpelê de 13 rêz hatine nivîsandin… Wekî me got, ji alîyê Mele Mehmûdê Beyazîdî ve pêşgotinek jê re hatiye nivîsandin û dibêje: bi diyalektê kurmancî, behsa hinek taybetmendiyên zimanê kurdî dike. Vêca kurtiyek rêziman di derbarê du diyalektan û cihêtiyên wan de tê de hene… Ev destnivîs hatiye bi rêkûpêk kirin û di sala 1984an de ji alîyê Prof. Maruf Xezenedar ve hatiye çapkirin”.

Ferhenga Kurdî-Rûsî-Fransizî û Rûsî-Fransizî-Kurdî:
Mele Mehmûdê Bazîdî, di amadekirina vê ferhenga han a ji 15 hezar bêjeyan pêk hatiye, alîkariya A. Jaba kiriye. Ev kitêb heta niha nehatiye çapkirin û ew di Akademiya Zanistî ya Petersborgê de hatiye parastin.

Rêzimanê Erebî Bi Zimanê Kurdî:
Ev kitêb di eslê xwe de ya Elî Teremaxî ye. Lê Mele Mehmûdê Bazîdî ew ji nû ve bi rêkûpêk kiriye û nivîsandiye û pêşgotinek jî jê re amade kiriye. Navê kitêbê yê orîjînal ev e: “Serf û Be’dê Usûl Lazimeyê Te’lîme Bi Zimanê Kurmancî”.

Dixuyê ku Elî Teremaxî ev kitêb di destpêka sedsala 17an de nivîsandiye. Çunkî Minorsky di Ansîklopediya Îslamê de dibêje: “Elî Teremaxî di sala 1591an de hatiye dinê”.

Ferhad Pîrpal di kitêba xwe ya navê wê derbas bûyî de, di vî warî de agahdarî dide û wiha dibêje: “A. Jaba di du nameyên xwe yên tarîxa wan 17.06.1858an û 02.04.1859an de, ku ji rojhilatnasê elmanî Lerinhardet Dorin re dişîne wiha dibêje: Ev destnivîsa hêja beriya sala 1857an li ba melakî xelkê Hekariyê bû, min jê daxwaz kir ku bide min an bifroşe min, lê wî nefiroşt… Navnîşana destnivîsê ya fransizî ev e: Gramaire kurde par Ali Teremakhi offert a l’Academie Imperial des Sciences a St-Petersbourg, par A. JABA”. Lê pişt re em ji maqalekê ku di berhema Mele Mehmûdê Bazîdî ya bi navê “Cami’iyê Risaleyan û Hikayetan” ku ji çil çîrok û sê maqaleyên ji aliyê wî bi ve xwe ve hatine nivîsandin pêk tê –yek ji wan maqaleyan a ku em behs dikin- û ji aliyê A. Jaba ve wergera wan a fransizî hatiye kirin û li Petersborgê bi pêşgotinekê re ji aliyê P. Lerch ve kurdî û fransiziya wê hatiye weşandin, hîn dibin; Mele Mehmûdê Bazîdî diçe li ba wî melayê xelkê Hekariyê û ew kitêba Elî Teremaxî jê werdigire. Pişt re jî ew bi xwe vê destnivîsê ji nû ve divejjîne û ew bi pêşgotineka di warê jiyana dînî û rewşenbîrî ya di nav mizgeftên wî wextê ên Kurdistanê de, awayê xwendina dersê û bi kurtiyek di warê jiyana Elî Teremaxî de teslîmê A. Jaba dike.

Belê, em dibînin ku cara ewil e ku Mele Mehmûdê Bazîdî ev berhema Elî Teremaxî ya hêja û yekemîn car bi kurdî nivîsandina rêzimanêkê, peyda dike û pişt re jî ew ji nû ve divejîne û dixe li ber destê xwendevanên kurd. Heta niha çend kesan di derbarê vê kitêbê de hinek agahdarî dane. Yek ji wan edebiyatnasê hêja Marûf Xeznedar e. Ez hêvdîdar im ku di vî warî de hê lêkolînên firehtir bên kirin.

Cami’iyê Risaleyan û Hikayetan:
Ev berhema hêja ya Mele Mehmûdê Bazîdî, ji sê maqale û çil çîrokan pêk hatiye. Ew di bin sernivîsa jorê de, wekî kitêb bi hev re hatine çapkirin. Naveroka ku ji kitêbê re hatiye amade kirin bi vî awayî xwarê ye û ez bêyî destlêdan wê li vir dinivîsim.

Fêhrist: Cami’iyê Risaleyan û Hikayetan
– Risale Di Behsa Be’dê ‘Eşayîr e Qebayîl û Tayîfeyên Di Kurdistanê Beyan Dike. Sefhe (rûpel): 1
– Isim û Navê Kurmanciyan Ku Temam û Bê Kêmasî Dibêjin Beyan Dibe. Sefhe: 9
– Isim û Navêd Jinênd Kurmanciyan Ku Bi Temam û Kêmasî Dibêjin Beyan Dibe.  Sefhe: 11.
– Risaleyeke Di Behsa Şair Mezinên Di Kurdistanê Ku Bi Zimanê Kurmancî ye Cih û Kitêb û Şiir û Hikayet û Qiseyêd Wan Beyan Dike. Sefhe: 13.
– Muqeddema Elî Serf û Be’zê Usûl Lazimeyê Te’lîmîye Bi Zimanê Kurmancî. Sefhe: 17.
– Cami’i El-Hikayet. Sefhe: 30.

Belê wekî em ew naveroka ji kitêbê re hatiye amadekirin dibînin, ew di derbarê kitêbê de agahdariyeke baş dide me. Wekî me got, sê maqale û komek hikaye yên ji çil liban pêkhatî di kitêbê de hene. Ew ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî bi xwe ve hatine berhev kirin û nivîsandin.

Maqaleya yekê, di derbarê hinek eşîretên Kurdistanê û agahdariyên di warê jiyana wan de û ji lîsteke navê jin mêran pêk hatiye.

Maqaleya duduyan, bi kurtî behsa jiyana heşt şairên kurd ên kevin dike. Ew şair jî ev in: Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran, Melayê Bateyî, Ehmedê Xanî. Şairê şeşan, Îsmaîl ê eslê xwe ji Bazîdê û şagirdê Ehmedê Xanî ye. Di sala 1065ê hicrî de hatiye dinê û di 1121ê hicrî de wefat kiriye. Şairê heftan, Şerefxan ê eslê xwe ji mîrên Hekariyê ye û di 1101ê hicrî de li Hekariyê koçê dawîyê kiriye. Şairê heştan jî Muradxan e û li Bazîdê di sala 1150yê hicrî de hatiye dinê û di sala 1199ê de koçê dawiyê kiriye.

Maqaleya sisiyan jî nasandina destnivîsa Elî Teremaxî ya bi kurdî û di derbarê rêzimanê erebî de ye. Me li jorê behsa vê gotarê kir.

Qismê vê berhemê yê din, ku em ji naveroka jê re hatiye amadekirin, dibînin, ji çil hikayetan pêk hatiye. Ev çil hikayetên han ên ji alîyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatine nivîsandin, xwediyê hinek taybetmendiyan in û wekî ew çîrokên ku em dizanin nîn in. Ew hemî ji bûyerên rasteqînî yên di nav xelkê Kurdistanê de qewimî ne pêk hatine. Mele Mehmûdê Bazîdî ew bi wersiyona di nav xelkê de tê gotin nivîsandine û ew kirine hikaye û bi awakî xweşik û hêja pêşkêş kirine. Ew navên kesan, gundan, ciyan û heta tarîxên tê de hatine bikaranîn, hemî yên rasteqînî ne. Ji ber vê, wekî min got, ew ji çîrokên ku em dizanin cihê ne. Heryek ji wan li ser serpêhatî yan bûyerekê ye. Naveroka çend ji wan hikayetan ev in: hikayeta yekê, di derbarê tamahiya melan a ji bo malê dinê û menfeetperestî û ez û ezîtiya wan de ye. Hikayeta çaran di derbarê rêbiriya di Kurdistanê de û encamên wê yên di civatê de ne. Hikayeta pênc û şeşan, rola pere û tamatiyê ya di mejî û hindurê însanê de nîşan didin.

Hikayeta nehan, li ser meseleya Şêxî Begê mîrê Miksê û jina Mîr Şeref, Adîle Xanima (di kitêba Sînan Hakan a bi navê Xan Mehmûd de Seadet Xanim e) seroka Kela Şaxê de ye. Ev bûyer bi awakî belge di kitêba lêkolînî ya Sînan Hakan a bi navê “Xan Mehmûd” (hezar car destê birayê Sînan xweş be û em hêvîdar in ku ev awa lêkolînên wî berdewam bin) derbas dibe. Kesê bixwazin dikarin vê bûyerê bi awakî firehtir ji vê kitêbê hîn bibin.

Hikayeta duwanzdehan di derbarê bûyera Hesen (Hesem) Axa û Lalîxana Goveyî de ne. Em dizanin ev serpêhatiya evîntiya van herdu kesên navên wan derbas dibin, li seranserê Kurdistanê belav e û tê zanîn. Bi taybetî li herêmên Serhedê ew wekî payîzok tê gotin. Malikek ji wê ku di bîra min de ye, bi van rêzan dest pê dike:

Deştika Hopê xunav e wa xunav e
Jê diderkevin cotek qazên sitûzirav e
Yekê wî Hesem Axayê min e
Ya dinê Lalîxana bejin zirav e.

Hikayeta bîstûduduyan, di derbarê zulm û zordestiya kurdan a li ser file û êzîdiyan e. Hakeyeta sîûheştan, di derbarê esîrgirtina gerokekî kurdnas ê fransî yê di sala 1219ê koçî (1804ê zayînî) de di qesra mîrê Bazîdî de neqil dike. Di hinek hikayetan de jî ew astengên jinên kurd tê de ne, radixe ber çavan.

Tê de hikayetên li ser eşîretên wekî Rojkan, Sîpkan…Birûkiyan hene. Belê, em li vir nikarin yek û yek li ser hemî hikayetan bisekinin. Çunkî sekinandina li ser hemiyan, hem bi hecim û hem jî bi şirovekirênên di derbarê wan de, ji çarçoveya maqalekê derdikeve.

Kilam, Bêrîte, Gotinên Pêşiyan…:
Yek ji wan xebatên hêja ku ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatiye kirin, berhevkirina kilam, bêrîte, gotinên pêşiyan û gelek tiştên wekî van ên edebî û folklorî ne.

Wî hem kilamên mêrxwasî û hem jî yên evîniyê ku di nav kurdan de tên gotin berhev kirine û teslîmê A. Jaba kirine û wî jî hemî van berheman ji Akademiya Zanistî ya Petersborgê re şandine.

Mem û Zîn, Yusif û Zuleyxa, Şêxê Sen’an, Leyl û Mecnûn, Destana Kela Dimdimê…:
Mele Mehmûdê Bazîdî, berhema hêja û giranbiha a Ehmedê Xanî Mem û Zînê, ya Selîmê Silêman Yusif û Zuleyxayê, ya Harisê Bedlîsî Leyl û Mecnûnê, ya Feqeyê Teyran Şêxê Sen’an, Bersîsê Abid û Qewlê Hespê Reş wekî çîrokî nivîsandiye. Pişt re A. Jaba ew derbasê li ser alfabeya latînî kirine û wergerandine fransizî û pêşgotinekê jî ji wan re nivîsandiye û ew ji Akademiya zanistî ya Petersborgê re şandine.

Wekî tê zanîn, Mem û Zînê yekem nivîsa kurdî ya bi pexşan (nesir) e û M. M. Bazidî jî yekem kesê pexşannûsê kurdî ye.

Ji bilî van, Mele Mehmûdê Bazîdî gelek berhemên din ên ji aliyê şairên kurd ve hatine nivîsandin, ên wekî Zembîl Firoş û gelekên din ku navên hemiyan ji aliyê me ve nayên zanîn, bi awayê çîrokî ew amade kirine û hemî jî ji aliyê A. Jaba wergera wan a fransizî hatine kirin û pişt re jî ji Akademiya Zanistî ya Petersborgê re hatine şandin.

Hemî berhemên ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatine nivîsandin, ji aliyê A. Jaba ve wergera wan a fransizî hatine çêkirin. Gelek caran, Mele Mehmûdê Bazîdî jî ji bo danefehimkrina kurdiya wan, di vî warî de alîkariya wî kiriye.

Ji derveyî van hemî xebatên hêja yên ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatine amade kirin, gelek berhem ji zimanê tirkî, erebî û farisî jî wergerandine li ser zimanê kurdî. Wekî Gulistana Se’diyê Şîrazî.

Xebata wî di warê amadekirina rêziman û hinek pirsên ziman û alfabeya kurdî de jî çêbûye û cardin wî kitêbek bi navnîşana “Kitêba Mewlûda Şerîf” jî nivîsandiye.

Mele Mehmûdê Bazîdî, di van xebatên xwe de nexwestiye navê xwe yê rastî bikar bîne. Tê gotin ku ev ji ber sebebê xweparastina gotegoteyê di nav xelkê de bûye. Yanî nexwestiye xelk li dîwanxaneyan û li kolanan, bêjin ku Mele Mehmûd bi kesekî nemisilman re di nav teşwîkê mesayiyê de ne û ji ber vê di wan xebatên xwe de navê wekî, “Mehmûd Efendî, Hacî Mehmûd Efendî û Feqîr Mehmûd Efendî” bikar aniye. Gelek caran jî, wekî A. Jaba bi xwe jî dibêje, qet nav bikar neaniye.

Belê, em gelek baş û bi awakî ronî dibînin ka vî zana, rewşenbîr û alimê mezin çiqas xebat kirine û di navbera wan çend salan de çiqas berhem afirandine. Berhemên ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatine amade kirin, hemî ji aliyê A. Jaba ve wergera wan a fransizî hatine çêkirin û ji piraniya wan re bi fransizî pêşgotin jî nivîsandine û wekî me got, ji Akademiya  Zanistî ya Petersborgê re şandine. Gelek ji van berheman di çarçoveke teng de jî be hatine çapkirin û belav kirin. Lê gelek jê jî hene hê kesekî dest lê nedaye. Li gor lêkolînên hatine kirin, bi taybetî ya ji aliyê Ferhad Pîrbal ve, tê gotin ku Mele Mehmûd û ew melayên ku em di pêş de navên wan hejmartin, 54 berhemên destnivîs teslîmê A. Jaba kirine û hemî di namexaneya giştî ya Petersyurgê de hatine padastin. Ji van 54 berheman, 44ên wê bi kurdî ne, 4 farisî û 3yên wê jî farisî ne.

Lêkolîn û danenasîna Mele Mehmûdê Bazîdî û ew berhemên ji aliyê wî ve hatine berhev kirin, nivîsandin û wergerandin, di çarçoveya maqalekê de ne mimkun e. Beriya ez dawî li vê kurtenivîsê bînim, ez dixwazim li ser navê “Bazîdê” jî li vir çend gotinan bêjim. Di gelek ciyan de ew wek “Bayezîd” tê nivîsandin. Ev şaş e. Heta niha jî xelkê cih jê re dibêjin “Bazîd” ne “Bayezîd”. Mele Mehmûdê Bazîdî jî di berhemên xwe de “Bazîd” bikar aniye. Lê mixabin kesên ew transkirîpte kirine, cardin “Bayezîd” nivîsandine. Gerek e ev bê rast kirin.

Xala duduyan, ez hêvîdar im ku ew hemî berhemên ji aliyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve hatine berhev kirin, nivîsandin û wergerandin, ku niha di Kitêbxaneya Akademiya Zanistî ya Petersburgê de ne û hinek jî li Fransayê ne û ew ji aliyê A. Jaba ve hatine wergeranin, bên berhev kirin û bêyî destlêdan bi alfabeya herfên latînî  bên amade kirin, yanî bên transkirîpte kirin û bi navê “Berhemên Mele Mehmûdê Bazîdî” bên weşandin.

Daxwazek din jî ev e ku bi zûtirîn wext navê vî zanayê hêja li koçek an kolaneke Bazîdê bê dayîn, ku ew ji aliyê nifşên nû ve bê naskirin û bibe minnetdariyek ji bo ew xebatên ji alîyê wî ve hatine kirin. Ez di dawiyê de dibêjim, hezar rehmet li te be, cihê te bihûşt be û em te bi van çend rêzan bi rêz û minnet bibîr tînin.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.