Em siyaseta dewleta tirk ya kolonyalîst mahkûm dikin!

Dewleta tirk piştî bi alîkariya milêtê Kurd dewleta xwe ava kir, li hemberî  miletê Kurd siyasetek li ser bingehê înkar, asîmîlasyon û jenosîdê meşand.Teva ku di van salên dawîn de, êdî karbidestên vê dewletê jî nikarin hebûna miletê Kurd înkar bikin; lê di warê mafên bingehîn yên ziman, kultur û siyasî de, niyetek wan tuneye ku di esasê xwe de, dev ji vê siyaseta xwe ya kolonyalîst û ne însanî berdin. Di Qanûna esasî de hê jî hebûna milletê kurd nehatiye qebûl kirin; mafên milletê kurd yên însanî, demokratîk û neteweyî bi qanûnan hatine qedexe kirin.

Ev pirtir ji 50 roj in ku gelek xelkê me yên di zîndanan de ji bo hinek daxwaz û mafên bingehîn yên mîna di mahkemeyan de berevanîya bi zimanê kurdî û perwerdeya bi zimanê dayikê di greva birçîbûnê de ne. Gelek jê di rewşeke pir xerab de ne û jiyana wan di tehlûkê de ye.

Em vê siyaseta dewleta tirk ya kolonyalîst û nîjadperest ku miletê me ji mafên wî yên siyasî, demokratîk û kulturî bêpar dike û ji bo domandina vê siyaseta xwe zilm û zordariya li ser gelê me didomîne bi tundî mehkûm dikin.

Divê bi awayekî giştî zilm û zoradriya li ser milletê kurd û neheqî û sîtemkariya li ser girtiyên siyasî bên rakirin û ji bo mafên demokratîk, kulturî  û neteweyî yên miletê kurd  gavên bingehîn bên avîtin.

Weke her milletî, mafê milletê kurd jî heye ku li ser axa xwe bi awayekî azad qedera xwe bi destê xwe tayîn bike û perwerdeya bi zimanê kurdî jî di nav de, di her warê jiyanê de, zimanê xwe bi kar bîne û pêş ve bibe.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Sêwdê
Komîteya Kargêr

Ev nivîs di Daxuyanî de ye.

Kommentarer inaktiverade.