Salih Demir (Salihê Omerî)

Ez ji bajarê Mêrdînê herêma Omerya, gundê Şêxkir im. Di sala 1950.03.02 an de, li gundê Şêxkir hatime dinyê. Em şeş bira û xuşkek me habû, ez biçûkê birayên xwe bûm. Navê ca min Mencê, navê bavê min Silêman bû.

Ez sêzdeh (13) salî bûm min dest bi xwendina ewilî kir. Li gundê me dibistan dereng hat avakirin, di sala 1963 an de. Sê sala li gundê ku ez lê hatim dinyê, gundê Şêxkir min xwend. Pişt re jî du sala li bajarê Diyarbekrê dibîstana ewilî bi navê Alpaslanê (ilkokulu) min xwendina xwe xelas kir. Pişt re navê minî eskerîyê hat û ez çûm eskerîya tirkan, di sala hezar û nehsed û şêst û nehan (1969) de.

Di bîst û pênc salîya xwede ez zewicîm, navê xanima min Gulbihar. Ez piştre pênc sala li girtîgeha Mêrdînê de bûm dergevan. Di sala 1981 an de, ez ji ber sebebê politîk derketim dervayî welat. Ana jî ez li Swêdê dijîm. Pênc zarokê min hene, sê lawikin, Loqman, Şukrî, Êrîş û du keçên min hene, Nalîn û Mizgîn. Ana jî bi karê ji bo azadîya welatê xwe ve dadikevim.  Min azadîya perçak welatê xwe dît, dilê min dixwaze ku azadîya tevaya welatê xwe bibînim. Lê ez nebînim jî êdî çirûska azadîya welatê min, perçê başûr wê rohnaya xwe bide hersê perçên dinê jî. Gelê Kurd pêwîst e ji hevdû hezbikin, tifaqa wan hebe, ji bo zû welatê bav û kalên xwe azad bikin.

Min pirtûkek ji tîpên kirîl kitêba ”Hecîyê Cindî ya bi navê Hewarî” di 1993 an de vergerand tîpên latînî. Kitêba minî ku bi navê ”Gotinên Pêşîyan” di sala 2004 an de hate çapkirin. Ana jî nivîsên min her hefte nebe jî, her ji du heftan di malpera Dengê Kurdistan û Dema Nû de dertên…

Tel:               08-7303756         08-7303756
Mobil:           070 453 7237      070 453 7237
salihe_omeri@hotmail.com

Ev nivîs di Nivîskar de ye.

Kommentarer inaktiverade.