Siddik Bozarslan

Sıddık (Sedîq) Bozarlan di 1955 an de li gundekî Licê ya girêdayê Amedê (Diyarbekir) hatîye dinyayê. Wî dibistana destpêkê û du salên dibistana navîn li Licê; sala dawîn ya dibistana navîn û lîseyê li Amedê xwendîye. Wî xwendina xwe ya bilind a çar salî li Ankarayê di beşa rojnamevanîyê de xwendiye û di sibata 1980yî de dîplomeya xwe girtîye.

Ew di malbateka ku çar xwişk û çar bira, digel dê û bav tevayî xwedî deh nifus de mezin bûye. Ji ber xizanî û mercên dijwar a malbatî ew mecbûr maye ku di zarokatîya xwe de hin kar û bar digel hev bide meşandin. Ew her roj digel birayê xwe yê mezin Bakî, ji gund heta qezayê bi seetekî zêdetir meşîyane. Dema ew û birayê xwe li ser rîya dibistanê xatir ji hevdu dixwestine; Bakî jê re gotîye û dubare kirîye: ”Dereng nemîne! Rast here mektebê. Lê piştî mektebê divê tu bi lez werî dikanê. Tu dizanî ku karê te li dikanê pir e! Ez efû nakim ku tu dereng werî! Haydê yallah!”

Sedîq mecbûr bûye ku her roj piştî mektebê here dikana birayê xwe ya terzîtîyê; li wir jî şagirtîyê bike heta êvarê. Wek her rojî ew êvaran berê xwe dane rîya gund. Heger taqet tê de bimaya, di bin ronahîya fanosê ango lembeyê de hinik dersên xwe yên mektebê jî amade dikir heta razanê. Jîyana Sedîq a zarokatî û xortanîyê ya herî zehmet û dijwar ew dem bûye ku heft sal dom kirîye.

Di wê demê rayoyek Bakî  hoste hebûye ku jê re Anotûqatot digotin. Dema seetên radyoya Êrîvanê an Qesrî Şîrîn ya jî Dengê Bexdayê dihat; dikana Bakî westa tije dibû û pirê caran li hundur cîh nedima û guhdarvan li derve guhdarîya radyoyê dikirin. Ji nûçeyan zêdetir ew hemû guhdarvan jibo xatirê bernameyên kilaman dihati dikanê. Bi taybetî jî sewt û awaz û kilamên Kawûs Axa, Garabetê Xaço, Meryem Xan, Eyşe Şan, Aramê Dîkran, Seîd Axayê Cizîrî, Mihemed Arifê Cizîrî û gelekên din ji alîyê guhdarvanan ve zêde dihate heskirin û ecibandin. Sedîq jî yek ji wan guhdarvanên daîmî bûye ku wî wan bernameyan carna jî li gund guhdarî kirîye. Loma zarokatî û xortanîya Sedîq di nav atmosfereke weha de şikil sitendîye.

Li Liceyê hestên welatparêzîyê xurt bûye û tu kes bi hev re bi tirkî nepeyîvîye. Wê demê kultureke weha runiştî hebûye ku axaftina bi tirkî di nav Liceyîyan de tişteke eyb û şerm hatîye dîtin. Sedîq bi xwe jî heta dest bi dibistanê nekirîye, ew qet bi tirkî nizanibûye. Ji ber wê taybetîyê bûye ku wî gelek caran ji mamostayên xwe lêdan xwarîye ku çima di sinifê de kurdî peyîvîye.

Dema Sedîq diçe Amedê, jibo wî jîyaneke nû destpêdike. Ew sê salên lîseyê û sala dawîyê ya orteyê li Lîseya Zîya Gokalpê dixwîne û li mala birayê xwe yê herî mezin, li cem Yusuf dimîne. Jibo wî êdî şagirtîya dikanê namîne; lê her havînan ku mekteb dikeve tetîlê, li ber birayê xwe Yusuf mewênîyê dike. Ji ber ku Yusuf bi karê neqlîyeyê ve mijûl dibe û xwedanê qemyonekê bûye; Sedîq jî di havînan de li cem wî kar dike û lewre bi rîya qemyonê ew qelek bajar û bajarokên Kurdistanê û Tirkîyeyê dibîne.

Sedîq di havîna 1974an de dîplomeya lîseyê distîne û vedigere Liceyê. Li ser mireceeta Sedîq di payîza 1974an de li gundê wî cara ewil di odeyek de dibistan vedibe û ew jî li wir nêzîkî salekê weke mamostayê muwaqet kar dike. Lê di Îlona 1975an de li navçeya Liceyê bûyera erdhijandinê (deprem) çêdibe. Ji bilî Taxa Bajarê Nû (Yenişehir Mahallesi) seranserê Navçeya Liceyê digel hemû gundan bi erdê ve dûz dibin. Di encamê de bi hezaran mirî û birîndar çêdibin.

Ji ber xisarek mezin gihabû runiştvanên Liceyê; Sedîq digel hevalê xwe Fikret Akay, li ser navên xwe belavokeke yek rûpelî belav dikin û di belavokê de polîtîka hikûmet û dewleta Tirk şermezar dikin û wê bûyerê li hemberî gelê Liceyê û gelê Kurd wek qetlîamek (jenosaîd) destnîşan dikin. Wê demê ji ber tunebûna komeleyek, wî karî Sedîq û Fikret digrin ser milên xwe û ji ber wê belavokê bi seetan di Avahîya Wîlayeta Amedê de asê dibin û dibin mixatabên heqaretên giran ên polêsan.

Sedîq digel çend hevalên xwe yên xort dikevin nav hewildanan da ku polîtîka dewlet û hikûmeta Tirk şermezar û protesto bikin ku alîkarîya pêwist jibo hemwelatîyên wan nehatîye kirin. Di encama wan hewildanan de Sedîq û çend hevalên xwe komîteyek amade dikin jibo meşek ji Liceyê heta Amedê li dar bixin. Sedîq digel hevalê xwe Hafiz Uzun, du roj û du şevan li gundan digerin û roja sisîyan meşa Liceyê destpêdike. Ew meş ku sê roj dom kiribû, li Amedê bi xwepêşandaneke gelek mezin bi dawî hatîye.

Sedîq di perîyoda 1976-77an de li Ankarayê dest bi xwendina xwe ya bilind dike. Ew di heman demê de wek damezîner di avakirina Komela Kulturî ya Gelî Şoreşger de cîh distîne. Di 1977an de ew dibe Berpirsîyarê Rojnameya Roja Welat. Ew çend rojan piştî derçûna jimara yekem a rojnameyê, ji alîyê polês ve tê girtin û tewqîf dibe. Di girtîgehê de 53 rojan dimîne û texlîye dibe, lê salek û nîv cezayê hepsê dixwe. Ew mafê xwe yê temîzkirinê li derveyî hepsê bi kartîne û di demeke pir kurt de cezayê wî ji alîyê Dadgeha Bilind (Yargitay) ve tê tesdîqkirin. Her weha jîyana wî ya fîrarîyê (mehkûmîyê) destpêdike. Ew bi awayek fîrar xwendina xwe di Sibata 1980yî de temam dike û du meh piştî derbeya leşkerî ya 12 Îlona 1980yî li ser îxbarek li Bîngolê (Cewlikê) tê girtin. Ew 45 rojan şikence dibîne û paşê cezayê xwe yê Roja Welat li Zindanên Bîngolê, Gençê (Darahênê) û Kanîreşê (Karliova) dikêşîne.

Her çiqas Sedîq di 1981ê de ji zindanê rizgar dibe jî; ew di eslê xwe de bi tevayî rizgar nebûye. Ji ber hin dawayên din û bi taybetî jî Daweya Giştî ya TKSP (ango Rîya Azadî) ku li Ankara destpêkiribû û hatibû Amedê; ihtîmaleke xurt hebûye ku ew careke din were girtin. Lewre jibo wî xeter bû ku zêdetir li welat bimîne. Ew ji neçarîyê di 1982an de welatê xwe diterikîne û di 1983an de diçe Swêdê û li Stockholmê cîwar dibe. Ew zewicî ye û bavê keç û lawekî  ye.

Sedîq li Swêdê jî karên xwe yên sîyasî, kulturî û komelayetîyê didomîne. Ew di avakirina Komela Yekîtîya Demokratên Kurdistanê de wek damezrîner û rêvebir; perîyodek jî di Komîteya Karger a Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) de weke sekreter û di redaksîyona Berbangê de cîh digre. Wî di redaksîyona Berbangê de îmzeya S. Qerecdax bi kar anîye. Ew wek çalakvanekî aktîf di avakirina FKKS li ser bingeha Komeleyên Beledîyan de jî cîh digre ku ev bîst sal zêdetir e Federasyon li ser wê bingehê tê meşandin.

Sedîq, di derbarê karên nivîsînê de li ser dîrokê, kultur û babetên rojane; di rojname û kovarên cuda de geh bi tirkî û geh bi kurdî, lê îmzeyên cuda bi kar anîye û di redaksîyonên hinan de cîh girtîye. Nivîsên Sedîq ên bi navê Çend Rûpel Ji Dîroka Kurd û Kurdistanê, ewil di Kovara Hêvîya Gel (Sedîq xwedîyê wê bûye ku 44 hejmar derçûye) de û paşê di Kovara Vatan Guneşî (Roja Welat) de bi îmzeya Botan Amedî derçûne. Ev xebata bi tirkî li Stenbûlê di 1991ê de wek pirtûka cilda yekê di nav Weşanên Firat Dicle de hatîye weşandin. Pirtûka Sedîq a duyem jî bi tirkî bûye ku bi navê Li Kurdistanê Pirsa Serxwebûnê û Li Tirkîyeyê Pirsa Demokrasîyê, li Stockholmê di nav Weşanên Jîna Nû de di 1996an de çap bûye. Lê di van salên dawîyê de ew bi tirkî nanivsîne, tenê bi kurdî dinivîse û nivîsên wî di hin malperên kurdî de tên weşandin.

Sedîq yek ji damezrînerên Komela Nivîskarên Kurd li Swêdê ye û heta nûha wî piştgirîyê kirîye jibo domandina jîyana komeleyê. Ew di van çend salên dawîyê de jî wek endamekî di Komîteya Karger de cîh sitandîye û wê xebata xwe didomîne.

Ev nivîs di Nivîskar de ye.

Kommentarer inaktiverade.