Silêman Demir

Ez ji Nisêbînê me. A rastî ku ez serê adara sala 1956-an li gundekî bakurê Nisêbînê çêbûme û heta dehsaliya xwe li wir jiyame. Ew gund Hebîsê ye. Lê malbata min bi esil ji gundê Çalê ye. Herdu gund jî, gundên Omeriyan in. Malbata min, çaxê ku ez dehsalî bûm ji Hebîsê bar kir Nisêbînê.

Xortaniya min li wir dest pê kir. Min xwendina xwe ya heta lîse (sala dawî ne tê de, min ew li Farqînê kir) li wir kir. Min piştî lîseyê (gymnasiet), ji bedêla du salan ve, salekê dibistana mamostetiyê li Mêrdînê xwend. 1979-an gava min dibistan xelas kir, ez neçûm devera ku karê mamostetiyê ji min re derket. Bi dû re jî îcarê gava min kar xwest, wan neda min. Ji ber ku hukum, eskerî bû.

Heta ku xortaniyê di por de cîh da çend tayên gewrbûnê yên pêşî, ez li Nisêbînê jiyam. A kin, min di bîst û neh saliya xwe de wir berda û ez hatim Swêdê. Wî çaxî sal 1985 bû. Ev 23 sal in ku ez li Swêdê dijîm. Îsal 20 sal in ku ez di febrîqeyekê de kar dikim. Min pazdeh salan ji wan her hefte geh sibehê zû û geh jî êvarê heta derengê şevê kar dikir.

Nivîsandin, hîna di xortaniya min a zû de ket jiyana min û dilê min. Lê min tu tiştek ji nivîsên xwe yên wî çaxî, di tu kovar û rojnaman de neweşandin. Wek pirtûk jî tune ne. Ji xwe piraniya wan, ya ji ber ku ez bi wan qaîl nedibûm min avêtin û ya jî di qul û qulêran de wenda bûn. Bes tenê çend helbestên min ên wî çaxî li ba min hene.

Sal wilo çûn, lê xwestin û hezkirina min a nivîsandinê ji dilê min derneket. Her xurttir dibû. Min her rojê tiştin dikirin. Wî karê min, li Swêdê berê xwe yê pêşî da. Ji sala 1992-an pê ve, êdî min hêdî hêdî nivîs rê kirin kovar û rojnaman. Hatin xwendin û hatin ecibandin. Wê yekê kir ku ez xwe baştir bidimê. Ez hejmara nivîsên xwe yên ku heta niha di kovar û rojnaman de derketine, nizanim.

Çîroka min û nivîsandinê, ev e. Gava mirov dikeve nav, mirov nema kare ji nav derkeve. Mirov pê de dadikeve û dadikeve û nema kare jê derkeve. Wî çaxî êdî mirov dibîne ku gelek tiştên divê mirov bike û binivîse hene. Heta niha, min ev yek bi qasî ku ez pê re gihame kiriye.

Heta niha sisê romanên min derketine.
1-Sorê Gulê, 1997
2-Koç, 1998
3-Piştî Bîst Salan-2008

Û her wilo min hin werger jî kirine. Hinek wek perçe di kovaran de derketine û hinek jî wek kitêb derketine. Kitêb ev in:
1-Şiîrên Bijarte- Mayakovskî-1997 (werger)
2-Keça Kurd Zengê- Cemşîd Bender -1997 (Kitêbeke çîrokan e, min û Firat Cewerî bi hev re ji Tirkî wergerand. Min ji sê paran yek girt ser xwe.)

Ez niha, gava ku wextê min çêdibe, di warê nivîskî û civatî de bes bi edebiyatê, zimên û dîrokê dadikevim. Hin tiştên ku min di vî warî de ber bi hev de anîne li ber destên min hene, min salên dirêj li ser wan kar kiriye. Ez niha gihame devereke ku ez êdî bi wan qaîl dibim. Ez hêvîdar im ku ez ê ji niha û nêzîk bi kêmasî yekê ji wan wek pirtûk eşkere bikim. Hin xebatên min li ser nav, cîh û dîroka stêrikan hene. Ez ê wan nivîsan jî bi dû re wek pirtûk jî derxim, lê ez niha nikarim bêjim bê kengî. Ew karin li dibistanan wek materyalên dersan bên bikaranîn û xwendin. Gelek helbestên min ên ku hîna nehatine weşandin hene. Yanî hêleke ruhê min, helbestvan e.

Ev nivîs di Nivîskar de ye.

Kommentarer inaktiverade.