Destûr

DESTÛRA KOMELEYA NIVÎSKARÊN KURD LI SWÊDÊ

Benda Yekê

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê (KNKS), rêxistineke demokratîk û serbixwe ye.

Benda Diduyan

Armancên Komeleyê

1) Ji bo danasîna ziman û edebîyata kurdî û berhemên endamên komeleyê xebatê dike.

2) Ji bo zimanê kurdî bibe qada têgihîştin, dan û stendinê û herweha bawerîyên cîhê, kar dike.

3) Bi rêxistin û dezgeyên sivîl yên azad û hevarmanc, yên kurdî û biyanî re pêwendîyan datîne.

4) Li hember rejîmên nîjadperest û dagirker û tawanên wan yên li dijî gelê kurd, bi hemû awayên nivisînê dixebite û hewl dide ku doza gelê kurd bi raya giştî ya cîhanê bide nasîn.

5) Li dijî sansurê, ji bo bîr û raya serbest, azadîya nivisîn, belavkirin û danasîna berhemên nivîskarên kurd yên di warên cuda de xebatê dike.

6) Ji bo azadkirina wan nivîskaran dixebite ku ji ber bîr û raya xwe ji karê xwe bûne, ji mafên civakî bêpar mane, tûşî girtin û êşkenceyê dibin, an jî ji azadîya xwe bêpar dimînin. Herweha li hember wan kes û alîyan kar dike ku bi tawanên welê radibin.

7) Ji bo bîranîn û rêzlêgirtina nivîskar û şaîrên kurd dixebite ku bi bîr û berhemên xwe ji gelê kurd re xizmet kirine.

Benda Sisêyan

Endametî

A-Şertên Endametiyê

1) Her kurdê/kurda ku kitêbek nivîsandibe yan jî wergerandibe, xwedî mafê endametiyê ye.

2) Biryara endambûyinê komîteya kargêr dide. Piştî biryara wergirtin yan wernegirtinê, komîteya kargêr vê encamê bi nivîskî bi wî/wê kesî dide zanîn.

3) Daxwaza endambûyînê, divê bi rêya dagirtina daxwaznameya endametiyê be. Daxwaznameya endametiyê ji aliyê komîteya kargêr ve tê amade kirin.

4) Piştî biryara wernegirtina nivîskarekî/nivîskarekê, ew nivîskar dikare daxwaza xwe bîne kongreyê. Biryara dawîn kongre dide.

B- Ji endametiyê ketin û der xistin

1) Ger endam di rêya bicîanîna karûbarê komeleyê de bibe asteng, nav û kesayetiya komeleyê lekedar bike, yan jî li dijî destûra komeleyê bixebite, komîteya kargêr dikare jê loman bike yan jî karên wî/wê yên endametiyê bide sekinandin.

2) Selahiyeta ji endametiyê derxistina endamekî/endamekê, tenê di destê kongreyê de ye û bi rêya dengdanê ye.

3) Endamê/endama ku bêsebeb heqê endametiya xwe ya salane nede, ji endametiyê dikeve.

4) Komîteya kargêr di mercên pêwîst de dikare endamekî/endameke xwe ji dayina heqê endametiyê efû bike.

Benda Çaran

A- Kongreya Giştî

1) Kongreya giştî organa herî bilind e û biryara wê biryara dawîn e. 2) Kongre salê carekê çê dibe. 3) Biryarên kongreyê, bi piraniya dengan tên stendin. 4) Ji bo guherandina destûrê 2/3 dengê endamên beşdar ên kongreyê pêwîst e. 5) Ji bo çêbûna kongreyê, divê %51ê endaman di kongreyê de beşdar bibin. Ger ji %51ê endaman beşdar nebin, piştî du hefteyan, ji nîvî kêmtir endam beşdar bibin jî, kongre bi endamên beşdar çê dibe. Hejmara beşdaran, divê ji hejmara endamên komîteya kargêr zêdetir be.

B- Komîteya Kargêr

1) Endamên komîteya kargêr, bi rêya dengdanê ji alî kongreyê ve tên hilbijartin û ji bicîhanîna biryarên kongreyê berpirsiyar in.

2) Komîteya kargêr ji sê endamên eslî û du endamên cîgir pêk tê. Komîteya kargêr piştî kongreyê ji bo hilbijartina serok, sekreter û berirsiyarê/a malî dicive.

3) Serok, berpirsiyarê/a komîteya kargêr e û li derve nûnertiya komeleyê dike.

4) Sekreterê/a komeleyê, civînan amade dike, wexta wan diyar dike, protokola wan digre û arşîvê diparêze.

5) Komîteya kargêr, ji bo hêsankirina karûbarê komeleyê dikare komîteyên taybetî pêk bîne. Ne şert e ku endamên wan komîteyan endamên komîteya kargêr bin.

Benda Pêncan

Maliyeya Komelê

1) Heqê endametî (salane 200 skr). 2) Destkeft û qezenca ji weşan û çalakiyên din. 3)  Bexş û alikariya dostên komeleyê. 4)  Alîkariya dezgehên xêrxwaz.

Benda Şeşan

Berpirsiyariya Malî

1) Berpirsiyarê/a malî ji alî komîteya kargêr ve tê hilbijartin. Li hember komîteya kargêr ji hatin û lêçûyên komeleyê berpirsiyar e.

2) Berpirsiyarê/a malî, di mercên pêwîst de bêyî biryara komîteya kargêr dikare heta du hezar (2000) kronan ji bo karûbarên komeleyê xerc bike.

Benda Heftan

Hilweşandina Komeleyê

Biryara hilweşandina komeleyê bi tenê di destê kongreya giştî de ye û bi rêya dengdana ji 2/3 yê endamên beşdar ên kongreyê ye.

Di rewşeke weha de hemû mal û pereyên komeleyê ji nêzîktirîn komele yan jî dezgehên hevarmanc re tên bexşkirin.

Kommentarer inaktiverade.