Kokteyla kitêba “Siwarê şînbozê Êlas Efendî

Bi minasebeta 80-saliya wefata Êlas Efendî, romaneke Enwer Karahanî ya bi navê “Siwarê şînbozê Êlas Efendî” ji weşanxaneya APECê derketiye. Em dixwazin bi kokteylekê kitêba Karahanî bidin nasandin û bi çend gotinan qala wê minasebetê bikin. Hin xwarinên aparatîf û vexwarinên li gel wan dê bên îkram kirin.
Bixwîne

Babet: Edebiyat

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 18an pêk anî

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê kongreya xwe ya 18an di 07/12/2013an de pêk anî. Kongre ji aliyê serokê komelyê Zinarê Xamo ve bi  xêrhatina li mêvan û endaman hate vekirin.

Piştî vekirina kongreyê hevalên Serdar Roşan, Mustefa Aydogan û  M. Ali Kut weke dîwana kongreyê hatin hilbijartin, rojev hate pejirandin û li gor rojevê kongre hate bi rê ve birin. Zinarê Xamo rapora xebatê û Zinar Soran jî rapora aborî pêşkêşî kongreyê kirin. Li ser raporan gotûbêj hatin kirin û rapor ji aliyê kongreyê ve hate pejirandin.

Beşdarên kongreyê ji bo xebatên pêşerojê pêşniyarên xwe pêşkêş kirin û Komîteya Karger ya nû û delegeyên kongreya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê hatin hilbijartin.

Komîteya nû ji Zinar Soran, Paşa Birodirêj, Nezîr Akad, Serdar Roşan û M. Alî Kut pêk hat. Ji bo delegeyên kongreya Federasyonêî jî Mamoste û Halûk Ozturk hatin hilbijartin.

Komîteya nû di nav xwe de kar û bar parve kir; Nezîr Akad wek serok, Paşa Birodirêj wek sekreter û Zinar Soran jî weke berpirsiyarê aborî hatin hilbijartin.

Kongreya îsal li aşxaneya xwarinên kurdî ya Araratê li navenda Kistayê hate çêkirin.

Babet: Kongre

Semîner: Fatma Savcî û hêjayiyên kurdan di berhemên wê de

Kitêbxaneya Kurdî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Komeleya Ciwanên Kurd bi hevkariyê li gel ABFê zincîreka semîneran li ser hêjayiyên kultur û civaka gelê kurd di berhemên nivîskarên kurd de pêk tînin. Ev zincîra semîneran li gel Fatma Savcî û hêjayiyên kurdan di berhemên wê de dom dike. Bixwîne

Babet: Giştî

KONGREYA 18AN YA KOMELEYA NIVÎSKARÊN KURD

Endamên hêja!

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê di vê tarîx û cihê ku li jêr hatiye nivîsandin kongreya xwe ya 18an dicivîne. Piştî Kongreyê em dê xwarinê bixwin û şevbuhêrkekê bi hev re derbas bikin. Hun hemû bi xêr werin. Bixwîne

Babet: Giştî

Semînera Sidqî Hirorî

Kitêbxaneya Kurdî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Komeleya Ciwanên Kurd bi hevkariya ABFê zincîreka semîneran li ser hêjayiyên kultur û civaka gelê kurd di berhemên nivîskarên kurd de pêk tînin. Ev zincîra semîneran vê carê bi semînera Sidqî Hirorî berdewam dike.

 

Roj: Şemî 2013-10-16 Saet: 14.00 – 16.00
Cih:Kitêbxaneya Kurdî
Gustavslundsvägen 170 167 51 Alvik

Amadekar:
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê.
Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê Komeleya Ciwanên Kurd, bihevkariya ABFê

Babet: Çalakî

Romeneke nû ya Lokman Polat

Romana nivîskarê kurd Lokman Polat ya dawî derket.
Naveroka romanê gelek balkêşe. Romannivîser mijara evînên qedexekirî di romanê de bi şêweyeke edebî aniye zimên.
Evînên evîndarên ku misilman û xirîstiyanin, kurd û asurî/suryanî ne, kurd û tirkin, rum û tirk in, kurdin lêbelê kurdên êzîdî û misilmanin, alevî sunî ne, budîst û zerdûşî ne, dema dibne evîndarên hevûdu gelek asteng derdikeve pêşberên wan.
Di romanê de evînên qedexekirî  yên dema dîrokî û yên îro bi hevûduve hatine hunandin û bi hunera romanê hatiye afirandin.

Weşanên Nas – Stenbol.
Tel – buro – 02125672768
Mobil – 05552221291
Meil – nasajans@gmail.com

Babet: Edebiyat

Mêlav – Enwer Karahan

Kitêba Enwer Karahan ya bi navê Mêlav hate çap kirin.
Ji Weşanxaneya Ronahî vê hefteyê berhemeke hêja derket. Nivîskar Enwer Karahan ku beriya niha xwediyê heft berheman e vê hefteyê bi Weşanxaneya Ronahî dengê xwe dubare gihand xwendekarên xwe. Vê carê bi şêwaza vegotinê berhemek bi navê “Mêlav”ê nivîsî û di vê berhemê de hestên penaberekî ku piştî bîst û salekê vedigere welatê xwe dan vegotin. Berhema wî ji 100 rûpelî pêk tê û edîtoriya berhemê ji aliyê Mihemed Ronahî ve hatiye kirin. Taybetiya zimanê nivîskar Enwer Karahan ew e ku bi rastî jî zimanekî herikbar û kurmancî bi kar tîne di berhemên xwe de. Xwendekarên kurd dema vê berhemê bixwînin dê ji jiyana xwe gelek tiştan din av berhemê de bibînin
Babet: Edebiyat

Kurdistana Sor û Têmûrê Xelîl li Kitêbxaneya Kurdî

Nivîskar Têmûrê Xelîl dê li Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê behsa Kurdistana Sor bike û fîlmekê nîvsaetî li ser wê Kurdistanê nîşan bide.

Amadekarên vê êvarê: Kitêbxaneya Kurdî, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, Federasyona Komeleyên Bixwîne

Babet: Çalakî

ALA DEWLETA TIRK YA DEWLETA BIZANSÊ YE

Lokman Polat

Niha li Tirkiyê minaqeşe li ser ala fermî a dewleta komara Tirkiyê heye. Hinek dibêjin ”Ev al ala dewletê ye” û ”hinek jî dibêjin ”Ev al ala netewa tirk e. Bi xwîna leşkerên tirk hatiye pêkanîn.” Hinek siyasetmedarên kurd jî dibêjin ”Al Bixwîne

Babet: Giştî

Semînera Enwer Karahanî

Kitêbxaneya Kurdî, Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê û Komeleya Ciwanên Kurd bi hevkariya ABFê zincîreka semîneran li ser hêjayiyên kultur û civaka gelê kurd di berhemên nivîskarên kurd de pêk tînin. Ev zincîra semîneran vê carê bi semînera Enwer Karahanî berdewam dike.

Bixwîne

Babet: Giştî