Feylezofîya Cegerxwîn û heval Pol Robson

Ji vir 25 sal berê yanê di 22 yê Cotmeha 1984 an da şaîrê me yê navdar Seydayê Cegerxwîn (Şêxmûs Hesen) ji nav me koçber bû û çû ser dilovanîya xwe. Seyda, roja 11.11.1984 an li Qamişlo di bexçeyê mala xwe da  hat definkirin.

Heta nûha  bi awayên cuda û di qadên cuda da gelek civînên bîranînên salvegera Seydayê nemir hatine çêkirin. Di wan bîranînan da  gelek kes di warên cuda da  li ser şî’rên (helbestên) Seyda babetên xwe pêşkêş  kirine. Jibo min balkêş bûbû  ku di wan civînên bîranînan da (yên ku min beşdarî kiribû) tu amadekarek li ser şî’rên Seyda ên navnetewî (international) qet metnek pêşkêş nekiribûn. Bê guman jibo min ev kêmasîyek bû. Heger edebîyatnas, şaîr, lêkolîngerên me bi her awayî li ser babetên helbestên Seyda ranewestin; dê ev kêmasî her xwe bidomîne û zîrekî û mezinîya Seydayê me yê dilovan jî di her warî da baş dernekeve holê. Wekî dî bi nivîskî jî heta nûha ez li derek rastî vê babetê nehatime ku îro bûye mebesta nivîsa min da ku li ser hinik rawestim. Lê ez pê nizanim xebatek weha çêbûye an na?

Amanca min ev e ku di vî warî da ev nivîs bibe alîkar jibo şaîr-edîb, edebîyatnas û lêkolînvanên Kurd da ku ev valahî jî bi awayek were dagirtin. Heger ev nivîs di vî warî da bibe alîkar; jibo dagirtina vê valahîyê, dê bigihîje mexseda xwe û ez jî dê pê kêfxweş bibim. Pêwist e were destnîşankirin ku ez ne edîb, edebîyatvan û lêkolîngerekî li ser helbestan im û divê bidim xûyakirinê ku ev nivîsa min a nirxandinê ya yekemîn e li ser helbestê. Xwendevan vê nivîsa min dikarin wek ceribandinek jî bi nav bikin û heger tê da kêmasî çêbin; bila Seydayê me yê nemir û xwendevan min bibexşînin. Bê guman heger xwendevan bi rîya înternetê kêmasîyên min û pêşneyarên xwe bişînin, ez dê kêfxweş bibim.

Kesên dîwanên Seyda xwendine, pê dizanin ku şî’rên wî digel birên evînî, civakî, tevayî û welatparêzîyê, yên navnetewî jî hene. Lê min dema vê babetê hilbijart; ne tenê pirsên navnetewî,  her weha digel wê jî zêdetir û girîngtir dîtinên Seyda jibo cîhana dahatû (pêşeroja /paşeroja cîhanê) zêde bala min kêşandibû ser wê. Li gorî min wek naverok şî’ra Seyda ya herî xurt di pirsên navnetewî û pêşeroja cîhanê da di hesteke herî bilind da ku hatîye ser zimên; şî’ra Heval Pol Robson e.

Helbesta Heval Pol Robson di Dîwana  Sewra Azadî (Dîwan Du) da cîh girtîye ku çapa yekem a dîwanê di 1954’an da li Şamê, çapa duwem li Stenbulê di 1992’an da ji alîyê Weşanxaneya Deng ve û çapa sêyem jî dîsa li Stenbulê ji alîyê  Weşanxaneya Avesta ve di 2003’an da hatîye çapkirin. Heval Pol Robson, helbestek dirêj e û ji 7 beşan pêk hatîye. Tevayîya helbestê 123 rêz in: Beş yek 19 rêz, beş du 15 rêz, beş sê 18 rêz, beş çar 19 rêz, beş pênc 14 rêz, beş şeş 24 rêz, beş heft  24  rêz. (Binêre, Sewra Azadî, Cegerxwîn, Weşanên Avesta, Stenbul 2003, Rûpel  97-101) Helbest bi awayeke serbest hatîye nivîsîn.

Wek di destpêka helbestê da xûya dibe Seydayê Cegerxwîn, kêfxweşî û piştgirîya xwe di şexsîyeta Cenabê Heval Pol Robson da jibo hemû reşikan pêşberî me dike. Pêwist e mirov şertên reşikan ên salên 1950 yî bîne ber çav ku ew rewşa reşikan bûye sedemê babeta nivîsîna helbesta Seyda. Kêm-zêde di wê demê da reşik di gelek welatan da ji mafên xwe yên neteweyî û mirovatîyê bêpar bûne; heta di hin welatan da hevwelatîya wan jî hê nehatibûye qebûlkirin. Bi awyeke dî  reşik wek kole jîyana xwe domandine. Lê dema Seyda vê helbestê nivîsîye, di rêzên helbestê da dixûye ku reşik di nav hewildaneke xurt û fireh da ala têkoşîna xwe bilind kirine û zorê dane hukûmat û dewletê. Lewre di helbestê da; ”… Xwedî sermîyan ji te ditirsin  /Hemî xanedan ji hev dipirsin  /Dibêjin reşik çawa şîyar bûn? /Destê hev girtin li ber me rabûn…” pêşberî me dike û destnîşan dike ku reşik wê bi serkevin. Lewre Seyda di rêzên dî da; ”…Dalas ditirsî weke Mak-Arsî  /Di ber pîyan çûn pir tac û kursî…” dibêje û îşaretên rûxandina textê sermayedaran li ser  reşikan nîşanê me dide.  Lê Seydayê nemir di wê têkoşînê da   pirsgirêkên çînayetî, yanê yên tebeqe û çînên bindest zêdetir daye pêşîya me. Wek di rêza jorîn da me dît di rêza;  ”Gernas û rênas, dijminê Dalas” da  xûya dibe, Seyda berê tîr û kevanê têkoşîna Heval Robson daye Dalasê, ne Washîngtonê. Ev jî bê sedem nîne ye. Ji ber ku Dalas, yek ji wan herêmeke herî dewlemend e di Emrîkayê da û Seyda ew wek sembola sermayedaran nîşanê me dide. Ji ber wê ye ku dema Seyda wek navnîşan Dalasê nîşan dide; di  eslê xwe da di navenda Dalasê da Washîngton jî bê hemd dibe hedefa navenda rûxandinê. Her çiqas di her têkoşîneke gelêrî an neteweyî da cîyê têkoşîna çînayetî hebe jî; têkoşîna reşikan a wê demê ku bûye sedemê nivîsa helbesta Seyda, tekoşîneke gelemperî bûye, ne ku tenê ya çînayetîyê bûye. Lê xisûsîyeta uslûba Seyda ya nivîsîna di vê helbestê da (mirov vê uslûbê di gelek helbestên dî da jî dibîne) ji îdeolojîya wî ya wê demê tê. Heger em vî rengê Seyda nedin ber çav, em dê hem şaşîyek bikin û hem jî neheqîyek li Seyda bikin. Ez dê li xwarê piştî şirovekirina çend rêzên dî, piçek be jî behsa Seyda û têkoşîna wî ya wê demê bikim da ku rewş baştir zelal bibe.

Di beşa duyê da Seyda bi westatîyekî xurt û mezin rewşa cîhanê  pêşberî me dike û ji Heval Robson re pêşkêş dike ku ne tenê reşik, lê her weha yên ku sipî ne jî mane perîşan, reben û bindest bûne û sedemê wê yê esasî jî ji nîzamên hov û faşîst peyda bûne. Li vir jî nuxteyeke balkêş heye ku di; ”…. Ketin bin destan ev Kurd û Ereb  /Zencî û Hindî em hemî însan….” rêzan da xwe nîşanê me dide. Gelek vekirî ye ku di salên 50 yî da rewşa Ereb û Kurdan ne wek hev bûne; rewşa Kurd û Hindî jî ango Hindî û Reşik jî ne wek hev bûne; lê rewşa Reşik û Kurdan di hin waran da dişibine hev û du. Ji ber ku di salên 50 yî da jî Ereb xwedan dewlet bûne; Hindî xwedî dewlet bûye, her çiqas pirsgirêk di navbeyna Hindistan û Birîtanya Mezin da hebûbe jî ev rastîyek li ortê ye. Lê wê demê Kurd û Reşik ji hemî mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û mirovatîyê bêpar bûne û îro jî rewşa Kurdan nehatîye guhertinê, ger mirov destkevtîyên Başûrê Kurdistanê li alîyek bihêle. Li vir jî Seydayê me yê dilovan di çarçeweya îdeolojîk û çînayetîyê da pirsê raxistîye nav rêzên helbestê.

Di beşa sêyem da Seyda behsa zordestîya ku li cîhanê heye destnîşan dike û kêfxweşîya xwe jibo Marks (bi gotina Seyda Markîs) û Engels (bi gotina Seyda Îngilis) nîşanî me dide ku wan rîya xîlasîya çîn û tebeqeyên bindest anîne zimên. Lewre Seyda; ”…Ji vî derdê me Markîs Îngilis  /Bûne du rêzan, bûne du hozan  /Lenîn Sitalîn rê şanê me dan…” dibêje. Wek em pê dizanin jibo alternatîfa çîna karker li hemberî sîstema kapîtalîzmê Manîfestoya Komunîstîyê ji alîyê Marks û Engels ve hatîye nivîsîn. Di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekemîn da li Rusyayê di bin pêşevatîya Lenîn da Şoreşa Oktobrê pêkhat û lewre Seyda wê şoreşê bi mizgînîyeke mezin di nav rêzên helbestê de pêşkêşî xwendevanan û Heval Robson dike. Her weha Seyda Şoreşa Rusyayê; ”…Roja sor, roja zer /Ji Mosko hate der…” dîyar dike ku wek derketina rojê ku ji Moskovayê derketîye û şewqa xwe daye ser Elmanya, Çîn, Balkan û Hindistanê û di encamê da rojhilat xilas bûye û ew tesîra xwe daye ser seranserê cîhanê.

Hin xwendevan dikarin bipirsin ango gazinan bikin da ku Seyda çima hewqas pesnê sosyalîzmê daye û piştgirî û kêfxweşîya xwe bo Lenîn, Sitalîn, Marks û Engels nîşan daye. Lênêrînên Seyda jibo pirsên civakî û xilasîya çîn û tebeqeyên bindest da min di beşa yekê û duyê da tenê destnîşan kiribû. Jibo zelalkirina hin pirsan ez dixwazim li vir li ser wê rewşê piçek be jî rawestim û zelalîyê ji hin pirsan re bînim.

Seydayê nemir di 1903’an da li Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye. Welatê Seyda Kurdistan di dawîya Şerê Cîhanê yê Yekemîn da ji alîyê Birîtanya Mezin û Fransayê ve di navbeyna dewletên herêmê Tirkîye, Îran, Îraq û Surîyeyê da bûye çar parçe. Bi gotineke dî yên ku nexşeya nû ya Rojhilata Navîn ji nû ve çêkirin û Kurdistanê di nav çar dewletên kolonyalîst da kirin parçe û welatê me bê nasnameya sîyasî û bê statû hiştin; dewletên kolonyalîst û emperyalîst ên wê demê Fransa û Birîtanya Mezin bi xwe bûn. Seyda bi vê rûpela dîrokê ya qirêj dizanibû. Ji destpêka damezrandina Dewleta Tirk virve serhildanên Kurdan ên netewî yên wek Koçgirî, Şêx Seîd, Agirî û Dêrsimê hemû têkçûbûn. Piranîya rêvebirên wan bizavan şehîd bûbûn. Kurdistan serobino bûbû, wêran bûbû. Di encama wan hewildanan da gelek axa, beg, serokeşîr û yên xwedî nifûz hatibûn sirgûnkirin û yên mayî jî ji dagirkeran re hustûyên xwe xwar kiribûn ango di halê xwe da ketibûn nav qalikên xwe yên bêdengîyê. Şoreşa Şêx Mehmud Berzencî jî li Başûrê welatê me ji alîyê Birîtanya Mezin ve hatibû rûxandin. Bi piştgirî û alîkarîya Sovyeta wê demê  li bajarê Mahabadê Komara Kurdistanê ku ava bûbû jî tenî derdora 11 meh jîyana xwe domandibû. Bi kurtahî ev rewşa welatê me ya şerpeze li Ser Seyda tesîreke gelek mezin kiribû. Bi tabîreke dî  hevîrtirşê (şikilstandina rûhî) Seyda, di nav derd û êş û belengazîya miletê Kurd da hatibû ecilandin û ev hevîrtirş, şikil dabû pê û Seydayê nemir Mela Şêxmûsê Hesarê kiribû CEGERXWÎN.

Seydayê Cegerxwîn jî di xortanîya xwe da ji neçarîyê diçe binxetê û li Amûdê cîwar dibe.. Seyda piştî ku ilmê melatîyê tewa dike ew demek jî melatîyê dike. Lê melatîya Seyda zêde dom nake. Ew wek gelek melayên wê demê di pêşîya fitre û zekatê da bazneda û civandina pere û malê dinyayê ji xwe re nekir hedef. Ew di nav gelê xwe da dibe parşeyeke derd û kulên wan. Lewre jîyana wî jî ya wek gelek Kurdan di nav xizanîyê û belengazîyê da derbas dibe. Seyda di alîyek da dibe şirîkê derdê gelê xwe û di xortanîya xwe da dest bi nivîsîna helbestan dike da ku ji wan derd û kulan re dermanan bibîne. Lê ji alîyê din ve jî ew pêşveçûn û guhertinên di cîhanê da diqewimîyan ji nêzîk ve dişopîne. Di pêvajoyeke weha dijwar da ew jî dikeve nav refên (sefên) sosyalîst û komunîstan. Ji ber ku digel mercên jorîn ku min bi kurtahî destnîşan kir; Şoreşa Oktobirê jî li ser Seyda tesîrek mezin kiriye.

Wek tê zanîn Şoreşa Oktobrê di Rusyayê da di 1917’an de çêbû. Piştî Şoreşa Oktobirê tesîra teorîya sosyalîzmê li her derê cîhanê belav bû û Rojhilata Navîn jî jê nasîbê xwe sitand. Li Surîye jî Partîya Komunîst a Surîye hatibû damezrandin û bi girêdayê Navenda Moskovayê ve kar û barê xwe dimeşandin. Wê demê wek teorî xaleke ku zêde dihat minaqeşekirin jî ew bû ku miletên bindest xwedî maf in ku dahatûya (qedera) xwe bi destê xwe hilbijêrin (taîn bikin). Ev wek prensîbeke Marksîzmê-Lenînîzmê hatibû qebûlkirin. Bi kurtahî ji ber van sedeman bû ku Seyda, ne wek endamek lê wek kesekî aktîf piştgirîya Partîya Komunîst a Surîye kir heta sala 1957 an. Seyda di alîyek da bi wan re kar dikir lê di alîyê dî da jî jibo miletê xwe xebatên xwe bêwestan domand. Li gorî agahdarîyên nêzîkî malbata Seyda, minaqeşeyên Seyda û hevalên wî yên Kurd digel Partîya Komunîst encamek baş neda û di dawîya sala 1957 an da Seyda têkilîyên xwe ji wan birî û xebatên xwe yên sîyasî digel Kurdan berdewam kir û bû endamê Komîta Navendî ya Partîya Pêşverû ya Kurdên Surîye ku Sekreterîya wê Hemîdê Hecî Derwêş dikir. Seydayê nemir ne tenê şaîrekî mezin bû; her weha ew digel vî karê xwe aktîf sîyasetê jî domand heta dawîya jîyana xwe. Lewre uslûba Seyda ya îdeolojîk ku em di vê helbestê da dibînin; divê em li gor şertên jîyana Seyda ya wê demê binirxînin û ev rewşa taybet ji ber çav dûr nexînin.

Wekî dî em dê di beşên jêrîn da jî bibînin ku cîhana ku di dilê Seyda da hatîye daxwazkirin; bi xetên qelind, li seranserê cîhanê avakirina civateke adil û wekhevî bûye bingehên amanca Seyda. Dema ez li xwarê werim ser van beşan, ez dê di çarçeweyeke piçek fireh da li ser vê babetê rawestim. Lê li vir tenî ez dixwazim bala xwendevanan bikêşînim ser wê uslûba ku Seyda bikar anîye da daxwaz û meramên xwe bîne şûnê.

Cegerxwînê nemir di beşa çaran da dide xûyakirin ku li her der şer û ceng e. Karker, rencber, cotyar û hemû çîn û tebeqeyên bindest li hemberî nîzama sermayedar û koledaran di nav hewildanek û têkoşîneke pir dijwar û bêwestandin da ne û ; ”…Dixwazin azadî, serbestî, wekhevî  /Narevin…. /Lê dijmin ditirsî, direvî, direvî… /Çi reşik, çi sipî, belengaz bûn heval  /Dikujin koledar –xwedî gund, xwedî mal  /Berepaş direvin bayloz, xanedan  /Malê wan, malê wan  /Bû bela serê wan…” di dawîyê de têkoşîna bindestan bi serfîrazî tewa dibe û wek em  di rêzên dî da dibînin, xeyal û daxwazên Cegerxwîn di; ”…Me divê dinyake ko her kes dewlemend  /Dinya bû buhişt çi bajar çi gund  /Ji bo her kesî fersend û mecal  /Xwenda û zana, hozan û delal…” rêzikan da digihîje qonaxeke bilind. Cîhana ku Seyda dixwaze, di rêzên; ”…Dinya maye mişt ji jîn, ji evîn  /Xweşî tev dagirt  /Her kes, her tişt, her der…” da bi awayeke giştî gihaştîye hesteke pejirandî. Di van rêzên jorîn da mirov dibîne ku Seyda cîhanê şipandîye buhiştê (cenetê) û di navbeyna însanan da evîn û jîyanê kirîye bingeha felsefeya xwe. Heger gotin di cîyê xwe da be, ceneta ku felsefeya oldarîyê û bi taybetî jî ya îslamê pêşkêşî oldarên xwe kirine; Seydayê me yê dilovan xwestîye vê cenetê di cîhanê da ava bike û nehêle jibo jîyana axretê.

Di van rêzên jorîn da nuxteyeke dî jî bala mirov dikêşîne ser. Di van rêzan da Seyda wek metod, kuştin û şidetê bikar anîye û pêwistîya şoreşeke radîkal raxistîye pêşberî me. Seydayê nemir, ne wek mirovekî 50 salî lê wek bi heyecan û coşeke mezin a xortekî 20 salî derketîye qada şoreşê û bi westatîya dixtorekî pispor ku bi neştera (kêra emelîyatê) xwe birîna nexweşê xwe jê bike û nexweş bigihîne tendurustîyê; ew jî birîna heyî ji kokê ve dibire û bi vî hawayî di şoreşê da bi ser dikeve. Ew di wê zanînê da ye ku hilweşandina hukmê koledar û xanedanan û avakirina nîzameka wekhevîyê ku reşik û sipî hemû tebeqeyên belengazan digel hev bijîn; ne karekî hêsa ye û bi metodên reformîst avakirina wê cîhanê ne mimkun e. Ji ber ku hedefa Seyda avakirina civateka wek cenetê ye, yanê bêqisûr e; ji bilî şoreşê jî tu rîyekî dî jê re namîne. Ji ber ku realîteya (rastîtîya) cîhana hov destûrê nedaye Seyda da ku metodên humanîstîyê bixebitîne.

Divê  binî wê were çixêzkirin ku dema em tên ser beşa şeş û ya dawîyê beşa heftan; em baştir dibînin ku Seyda digihîje mexsed û miradê xwe. Mirov tiştekî dî jî dibîne ku Seyda bi mexseda (bahane-hecet) Heval Pol Robson; esas wêneya cîhana daxwazkirî ji xwe re kirîye hedef (amac). Ev hewildana Seyda dişibe hewildana Ehmedê Xanî yê nemir ku sêsed sal berê bi mexseda avakirina Kurdistaneke Serbixwe, evîna Mem û Zînê ji xwe re kiribû bahane.

Di destpêka beşa şeşan da Seyda; ”…Ey heval Robson  /Fermo em herin serbest bigerin /Bixun, binêrin  /Bibênin, bipirsin  /Zorker nemaye ji kê bitirsin  /Sînor nemane  çibkin peseport…” dibêje û ber bi amanca xwe ve bi gavên ji xwe ewle (emîn) dimeşe. Di van rêzan da mirov dûrbînî û feylezofîya Seyda bi awayeke vekirî dibîne. Pêşveçûna civatan û çerxa dîrokê timî ber bi pêşve meşîyaye û Seydayê nemir vî rewşê gelek baş û di hesteke bilind da nirixandîye. Seyda qelema (pênus) xwe bi hûnermendîyeke di eyara zêrkerek an mîmarek ango resamek (wênekêşek) da bi westatî xebitandîye û xeyalên dilê xwe raxistîye nav wan rêzan. Wê demê dikaribû ew daxwaz wek xewnek û xeyalek were dîtinê. Lê îro rewşa cîhanê û pêşveçûnên civat û welatan ne weha ne. Li vir pêwistîyek heye ku hin bûyer û pêşveçûnên cîhanê bi hin awayan be jî bi xetên qelind werin destnîşankirin.

Ji ber ku Seyda ji nêzîk ve rewşa cîhanê şopandîye; ew digel xeyalan jî realîst fikiryaye û wê helbestê raxistîye ser kaxezê. Pêwist e ez li vir destnîşan bikim ku dema Seyda Heval Robson nivîsîye; hîmê Yekîtîya Ewrûpayê (YE) taze hatibû avêtin. Wek xwendevan pê dizanin di sala 1952 an da ji alîyê şeş dewletan (Elmanya, Fransa, Îtalya, Hollenda, Belçîka û Luxemburg) ve jibo YE yekemîn hewildan çêbûye. YE ku îro tê binavkirin; di çend merhaleyan da derbas  bûye. Ewil navê wê Bazara Hevbeş (Şirîgatî) bû. Di merhala duyê da ev nav bû Civata Aborîya Ewrûpa; paşê bû Civata Ewrûpa û herî dawî jî bû Yekîtîya Ewrûpa. (Bo firehtir agahdarî binêre:www.eu-upplysningen.se) Wek em dibînin di navbeyna 56 salî da YE ber bi firehîyek û xurtbûnek ve çû û di roja me ya îroyîn da çarçeweya YE ji helqeya Pazara Hevbeşîyê ber bi helqeya ne tenî aborîyê, lê digel wê jî ber bi helqeya sîyasî û leşkerî ve jî çû û jimareya endamên wan nûha gihaye 27 an. Îro di navbeyna Dewletên Endamên YE da hema hema sînor nemane. Her çiqas îro peseport hebe jî êdî jibo rakirina peseport û sînoran di navbeyna YE da pirsên girîng ên pratîk nemane. Nûha peseportên wan bûne yek. Yanê li ser peseportên wan êdî di bedêla navê her dewletê, navê Peseporta Ewrûpayê tê bi karanîn. Ji nûha ve li ser dixebitin da ku cuzdana nifûsê (Îdekort) ya hevbeş di nav sînorên YE da were bi karanîn û wê demê dê pêwistî bi peseportê nemîne. Pirsa pereyê hevbeş (eûro) di helqeyeke fireh da hatîye helkirin; lê hê jî çend dewletên endam pereyên xwe yên berê bi kartînin û wer xûyaye ku di salên pêşîya me da ev pirs jî dê hel bibe. Wêneya YE ya îroyîn gelek vekirî nîşanê me dide ku daxwazên Seydayê me yê nemir ên ji vir 55-60 sal berê hêdî hêdî tên şûnê û ev daxwaz ji xewn û xeyalan ber bi heqîqetê ve dimeşin ku ev jibo dûrbînîya Seyda cîyê şanazîyê, serbilindîyê ye.

Lê li vir di derbarê pêşveçûnên di navbeyna sînorên YE da pêwistî pê heye ku ez destnîşan bikim da bingeha guhertinên YE ne 50-60 sal in; ji wê jî gelek kevntir e ku bi xwe re van rûdanan anîye. Heger mirov piçek rûpelên dîroka Ewrûpayê bîne ber çavan; mirov dibîne ku li wir guhertinên pir girîng çêbûne. Wek tê zanîn li Ewrûpayê bi salan şerê oldarîyê çêbûye. Di navbeyna mezheban (wek protestan û katolîk) da qirkirinên hovane qewimîne. Bi salan Kilîseyê xwestîye li ser kirdayetîya sîyasî hukûm bike. Piştî qonaxa têkoşîna di navbeyna kilîseyê û Kirdayetîyê (wek xeta Jakobenîzmê) da rûdan û guhertinên bingehîn ên gelek girîng çêbûne û di wan encaman da Bizavên Reform û Ronesansê bi xwe re cudayetîya di navbeyna Kilîse û Hukûmdarîya Sîyasî da anîye. Di encama van hewildanên dûr-dirêj da hukmê kilîseyê ji ser kirdayetîyê tevayî rabûye û ji wê qonaxê virve êdî kilîse tenî li ser pirsên xwe yên oldarîyê rawestîyaye. Lê di çarçeweya oldarîyê da jî gelek reform çêbûne ku ew bûne alîkarîya sedemên guhertin û pêşveçûnên civakî. Li Ewrûpayê qewmandina Ronesans û Reformê; jibo civatên Ewrûpayê bûne şoreşên guhertinên civat û welatan. Bi hêsanî mirov dikare bibêje ku heger van şoreşan çênebûbûna; di warê pêşveçûn û kemilandina demokrasîyê da wê hewqas guhertin çênebûbûna. Lewre têkilîyên guhertinan di navbeyna YE û Ronesans û Reforman da heye ku mebesta van gotinan in. Mixabin van guhertin û pêşveçûnan di welatên dervayê sînorên YE da bi rengeke weha çênebûne; heta mirov bi hêsayî dikare bêje ku di Alema Îslamê da şoreşek jî li derek bihêlin, qet reform çênebûne. Ez dê paşê careke dî bizivirim ser vê babetê da ku daxwazên Seyda çawa dikarin li wan deran jî bibin heqîqet.

Dîsa li vir cîyê gotinê ye ku Şoreşa Ewelîn a Demokratîk a Burjuwazî di 1789 an da li Fransayê destpêkir û ew tesîra xwe li seranserê cîhanê nîşan da. Di encama wê şoreşê da ye ku ewil li Ewrûpayê dewletên burjuwazî (çi yên netewî û çi yên pirnetewî) çêbûne û ew hewildan paşê şewqa xwe dane cîhanê.

Lewre em dema di navbeyna daxwaz û xeyalên Seyda da û pêşveçûnên li Ewrûpayê bînin ber çavên xwe û têkelî di nav wan rezan da daynin; qonaxa ku nûha YE tê da dijî, ji ber xwe ve û bi awayeke hêsan çênebûye. Ew xwedîyê pêvajoyeke dirêj e û lewre îro bûye heqîqet û ketîye nav jîyana Ewrûpîyan û bûye beşeke wan a kultûrî ya rojane.

Piştî van têbinîyan em careke dî bizivirin ser helbesta Seyda beşa şeşan. Li wir seyda qîma xwe tenî bi rakirina sînor û peseportan nayne û; ”…Li vir xurînî bixun hingivîn /Li Mosko taştê, firavîn li Çîn /Li New Yorkê şîv, li London paşîv…” dibêje û ber bi pêşve dihere û trafîk û teknolojîya li gorî daxwaza dilê xwe wek nexşeyeke pir xweşik pêşberî me dike. Li vir Seyda seyeheta rojekî, yanî ya 24 saetî dinirxîne û dixwaze li Kurdistanê û ne dûrê eqil e ku li Qamîşloka Rengîn, di bexçeyê mala xwe da, di bin sîya darên sêv, hinar û încasan da bi hingiv xurînîya xwe bike. Piştî xurînîya li Kurdistanê Seyda dixwaze heta dema paşîvê di navbeyna pênc welatan (Kurdistan, Rusya, Çîn, Emrîka û Birîtanya Mezin) da seyehetê bike. Bê guman ev seyeheta ku di dilê Seyda da peyda bûye; tişteke ne hêsa ye û pêwistîya bi karanîna teknolojî û trafîkeke gelek bi suret û pêşketî divê. Heger em teknolojîya îroyîn û seyeheta bi balafirên heyî bînin ber çavên xwe; ev îro ne mimkun e, lê piştî demeke di pêşîya me da ew jî dê bibe rastîyeke jîyanê. Ji ber ku dema Seyda vê helbestê nivîsîye; hê teknolojîyeke xurt û pêşketî çênebûbû. Heger em 60 sal berepaş ve herin, em dibînin ku wê demê ilm û teknîk gelek ne pêşketî bû. Di navbeyna van salan da ewil televîzyona reş û sipî, paşê ya bi rengîn çêbû. Bi taybetî jî piştî çêkirina telefonên destan û kompîtorê, înternetê û robotan; di pêşketina mirovatîyê da şoreşeke nû çêbûye. Lewre êdî dinya bi qasî gundek piçûk bûye. Bi saya serê kompîtor û înternetê, tiştên ku li seranserê cîhanê diqewimin; mirov dikare di nav çend deqîqeyan da pê bihese. Lewre îro di Cîhana Global da êdî tişt nikarin werin veşartinê. Teknolojîya trafîka di navbeyna welatan da jî gelek pêşta çûye û dê ev pêşveçûn her ku biçe xurttir bibe û di demên pêşîya me da li gorî dilê Seyda ew daxwaz werin şûnê û ev jibo Seyda cîyê serbilindîyeke mezin e.

Bi kurtahî ev pêşketinên di warê teknîk û aborîyê da di navbeyna 25-30 salên dawîyê da çêbûne; mizgînîyek dide Seydayê nemir ku daxwazên wî yên xeyalî û dûrbînîyê ber bi rastîyê ve diherin û di jîyanê da dibin heqîqet. Lewre êdî mirov dikare bibêje ku rêzên helbesta Seyda yên; ”…Firek bidin xwe em herin Merîx /Destê xwe bidin Şêrîn û Zelîx…” da dê bibin rastîya civat, welat û hemû cîhanê. Di van rêzan da jî xûya dibe ku Seyda bi saya serê teknolojîyeke bilind (Makro Teknolojî) da wê bi serkeve. Ji sala 1962 yan ve hin hewildan hatine kirin û ev pêvajo berdewam e. Ez tenî bi navkirina çend hewildanan dixwazim vê babetê sînor bikim. Hewildanên rêkirina robotan bo Mars ewelîn car ji alîyê Sovyeta kevn ve di 4.11.1962 yê da pêkhat. Heta 1973 yê 3 hewildanên dî jî Rusan ceriband. Emrîkayê jî di 20.8.1975 an da ceribandinek kir. Ceribandina herî dawîyê jî dîsa Emrîkîyan di 4.8.2007 an da pêkanîn. Nûha jî xebateke hevbeş a Emrîka û Çînê heye ku dixwazin di Oktobra 2009 han da robotek rêkin û hwd (Binêre, Metro Teknîk, 29.10-4.11/2008, R. 8)… Hewildanên ku di vî warî da hatine kirin û domandina vê xebatê hêvîyeke xurt çêdike ku di salên pêşîya me da van xeyalên Seyda jî pêk werein.

Wer xûya dibe ku di warê teknîkê da cîhan bi awayek bi lez pêş ve dihere û kêm zêde 50 sal paşê xeyalên Seyda yên teknîkî dikarin hemû werin şûnê û bibin heqîqet. Lê em di tevayîya helbestê da wek dibînin Seydayê nemir qîma xwe pê nayne. Jibo Seyda ya girîngtir avakirina civateka wekhevîyê an bi tabîreke dî ya cenetîyê ye ku pirseke gelek zehmet e û xudan derd û êş e û lewre jibo avakirina cîhaneke weha jibo hin deran dikare di navbeyna sed salî da pêvajoyek bes be; lê ne jibo hemû cîhanê…

Di beşa dawîyê da Seyda daxwazên xwe li gorî hunandina nizama tevayîya helbestê li derek girê dide û dibêje ku; ”… Ev cîhana xweş /Besî teva ye çi sipî çi reş /Divê derbas kin rû biken û geş /Dewlemend serbilind /Tev bi hev re rind…/Nemênin sêwî, birçî û tazî /Ne kuştin, ne şer, ne qîr, ne gazî…” Di van rêzan da Seyda nexşeyeke cîhanê ya bi her awayî xweşik  radixe ortê ku qet şirovekirin jê re ne pêwist e. Lê sed mixabin wek min li jor jî destnîşan kiribû; jibo avakirina cîhaneke xweşik û bêqisûr re hê pir dirêj wext hewce ye da ku guhertinên esasî di hemû civatan da û li hemû dewletan pêk werin ku ev dikare  li hin deran bi sed salan ango zêdetir bibe. Sedemên wê ez dixwazim bi kurtahî li jêr pêşberî Seydayê nemir û we xwendevanên hêja bikim.

Divê bê destnîşankirin ku Seyda ji destpêkê heta dawîya helbestê, qîmeta însên xistîye navenda (merkeza) daxwazên xwe yên xeyalkirî. Her çiqas di destpêka helbestê da têkoşîna reşikan tê pêşkêşkirin jî di beşên dî da ev helqe fireh dibe û di seranserê cîhanê da belav dibe û dibe malê mirovatîya cîhanê. Seyda bi metoda dîyalektîkê rûdan û pêşveçûnan bi westatîyeke mezin di rêzên helbestê da bi hev du re girêdaye û hunandina wan li hev anîye. Ji ber ku daxwaza dilê Seyda were şûnê; pêwist e di seranserê cîhanê da di her qadê  jîyanê da wekhevîyeke adil û dilsoz were avakirin. Seyda rewşa cîhanê bi awayeke objektîf anîye ber çavên xwe û li gorî wê wêneyê mimkun dîtîye ku ew wêne were guhertin. Lê pêwistîya wê wêneya cîhanê bi pêkanîna metodên şoreşgerîyê ve dikaribûye bigihîje miradê xwe. Wek min li jor destnîşan kiribû, divê dûbare bibe ku Seyda wê dizanibûye ku hukûm û nîzama hovan, faşîstan û dezgehên koledaran ji ber xwe ve ango bi metodên reformîst nahên rûxandinê û wekhevîtî di navbeyna hemû çîn û tebeqeyên civatê da çênabe.

Di esasê xwe da Seyda dema damezrandina cîhaneke bêsînor, bêşer û adil û wekhevîyeke bi her awayî xwestîye; digel xeyalên dilê xwe jî, metodên zanistî jî pêkanîye. Ev ramanên Seyda mirov dema di çarçeweya pêşveçûnên civatan da bigre ber çavan; mirov dibîne ku ev nêrîneke îlmî ye û li gorî zanistîya mirovatîyê mimkun e jî. Ji ber ku dîroka civatan ji Civata Kevnare destpêkirîye; paşî derbasî Civata Koledarîyê bûye û du re jî Civata Feodal û Civata Kapîtalîst cîyên xwe yên dîrokî girtine. Civata Sosyalîst jî bi Şoreşa Oktobrê dest bi jîyanê kir, lê piştî 70-75 salan serobino bû. Seyda rûxandina sosyalîzmê nedît, lê wek sofîyekî dilsozê sosyalîzmê heger heta nûha sax ba ya; dê bidîta ku sedemên tunebûna demokrasîyê û ji nû ve xwe neçêkirin û nenûkirin jibo pêşveçûna civatê di warê aborî û mirovatîyê da bûn sedemên esasî yên têkçûn û rûxandinê.

Em ji rûpelên dîrokê dizanin ku di Civata Kevnare da dewlet, wek dezgeheka hunandinê tunebûye. Şert û şirutên civakî û merhaleya aletên çêkirinê û jîyana mirovan; pêwistî bi hunandina dexgeheka weha re nedîtîye. Di wê pêvajoyê da teda û zilm di nav mirovan da tûnebû. Jîyan bi her awayî di halê xwe yê xwezayîyê (tebîî) da dimeşîya. Di wê çarçeweya jîyanê da serdestî û bindestî jî tunebû; bi tabîreke dî çîn û tebeqeyên serdest û bindest çênebûbû. Lewre di nav wê nîzama xwezayî da şer û kuştin, teda û zilm jî tunebû. Lê jîyaneke pir dijwar û bi her awayî paşdamayî muhra xwe li wê şiklê civatê xistibû. Lewre di ilmê civakî da ji wê demê (qonaxê) re bi awayek Civata Komunîstî ya Kevnare ango Civata Komunalî ya Kevnare hatîye bi navkirin. Dema em wê rewşê bigrin ber çav; daxwazên Seyda jibo pêşeroja cîhanê; dikare di merhaleyeka herî bilind û nûjen da şikleke weha werbigre. Ma çima na?..

Li vir pêwistî pê heye ku rewşa aborîya cîhanê piçek were raxistin. Bi ya min îro li cîhanê sîstema (nîzama) aborîya ku heye û mûhra xwe li tevayîya cîhanê xistîye; rê nade ku daxwaz û xeyalên Seydayê me yê xoşevîst têkevin jîyanê. Wek min li jêr jî destnîşan kirîye nifûsa cîhanê 6,7 milyar e û li gorî lêkolînên pisporan ev jimare dê di sala 2050 yî da bibe 9 milyar. Wê demê wê pêdivîya jîyanê ya rojaneya wê nifûsê li gorî îro dê %70 zêdetir pêwist be ku ji nûha ve gelek xehmet e ku ew pêdivî pêk were. Hin xwendevan dikarin li vê reşbînîya min rexne bikin; lê sed mixabin rastîyên tal li ortê ne û gelek îşaret hene ku destûrê nadin min da ku ez wêneyeke baştir raxînim pêşberî we berrêzan. Di roja îroyîn da milyarek û nîv (1,5 milyar) însan ji ava vexwarinê bêpar in. Milyarek însan her roj birçî ne. Hatina rojane ya milyarek însan ji dolarek zêdetir e; yên hatina wan a rojane ji du dolarî kêmtir e jî nîvê nifûsa cîhanê ye. Her roj deh milyon (10 milyon) zarok ji nexweşîyê dimrin; lê heger şertên baştir jibo jîyana wan hebûya, dê ew bijîyana. Sed û sîh milyon (130 milyon) zarok qet neçûne dibistanê (mekteb). Li welatên ku pêşketî ne û aborîya wan xurt in, temenê însên dirêjtir dibe û jimareya mirinên zarokên piçûk (bebik- pitik) kêmtir dibe. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (FN) û Hukûmata Etîyopyayê, jibo sê mehên pêşîya me 6,2 milyon Etîyopî li ber xetera birçîbûnê da ne ku pêdivîyên wan neyên şûnê, wê ji birçîtîyê bimrin. Di tufana (xela-birçîbûn û tuneebûn) 1984 an da jî li Etîyopyayê nêzîkî milyonek însan miribûn. (Binêr. Dagens Nyheter, 25/10-2009, R.16 û Svenska Dagbladet, 11/10-2009,  beşa aborî, R.6)

Krîza Aborîya Cîhanê ku di payîza 2008 an da  li Emrîkayê , di  Wall Streeta Newyorkê da destpêkir; di demeke kurt da tesîra xwe da seranserê dinyayê û tesîra wê he jî berdewam dike. Bi vê krîzê ve bêkarî û xizanî zêdetir bû. Bê guman ev krîz dişibe krîza 1929 an. Li gorî pirtûka bi navê ”Krîza Mezin a Borsayê” ku ekonomîstê Emrîkî John Kenneth Galbraîts (1908-2006) nivîsîye; Krîza Mezin a Borsayê ya 1955 an dişibe krîza 1929 an. Li gorî Galbraîts di 1929 an da dewlemendên Emrîkî yên ku jimareya wan %5 nifûsê bûne, hatina (qezenc) wan qasî hatina 3/1 tevayîya civatê bûne. Ji wê jî balkêştir, di sala 2000 î da hatina %1 ê nifûsa Emrîkayê (ên dewlemend) qasî hatina %20ê tevayîya nifûsê bûne. Bêguman ev rewş ji ber xwe ve û di rojeke da çênebûye. ev rewş ji xissûsîyeta (qerektera) sîstema kapîtalîzmê (nîzama sermîyandarîyê) peyda bûye ku ev ji qanûna pêşveçûna newekhevîyê nesîbê xwe wergirtîye. Di pêvajoya vê krîzê da careke dî derket holê ku çiqas skandal çêbûne ku xwedan û berpirsên şirketan bi milyonan û bi milyaran pere dizîne. Wek krîzên berê (yên 1929 û 1955) di ya 2008 an da jî qoçana wê ji karkeran re bû mal. Ev bêedaletî gîhaye qonaxeke hewqas bilind ku hatina mehane ya normal karkerek, qasî hatina rojek ango seeteke berpirsîyarên (VD) şirketan in.  (Binêr. yê ji Îngilîzî wergerandîye bo Swêdî, Knut Kainz Rognerud, Dagens Nyheter, Beşa Kultûrê, 15/09-2009, R.4-5)

Gelek vekirî û zelal e ku sîstema aborîya heyî ya cîhanê ji bêedaletîyê re çareserîyek nayne. Lewre di cîhana îroyîn da pêwistî bi alternatîfeke aborîyê ya nû heye ku ev jî kapîtalîzm nîne ye. Ev dikare Komunîzma Modern (Manîfestoya Marx-Engels) ango bi tespîta Edebîyatnasê Navdar (efsanewî) yê Fransî Romaîn Rolland (1866-1944) Pan Hûmanîzma (Tevayîya hêjayîyên însên bibe navenda her tiştî) mimkûn bibe ku ev cara ewil ji alîyê wî ve hatîye bikaranîn. Her çiqas ji alîyê Ralp Borsodî ve di 1963 an da Manîfestoya Pan Hûmanîzmayê wek alternatîfeke Manîfestoya Komunîzmê hatibe pêşneyar kirin jî; bi ya min ev her du felsefe ango manîfesto dikarin hev u du temam bikin. Ji ber ku felsefe û îdeolojîya Pan Hûmanîzmayê, hemû hêjayîyên însên ji xwe re dike navenda her tiştî û li gorî menfeetên însên tevdigere; ev ji Manîfestoya Komunîzmê ne zêde tiştên cîyawaz dixin ortê. Axir a girîng jibo jîyana însên e û li vir jî mebesta miaqeşeyê rewşa aborî ye. Ev divê ji nûha ve bikeve rojeva hemû karker û xebatkarên cîhanê. Lê di warê ji nû ve xwe çêkirinê da Pan Hûmanîzma li Ewrûpayê bûye bingeha hewildana Ronesansê (ji nûve xwe afirandin) û şewqa xwe li Hindîstanê, Emrîkayê û hemû cîhana rojavayê nîşan daye. Lê îro jibo cîhana roava û hemû cîhanê pirsgirêka esasî ya aborîyê ye da ku nivê nifûsa cîhanê ji birçîbûnê rizgar bibin û jîyaneke birûmet bijîn. Wê demê dikare xeyalên Seydayê Nemir gav bi gav têkevin jîyanê. Lê sed mixabin hê jî qîmeta felsefeya Pan Hûmanîzmayê di Cîhana Îslamê da tune ye. Heger guhertinên esasî di cîhana îslamê da neyên çêkirin; rewşa aborî û mirovatîyê ya herî xirab ku li wan deran e dê berdewam bibe.

Bi kurtahî min li jor behsa YE kiribû. Li vir ez dixwazin bi awayeke dî li gorî çarçeweya nifûsê pirsê vekim û têkilîyên di navbeyna YE û cîhanê û felsefeya Seyda ya di helbestê da hatîye raxistin deynim û ji hin pirsgirêkan re zelalîyê bînim. Divê binê wê were çixêzkirin ku fikr û ramanên Seyda, bi awayeke dî feylezofîya Seyda tenê dikare di civatên demokratîk da têkeve jîyanê ku ev bi awayek pirsên demokrasîyê, mafên mirovî û dabeşkirina heyîyên (dewlemendîyên) civatê di nav hemû çîn û tebeqeyan da bi awayeke adil mimkun e. Lewre min li jor destnîşan kiribû ku daxwazên Seyda di hin waran da di nav sînorên YE da ketine jîyanê û bûne heqîqet, lê ne bi giştî.

Divê neyê ji bîrkirin ku jibo pêkanîna felsefeya Seyda di nav civatan da ewil divê şoreşeke giştî di nav hiş û aqilên însanan da pêk were, yanê însên divê mejîyê xwe biguherîne û xwe ji nû ve bi hevirtirşê wekhevî û demokrasîyê perwerde bike; ji hesûdîya (çavnebarî-egoîzm) kesayetîyê xwe dûr bixe da ku civateka adil were avakirin. YE di vî warî da rîyeke gelek dirêj meşîyaye û heta qonaxek hatîye; lê ev rê hê jî tewa nebûye û bi taybetî jî di warê sîstema aborîyê da jibo hemû cîhanê rîyeke pir dirêj hewce ye ku ez dê li xwarê bi çend mîsalan wê raxînim ortê . Mirov dikare texmîn bike ku di pêncî-sed salên pêşîya me da dîtinên Seyda bi giştî (lê nîzama aborîyê ya heyî ya cîhaê ne tê da) dikarin têkevin jîyanê. Lê sed mixabin ev pêvajo di mercên îroyîn da bi YE re sînorkirî ye. Lê YE him di warê nifûsê da û him jî di warê coxrafyayê da dereke (herêmeke-coxrafyayeke) pir mezin nîne ye. Herî zêdetir em dikarin YE derdora 500 milyon, yanê nîv milyar bihesibînin. (Wek çavkanî, nifûsa 27 endamênYE  493 milyon e.) (Binêre:www.eu-upplysningen.se) Lê li gorî çavkanîya înternetê nifûsa hemû cîhanê jî 6,7 milyar e. Mirov wê jî dikare bi reqemeke gilover 6,5 milyar bihesibîne. Li gorî van reqeman nifûsa YE ji 13/1 ê nifûsa cîhanê ye ku ev ne reqemeke mezin e. Lewre  li dervayê sînorên YE ev pêvajo dê hê derengtir û dirêjtir bidome. Ji ber ku avakirina civatên wekhevîyê di pêvajoyeke kin da ne mimkun in. Bi gotineke dî ev pêvajo dikare çend sed sal ango hezar sal jî dirêj bibe. Sedemên wê jî tebîeta (qerekter-ruhîyet) însên ya ku îro tê da ye bi xwe ye ku ev jî bi tempoyeke bi lez u bez ango bi darê zorê çênabe.

Divê ez li vir dîyar bikim ku di roja îroyîn da bûyerên girîng li seranserê cîhanê çêdibin. Bê guman van rûdanan xwedîyê pirreng in. Hin ji wan jibo pêşketinê baş in û hin jî ji wan gelek xirab in ku dixwazin rewşa cîhanê ber bi xirabîyê ve bibin. Bi awayeke dî van bûyer û guhertinan di nav pêşberikek da ne. Ez hêvîdar im ku di vê pêşberikê da alîyê mirovatî û heqîyê bi serkevin û fikr û ramanên Seydayê nemir roj bi roj têkevin jîyanê. Ji van hewildanan yek jê di hilbijartina Serokê Emrîkayê da xwe nîşanê me da. Di dîroka Emrîkayê da yekem car e ku reşikek dibe serokê dewletê. Ev di warê ruhîyet û psîkolojîya însanan da ku min li jor destnîşan kiribû, pêşketineke dîrokî ye û şoreşek e. Balkêş e Barack Obama yê ku hat hilbijartin (05.11.2008); di axaftinên kampanya xwe da li pêşîya bi sedhezaran kes gotina Martîn Luther Kîng bi karanîbû û gelek caran dûbare kiribû: ”Yes, we can!” (Belê, em dikarin!). Wek em pê dizanin, ji vir 44 sal berê, di 1964 an da li pêşberî 200 hezar însan M. L. Kîng wê gotinê gotibû û ji temaşevanan re dîyar kiribû ku xewneke wî heye ku ”hemû însan wekhev in” gotibû û jibo pêkanîna wekhevîyê ala têkoşînê nîşanê gelê xwe dabû. Em dibînin ku M.L.Kîng jî li ser şopa xewna Seydayê me yê nemir meşîya; di wê meşê da şehîd ket lê alaya wî ya têkoşînê li erdê nema û îro ew di destê B. Obama da tê bilindkirin. Ev cîyê şanazîyê ye bo pêşketina cîhanê.

Bi kurtahî ez dixwazim çend numûneyan ji wêneya cîhana derveyî YE raxînim pêşberî Seydayê dilovan û xwendevanan. Divê em bînin bîra xwe ku di cîhanê da her tişt di nav hewildan û guhertinan da ye. Teknolojî û îmkanên mirovan, civatan û dewletan çiqas dihere xurttir û zêdetir dibe. Lê çi fêde ye ku ev îmkan û teknolojî di her qadên jîyanê da jibo tendurustî û pêşketina mirovatîyê nayê bikar anîn. Van îmkanan di bazara bazirganîyê ya serbest da û li gorî menfeetên xwedanên wan tên bikaranîn. Wek gelek caran numûneyên wan derketine holê; xwedî van îmkanan dikarin di rîyên ne hiqûqî da û ne li gorî peymanên navnetewî çek û alet û teknîkê bifroşin hin welatan û di encamê da li wan welatan qewmandinên hovane pêk werin, qirkirin çêbibin û hwd. Wek me di qetlîama Helebçeyê da dît, şirketên ku alavên çekên kîmyewî firotibûn Saddamê xwînxwar; hemû eşkera bûn. Lê mixabin yek ji wan jî di qada navnetewî da nehat mehkûmkirin û cezakirin. Ji ber ku ev cîhana hovan, li ser esasê bazirganîyê dimeşe. Xwedanê çek û peran di cîhanê da tu sînor nasnakin. Di gelek welatan da feqîr (xizan) her ku diçe fqîrtir dibin û dewlemend jî dewlemendtir dibin. Di hin welatên paştemayî da zarok ji dayîka xwe deyndar tên dinyayê. Ji ber ku van welatan zêdetir mesrûfên (çûyînên) xwe li ser çek û leşkerîyê herc dikin û deyndarê welatê ku xwedî îmkan in dibin. Di gelek welatan da xerckirinên di derbarê tendurustî, perwerdeyî û qadên pêwist jibo selametîya civatê; ji xerckirinên milîtarîzmê û çekan kêmtir in. Bi kurtahî ev wêne, berdewamkirina nîzamên hov û faşîst, nejadperest û kolonyalîst nîşanê me didin ku ew bûne belayê serê cîhanê û timî dixwazin pêşketinan firên bikin û rawestînin û hwd.

Roja 11.11.2009 yanê di hefteya pêşîya me da dibe 25 sal ku Seydayê dilovan di bexçeyê mala xwe da hatîye definkirin. Di alîyekî dî da jî Seydayê me 106 sal berê ji dayîk bûye. Bi vê minasebetê min xwest bi rêzdarîyeke bîranînê, bi teknolojîya ku bûye xewna Seyda firek bidim xwe herim Qamîşloka rengîn; li ber serê Seyda çend deqîqe di patayê da rawestim û paşê bi destûra Seyda li ber tehta serê wî rûnim û di bedêla fathihe û yasînê da vê nivîsa nûçeyên cîhanê pêşkêşî cenabê wî bikim. Ez pê dizanim, Seydayê dilovan dema van nûçeyan guhdarî bike; ew dê him kêfxweş bibe û him jî biqehere û têkeve nav fikar û xeyalên derya xemgînîyê. Lê min bi destûra Seyda van nûçeyên xwe bi çend numûneyên jêrîn bi dawî anî.

Di vî sedsala 21 an da Alema Îslamê (ku xwedîyê 1,6 milyar nifûs e) qet naxwaze guhertin û reforman di nav xwe da çêke û civatên xwe ber bi sedsala nûjen ve bibe. Ew hê jî dixwazin bi pîvan (norm) û qanûnên 1500 sal berê jîyana nîzamên xwe bidomînin. Di alîyek da ew fetwaya kuştina Salman Ruştî dertînin da çima rexne li îslamê girtîye. Di vê dema nêzîk da jî ji ber ku Karîkaturîstê Danmarkî Kurt Westergaard wêneyên Mihemmed çêkiribûn û wan dişibandin terorîstan; Alema Îslamê di carek da rabûn ser pîyan û çi ji destên wan hatin, li hemberî Danmarkayê kirin û li ser K. Westergaard jî fetwayên kuştinê derxistin. Ji van numûneyan jî tiştên zêdetir balkêş diqewimin di Alema Îslamê da. Grûbekî (fraksîyon) Îslamî di dema nimêjê da dikare bavêje ser mizgeftek (camîyek); birayên xwe yên misilman li ser limêjê an Kuranê gulebaran bike, bombeyan di camîyê da biteqînin û cimetê bikuje. Bûyerên weha mixabin pir qewimîne û di wan bûyeran da Kuran jî hatine şewitandin. Li vir tiştê balkêş ew e ku hêzekî îslamî li hemberî hêzekî dî van bûyerên hovane dikin. Dema ew êrîşên derên miqedes (wek camî) dikin û pirtûkên xwe yên pîroz (kuran) dişewitînin; qet heqaret an tişteke hovane nayê bîra wan. Lê dema yek wan terorîst nîşan bide an rexneyan bike; îcar ew dibe heqaret û welwele çêdibe. Ev durûtîya wan derdixe pêşberî me. Gelek eşkera ye ku heger Alema Îslamê jî wek Alema Xiristiyanî di nav xwe da reforman û guhertinan çêkirana û wek Vatîkan a xiristiyanan ji xwe re navendeke oldarîyê ava bikiraya; dê ew di rewşa îroyîn da nemana û ev şideta ku li wan deran diqewimin û her roj dûbare dibin, wê rawestana. Lê mixabin rewş li ortê ye û bi vî halê îroyîn dê tu guhertin li wan deran çênebe. Ev jî astengî ye li pêşîya pêşveçûna dîroka mirovatîyê.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.