Şer û Evîna Akhîlleus û Penthesîleîa

Akhîlleus, di şerê li binya dîwarê li dora bajarê Troya de, rojekê li qralîça Amazonan a spehî Penthesîleîa rast hat. Lê kumzirxê wê li serê wê bû, rûyê wê yê bedew xuya nedibû, loma jî Akhîlleus ew nas kir.

Gava li hev rast hatin, herduyan hema bi riman dadan hev. Tibabekî wilo li ber hev dan, xwe avêtin hev, ji hev pekiyan û dîsa çûn hev, lê fersenda kuştinê nedan hev.

Akhîlleus ecêbmayî bû. Gelo ew şervan kî bû wilo xwe li ber wî digirt. Gava Akhîlleus kurte bîstikekê fersenda ku awira xwe ji rimên di ser serê wî re dihejiyan biguhere dît, bi awireke kurt li bejna tenik a hemberî xwe nerî, xwest nas bike, lê ew nas nekir. Akhîlleus bihîstibû ku Amazon gihabûn hewara Troiyan. Gava ew bejna tenik dît, hema ket gumana ku hebe nebe ew Penthesîleîa ye, ya jî xortekî nûhatî, mîrzayekî ciwan e derketiye hemberî wî. Lê wê Akhîlleus nas kiribû û zanîbû ku ew xwedayî ye. Her wilo wê zanîbû ku çekên wê, li wî kêr nakin, tê re naçin û ew nikare wî bikuje. Ji ber wê yekê jî, piştî ku Penthesîleîa ew nas kiribû, bes tenê xwe ji rima wî diparast û şer wilo dikir.

Piştî wî şerî, wê liberxwedanê û wan gumanên bê ma ew kî ye û ne kî ye, Akhîlleus ket şik û dudiliya gelo şervanê li hemberî xwe bikuje nekuje! Lê heta wê rojê Akhîlleus tu kes di şeran de efû nekiribûn. Wî, ên li hemberî xwe demên dirêj di tirsa mirinê de nedihiştin, ew zû safî û rizgar dikirin. Wê rojê dîsa gihişt wê bawerî û biryarê. Lê Penthesîleîa him jineke gelekî spehî bû, him jî şervaneke navdar bû, fersenda biserketinê zû bi zû nedida wî. Lê Akhîlleus nigsivik û xwedayî bû, tavilê fersendek li wê jî anî. Gava Akhîlleus rima xwe ya ser bi xwîn, cara herî dawî ji bo dana mirinê li Penthesîleîa hilda, wê, wê bîstikê spehîbûna wî ya xwedayî dît û wê bîstikê dil ket wî. Heta wê rojê û wê bîstikê dilê wê, wilo, bi wî awayî nebijiyabû tu kesan.

Dudiliya Akhîlleus a di derbarê kuştinê de dîsa ket bîra wî, lê zû ji bîra wî çû, xişma ku ji ber xwestina hilanîna tola destbirakê wî Patroklos ketibû dilê wî, wê bîstikê di ser hemû hisan re bû û bi kuştina Hektor û dehan egîtên din sist û sar nebûbû. Û ji xwe êdî ji bo rawestandina rima xwînrêj a ku herî dawî avêtibû wê, dereng mabû. Rima malikşewitî bi rê de bû û ji bo mirinê diçû Penthesîleîa. Berê wê li qirika wê ya gewr bû. Rimê zû qirika wê qul kir û sistiya mirinê berda laşe wê yê çeleng û nazdar.

Lê gava kabokên Penthesîleîa fisiyan û kir ku hilweşe erdê, Akhîlleus xwe avêt wê, nehişt ew bikeve, ew girt, ew kir himbêza xwe û hema zû kumzirxê wê ji serê wê derxist da bizanibe bê ma wî kîjan şervan, kîjan mîrzayê nûhatî kuştiye. Lê gava kumzirx derxist, dît ku ew ne mîrzayek e, dît ku ew Penthesîleîa ye û dît ku wî spehîbûneke navdar kuştiye. Akhîlleus hema li kuştina wê poşman bû. Penthesîleîa jî wî çaxî hîna bi çavên tije hêsirên evînê li wî dinerî.

Dibêjin ku dil bi hev dihisin, dengê wan diçe hev. Akhîlleus jî wê bistikê deng û xwestina dilê wê, di xweşiya dilê xwe de bihîst, wateya awirên wê fam kir, spehîbûna wê ya bêkêmasî dît û bi heft dilan dil ket wê. Lê êdî Penthesîleîa, wek ku dixwest xatir ji wî bixwaze, bi kurteawireke din li wî nerî, du hêsir herikîn du teniştên wê û çavên xwe li ronahiya dinyê girtin. Ew awira dawî û herdu hêsir, bûn êş û kul û ketin dilê Akhîlleusê xwedayî. Akhîlleus ew hêdîka danî erdê, xwe rast kir û qîrîn pê ket, bû wek şerekî birîndar û çû Troiyan. Bi êş û kula nava xwe dest pê kir, kî ket ber wî, ew bi şûran dibirî, bi riman qul dikir û derbas dibû.

Akhîlleus, egîtê Ilyada ye. Hin lêkolîner dibêjin kudi serê pêşî de Ilyada hemû ji bo pesindana şerê wî û egîtiya wî hatiye gotin. Li gora salixdanên ku Homeros dide, ew Yûnaniyê herî girs, herî dilêr, herî şervan û spehî bû. Her wilo ew di bazdanê de yê herî xurt bû û loma jî jê re Akhîlleusê nigsivik dihat gotin. Ew lawê qralê Fhtia (herêmeke li makedonya) Peleus bû. Dêya wî, xweda deryayî Thetîs bû. Lê ji ber ku bavê wî yekî fanî bû,  Akhîlleus ne xweda bû, ew xwedayî bû. Peleusê bavê Akhîlleus, lawê Aîakos bû, Aîakos lawê Zeus bû.

Akhîlleus di dawiya şerê li binya dîwarê bajarê Troya, yê ku li ser revandina Helena Spehî derketibû de, bi destê Parîsê ku Helena ravandibû, hat kuştin. Ew bes tenê ji pahniya xwe dihat birîndarkirin û kuştin. Parîs, bi alîkariya xweda Apollon, bi rimeke ser bijahr, ew ji wir birîndar kir û kuşt.

Her çi Penthesîleîa bû, ew qralîça Amazonnan bû û bi artêşa xwe re çûbû alî Troiyan. Penthesîleîa him şervaneke navdar bû, him jî gelekî spehî bû. Amamzon, hemû jin bûn. Wan zilam ne dihewandin nav xwe. Tê gotin ku ew li jora trakya diman û hemû keçên xwedayê şeran Ares bûn. Hin jî dibêjin ku ew li Kirimê diman û hevalbendên xweda Artemîs bûn.

Silêman Demir
silemandemir@bredband.net

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.