Devrimci Doğu Kültür Ocakları (DDKO) -2-

DEVRİMCİ DOĞU KÜLTÜR OCAKLARI (DDKO) -2-
(Komeleyên Çanda Şoreşgerî yên Rojhilatê)

IV- OPERASYONÊN KOMONDO Û ERÎŞÊN  LI SER DDKO
Di salên 1960an de, tevgera Kurdistanê roj bi roj geştir û berfirehtir dibû. Di sala 1965an de komek welatparêzên kurd li başûrê Kurdistanê rêxistineke serbixwe û îlegal ya bi navê Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê (PDKT) damezrandin. Piştî wê bi demekê, hinek xwendekarên kurd yên ku li metropolê dixwendin, di sala 1967an de bi awakî dizî Koma Azadiya Kurdistanê (KAK) ava kirin. Di sala 1967an de, li gelek deverên Kurdistanê mitîng hatin çêkirin. Di van mitîngan de rewşenbîr û welatparêzên kurdan zilm û zordariya li ser gelê Kurd bi awakî eşkere anîn zimên.

Di gulana 1968an de, pêşî li Ankarayê, bi dû re li Stenbolê û gelek bajarên Kurdistanê DDKO hatin ava kirin. DDKO ji aliyê gelê Kurd ve bi coş û heyecaneke mezin hate himbêz kirin. DDKO di demeke kurt de bû hêvî û navendeke girîng ya siyasî û kulturî. Bi avakirina DDKO bingehê tevgera neteweyî ya Kurdistanê firehtir û şiyarbûna neteweyî û bîrûbaweriyên çep û şoreşger jî geştir bûn. Gava li Bakurê Kurdistanê ev xebat û pêşketin çêdibûn, li Başûrê Kurdistanê jî şoreşa neteweyê Kurd ya ji bona bidestxistina otonomiya Kurdistanê roj bi roj berfirehtir û geştir dibû. Di 11ê adara 1970yî de, şoreşa Kurdistana Başûr dewleta Iraqê neçarî peymana otonomiyê kiribû. Ev serketin ji bo gelê Kurd yê Bakurê Kurdistanê jî kêfxweşî, şahî, hêvî û heyecaneke mezin afirandibû.

Li hemberî vê pêşketin û şiyarbûna neteweyî, karbidestên dewleta Tirkiyeyê ketin nav tirs û xofeke mezin. Wan nedixwestin ku bi tu awayî hêvî û moralê neteweyî di nav neteweyê Kurd de geş bibe. Lewra jî, ji bona pêşiya vê pêşketina siyasî, rêxistinî û şiyarbûna neteweyî bigrin û çavê gelê Kurd careka din bitirsîne, karbidestên dewleta Tirkiyeyê dest bi hinek hazirî û planên taybetî kirin. Bi behaneya “lêgerîna li çek û mahkûman” bi hezaran komandoyên taybetî di destpêka sala 1970yî de li gund û bajarên Kurdistanê dest bi operasyonan kirin. Di van operasyonan de, bê ku ferqê di nav kal, pîr, zilam, pîrek û zarokan xîne zilm, zordarî û teroreke mezin  hate kirin. Ew zilm, zordarî û terora hov bi qasî salekê berdewam kirin. Erîşên komondo li gund û bajarên ku tevgera neteweyî û şiyarbûna kurdayetiyê li xurt bûn, gelekî dijwartir û berfirehtir bûn.

Di dawiya sala 1970 û di destpêka 1971ê de li Erxenî, Silîvan, Kozluk, Diyarbekir û Batmanê DDKO hatin vekirin. Xebat û têkoşîna neteweyî li van herêman roj bi roj xurtir û berfirehtir dibû. Loma jî, operasyonên komando bi giranî li van navçeyan dest pê kirin. Teva wê zilm, zordarî û terora neînsanî jî rewşenbîr, xwendekar û welatparêzên kurdan li gelek bajarên Kurdistanê bi beşdariyên mezin mitîng çêkirin û bi dengê bilind ev zilm û terora dewletê hatin protesto kirin. Lê di gel vê berxwedana gelê Kurd, operasyonênê komando jî roj bi roj berfirehtir dibûn û navçeyên Culemêrgê, Mêrdîn, û Sêrê jî ketibûn nav sînorên êrîş û operasyonan.

Ji bona deşîfrekirina vê terorê û çêkirina raya giştî, DDKO jî di nav xebat û têkoşîneke piralî de bû. Li ser zilm û zordariya operasyonên komando, ji gelek gund û bajarên Kurdistanê ji DDKO re name û agahdarî dihatin. DDKO jî ew agahdarî bi riya belavok û civînên çapemeniyê belav dikirin. Lê ji derveyî hinek îstisnayan, çapemeniya Tirkiyeyê li hemberî wan operasyonan bêdeng diman. Ji bona ku hinek lêkolîn û di cih de dîtina bûyeran, endam û berpirsiyarên DDKO xebateke taybetî dimeşandin. Di 12ê nîsana 1970yî de, li ser navê DDKO ji aliyê Agah Uyanik, Ömer Bakal, Şeref Yıldız, Ahmet Zeki Okçuoğlu, Erdinç Uzunoğlu, Abdu Adıgüzel li ser operasyonên komando yên li navçeyên Kurdistanê, ji Diyarbekirê telgrafekê ji Serokkomar Cevdet Sunay re hate şandin. Piştre, ev telgrafa weke belavokekê hate amade kirn û li Diyarbekirê hate belav kirin.

Di 20ê nîsana 1970yî de, sekreteriya giştî ya Serokkomar bersîva vê telgrafê dide û daxwaza agahdariyên berfirehtir dike. Li ser vê daxwazê, di 15ê gulana 1970î de DDKO raporeke lêkolîne li ser operasyonên komando amade dike û ji Serokkomar re dişîne. Ev rapor ji du beşan pêk hatiye. Beşê pêşî, weke pêşgotinekê hatiye amade kirin û li ser sedemê amadekirin, awa û pêvajoya amadekirina raporê hatiye rawestandin. Beşê duyem, rapora bingehîn pêk tîne. Di vî beşî de, encamên hinek lêkolînên ku li navçeyên operasyonên komando, bi çend bûyerên taybetî yên ku li Silivanê, gundên Diyarbekirê, Bismilê, Şermixê, Dêrikê, Midyatê, Stewrê, Sêrtê û Erûhê hatibûn holê, hatine pêşkêş kirin (17).

Kongreyên DDKOyan:
Di 3ê gulana 1970yî de, DDKO ya Ankarayê li lokala komeleyê kongreya xwe ya yekem dicivîne. Li derdora 80 kesan beşdarî kongreyê dibin. Di kongreyê de komîteyeke nû ya karger tê hilbijartin. Kesên di kongreyê de axaftin kirine ev bûn: İbrahim Güçlü, Nezir Şemmıkanlı, Mümtaz Kotan, Süleyman Atay, Mehmet Demir, Sabri Çepik, İhsan Yavuztürk, Mustefa Karacadağ, Hikmet Bozçalı, Niyazi Dönmez, Nusret Kılıçaslan, Ahmet Karasu, Muamer Kaçalı û Ali Bucak. Di vê kongreyê de İbrahim Güçlü, Zeki Kaya, Fikret Şahin, Sabri Çepik û İhsan Yavuztürk weke komîteya karker têne hilbijartin û İbrahîm Güçlü dibe serokê DDKO ya Ankarayê.

Li gor agahdariyên ku Eyyüp Alacabey dide, piştî kongreya damezrandinê du kongreyên DDKO ya Stenbolê çêdibin. Di kongerya duyem de Hikmet Bozçali, Niyazi Dönmez, Ömer Bakal, Zeruk Vakıfahmetoğlu weke komîteya karker têne hilbijartin û Hikmet Bozçali dibe serokê komeleyê. Kongreya sêyem jî berî bi girtina DDKO bi hindikî tê civandin. Di kongreya sêyem de Mehmet Tüysüz, Eyyup Alacabey, Sait Pektaş, Mahmut Fırat û Cemşid Bilek weke komîteya karker têne hilbijartin. Mehmet Tüysüz dibe serok û Eyyüp Alacabey jî dibe sekreterê dawîn yê DDKO ya Stenbolê (18).

Weke ku me li jor jî bi kuratayî diyar kirinbû karbidestên dewleta Tirkiyeyê ji pêşketin û şiyarbûna tevgera Kurdistanê nerehet dibû û ji bo pêşiya vê pêşketin û şiyarbûna welatparêzî û şoreşgerî bigrin, dest bi êrîş û amadekirina planên taybetî kiribûn. Weke perçakî vê haziriyê û planên qirêjî, di 16ê çiriya pêşîn ya 1970yî de, hêzên dewletê bi berbanga sibê re digrin ser lokalên DDKO ya Ankar û Stenbolê. Herweha di eynê roj û demê de li Ankara, Stenbol û Diyarbekirê digrin ser hinek malên endamên berpirsiyar yên DDKOyê û gelek rewşenbîr û welatparêzên kurdan. Di vê operasyonê de, li gel hinek endam û berpirsiyarên DDKOyê, gelek rewşenbîr û welatparêzên kurd yên ku ne endamên van komelayan bûn jî digrin.

Di vê operasyonê de, hêzên dewletê dest didin ser hemû dosyayên xebatê yên DDKO, fîşên endaman, navnîşanên wan, meqbûzên peran û heta arşîva nivîs û dengûbahsên rojnameyên rojane; û hemû mase û kursiyên lokalên DDKOyê jî dişkînin.  Li Diyarbekirê Tarik Ziya Ekinci, Canip Yıldırım û Yümnü Budak dixin bin çavan, ji wan Yümnü Budak serbest berdidin, lê Canip Yıldırım û Tarik Ziya Ekinci tewqîf dikin. Wan tînin Ankarayê û li wê derê davên girtîgehê. Di nav kesên ku hatibûn girtin de Musa Anter û M. Emin Bozaslan jî hebûn.

Li ser vê êrîşê, li Ankarayê DDKO û 17 rêxistinên pêşverû û şoreşger civîneke hevbeş amade dikin û belavokekê belav dikin. Li Stenbolê jî DDKO û 8 rêxistinên şoreşger civîneke çapemeniyê çêdikin. Li hemberî vê berxwedan û reaksiyonê, piraniya girtiyan têne berdan. Li ser îtirazkirina avûqatan ji kesên ku hatibûn tewkîf kirin Canip Yıldırım, Tarik Ziya Ekinci, Musa Antar û M. Emin Bozarsalan jî têne berdan; lê îtiraza serokê DDKO yê Ankarayê İbrahim Güçlü, Sabrî Çepik, Nezir Şemmikanlı û Mümtaz Kotan nayê pejirandin; wan davên girtîgeha Ankarayê û zêdeyî pênc mehan dernaxînin mahkemeyê.

Kongerya 4an ya TIPê û biryara li ser hebûna gelê Kurd:
DDKO, di warê têkoşîna îdeolojîk û siyasî ya di nav çepên kurd û tirkan de roleke taybetî lîstiye. Ev têkoşîna siyasî û îdeolojîk ya di nav çep û şoreşgerên kurd û tirkan de, tesîreke berbiçav li ser hinek hêz, komele û weşanên çepên Tirkiye jî kirine. Ev pêvajoya ku di nav grûb û partiyên çep yên tirkan de dest pê kiribû, di nav TİPê de bi awakî zelaltir dihate dîtin. Di vî warî de, rol û tesîreke taybetî ya rewşenbîrên kurdan yên ku di nav TİPê de dixebitîn jî çêdibû. TİPê di kongreya xwe ya çaran de, di dîroka partiyên siyasî yên Tirkiyeyê de, cara pêşîn di derheqê pirsa kurdî de biryarek pejirand. Ev biryar, bi piraniyeke mezin ya dengên delegeyan hate pejirandin; tenê du delegeyan li dijî biryarê deng dan û delegeyek li gor agahdariyên İbrahim Güçlü dide, beşek ji nûnerên ku ev biryara pejirandine endamên DDKOyê bûn. Ji bona ku di derheqa pirsa kurdî de çarçeweyeke tespît bikin û pêşkêşî kongreya çaran ya TİPê bikin, nûnerên kongereya TİPê yên li herêma “Rojhilatê” û “Rojhilata Başûr” li Diyarbekirê, piştî operasyona DDKOyê bi rojekê dicivin. Bi vî awayî, li gor encamê nerînan van nûneran û nûnerên din yên kongreya çaran ev biryara li jêr pejirand (19).

“Kongreya çaran ya TİPê,
Li rojhilatê Tirkiyeyê gelê Kurd lê dijî. Ji destpêkê de, îqtidarên faşîst yên çînên serdest dem dema li ser gelê Kurd tevgerên zilmî û xwînrêjî, siyaseta teror û asîmlasyonê meşandine.

Sedemên bingehîn yên paşdemayina navçeya ku gelê Kurd lê dijî, di gel qanûna kapîtalîzmê ya pêşketina newekhevî, encameke siyaseta aborî û civakî ya îqtidarên çînên serdest e ku rastiya hebûna kurdan ya vê navçeyê didin ber çavan û dimeşînin.

Ji ber vê yekê, ger `pirsa kurdî´ tenê weke pirseke paşdemayina navçeyekê li ser bête rawestandin, wê ji berdewama nerîn û helwestên şoven- neteweperest yên îqtidara çîna serdest pê ve, nebe tiştekî din.

Di riya bikaranîna mafên hemwelatiya Qanûna bingehînî û hemû hesret û daxwazên din yên demokratîk de, piştgiriya têkoşîna gelê Kurd wezîfeyeke şoreşgerî, xwezayî û mecbûrî ya partiya me ye ku dijminê hemû tevgerên antî demoqratîk, faşîst, neteweperest û sîtemkariyê ye.

Ji bona têkoşîna gelê Kurd ya ku ji bo îfadekirin û pêkanîna hesret û daxwazên demokratîk pêşdikeve û têkoşîna şoreşa sosyalîst ya çîna karker ku di pêşengiya rêxistina wî ya pêşeng partiya me de tê meşandin di yek pêla şoreşê de bête yekkirin, divê sosyalîstên kurd û tirkan di nav yek partiyê de, mil bi mil bixebitin.

Di nav endamên partiyê, sosyalîstan û hemû karker û kedkarên din de, berterafkirin û binerdkirina îdeolojiya burjuvazî ya nîjadperest- neteweperest û şoven ku li dijî gelê Kurd tê xebitandin, dozeke bingehî û daîmî ya pêşketin û têkoşîna îdeolojîk ya partiyê ye.

Partî dipejirîne û îlan dike ku ew li gor pêwîstiyên têkoşîna çîna karker ya şoreşa sosyalîst li pirsa kurdî dinêre ” (20).

Piştî muhtiraya 12ê adara 1971ê bi demeke kurt, di 26ê nîsana 1971ê de ji aliyê birêvebirina ewarteyê ve, DDKO hatin girtin. Piştî vê biryarê, karbidestên dewletê dest danîn ser malên DDKOyan û kilît li deryê wan xistin.

V- DU BERSÎV Û BEREVANIYÊN DDKO YÊN DÎROKÎ
Bi hatina cuntaya 12ê adara 1970yî  zilm, zordarî û terora dewletê ya li ser gelê Kurd, welatparêz, pêşverû û şoreşgerên kurd û tirkan, tevgera neteweyî û şoreşgerî ya Kurdistanê û tevgera pêşverû û çep ya Tirkiyeyê gelekî dijwartir bûn. Bi awakî kîtlewî girtinan dest pê kirin. Endam û dilxwazên DDKO û PDKT jî, ji van êrîşên hov û dijwar bêpar neman. Gelek endam û hevalbendên van rêxistinan û gelek welatparêzên kurd jî bi îdeaya ku ew endamên van rêxistinan in hatin girtin; zilm, zoradarî, êş û îşkenceyên mezin dîtin. Li gor ku Wedat Şadili dinivîse, rewşenbîr û welatparêzên kurd yên ku ji doza DDKO dihatin makeme kirin ev bûn:
Fikret Şahin, Nusret Kılıçaslan, Mümtaz Kotan, Eyüp Sabri Çepik, Zeki Kaya, İhsan Yavuztürk, İbrahim Güçlü, Yümnü Budak, Nezir Şemmikanlı, Faruk Aras, Ali Beyköylü, İsa Geçit, Ferit Uzun, Hasan Acar, Canip Yıldırım, Musa Antar, Mehmet Emin Bozarslan, İhsan Aksoy, Şakir Elçi, Ali Yılmaz Balkaş, Mahmut Kılıç, Battal Batte, Niyazi Dönmez, Zerruh Vakıfahmetoğlu, Mehmet Tüysüz, Sait Pektaş, Cimşid Bilek, Mahmut Fırat, Şehmus Aslan, İbrahim Halil Önen, Ahmet Zeki Okçuoğlu, Agah Uyanık, Tayyar Alaca, Nizamettin Barış, Süleyman Atay, Fesih ï¬
aşioğlulları, Ömer Bakal, Eyyüp Alacabey, Mehmet Demir, Kemal Burkay, Mehmet Mehdi Zana, Ruşen Aslan, Edip Karahan, Yusuf Ekinci, Tahsin Ekinci, Zülküf Bilgin, Mehmet Naci Kutlay, Tarık Ziya Ekinci, Abdülhamit Karakoç, Nazım Sönmez, Niyazi Tatlıcı, Süleyman Çelik, Halit Ayçiçek, Abdurrahman Uçaman, Fikri Gürbüz Yıldızhan, Abdürrahman Dürre, Ferudun Yazgan, Vedat Erkaçmaz, Yusuf Kılıçer, Akif Işık, Bahri Evliyao€lu, Mehmet Zeki Bozarslan, Fikri Müjdeci, Mehmet Sözer, Mehmet Gemici, Mustafa Düşünekli, Ömer Kan, Abdurrahman Demir, Mehmet Emin Tektaş, Ahmet Özdemir, İbrahim Erbatur, Mehmet Sıddık Yıldız, Übeydullah Aydın, Sabri Yıldız, Ahmet Melik, Mehmet Nuri Sarmaşık, Kasım Kahraman, Mehmet Yıldız, Ferruh Kurtcebe Ozaner, Abdüsselam Basutçu, Mehmet fiirin Baltaş, İrfan Bozgil, Ahmet Eren, Hikmet Basutçu, Necmettin fiad, Abdullah Begik, Ahmet Suat Yıldırım, İbrahim Babaoğlu, Mehmet Emin Değer, Haiıl Bülbül, Abdülkadir Özışıklar, Nadir Yektaş (21).

Di îdeanameyên dadgirên kolonyalîst yên dewleta Tirkiyeyê de, dîsa neteweyê Kurd dihate înkar kirin û ew weke Tirk dihate qebûl kirin. Yanî, siyaseta nîjadperest ya dewletê careka din dihate dubare kirin. Dadgirên dewletê di vî warî de, siyaseta resmî ya şovenîst weha dianîn zimên:
“Îro, heger em ji nêzîk ve li ser hûr bibin, wê ne rast be ku em zimanê kunmanci- kurdî yê ku ew qas tevlihev û nayê fêm kirin, weke zimanê neteweyekî  biwesifîne. Zimanê kurdî di eslê xwe de, ne zimanê neteweyekî ku di dîrokê de heye. Ji xwe, êdî ev jî hatiye îspat kirin ku kurd bi esl û feslê xwe ji nîjada tirkan tên. Li gor ku zimanê eslî yê tirkan tirkî ye, we gavê derdikeve holê ku zimanê hemnîjadê me kurdan jî ji tirkî pê ve ne tu zimanekî din e. Weke ku beriya niha jî me gotibû, ev ziman di rastiya xwe de zimanekî taybetî yê ku ji civandina tirkî û piştî wê ji gelek zimanên milletên din pêkhatî ye. Di encamên lêkolînên zimannas û zanyarên sedsala 20an de derketiye holê ku bapîrên tirkên me yên çiyayî Halti- Hororto di dema Asûran de bi zimanê tirkî dipeyivîn.

Di tu dema dîrokê de, li wîlayetên me yên Rojhilatê koçkirineke ku niştecihên îro weke pêmayî û ufare bihêlin çênebûye. Li ser rûyê Dinyê, bi serê xwe nîjadekî biyanî yê ku bi navê Kurd jî tuneye. Kurd ne hew hemwelatiyê me ne, herweha ew hemnîjadê me ne jî…” (22).

Dadgirên dewletê yên leşkerî bawer dikirin ku wê vê carê jî tevgera Kurdistanê û dengên welatparêz, rewşenbîr û şoreşgerên kurdan “bêdeng” bitefîne. Lê di van hesab û planên xwe de, bi ser neketin. Welatparêz, rewşenbîr û şoreşgerên kurdan û bi taybetî endamên DDKOyê bi nasnameyên xwe ya kurdî bersîva îdeayên nîjadperest, nerast û pûç yên dadgirên leşkerî yên kolonyalîstan dan. Ew dengên welatparêzên kurd yên ku di sala 1968 û 1969an de, di doza “Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê” de, li dadgeha Antalyayê de nehiştibûn zêde olan bidin û belav bibin, êdî li dadgeha leşkerî ya birêvebirina awarte ya Diyarbekir û Sêrtê de bi dengên bilind dihate bîhistin. Di doza DDKOyê de, li hemberî îdeanameya dadgirên leşkerî du bersîvên bi serê xwe yên dîrokî hatibûn pêşkêş kirin.

Bersîva yekem ya îdeanameya dadgirê leşkerî yê qomandariya birêvebirina awarte ya wilayetên Diyarbekir û Sêrtê de, di 12ê çeleya pêşîn ya 1971ê de li ser navên Fikret Şahin, Mümtaz Kotan, İbrahim Güçlü, Yümnü Budak, Ali Beyköylü û Nezir Şemmıkanlı hatibû amade kirin û pêşkêş kirin. Ev bersîv ji 167 rûpelan pêkhatiye û bi berfirehî li ser dîroka kurdan, zimanê kurdî, di dema şerê damezrandina komara Tirkiyeyê de peywendiyên kurd û tirkan, soz û peymanên ku Atatürk di wê demê de dane kurdan û konferansa Lozanê, serîhildanên kurdan, rewşa Dinyê, Rojhilata Navîn, rewşa aborî, civakî û siyasî ya Tirkiyeyê, bûyerên komando, muhtiraya 12ê adarê, mitîng û şevên Rojhilatê, xebat û çalakiyên DDKOyê hatiye rawestandin û îdea û nerastiyên dadgir xal bi xal hatiye pûç kirin. Di dawiya vê bersîvê de, weke encam weha hatiye nivîsandin:

“1- Li Tirkiyeyê bi ziman, adet, dîrok û çanda xwe ve cûda gelê Kurd heye. Înkara vê yekê, li dijî berjewendiya welêt, rewşa civakî û aborî, mercên objektîf û zanyariyê ye.

2- Ji hebûna objektîf ya gelê Kurd û encamê vê ji hebûna ziman, edebiyat, kultur, dîrok, folklor yanî çanda kurdî behs kirin, bi tu awayî nabe tewanbarî. Berevajiyê vê, ev dibe parastina mafên mirov û zanyariyê.

3- Tu têkiliya tewanbariyên ku di madeyên 141/4 û 141/3-an ya qanûna cezayî ya tirkan de hatiye diyar kirin, bi me re tuneye. Ramana qedirbilind ya ku biratiya mirovatiyê û wekheviya gelan qebûl dike, di rastiya xwe de yekgirtinê armanc digre; ji dûr û nêzîk ve, tu têkiliya wê bi propogandaya nîjadî û hejarkirina hîsên millî yên wan madeyan tuneye.

4- Teva van hemû tiştan, ger heyeta dadgehê di warê hebûna kurdan, ziman û edebiyata kurdî de nebe xwediyê baweriyeke misoger; em daxwaz dikin ku heyeteke hevbeş ya zanyariyê ya ku ji dîroknas, zimannas (bi taybetî pisporên li ser zimanên klasîk û zimanên jîndar yên şerqê xebatên zanyarî dikin), civatnas, antropolog û pisporên folklorê pêkhatî, di derheqê hebûna gelê Kurd ya objektîf de, di warên rewşa aborî û civakî, ziman, edebiyat, dîrok û folklorê de lêkolînê bikin.

Em didin diyar kirin ku dûr ya jî nêzîk wê sîstemeke li ser esasê biratiya bête ava kirin.

Ji ber sedema ku delîlên têr di derheqê tewanbariya ji bo me tê îdea kirin tunene û unsûrên tewanbariyê nehatiye holê, em berdana xwe daxwaz dikin” (23).

Bersîva duyem jî, di 18ê çeleya pêşîn ya 1971ê de li ser navê Nusret Kılıçaslan, Sabri Çepik, Zeki Kaya, Faruk Aras, Ferit Uzun, Hasan Acar, Niyazi Dönmez, İhsan Aksoy û İhsan Yavuztürk hatiye pêşkêş kirin. Di vê bersîva ku 26 rûpelan pêkhati de, bi kurtayî li ser dîroka kurdan, dema şerê damezrandina komara Tirkiyeyê û rola kurdan, mitîng û şevên Rojhilatê, xebat û çalakiyên DDKOyê, peywendiyên DDKO, TİP û DEV-GENÇê hatiye rawestandin û bi wî awayî bersîva dadgirên leşkerî hatiye dayin. Ev bersîva îdeanameyê, bi bersîveke îdeayên dadgir ve weha dest pê dike:
“Em dibêjin ku ev doz; doza rewşenbîrên welatparêz û şoreşger e ku li welatê me yê kêmpêşketî hewl didin ku wezîfeyên dîrokî yên ji kêmpêşketinê tên bi cih bînin û li ser bingehê yekitiya dewletê û biratiya gelan ku ji sedsalan ve li ser eynê erdî weke bira jiyane, daxwaza Tirkiyeke bextewar dikin”.

Di dawiya vê bersîvê de, weke encam jî ev xalên li jêr hatine pêşkêş kirin:

“1- Tirkiyeyê welatekî bi emperyalîzmê ve girêdayî û paşdemayî ye.

2- Li rojhilatê Tirkiyeyê zêdeyî pênc milyonan gelê Kurd heye ku ji mafên xwe yên bikaranîn û pêşdebirina ziman û çanda xwe bêpar hatiye hiştin, keda wî tê xwarin û kêm tê dîtin.

3- Bi metodên zilm û şiddetê hewldanên veşartina hebûna gelekî, zirarê dide biratî û wekheviya gelan û dibe sedemê nexweşiya civakî û pevçûnên biratiyê.

4- Di têkoşîna gelên Tirkiyeyê ya ku ji bona nan, erd, maf û azadiyên demokratîk li dijî hawirên korfesend û her awayên bîr û baweriyên paşverû didin de, em şoreşgerên rojhilatî hemû nerîn û baweriyên nîjadperest, şoven û paşverû bi şidet û nefreteke mezin şermezar dikin.

5- Em bi serbilîndî diyar dikin ku em ji Tirkiyeyê ne û welatparêz in.

6- Ji bona wekhevî, biratî, pêşeroja gelê me ya ewlekar, rohnî û bextewar, sînga me ji hemû êşan re vekirî ye. Lê îro, ev rewşa ku dijminên gel bi serbestî digerin û em mexdûr bûnin, ji bo Tirkiyeyiyên pêşverû wê bi tu awayî nebe tiştekî ku serê xwe pê bilind bikin.

Di gel rêzdariyên me” (24).

Li gor İbrahîm Güçlü dide diyar kirin, berî biryara dadgehê li ser navê Fikret Şahin, Mümtaz Kotan, İbrahim Güçlü, Yümnü Budak û Ali Beyköylü berevaniyeke siyasî ya ji 489 rûpelan pêkhatî hatiye amadekirin û pêşkêşî dadgehê kirine. Ji ber ku di wê navbênê de Nezir Şemmıkanlı hatibû berdan û êdî xweberdest nekiribû, ew neketiye nav vê berevaniya siyasî. Ebûqatên vê grûbê ku yek ji wan Şerefettin Kaya bû jî berevaniyeke siyasî û hukûkî pêşkêşî dadgehê kirine. Ango, wan ne tenê girtiyên xwe parastine, herweha li dozê jî xwedî derketine. Piştî biryara cezayê û îtirazê, dawe dihere “Yargitaya Leşkerî”. Li wê derê jî  Fikret Şahin, Mümtaz Kotan, İbrahim Güçlü, Yümnü Budak û Ali Beyköylü berevaniyeke siyasî pêşkêş kirine. Di vê berevaniya siyasî de, ne tenê rewşa tevgera Kurdistana Tirkiyeyê, herweha rewşa tevgera herçar perçeyên Kurdistanê hatiye şîrove kirin. Li ser kovar û rojnameyên ku hatine weşandin û rêxistinên kurdî yên ku hatine ava kirin û bi taybetî li ser Komara Muhabadê û otonomiya Kurdistana Iraqê hatiye rawestandin.

Li gor aghadariyên Mumtaz Kotan dide; piştî bersîva doznameyê, ew dest bi amdekirina berevaniyeke hê berfirehtir dikin. Li ser navên Mumtaz Kotan, Îbrahîm Guclu, Fikret Şahîn, Yumnu Budak, Alî Beykoylu, Mahmut Kilinç, Yilmaz Balkaş û Bettal Bettê berevaniyeke 489 rûpel di 28ê tebaxa 1972an de amade dikin. Ji ber ku Nezîr Şemmikanlî li derve ye, vê beşdarî nav vê berevaniyê nabe (25).

Farûk Aras li ser rewşa hepsa Diyarbekirê û berevaniyan weha dinivîse:
”Li hapisxaneya Diyarbekirê helwesta li hemberî dewletê û dadgehên wan jî bi tundî dihat dihat munaqeşekirin. Mixabin, helwesteke hevbeş (muşterek) derneket holê. Li ser vê yekê, Îhsan Aksoy, Farûk Aras, Ferît Uzun, Zekî Kaya, Niyazî Dönmez, Îhsan Yavuzturk, Nusret Kiliçaslan, Hasan Acar û Sabrî Çepikî ji bo bersîva îddeanameya dozger, bi hev re 26 rûpel metneke siyasî pêşkêşî mahkemeyê kirin. Ji bo parêznameya siyasî jî Îhsan Aksoy, Farûk Aras, Niyazî Dönmez, Îhsan Yavuzturk, Zekî Kaya û Nusret Kiliçaslan bi metneke 202 rûpel bîr û baweriyên xwe yên li ser pirsa kurdan, problemên Tirkiyê û li ser rewşa cîhanê pêşkêşî mahkemeyê kirin (26).

Di dadgeha leşkerî ya birêvebirina awarte ya wilayetên Diyarbekir û Sêrtê de, gelek rewşenbîr, welatparêz û şoreşgerên kurdan bi cezayên giran yên heta 16 salan hatin ceza kirin. Lê di dadgehan de, ji aliyên rewşenbîr, welatparêz û şoreşgerên kurdan bi mêrxasî parastina hebûna gelê Kurd û nasnameya kurdî, ji bo karbidestên dewleta Tirkiyeyê bû şokeke mezin û ji bo tevgera Kurdistanê û gelê Kurd jî bû destpêka qonaxeke nû.

VI- DI TEVGERA RIZGARIYA NETEWEYÎ DE ROLA DDKO
• Damezrandina DDKOyan ne ji ber xwe û ne jî tesadufî derketibû holê. Ew berhemê guherandinên aborî, civakî û siyasî yên li Kurdistanê, Tirkiye û Dinyê bû. Encamek ji encamên xebat û têkoşîna gelê Kurd ya heta wê demê bû. Piştî damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurd Hêvî ku di sala 1912an de li Stenbolê hatibû damezrandin, li Bakurê Kurdistanê DDKO komeleya yekem ya xwendekar û rewşenbîrên kurd bû ku bi awakî eşkere hatibû ava kirin.

• Bi damezrandina DDKOyan, bingehê tevgera neteweyî ya Kurdistanê berfirehtir bûye. Beşekî mezin ji xwendekar û rewşenbîrên kurdan, ji nav komele, rêxistin û grûbên tirkan veqetiyane û ne resmî be jî bi nasnameya xwe ya neteweyî dest bi damezrandina rêxistiniyeke serbixwe ya kurdan kirine. Pêvajoya rêxistiniya serbixwe ya kurdan ku bi avakirina PDKT ve dest pêkiribû, bi damezrandina KAKê û bi taybetî bi vekirina DDKOyê geştir û berfirehtir bûye.

• DDKO di demeke kurt de, ji bo gelê Kurd bûye navendeke girîng û hêviyeke nû. Welatparêz û rewşenbîrên kurdan, DDKO bi coş û heyecaneke mezin himbêz kirine. Xwendekar û rewşenbîrên kurdan ku beşekî civatê yê aktîf û têkoşer pêk tîne, ji bo şiyarkiriana neteweyî û belavkirina nerînên çep, şoreşger û welatparêzî roleke mezin lîstine. Zilm û zordariya dewleta Tirkiyeyê ya li ser neteweyê Kurd, li gor hêz û taqeta xwe hem bi devkî û hem jî bi nivîskî deşîfre kirine. Bi amadekirina şev, semîner, panel, konferans, mitîng û weşanên xwe, heyecan û hestê neteweyî û şoreşgerî gelekî bilintir kirine. Loma jî, DDKO ne tenê bingehê tevgera neteweyî û demokrat ya Kurdistanê berfirehtir kiriye; herweha xebata siyasî û îdeolojîk jî geştir kiriye. Piştî avakirina DDKOyê, di gel xeta neteweperwerî ku di nav tevgera Kurdistanê de xwedî dîrok, kevneşopî û adeteke kevn û dirêj bû, xeta çep û şoreşer jî bêtir xwe derdixistiye pêş.

• Bi avakirina DDKO, têkoşîna îdeolojîk û siyasî ya di nav çepên kurd û tirkan de jî geştir bûye. Pêvajoya veqetandina ji partî, komele û grûbên tirkan, bîr û baweriyên avakirina rêxistinên serbixwe yên Kurdistanî berfirehtir bûye. Herweha ew têkoşîna siyasî û îdeolojîk ya di nav çep û şoreşgerên kurd û tirkan de, tesîreke berbiçav li ser hinek hêz, komele û weşanên çepên Tirkiye jî kirine. Ne bi awakî têr û objektîf jî be, di hinek kovar û weşanên çepên tirkan de, bi navê “pirsa Rojhilatê” li ser pirsa kurdî bêtir hatiye nivîsandin û di gotûbêjan de li ser vê pirsê bêtir hatiye rawestandin.

Ev pêvajoya ku di nav grûb û partiyên çep yên tirkan de dest pê kiribû, di nav TİPê de bi awakî zelaltir dihate dîtin. Di vî warî de, rol û tesîreke taybetî ya rewşenbîrên kurdan yên ku di nav TİPê de dixebitîn jî çêdibû. TİPê di kongreya xwe ya çaran de, di dîroka partiyên siyasî yên Tirkiyeyê de, cara pêşîn di derheqê pirsa kurdî de biryarek pejirand. Ev biryar, bi piraniyeke mezin ya dengên delegeyan hate pejirandin; tenê du delegeyan li dijî biryarê deng dan û delegeyek jî bêdeng ma.

• Li Bakurê Kurdistanê DDKO numûneya pêşîn e, ku kurdên xwedî nerêrînên cihê di nav rêxistinekê demokratîk de cih girtine.

• DDKOyîyan li mahkemeyên Tirkiyeyê bi mêrxasî doza hebûna miletê kurd, ziman û dîroka wî parastiye. Ew dengê niştîmanperwerên kurd yê ku di sala 1968an de li mahkemeya Antalyayê dewletê nehiştibû zêde derkeve; bi berevaniyên DDKOyê olan da.

• DDKO teva ku weke komeleyeke legal û demokratîk hatibû ava kirin jî, di gelek bûyerên siyasî de rolên taybetî lîstiye û pêşengî ji hinek xebat û hewldanên girîng re kiriye. Ji bona damezrandina hinek hêz, partî û grûbên siyasî yên kurdan bûye weke hêlîneke kadroyan. DDKO di perwerdekirin û tecbrûbegirtina gelek kadroyên siyasî de, roleke girîng û taybetî lîstiye. Ji xwe gava mirov li hinek bultenên wê dinêre, mirov dibîne ku ew dişibin broşûr û weşanên perwerdekirinê yên rêxistinên siyasî.

• Piştî efûya giştî ya hezîrana 1974an girtiyên siyasî yên kurdan jî hatin berdan û pêvajoyeke nû ya rêxistiniyê li Kurdistana Bakur dest pê kir. Gelek kesên ku berê di nav DDKOyê de xebitîbûn, di damezrandina hinek partî û grûbên siyasî yên Kurdistanê de rolên bingehîn lîstin û di serokatiya hinek partî û hêzan de cih girtin.

Zinar Soran
zinarsoran@hotmail.com
—————————————————————————————————
TÊBINÎ Û ÇAVKANÎ

(17) Ji bona tevayiyê vê raporê, binêre: DDKO Dava Dosyası, r.597-603.
(18) Endamek ji komîteya karker ya di kongreya duyem ya DDKO ya Stenbolê hatiye hilbijartin, nehate bîra hevalê Eyyüp Alacabey. (Ew kesê ku navê vî nehatiye nivîsandin, Bettal Betê ye)
 (19) Ji agahdariyên taybetî yên Îbrahim Güçlü.
(20) Binêre: DDKO Dava Dosyasi, r. 542.
(21) Ji bo vê behsê, binêre: Vedat Şadilli, b.n.d, r. 279-288.
(22) Ji bo dirêjaya vê behsê, binêre: DDKO Dava Dosyasi, r.15-23.
(23) Ji bo tevayiya vê bersîv û berevaniyê binêre: DDKO Dava Dosyası, r. 113-272.
(24) Ji bo tevayiya vê bersîv û berevaniyê binêre: DDKO Dava Dosyası, r. 305-317.
(25) Ji bo vê bahsê binere: Kovara BÎR, zivistan 2007, hejmar 6, r.72.
(26) Kovara BÎR, zivistan 2007, hejmar 6, r.21. Ev metna siyasî heta niha li tu cihekî çap nebûye.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.