Kurd Tamîm- î Maarîf ve Neşrîyat Cemiyetî

KURD TAMÎM- Î MAARÎF VE NEŞRÎYAT CEMİYETÎ
(Komeleya Belavkirina Zanîn û Weşanan ya Kurd)

“Kurd Tamîm-î Maarîf ve Neşrîyat Cemiyetî” (Komeleya Belavkirina Zanîn û Weşanan ya Kurd), di destpêka sala 1919an de li Stenbolê hatiye damezrandin. Tarîxek misoger ya ku roj û meha damezrandina vê komeleyê dide, di destê  me de tuneye. Lê ji agahdariyên “Kurd Tamîm-î Maarîf ve Neşrîyat Cemiyetî” ku di kovara Jînê de hatine weşandin, em dikarin texmîn bikin ku ev komele di dawiya meha çeleya paşîn ya sala 1919an de û bi awakî resmî hatiye damezrandin. Agahdariya yekem di 2.01.1919an de, di hejmara 7an de hatiye weşandin. Di vê agadariyê de, çarçeweya armanca komeleyê hatiye nivîsandin û hatiye diyar kirin ku  xebat û haziriya damezrandina  komeleyê hatiye qonaxa dawî:

“Ji bo li ser ziman, dîrok, sosyoloji û cografiya kurdî lêkolînan çêbike,  biweşîne û di nav kurdan de zanyariya hevdemî belav bike, bi navê “Kurd Tamîm-î Maarîf ve Neşrîyat Cemiyetî” haziriya damezirandina komeleyeke zanyarî temam bûye. Ji bo komîteya karger bête hilbijartin û muameleya erêkirinê pêşkêşî hukûmeta qedirbilind bibe, em hêvîdarin ku hemû kesên eleqedar di 10ê çeleya paşîn, roja înê, piştî nîvro seet di 2an de werin xaniyê Komeleya Kurdistanê ya ku li kuçeya paş Dîwan-i Muhasebatê, di qesra Behcet Paşa de  ye” (1).

Agahdariya duyem jî, di 2.02.1919an de, di hejmara 10an ya Jînê de hatiye weşandin. Di vê agahdariyê de, eşkere dibe ku ”Kurd Tamîm-î Maarîf ve Neşrîyat Cemiyetî” hatiye damezrandin û endamên xwe û kesên dixwazin bibin endam, dawetî xaniyê Komeleya Pêşketina Kurdistanê dike:

“Em hêvîdarin ku di 7ê Sibatê, roja înê, piştî nîvro, seet di yekê de, endamên hêja yên komeleyê û kesên ku dixwazin bibin endam werin xaniyê “Komeleya Kurdistan” ya li Cağaloğlu ye” (2).

Bi vî aweyî eşkere dibe ku ”Kurd Tamîm-î Maarîf ve Neşrîyat Cemiyetî” di nav 2.01.1919 û 2.02.1919an de û bi awakî fermî hatiye damezirandin.

Di hejmara 10an ya Jînê de, digel vê daxuyaniya li jor, belavoka damezrandin û programa ”Kurd Tamîm-î Maarîf ve Neşrîyat Cemiyetî” jî hatiye weşandin. Mirov dikare bibêje ku ev komele jî komeleyek pêgirtî ya “Kürdistan Teali Cemiyeti”  bû. Teva ku di programa xwe de rastûrast armaca xebateke siyasî nedabû pêşiya xwe jî, lê komeleyê xwestiyê ku bi riya pêşdebirina ziman û edebiyata kurdî, xebata û tekoşîna neteweyî ya kurdan xurtir û geştir bike. Di belavoka damezrandinê de, vê komeleyê armanca xwe weha aniye ziman:

“Armanca damezrandina komeleya me ev e ku em neteweyê xwe yê ne mumkun e ku tenê bi xebata siyasî hebûna xwe bidomîne, ji bo pêşerojê û bi temamî li ser bingehê zanyarî  bikin xwediyê qabîlyetên hevdem “  (3).

Komeleyê di belavoka damezrandina xwe de, li ser bûyer û neheqiyên hatinin serê kurdan, sedemên pêşneketina ziman û edebiyata kurdî, di bêtifaqiya  di nav kurdan de rola neyînî ya beg, şêx û terîqetan jî rawestiyaye û program û hêviyen xwe yên pêşerojê bi vî awayî daye diyar kirin:

“Em bi baweriyek xurt bawer dikin ku bi şertê em bêhêvî nebin û bi hewldaneke germ ya neteweyî bixebitin, em dê bi ser kevin.

Komele, kovara Jînê ya ku ji demekê ve ye derdikeve û heta Xwedê bivê erê wê derkeve, dixe bin karbidestiya xwe; bi riya wê, hemû hevneteweyên xwe dawetî îmtihana hewldan û qerariyê, meydana camêrî û alîkariyê dike. Serketin ji Xwedê ye.

Programa  ku komele hewl dide ku bi dorê têxe jiyanê, li jêr hatiye nivîsandin:

PROGRAM
1) Komele wê kovarek zanyarî ya hefteyî biweşîne.

2) Hemû berhem, pirtûk, dîwan û helbestên ku edebiyatzan, hozan û zanyarên kurdan bi zimanê kurdî afirandine, komelê wê bi aweyekî rast û pir ciwan bide çap kirin.

3) Komele wê ferhengeke kurdî ku hemû zaravên Kurdî di nav de cî bigrin, amade bike û biweşîne.

4) Komele wê ji pirtûkên rêzimanî yên ku munasib bibîne, bide çap kirin.

5) Ji bona di xwendegehên pêşîn de pêkanîna dersên bi zimanê kurdî, wê pirtûkên pêwîst biweşîne.

6) Komele wê kovareke peyvên pêşiyan ku her zaravek kurdî beşekî pêkbîne, biweşîne.

7) Komele wê zanayiyên ku li ser adet û toreyên kurdî yên her navçeyê bicivîne û çîrok, serpêhatî û stranên gelî yên kurdî berhev bike.

8) Komele wê li ser dîrok û cografiya kurdan ya kevn û nû, berheman biafirîne.

9) Komele wê berhemên ku bi zimnê rojhilat û rojavayê yên li ser Kurdistanê û kurdan hene, wergerîne û biweşîne.

10) Komele wê serpêhatiyên kurdên naskirî yên berê û niha biweşîne.

11) Di navenda komeleyê û cihên pêwîst de, wê pirtûkxaneyên ji pirtûkên navçeyî û biyanî pêkhatî veke.

12) Komele wê dersxaneyên şevê veke.

13) Komele wê heyetên lêgerînê bişîne navçeyên ku kurd lê cîwar in.

14) Komele wê hewl bide ku çapxaneyekê ji bo komeleyê saz bike.

15) Komele wê bixebite ku di nava karkerên kurdan de sinifên îhtiyadî û rêxistinên kooperatîfî pêk bîne.

16) Komele wê ji wan zarokên ku li Stenbolê di nav sefaletê de û serberdayî digerin, bi qasî mimkun be, weke şagirt bide cem dikandarên cûrbecûr. Ji bo ku ew bi rêkûpûkî herin ser karên xwe, wê komele mesrefên pêwîst bide ser xwe.

17) Ji bo zarokên kurdan yên sêwî û bêxwedî, komelê wê bixebite ku dibistaneke şevê ya senet veke.

18)  Ji bo keçên sêwî û bêxwedî, komele wê hewl bide ku dibistaneke şevê ya ji bo hînkirina karên destan û navmaliyê veke.

19) Komele wê bixebite ku muzeyek ji tiştên malê û yên şexsî ku zilam û pêrekên kurdan bi kar tînîn û hemû hacet û edewatên navçeyî pêkhatî, saz bike.

20) Komele wê ji bo avkirina dibistaneke mamosteyên kurdî bixebite” (4).

Damezrandina ”Kurd Tamîm-î Maarîf ve Neşrîyat Cemiyetî” di nav civata kurdî de û bi taybetî di nav xwendekar û rewşenbîrên kurdan de kêfxweşî û dilşahiyeke gelek mezin û berbiçav çêkiriye. Programa xebatê ya komeleyê û hewldanên wê,  gelekî hêja û giranbiha hatiye dîtin. Di vî warî de Memdûh Selîm Beg weha dinivîse:

“Ez bi minetkarî dibînim ku `Kurd Tamîm-î Maarîf ve Neşriyat Cemiyetî` bê ku piştgiriya dê bibîne hesab bike û bê ku guh bide zahmetiyên ku derkeve pêşiya wê, di riya armanca xwe de bê westan dixebite. Wezîfeyên ku dane ser milên xwe gelekî pir in û girîng in. Di nava wan de pirsa ziman û edebiyatê bi serê xwe karekî giran e. Ez bawerim ku giraniya van karan, dê şewqa komeleyê neşkîne û hewldana wê zêdetir bike” (5).

Kurdiyê Bitlîsî jî, li ser damezrandina komeleyê û pêwîstî û girîngiya xebata rêxistiniyê weha dinivîse:

“Min bi kêfxweşiyek mezîn xwend ku `Kurd Tamîm-î Maarîf ve Neşriyat Cemiyetî`  hatiye damezirandin û dest bi xebatê kiriye. Di sedsala 20an ya medeniyetê de, rastiyek heye ku her neteweyek di warê xebatên giştî û taybetî de bawerî pê aniye û li hemberî wê pêwîstiyê serî tewandiye. Ew rastî, pêwîstiya rêxistiniyê ye.Teqdîrkirina vê pêwîstiyê, grûrek mezin da min. Dema ku em tê de dijîn, dema rêxistiniyê û dabeşkirina kar û bar e. Di vê sedsalê de xebatên şexsî (bila bîrûbaweriya min şaş neyê fêm kirin, ez nabêjim hewldanên şexsî) bê guman mahkûmê bêberî û stewriyê ne” (6).

Piştî ”Kurd Tamîm-î Maarîf ve Neşrîyat Cemiyetî” hatiye damezrandin, weke destpêk dest avêtiye çapkirina berhema hêja ya Ahmedê Xanî, Mem û Zînê. Bê guman çapkirina şaheserek weha ji bo ziman û edebiyata kurdî bûyereke gelek gîrîng bû. Komeleyê jî girîngiyek gelek taybetî daye vê xebatê û heta ev pirtûk hatiye çap kirin, mizgîna derxistina wê di hejmarên kovara Jînê de weşandiye. Mizgîna temambûna çapkirina pirtûka Mem û Zînê jî, cara yekem di hejmara 17an ya Jînê de, di 26ê nîsana 1919an de hatiye weşandin. Ev daxuyaniya di hêjmarên din yên Jînê de jî hatiye dubare kirin. Pêşgotina pirtûka Mem û Zînê, ji aliyê ronakbirê hêja Hemzeyê Muksî hatibû nivîsandin. Di vê pêşgotinê de, Hemze Muksî ji bo neteweyekî girîngiya edebiyat û berhemên edebî, weha aniye ziman:

“Ji bo her qewm û milletekî, edebiyat û asare edebî wek xîmê qewî ne ji bo serayêt alî. Milletê xwey edebiyat çi qeder bikevit, serayê selteneta wî yê maddî biherivit, dîsa bi hîmmetekê tête tamîrkirin” (7).

Di derheqê xebat û çalakiyên ”Kurd Tamîm-î Maarîf ve Neşrîyat Cemiyetî” û aqîbeta wê de, di destên me de agahdariyên zêde û têr tune ne. Ji belavoka damezrandinê û hinek daxuyaniyên ku di hejmarên kovara Jînê de hatinin weşandin, em dizanin ku vê komeleyê berpirsiyartiya derxistina kovara Jînê daye ser milên xwe. Lê mixabin, em nizanin ku bê komeleyê çiqasî programa xwe ya xebatê xistiye jiyanê. Di vî warî de, M. Emîn Bozarslan weha dinivîse:

“Lê belê, mixabin ku komelê jibo pêkanîna bernama xwe têr mecal û fersend nedîtiye. Piştî girtina “Jîn”ê, êdî dengê komelê derneketîye. Gelo ew jî digel “Jîn”ê hatiye girtin? Ev îhtimal ne dûrê aqil e. Lewra komele, piştî sazbûna xwe kargeriya “Jîn”ê girtiye destê xwe. Dibe ku ji ber wê yekê, komele ji alîyê hukumetê ve hatibe girtin. Lê belê di heqê girtina wê da, û eger hatibe girtin di heqê tarîxa girtina wê da, di destê me da tu belge û wesîqe tunin” (8).

Zinar Soran
zinarsoran@hotmail.com
————————————————————————-
TÊBINÎ Û ÇAVKANÎ

(1) Kovara Jîn, çapa nû, Cild2, Weşanxana Deng, Uppsala, çiriya pêşîn 1985, hejmar 7, r.19
(2) Kovara Jîn, hejmar 10, r. 2.
(3) Kovara Jîn, hejmar 10, r. 13.
(4) Kovara Jîn, hejmar 10, r.16- 17.
(5) Kovara Jîn, hejmar: 16, r. 8.
(6) Kovara Jîn, hejmar: 14, r. 11.
(7) Kovara Jîn, hejmar: 19, r.14.
(8) Jîn, Cild 1, r. 64.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.