Kurmancî û nameya ji serokan re

Em bi xemgînî dibihîzin ku kurmancî, ango zaravayê kurdî yê ku piraniya kurdan pê dipeyvin, li Başûrê Kurdistanê, ji bo pêwendiyan, perwerdeyê û zimanê ji bo dewletê, wek bargiranî tê dîtin. Ji ber wê yekê jî ew nayê xwedîkirin û hin caran tê gotin ku divê ji programa perwerdeyê bê avêtin. A ji vê xerabtir jî, tê bihîstin ku hin kesên payedar pêşniyar dikin kurmancî di perewedekariyê de bê qedexekirin. Ev yeka ku di bêsiûdiyê de yekta ye, xeletiyeke dîrokî ya mezine, ne bes tenê mijara gotinê û devjengiyê ye, lê mijar û sedema protestokirinê jî ye.

Me ji çapemeniyê xwend ku 12 meha adarê, parêzgeha Duhokê yekalî biryar girt ku wê zimanê perwerdeyê li navçeyê tevî bikin kurmancî-badînî. Her wilo em ji berpirsên perwerdeya Duhokê fêr dibin ku berpirsên bajêr ên pêwendîdar ji hikûmeta Kurdistanê rê nivîsîne û jê xwestine ku biryar di derbarê perwerdeya bi kurmancî de bê girtin da zimanê perwerdeyê li herêma wan kurmancî be, lê bi qasî ku demeke dirêj derbas bûbû jî, tu bersiv wernegirtibûn. Bêguman ev biryara pêşevanên perwerdeya Duhokê ya 12 meha adarê ya yekalî, ji ber sersarî û xeletiyên hikûmetê û kesên di vê derbarê de xwedî gotin e.

Lê me 11 nîsana 2009 an xwend ku wezîrê perwedeyê yê hikûmeta Kurdistanê Dilşad Ebdulrehman roja 18/3 2009 nivîseke fermî şandiye ji rêveberiya perwerdeya Duhokê re û daye xuyakirin ku ew xwestina wan, biryara wan û kurmancîkirina xwendinê ji bo polên (klasên, sinifên) 7, 8 û 9-ê red dike. Her çi Duhokî û kurmanc in, ew dixwazin ku xwendin û perwerdeyî hemû, ango zanko jî bi kurmancî be.

Wezîrê perwerdeyê ji ber vê gengeşiyê çû Duhokê û berpirs dîtin. Li wan guhdar kir û ji wan re got ku xwestinên wan mirovî ne, lê mixabin ji ber ku çapkirina pirtûkan ji bo kurmancî biha ye, ew ê nikaribe xwestina wan bîne cîh. Niha êdî Duhokî kara ku çapxaneyekê ji bo pirtûkên xwe bikirin, dikin. Dor milyonek dolar digire.

Mueyed Teyîp, Endamê Meclisa Akademiya Kurd a Hewlêrê, di nivîseke xwe ya ku 6-1-2009 di www.niviskar.se de hat weşandin de dinivîse:

”Serokê Meclisê Dr. Şefîk Kazaz dixwaze kurmancî bê qedexekirin û soranî fermî bibe. Ji ber vê yekê em her tim nîqaş dikin.”

Ev helwesta hin rêvebir û payedarên Kurdistanê ya li dijî kurmancî, metirseke kambax li ser pêşeroja kurdan peyde dike. Lewra em kurd hemû pêwendîdarê vê rewşê ne û ez jî ji ber vî maf û vê berpirsyariya kurdperwerî, xwe berpirsyarê gotinê û heger bikaribim jî yê rastkirinê dibînim.

Ev helwesta xelet a di derbarê kurmancî de nayê pesendkirin. Ev ne demokratîk e, ne mirovî ye û ne ji xêra kurdan e.

Ji be wilo Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê însiyatîf girt û bi pênc rexistinên kurdan ên din ên kulturî û civatî re nameyek ji serokên kurdan re şand. Di www.niviskar.se de bixwînin.

Li Başûr, ên ku pêşengiya ji perwerdeyê avêtina kurmancî dikin, dibêjin ku soranî pêşketî ye, lê kurmancî na û ji ber wilo soranî besî wan e. Her wilo ew dibêjin ku kurmanc hinik in, kurmancî ne pir girîng e.

Rastî ew e ku kurdî, ji gelek zaravan pêk tê. Her çi qasî kurmancî li Başûr zaravayê hindikaya kurdan be jî, di rastiyê de ew li tevaya Kurdistanê zaravayê herî mezin e, li hemû beşên Kurdistanê pê tê peyivîn, çand û hiner pê tê afirandin û mîrateke pir û bihagiran pê heye. Lewra binpêkirina maf û derfetên kurmancî yên jiyanê û xurtbûnê, ne karekî biaqilane ye, ne ji berjewendiyên kurdan e; karekî weha hebe nebe, xeletiyeke dîrokî ya mezin e. Pêdiviya dîrokî û netewî ew e ku, divê hebûna kurmancî ya li Başûr, li ber pêşketin û biserketinê, ne wek kosp û asteng, lê wek derfet û dewlemendî bê dîtin e.

Dijminan, kurd perçe kirin, bi sedsalan ji hev dûr xistin. Vê yekê birînên mezin di avabûna kurdan a neteweyî de vekirin û zaravayên kurdî dûrî hev xistin. Lê niha dîrok derfeteke din dide kurdan û dikarin hin birînên xwe yên di vê derbarê de bipêçin. Hebûna kurmancî ya li Başûr, di vî warî û karî de, derfeta ku kurd bikaribin bibin neteweyeke yekgirtî û mezin dide wan. Vekirina rêya li ber vê yekê û dana derfeta hevgirtina kurdan, berpirsyariya Başûr û hemû kurdan e, peydekirina alaveke grîng a biserketina wan e.

Ev yek ji hêla stratejî ve jî gelekî grîng e. Hebûna kurmancî li Başûr, di rastiya xwe de derfeta avakirina pêwendiyên stratejî yên bi kurdên din re dide Başûr. Her wilo berovajî vê jî, derfeta ku kurdên din bikaribin beşdarî avabûn, xurtkirin û parastina Başûr bibin, dide wan. Bêyî hebûna kurmancî, wê kurdên Başûr û ên din di dawiya jîna nifşekî de ji hev de bikevin û bibin du miletên cuda. Wê Başûr bi xwe, tev hemû destketî û dewlemendiyên xwe bibe hêz û hebûneke biçûk a qerimî, a ku wê tu caran nikaribe xwe ji çavsoriyên dijminan rizgar bike.

Seranserê dîrokê dijminên kurdan dîtine, xwestine û hewl dane ku wan perçe bikin da bikaribin wan bindest bikin. Dîtine ku kurd bi hev re xurt in. Rastî jî ew e. Lê gava kurd xwe li gora zaravan dûrî hev bixin, yekîtiya wan nema mimkun e û wî çaxî bes tenê karên dijminan hêsan dibe.

Ez di wê baweriyê de me ku rawestandina vê yekê, pûçderxistina vê xefkê û heşkerekrina vê kemîna li ber kurdan, ji berjewendiya hemû kurdan e. Rawestandina vê yekê, bi pejirandina kurmancî, bi pesendkirina mafên kurmacî û perwerdeya bi kurmancî a li Başûr dibe. Lewra divê desthilatdarên kurdan baş biramin û bi vê erka xwe ya dîrokî rabin, da kurd bikaribin bibin neteweyeke yekgirtî.

Her wilo, da beşekî kurdan, ango kurmancîaxêv ne kêm û jihevdeketî bin, da zinde û perwerdebûyî bin. Ji hêla zanistî ve heşkere ye ku gava mirov bi ziman û zaravayê xwe yê dayîkê perwerde dibin, ew herî zîrek û xurt in. Ji ber ku rola zimanê dayikê di avabûn û xurtiya hêla mirovan a kognîtîv de, ango di hêza mirovan a têgihiştinê, fêrbûnê, jihevderxistinê û di jiyanê de biserketinê de, gelekî mezin e.

Û divê bê gotin ku perwerdeya bi zimanê dayîkê, mafê mirovan ê sirûştî û demokratî ye. Neteweyên Yekgirtî ev yek bi peymanan daye ber mirovan û dewletan.

Silêman Demir
sileman.demir@bredband.net

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.