Koşka Olympê

Li gora baweriya antîk, spehîbûna dinyayê ya Xedayî, jineke ciwan, spehî û erotîk e. Bi navê Gaîa jî wilo dihat wêne kirin.

Koşka Olympê
“Gaîa, dinya me ye gelî şagirtan. Gava Gaîa çê bû, Etherê kirasşîn hema çû û bi rûmetdarî xwe li dora wê pêça, ew xemiland û parast. Hemera spehî jî ku navê ronahiyê yê din e, bi merdî ronahî da wê û ew geş kir. Her wilo nedibû ku Gaîa rût û kereh jî bûya. Wê bi xwe, ji xwe re dar, ber û gul anîn û xwe spehîtir kir. Lê Gaîa spehî, tenê û bê evîn jî nedibû, wê her bêriya tiştekî nêr dikir.

Heta wî çaxî, Eros mezin bû, xurt û dewlemend bû, têra hemû tişt û kesan evîn li ba wî çê bû. Erosê merd jî, ji wê dewlemendiya xwe da hemû jîndaran. Wek his û hêzeke xurt a nexuyayî, kir hemû dil û laşan, kir sedem û derfeta hebûn û xweşiya jiyana wan. Tu kes, tu tişt ji evînê bêpar neman. Û Gaîa jî ji bîrê nekir, ew bi taybetî bi bîr anî û evîn da wê, wî gelek da wê. Wilo gelek da wê ku ew bêhedan kir. Kir ku ew nema bikaribe tenê, bê mêr û bê yekî nêr bijî. Lê gava Gaîa çavên xwe gerandin, tu kes ji bo xwe nedît. Wî çaxî Gaîa rabû Uranos ji xwe re çêkir. Uranos çû û di ser wê re wek ezmanê şîn rawestiya û çirisî. Gaîa mê bû, mê ye û Uranos nêr bû, ew nêr e. Gaîa dest pê kir û bi dilbijînî her li wî nerî û ji bo wî bêhedan bû. Wî jî ew zû dît û ji wê hez kir. Bi evîndarî baran bi ser wê de barand û lawê wan ê pêşî Okeonos çê bû. Okeanos jî, bû bavê çem û kaniyan.

Gaîa û Uranos wilo hevdu kirin. Wî çaxî, Uranos, ango kalikê Zeus, xwedayê herî mezin bû, ew qralxweda bû.“

Apollon, wana wê rojê, li ser wê xetê ajot û got. Şagirtan qet tê dernedixistin bê wext çawa diçû. Hemû, wek bîstikeke xweş, kin bû. Lê êdî, roj dihat êvarê. Apollon, wana xwe, wê rojê li wir birî. Şagirt, bi destûr û alîkariya wî, di bîstikeke kin a wek dema girtin û vekirina çavan de çûn mal, çiya û welatên xwe û ew bi xwe jî bi ezmên de firiya û çû serê çiyayê Olympos. Koşka xwedan a navdar, a ku jê re Olympê dihat gotin, li wir bû. Ew koşka zêrînî, di nav mij û morana zîvînî de, her demê wek êgir diçirisî. Keskesor carê dihat di ser wê re radiwestiya û jê re dibû taceke xwedayî. Bê ew rengê wê yê agirîn, rengê mijê yê zîvînî û keskesor çiqasî li hev dihatin, bes tenê yên ku dîtin, wê yekê dizanin.

Lê dîsa jî, gava ku Zeus derdiket ser dika wê koşka zêrînî û li rewşa dinyayê temaşe dikir, ew yek û koşk herî spehî bûn. Wî çaxî, heger roj bûya, mijê û ewran xwe didan alî, rê didan tîrêjên Helîosê spehî da ku dora wî bike ronahî. Keskesor dihat li pêşberî wî radiwestiya. Gul bi lez vedibûn, bêhn didan derdorê û bayê hênik jê re radibû. Bazên li ser milên wî, kevokên ku dihatin û jê re li ser wê dika ku raserî dinyê tevî bû, dans dikirin, didan xatirê wî. Heger şev bûya, îcarê hîvê dora wî dikir ronahî, stêrik bi xar ji ezmên dadiketin û di ser koşka zêrînî re kevanekî wek keskesorê ava dikirin û radiwestiyan. Rêzeke din li dora hîvê dibûn mircan û morî. Erd û ezman wilo spehî, wilo spehî…

Wan çaxan, erd û ezman herdu şa dibûn û xwedayên din li ku bûna, dev ji karên xwe berdidan û diman li bendî ferman û xwestinên Zeusê mezin. Wî jî hêvî û bawerî dida wan ku ew gelekî mezin e, ew dikare hemû tiştan bike û hemû tiştên ku dibin jî li hev ragire û heger bixwaze jî rawestîne. Her wilo dida zanîn ku darê wî ji erdê û ezmên re daniye, di karîn û zanîna wî de ye, wê tu caran xerab nebe, wê nebe kaos.

Ne gelek mirovan ew wirşe, ew mazinbûn, ew rûmet, ew payedarî, ew bedewî û ew spehîbûna xwedayî bi çavan dîtin. Lê yên ku dîtin, ji ber tirsa dîtina wê spehîbûnê, a wê wirşe û payedariyê, şaş bûn, hiş û aqilê xwe berdan, nema lebitîn û peyivîn, di cîhên xwe de hişk bûn, bûn wek dar û keviran. Ew, incex bi destûr, alîkarî û dilovaniya xwedan dîsa li xwe vegeriyan.

Hin dibêjin ku ji çeman Firat û Dîcle ne lawên Okeanos in, ew du lawên Zeus in. Gava herdu law mezin dibin û dixwazin bibin xwedî  welat û çand, Zeus ji wan re dibêje de ka herin welatekî ji xwe re hilbijêrin da ez wek xelat bidim we. Herdu diçin û wek Firat û Dîcle xwe li devera ku di navbêra wan de dimîne radipêçin û ji xwe re digirin. Ew dever dibe welatê navbêra du çeman, ango Mezopotamya.

Gaîa, navê mîtolojîk ê dinyê yê bi Yûnanî ye.

Silêman Demir
sileman.demir@bredband.net

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.