Karên li ber Komeleya Nivîskaran

Komîta Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, li gora destûra ku ji kongra dawî girtibû, hin kar ji bo salekê dabûn ber xwe. Ez wek serokê komelê, bi dilgeşî û ceger karim bibêjim ku komîta kargir, bi civîn û pêwendiyên xwe yên heta niha, xwestin û biryardarî daye xuyakirin ku ew ê karên xwe bi serbilindî bike û di kongra pêş de bi rûyekî spî derkeve pêşberî endaman.

Min di daxuyaniya xwe ya pêşî ya piştî kongrê de gotibû ku komela me, xwediya wê hêzê ye -ku ew ê bikaribe gelek karên baş bike-. Ji ber ku komela me, ji mirovên ku di dema xwe de beşdarî avakirina edebiyata Kurdan ya li Swêdê bûne, ji wir edebiyat ji kurdan re afirandine û bingehek jê re danîne, pêk tê. Wan heta niha rûmeta raman û gotina azad girtine, ew parastine û bi wê berpirsyariyê jiyane.

Ez îro dîsa wê gotinê dubare dikim û niha, ji wê rojê hêvîbilindtir im.

Ji karên ku me dabûn ber xwe, me heta niha rojeke danasîna pirtûkan amade kiriye û me bi wê rojê hêviya endam û mêvanên xwe bilindtir kiriye. Beşdaran pêşniyarî me kirin ku em gelek rojên wilo amade bikin û em ji bo wê rojê bi gelek gotinên xweş pîroz kirin û spasî me kirin.

Me gotibû ku em ê malperekê ji komelê re ava bikin. Ez niha piştî sê mehan bi kêfxweşî karim bibêjim ku em di wê de jî bi ser ketine. Ez bawer dikim ku malpera komelê wê ji bo endaman, ji bo ziman û wêjeya kurdî bibe gav û biserketineke hêja.

Her wilo me scanerek ji bo komelê kiriye û em ê hêdî hêdî kovara Çira (komela me serê pêşî ew kovar derdixist) derbas bikin malperê. Em ê arşîva komelê bicivînin, em ê dokument û protokolên komelê ji bo komelê derbas bikin malperê; û em ê dîroka komelê ji bo xwendevanan di malperê de binivîsin. Her wilo em ê destûrekê ji bo malperê deynin û ji xwe û endaman re diyar bikin bê ma em ê malperê çawa bixebitînin. Gava dem bê, em ê wê jî heşkere bikin.

Niha jî, Komela Nivîskaran, Pirtûkxana Kurdî û Federasyona kurdan a li Swêdê, di demeke nêzîk de roja rojnamegeriya kurdî bi hev re amade dikin. Her wilo komîta komelê, biryar girtine û plan kiriye ku çend civîn û rojên wilo yên din di demên nêzîk ên pêşiya me de amade bike. Komîtê, hin karên ku belkî îsal bi temamî xelas nebin, lê heta devereke baş bibe û bide ber komîta sala bê hene.

Me dabû ber xwe ku em ê endamên xwe gazî karan bikin û derfeta ew beşdarî kar bibin û berpirsyariyê bigirin, ji wan re peyda bikin. Em her bi wê berpirsyariyê kar dikin. Belkî em nikaribin gelek endaman beşdarî karan bikin, lê em ê serê hejmareke baş ji endamên xwe, bi karên ku ew ê ji komelê re bikin, bilind bikin.

Bala me bi şiyarî li ser wêjeya kurdî û zimanê kurdî ye. Her wilo em di wê bîrê de ne ku, bi qasî em karin piştgiriya wan bikin û beşdarî xurtkirin û geşkirina wan bibin, berpirsyariya me ya serekî ye. Em hêza xwe, di rojên ku ziman û wêjeya kurdî wek mijar digirin de, dicivînin. Me programeke kar di vê derbarê de amade kiriye û em ê hewl bidin bi dorê û rêzê pê re rabin.

Heta niha, mixabin ku piraniya endamên me kurdên ji bakur in, lê ez dîsa heşkere dikim ku em ne komeleyeke kurdên bakur tenê ne. Komela me, komela hemû kurdan e, hemû kurdên ku karibin xwestinên destûrê bînin cîh, karin bibin endamên komelê. Em ji kongra dawî bi vir de pirtir bûne û em ê dilgeştir bibin ku heger em pirtir endamên ji cîhên kurdistanê yên din jî li kêleka xwe bibînin. Em pirtir bin, em ê him ji hêja ramanvanî ve û him jî ji hêla komelvanî ve, xurtir bin. Her wilo ez bawer dikim ku em ê bi ezmûnên pirtir, derfetên baştir ên di karan de biserketinê jî bidin hevdu.

Em bi van bawerî xwestina kirina karan, dixebitin. Û ji ber ku em komîte, bi harmonî û bêhnfirehî bi hev re dixebitin, ez bawer dikim ku em ê bi ser bikevin. Her wilo bawerî û piştgiriya endaman a ji bo me, hêzê dide me. Spas ji bo tevan.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.