”Kürt Tealî Cemiyetî” ya Diyarbekirê

“KÜRT TEALİ CEMİYETİ” YA DİYARBEKİRÊ (Komeleya Pêşketina Kurd ya Diyarbekirê)

“Kürt Teali Cemiyeti” (Komeleya Pêşketina Kurd) di sala 1918an de, li Diyarbekirê hatiye ava kirin. Di avakirina vê komeleyê de, rolek taybetî ya hinek endamên “Komeleya Xwendekarên Kurd Hêvî” çebûye. Li gorî agahdariyên ku Zinar Silopî dide, ji bo avakirina vê komeleyê, li hewşa “Mizgefta Reş” (Kara Cami) û derûdora wê, bi beşdariyek gelek mezin civînek çêdibe. Gelek kesên ji malmezinên Diyarbekirê jî beşdarî vê civînê dibin. Ev civîn bi saetan dajo. Di civînê de li ser rewşa siyasî û pêwîstiya bidestxistina mafên neteweyî tê rawestandin. Di dawiyê de Hamdî Efendî diaxife û bi awakî eşkerê daxwaza serbixebûna Kurdistanê weha tîne zimên:
“Divê perçê ku di laşê gebgeba Osmanî de bûye kangren bête jêkirin û avêtin. Di vî warî de, divê em bêdudilî bilezînin û Kurdistanê ji kangirenê rizgar bikin”.

Di encamê vê civîna mezin de, biryara damezirandina “Kürt Teali Cemiyeti” (Komeleya Pêşketina Kurd) tê girtin. Ji bo muraceatên resmî yên komeleyê, di serokatiya Ekrem Cemil Paşa de, heyetek ji Cercîszade Kerîm, Çerkezzade Fikri, Ganîzade Reşat, Cemîl Paşa û Ömer Beg pêkhatî tê hilbijartin. Di demek kin de, komele di nava xelkê de belav dibe û piştgiriyek mezin ji her çîn û refên civatê dibîne. Ew komele di nava gel de, weke “Qlûba Kurdan” jî dihate nas kirin (1).

Ekrem Cemîl Paşa di bîranin xwe de, navê vê komeleyê, “Kurdistan Cemiyeti” (Komeleya Kurdistanê) dinivîsîne. Di warê damezrandin û komîta birêvebir ya vê komeleyê de jî, ew weha dinivîse:
“Li ser awayên meşandina xebata hundurê Diyarbekirê û wîlayetên din yên Kurdistanê gotûbêjên dûrûdirêj hatin kirin. Di dawiyê de, Komîteya Birêvebir hate hilbijartin. Komiteya Birêvebir ji çar kesan hatibû ava kirin: Reşat, Fikrî, Ömer Beg û Ekrem. Ekrem serokê yekem yê komeleya yekem ya siyasî bû ku li Kurdistanê hatibû ava kirin” (2).

Dîsa li gorî agahdariyên Ekrem Cemîl Paşa, komele di demek kin de gelekî pêş ve dihere û hejmara endaman pênç sed kesan derbas dike. Ji kesên ku berê pêxwas bûn bigre, heta momeste, mele, eşraf, tucar, memûr, doktor, awûqat û rewşenbîrên ciwan, ji gelek çîn û refên civatê endam hatibûn nivîsandin. Bi hezaran kes hebûn ku li deftera komeleyê weke endam nehatibûn nivîsandin, lê bişgirî û hevalbediya komelê dikirin. Li Nisêbînê, Sawûrê, Farqînê û Liceyê liqên komeleyê hatibûn damezirandin. Li Madenê, Elezîzê, Meletê jî gelek hevalbend û sempatîzan hatibûn peyda kirin.

Komeleyê ji bo weşandina pirtûka Mem û Zîn ku ji aliyê Remezanê Mikisî de dixwast bê çap kirin û kovara “Kurdistan” ku ji aliyê endamekî komelê Muhemed Muhrî Efendî dihate weşandin, alîkariya maddî dikir. “Kürt Teali Cemiyeti” ji patrîkxaneya kildaniyan çapxaneyek bi çûk dikire û bi wê çapxaneyê, bi navê “Gazî” rojnameyeke çarpelî diweşîne. Gelek qelemşorên kurdperwer weke Av. Hecî Mihemed Efendî, Cemîl paşazade Cevdet, Pertew Begê Licêyî, Elî, Mîrî Katibzade Cemîl Beg û Ganîzade Reşat di vê rojnameyê de dinivîsin (3).

Li gor Zinar Silopî dinivîse, piştî ku ew û Ganîzade Dr. Cevdet Beg ji Stenbolê tên Diyarbekirê, ew jî beşdarî nav xebata komeleyê dibin. Dr. Fuat Beg jî endamê komeleyê bû. Ji bona ku ji wan kesên weha xwedî tecrûbe û şareza bêtir bê îstifade kirin, Komîteya Birêvebir ya komeleyê îstifa dike û kongreyek Îstisnaî dicivîne. Di vê kongreyê de, Cemîl Paşazade Qasim Beg weke serokê Komîteya Birêvebir, Ganîzade Doktor Cewdet Beg serokê duyem, Cercîszade Kerîm muhasîb, Ömer, Fikrî û Ekrem weke endamên Komiteya Birêvebir û Xoce Hemdî Efendî jî weke şêvirdarê serok tên hilbijartin (4).

Ekrem Cemîl Paşa jî di derheqê vê kongreyê û hilbijartina Komîteya Birêvebir ya nû de weha dinivîse: “Piştî şêwir û gotûbêjan, em gihaştin vê encamê: Komîteya birêver ya niha wê istifa bike, kongreya îstisnayê wê bê civandin, kongre wê bi hilbijartina veşartî Komîteya Birêvebir ya nû hilbijêre. Civîneke şehane hate çêkirin. Li derdora sê sed endaman beşdar bûn. Komîteya Birêvebir bi vî awayî hate hilbijartin: Serokê komeleyê Qasim Beg, şêwirdarên serok Xoce Hemdî Efendî û Dr. Cewdet Beg, cîgirê serok Ekrem Beg, muhasîb Kerîm Efendî, endam Ömer, Reşîd û Fikrî Beg. Ji vê komîteyê du grub hate çêkirin. Ji bo wan du grûban du vatiniyên girîng hatin tespît kirin. Grûba yekem ya propogandayê, ya duyem jî ya weşanê bû. Piştî Komîteya Birêvebir ya komeleyê bi vî awayî hate hûnandin û tevgera Komeleyê gelekî geştir bû” (5).

Weke ku tê dîtin, di nav agahdariyên Zinar Silopî û Ekrem Cemîl Paşa de hinek cihêtî hene. Li gor Zinar Silopî, cigir ya jî serokê duyem yê Komîteya Birêvebir Ganîzade Kasim Beg e û navê Reşît Beg jî di nav navên endamên Komîteyê Birêvebir de tuneye. Lê li gor Ekrem Cemîl Paşa dinivîsîne, cîgirê serok Ekrem e û Reşîd Beg jî endamekî Komîteya Birêvebir e. Di lîsteya Komîteya Birêvebir ya destpêkê jî, di nava agahdariyên Zinar Silopî û Ekrem Cemîl Paşa de cihêtî heye. Li gorî Zinar Silopî, Komîteya Komeleyê di serokatiya Ekrem Cemîl Paşa de, ji Ekrem Cemil Paşa, Cercîşzade Kerîm, Çerkezzade Fikrî, Ganî Zade Reşat û Ömer Beg pêk hatiye. Lê li gor Ekrem Cemîl Paşa dinivîse, komîte di serokatiya wî de, ji van çar kesan pêk hatiye: Ekrem, Fikrî, Ömer û Reşat. Cercîszade Kerîm di lîsteya Ekrem cemîl Paşa de tuneye. Di warê tarîxa damezirandinê jî di nava wan herdu çavkaniyan de cihêtî heye. Li gor Zinar Silopî, “Kürt Teali Cemiyeti” ya li Diyarbekirê piştî “Kurdistan Tealî Cemiyetî” (Komelya Pêşketina Kurdistanê) hatiye damezirandin. Lê li gorî Ekrem cemîl Paşa, “Komeleya Kurdistanê” ya li Stenbolê piştî “Komeleya Kurdistanê” ya li Diyarbekirê bi heşt- neh mehan hatiye damezirandin (6).

Di vî warî de çavkaniyên ku hene behs nakin ku “Kürt Teali Cemiyeti” ya li Diyarbekirê beriya “Kürdistan Teali Cemiyeti” ya li Stenbolê hatiye ava kirin. Her weha agahdarî û çavkaniyên ku vê gavê di destê me de hene, têrê nakin ku mirov bi awakî zelal bizanibe, bê “Kürt Teali Cemiyeti” ya li Diyarbekirê weke komeleyek serbixwe, ya jî weke baskekî “Kürdistan Teali Cemiyeti” ya li Stenbolê hatibû ava kirin. Di nav “Kürdistan Teali Cemiyeti” û “Kürt Teali Cemiyeti” ya Diyarbekirê de, bi taybetî di warê şandina weşanan de têkiliyên germ hebûne. Rojname, kovar û weşanên kurdî ku ji aliyê “Kürdistan Teali Cemiyeti” dihate şandin, li çapxaneya Komeleyê ya li Diyarbekirê dihate zêdekirin û belav kirin. Komîteya Birêvebir ji Av. Mehemed Efendî (Bavê Tûjo), Fevzî Efendîzade Mehemed Efendî, Mîrî Katibzade Cemîl Beg û Elî Efendiyê Liceyî komîteyek propogandayê ava dike. Ev komîte ligel propogandayê û xebatên din, bi taybetî ji bo xwendin û nivîsandina kurdî di nava xelkê de pêş ve bibin, hewldanek gelekî giranbiha dike (7).

“Kürt Teali Cemiyeti” ligel wan xebat û çalakiyên kulturi, herweha li ser pirs û pirsgirêkên siyasî jî rawestiyaye. Lê xebata komeleyê tevahiya Kurdistanê himbêz nekiriye; di giraniyê de, di nav bajarê Diyarbekir û derûdora wê de maye. Li gor Ekrem Cemîl Paşa jî dibêje, di wê rewşê û bi wan îmkanan, komeleyê ji wê potansiyela dînamîk ya Rûhayê, Entabê, Maraşê, Meletê û Dersimê bi awayekî ciddî îstifade nekiriye. Xelkên li derûdora Diyarbekirê jî gelekî betilî bûn. Seferberlikê pişta milet jikenendibû; piraniya xelkên derûdora Mêrdîn, Diyarbekir, Elezîz û Sêrtê di nav jar û feqîriyek mezin de dijiyan. Lê çek û cepxaneyek baş jî ketibû destên bajarî û eşîran. Ji ber vê yekê, Komîteya Birêvebir ya komeleyê serhildanek çekdarî jî dida ber çavan. Dema ku komeleyê di wê rewşê de xebat û çalakiyên xwe didomand, hay û bala pêşengên komeleyê ji plan, lîstik, fen û fûtên dijminekî nû, Mustefa Kemal tunebûn. Ekrem Cemîl Paşa vê rewşê weha tîne ziman: “Gava me di 1918- 1919an de xebat û çalakiyên xwe geş dikir, raqîbekekî fenok û xayin ku nedihate xewn û xeyala me derket hemberî me. Ew kes Mustefa Kemal bû” (8).

I- SİYASETA MUSTEFA KEMAL Û KONGREYA ERZIROMÊ
Piştî peymana Mondrosê ya 1918an, hêzên leşkerî yên dewletên hevpeyman paytextê dewleta Osmanî Stenbolê dagir kirin. Leşkerên dewletên hevpeyman paytextên Împeratoriya Osmanî xistibû bin destê xwe û bi taybetî pîkoliyeke mezin li serbaz û leşkerên Osmaniyan dikirin. Di wê demê de, hukûmeta Stenbolê Mustefa Kemal weke “Mufetîşê Giştî yê Artêşê” şandin Anadoluyê. Mustefa Kemal di 15ê gulana 1919an de ji Stenbolê derket. Hêviya Mustefa Kemal bidestxistina hevalbendî û piştgiriya kurdan bû. Mustefa Kemal ji bona ku bi fen û fûtan piştgiriya kurdan bistîne û pêşiya tevgera kurdî bigre, di ser Amasyayê re derbasî Erziromê bû.

Planê Mustefa Kemal ev bû ku bi hinek soz û peymanan piştgiriya serokeşîr û malmezinên kurdan bistîne û tevgera kurdan ya taybetî ji holê rake. Herweha, kurdan ji bona armanc û planên xwe yên kolonyalîst û nîjadperest bi kar bîne. Mixabin, di destpêkê de ew tehlîkeya mezin û durûtiya Mustefa Kemal ji aliyên pêşengên siyasî yên kurdan ve nehate dîtin û di dema wê de tedbêrên pêwîst li hemberî tevgera wî nehate girtin. Heta li gor agahdariyên ku Ekrem cemîl Paşa dide, di dema haziriya Kongreya Erziromê de, yekî mîna Xalit Begê Cibrî jî bi awakî hesan tê lîstika Mustefa Kemal; bi soz û peymanên wî yên ji bona mafên Kurdan tê xapandin: “Kurdên Erziromê teva şehîd Xalit Begê Cibrî bi awakî hêsan ketin feqa Mustefa Kemal. Bi sozên wî yên şêrîn hatin xapandin. Mustefa Kemal ji kurdan re digot ku ew dê mafên kurdan yên siyasî bide û di her firsetê de dida diyar dikir ku Kurd ûTirk bira ne. Wî ev tişt di kongreyên Erzirom û Sîwasê de, bi awakî resmî îlan kir” (9).

Mustefa Kemal gava bi destûra Sultanê Osmanî derbasî Anadoliyê û Kurdistanê dibe, xebat û çalakiyên “Kürt Teali Cemiyeti” ya li Diyarbekirê ji nêzîk ve dixîne bin çavan û di derheqê vê komeleyê de agahdariyan dicivîne. Wî bi awakî giştî tevgera Kurdistanê li hemberî armanc û planên xwe astengeke mezin didît û dixwest ku ji destpêkê de hemû tifikên tevgera Kurdistanê bitefîne. Bi vê armancê, wî xwest ku pêşî “Kürt Teali Cemiyeti” ya li Diyarbekirê ji holê rake. Mustefa Kemal ji aliyekî têkilî bi hukûmeta Stenbolê û karbidestên dewletê yên li Diyarbekirê re datanî; ji aliyê din jî, ji bo fesadî, dijminayî û berberiyê di nav kurdan de kûr bike û piştgiriya wan bistîne, bi gelek serokeşîr û malmezinên kurdan re peywendiyên taybetî geş dikir. Mustefa Kemal di 29ê gulana 1919an de ji “Erkan-i Harbiye-i Umumiye” (Serkaniya Giştî ya Leşerî) re telgrafekê dişîne. Di vê telgrafê de ew diyar dike ku ”Qlûba Kurdan” ya li Diyarbekirê ji bo Kurdistaneke serbixwe dixebite û di nav vê komeleyê û komeleyên hevalbendên hukûmetê de, dijayetî zêde dibe. Hem ew û hem jî bi riya Kolordiyê ji serokeşîr û navdarên kurdan re telgrafan dişînin, li ser rewşa dewletê ya giştî agahdariyê didin wan û daxwaza piştgiriyê ji wan dikin. Mustefa Kemal dide diyar kirin ku li gor lêkolînên wî pêwîstî heye ku li ser navçeya Kurdistanê bê rawestandin. Ji bo vê yekê jî, ew ji Serkaniya Giştî ya Leşkerî rica dike ku agahdariyên di derheqê navçeyên Kurdistana Serbixwe û ew navçeyên ku ji aliyê îngilîzan ve têne xwestin û hatine dayin de hene, ji wî re bêne şandin (10).

Cîgirê Kolordiya heştan Cevdet jî di 30ê gulana 1335 (1919)an de, li ser xebat û rewşa “Kürt Teali Cemiyeti” ji “Harbiye Nezareti” (Wezareta Şer) re raporeke dûrûdirêj dişîne û di dawiya vê rapora xwe de dide diyar kirin ku ji ber tesîra propogandaya “Qlûba Kurd” li vê navçeyê hergav dikare tevliheviyek giştî derkeve holê (11). Waliyê Diyarbekirê jî, ji xebat û çalakiyên “Kürt Teali Cemiyeti” gelekî rehetsiz dibû û ji bona girtina wê, li qîl û behaneya digeriya. Li ser daxwaza Mustefa Kemal, karbidestên dewleta Osmanî yên Diyarbekirê ”Kürt Teali Cemiyeti ya li Diyarbekirê” digrin. Cîgirê waliyê Diyarbekirê Mustefa, di telgrafa xwe ya ku di 8ê hezîrana 1919an de ji Mustefa Kemal re dişîne, mizgîna girtina “Kürt Teali Cemiyeti” weha dide wî:
“…Li ser propogandaya di bin parastina Îngilîzan de dewleteke serbixwe ya Komeleya Kurd ku li Diyarbekirê ji aliyên hinek xortên kurd ve hatibû avakirin û bi fesadiyên berpirsiyarê Silêmaniyê Mr. Noel ev tişt dikirin; û ji ber lidijderkitina xelkê ya dijwar û dijayetiya qanûna komeleyan, ev komeleya ku navê wê derbasdibe hate girtin. Di derheqê wê de, ji aliyê wîlayetê ve lêpirsiyana qanûnî dest pê kiriye. Niha, li Diyarbekirê tenê “İtilaf ve Hürriyet Partisi” heye, ji derveyî vê tu komeleyên din tuneye” (12).

Mustefa Kemal li ser van tedbîran, di 15ê hezîrana 1919an de, ji Amasyayê telgrafek şîfrekirî ji cîgirê waliyê Diyarbekirê re dişîne. Di vê telgrafê de, ew nerîn û piştgiriya xwe ya di vî warî de weha dide diyar kirin : “Her komeleyeke ku bixwaze fesadiyê di nava welêt de derxîne, divê di cîh de bête belav kirin…Girtina tedbîrên weha, vatiniyek welatperwerî ye. Ji ber vê yekê, ez bi her awayî bi wan tedbîrên we yên ku we li hemberî Komeleya Kurd girtine re me” (13).

Gava Mustefa Kemal derbasî Erziromê dibe û haziriya “Kongreya Erziromê” dike, propoganda û siyaseteke kone û durû dimeşîne. “Biratiya Îslamî, biratiya Kurd û Tirkan” derdixîne pêş; soz û peymanan dide ku gava bi hev re welêt ji bin destên hêzên biyanî derxênin, wê mafên Kurdan yê neteweyî jî bête dayin. Armanca Mustefa Kemal, di bin perdeya “biratiya Tirk û Kurdan” tevgera neteweyî ya Kurdistanê bitefîne û pêşiya şiyarbûna neteweyî bigre. “Erzurum Müdafaai Hukuk Cemiyeti” di belavoka xwe ya 30ê gulana 1919an de, li ser wîlayetên Kurdistanê weha dinivîse:
“Ev wîlayetên me emanetî namûs û welatparêziya kurd û tirkên ku bi dîn û dîrokî birayên hev in, ne”. Vê komeleyê di raporek xwe ya 17ê hezîrana 1919an de jî mafên ”milletekî ku ji Kurd û Tirkan pêkhatî” diparast.

Li ser vê siyaseta kone û durû, hinek pêşengên siyasî û kesên naskirî yên kurdan li tevgera Mustefa Kemal germ dinerin û beşdarî Kongreya Erziromê dibin. Di vî warî de, M.A. Gasaratyan weha dinivîsîne:
“Di hezîrana 1919an de, Kongreya Tevgera Neteweyî ya Kurdan li Erziromê civiya. Di kongreyê de, hate diyar kirin ku ew li tevgera rizgarîxwaziya tirkan bi sempatî dinerin û biryarek hate girtin ku bi şertê ku mafê otonomiya Kurdistanê bête qebûl kirin, ew dê bixwazin piştgiriya vê tevgerê bikin. Kongreyê daxwaz kir ku eger otonomiya Kurdistanê neyê qebûl kirin, teva zîldana tevgera Kemalîstan, li hemberî Sultan divê serhildanek berfireh bête dest pê kirin. Pêşengên kurdan yên ku beşdarî vê Kongreyê bûbûn, weke prensîb ne li dijî damezirandina dewletek neteweyî ya tirkan bû ku di nav sînorên xwe de otonomiya Kurdistanê nas bikin. Ji ber vê yekê, gelek ji wan di 10- 23ê tîrheha 1919an de beşdarî Kongreya Erziromê bûn. Di belavoka Kongreyê de weha dihate gotin: “…Wîlayetên rojhilatê Erzirom, Sîwas, Diyarbekir, Xarpêt, Van û Bitlîs…yekperçeyekî ku bi tu awayî ji hevdu û civata Osmanî nayê veqetandin. Mislimanên ku li vê navçeyê dijî, taybetiyê her grûbên neteweyî û civakî ku di pêkanîna neteweyê de cîh girtine, wê li ber çavan bê girtin; lê bi awakî giştî ew unsûrên misliman hemû, xwe weke birayên ku ji dê û bavekî ne dibînin” (14).

Di derheqê vê ”Kongreya Tevgera Neteweyî ya Kurdan” de, em vê gavê ne xwediyê çavkanî û agahdariyeke misoger û zelal in. Em dizanin ku di wê demê de Xalid Begê Cibrî û hinek serbazên leşkerî yên kurd û welatparêz li wê navçeyê dixebitîn. Dive ku ji aliyê welatparêzên kurdan li wê dere civîneke weha civandibin. Lê em vê yekê nikarin bi awakî misoger îdea bikin. Kongreya Erziromê di nav 23ê tîrmeh û 7ê tebaxa 1919an de hatibû civandin. Ew tarîxa ku M. A. Gasratiyan li jor dide ne rast e. Kongreya Erziromê ji aliyê “Müdafaa-i Hukuk-u Milliye Cemiyetî” (Komeleya Parastina Mafên Huqûkî û Neteweyî) ya Erziromê ve hatiye civandin. “Müdafaa-î Hukuk-u Milliye Cemiyeti” di 4ê çeleya pêşîn ya 1918an, li Stenbolê hatibû damezrandin. Armanca wê ya rastî, hejarkirin û dejenerekirina tevgera neteweyî ya gelên Kurdisatnê bû. Vê komeleyê bi awakî vekirî piştgirî û hevalbendiya tevgera Mustefa Kemal dikir. “Müdafaa-i Hukuk-u Milliye Cemiyetî” ya Erziromê beriya ku Mustefa Kemal derbasî Anadoluyê û Kurdistanê bibe hatibû damezrandin. Serokê vê komeleyê Raif Xoce bû. Li gor hinek çavkaniyan 56 kes beşdarî Kongreya Erziromê bûne; lê li gor agahdariyên ku İsmail Beşikçi dide, 54 kas beşdarî vê kongreyê bûne. Ji van 17 kes endamên “Trabzon Muhafaza-i Hukuk-u Cemiyeti” bûn.

Delegeyên Kurdistanê yên bi navê “Wilayet-ı Şarkiye” ketibûn kongreyê zêdeyî 20 kesan bûn. Di kongreyê de Wan bi 2, Bedlîs bi 1, Sêrt bi 2, Qerekose bi 1, Giyadîn bi 2, Bazîd bi 1, Gêxî bi 2, Xinis bi 1, Zêdkan bi 1, Pilemorî bi 1, Hesenqele bi 2, Tercan bi 1 delegeyan dihatin temsîl kirin. Herweha ji Erzînganê, Erzirom û Sîwasê jî delege hebûn. Mustefa Kemal û Rauf Beg jî weke delege beşdarî kongreyê bûbûn. Piraniya delegeyên ji Kurdistanê kesên eşraf bûn. Di nav delegeyên ji navçeyên din hatibûn kesên memûr, leşker û yên teqewît bûbûn jî hebûn. Belavoka Kongreya Erziromê ku ji deh madeyan pêk hatibû, di 7ê tebaxa 1919an de hate belav kirin. Di kongreyê de Komîteya Birevebir jî tê hilbijartin. Ev komîteya ji van kesan pêk hatibû: 1- Mufetîşê Ordiya Sisêyan yê berê Mustefa Kemal, 2- Wezîrê Deryayî yê berê Rauf Beg, 3- Xoce Raifê Erziromî, 4- Mebûsê Trabzonê Îzzettin Beg, 5- Mebûsê Trabzonê Servet Beg, 6- Ji Erzînganê fiêxê Nexşiya Fewzî Efendî, 7-Waliyê berê yê Beyrûdê Bekir Samî Beg, Mebûsê berê yê Bedlîsê Sadullah Efendî, 9- Serokê Eşîra Mûtkiyan Hecî Mûsa Beg. Piştî van kesan Kazim Karabekir jî xistine nav vê komîteyê. Ev komîte bi tu awayî necivyaye û tu wezîfe jî pêk neaniye. Ji xwe, serokê Eşîra Mûtkiyan Hecî Mûsa Begê û Mebûsê berê yê Bedlîsê Sadullah Efendî, Waliyê berê yê Beyrûdê Bekir Samî Begê beşdarî Kongreya Erziromê nebûne. Ew ne nûnerê kongreyê bûn. Bê xebera wan, kongreyê ew hilbijartine (15).

Di belavoka Kongreya Erziromê de, wîlayetên Kurdistanê bi navê “Wilayet-ı Şarkıye” (Wîlayetên Rojhilatê) tên bi nav kirin û Kurdistan bi navê “Wilayet-ı Şarkıye” ew weke perçeyekî civata Osmanî tê qebûl kirin. Di rastiya xwe de, Mustefa Kemal di bin maskeya “biratiya mislimaniyê û biratiya Kurd û Tirkan” de siyaseteke nîjadperest û kolonyalîst ya Tirkan dimeşand. Ew hewldan û gotinên grover yên ku dikarîbûn bi guhan xweş bihatana jî, hemû ji bona xapandina kurdan û tefandina tevgera neteweyî ya Kurdistanê bû. Mustefa Kemal ji bona ku rûyê xwe yê rastî eşkere neke, pir bi zanebûn gotinên “Enasirên Kurd û Tirk”, “Biratiya Îslamî” û “Biratiya Kurd û Tirkan” dixebitand. Di protokola Amasyayê ya 20- 22ê çiriya pêşîn ya 1919an de jî, ”erdên ku Kurd û Tirk li ser dijîn”, weke sînorê Dewleta Osmanî hatiye pejirandin. Ji bona pêşiya propogandayî dewletên biyaniyan bigre û kurdan bêtir bi xwe ve girêbidin jî, di vê protokolê de ev biryar hatiye girtin: ”Ji bona propogandayên biyanî yên ku xwedêgiravî bi aramnca serxwebûna kurdan tên kirin, berteraf bibin; biryar hate girtin ku piştgiriya hemû mafên etnîkî û civakî yên ku wê serbestiya pêşketina kurdan pêk bîne, bête kirin. Munasib hate dîtin ku ev tişt ji niha de ji aliyê kurdan ve bête zanîn.”(16).

Mustefa Kemal bi van fen û lîstikên xwe gelek serokeşîr û malmazinên kurdan xapand û ji bo şerê damezrandina ”Komara Tirkiyê” alîkarî û piştgiriya wan stend. Bi saya serê kurdan tevgera xwe li Kurdistanê hûnand û li ser xirbeyê Împeratoriya Osmanî dest bi amdakirina şerê damezrandina dewleteke nû kir.

II- NAMEYÊYÊN MUSTEFA KEMAL
Piştî daxuyaniya Kongreya Erziromê, Mustefa Kemal ji hinek serokeşîr û malmezinên kurdan yên ku li ser civatê xwedî desthilatdar û tesîreke berbiçav bûn re, nameyên taybetî dişîne. Nameya pêşî di 10ê tebaxa 1919an ji serokê Eşîra Mutkiyan Hecî Mûsa Begeê re hatiye şandin. Şeş nameyên din jî di 13ê tebaxa 1919an de ji Evdirahman Axayê Şernexî, Omer Axayê Derşevî, Resûl Axayê Musaşî, Mebûsê berê Sadullah Efendî, Şêx Mahmûdê Berzencî, Şêx Ziyaeddînê Norşînî re hatine şandin.

Li gor agahdariyên ku Ekrem Cemîl Paşa dide, Mustefa Kemal di destpêkê de gelek nameyan ji bavê wî Qasim Beg re jî dişîne û bi zimanekî şêrîn dixwaze piştgiriya wî bistîne. Lê gava di wan têkiliyan de bi ser nakeve, vê carê danûstendinê bi apê wî Mistefa Beg re datîne. Apê Ekrem, Mistefa Beg mirovekî bi emir û sofî bû. Bi riya “mislimaniyê”, “Mustefa Kemalê Selanîkî, Mustefa Begê Diyarbekirî dixapîne”. Mustefa Kemal, bi wê durûtiya xwe ne hew Mustefa Begê mala Cemîl Paşa, her weha gelek beg û serokeşîrên kurdan yên din jî dixapîne. Lê di vê demê de, li navçeya Koçgirî û Dersimê xebat û tevgera neteweyî roj bi roj geştir û berfrehtir dibû; Koçgirî ji bo serhildaneke neteweyî weke beroşeke li ser êgir dikeliya…

Mustefa Kemal bi awakî giştî tevgera neteweyî ya Kurdistanê û weke perçeyekî vê tevgerê xebat û têkoşîna “Kürt Teali Cemiyeti” li pêşiya bicihanîna armanc û planên xwe kelem û astengeke mezin didît. Loma jî, ew ji bona tefandina tevgera neteweyî ya kurdan di nav xebateke piralî û berfireh de bû. Ji bona ku li Diyarbekirê jî bi ser keve û xebatên komeleyê ji binî de rawestîne, ew sê paşeyan dişîne Diyarbekirê. Bi beşdariya hersê paşeyan û qelebalixiyek mezin, civînek tê çêkirin. Di vê civînê de, paşayên Mustefa Kemal di lîstik û planên xwe de bi ser nakevin. Lê ji bo rûxandina komeleyê bi awakî dijwar dijminatiya xwe didomînin. Di dawiyê de, ew Hemdî Beg zorge dikin ku ji komeleyê îstifa bike. Ji ber tehdît û zordariyên paşayên Mustefa Kemal, kesên di rojnameyê de dixibitin jî dev ji kar berdidin û direvin. Rojnameya komeleyê êdî dernakeve. Paşeyan bi fort, zordarî, fêlbazî û ruşwetan gelek kesên xuyanî û serokeşîr li derdora xwe dicivînin û bi aweyekî eşkere dest bi dijminatiya komeleyê dikin. Jiyana komeleyê êdî di tehlûkê de ye. Ji derveyî Mele Hemdî, endamên Komîteya Birêvebir ya komeleyê cara dawî dicivin. Bi dû gotûbêjên dûr û dirêj û bi piraniya dengan biryar digrin ku divê Ekrem ji komeleyê îstifa bike û ji Diyarbekirê derkeve. Komîteya Birêvebir bi Kenan Paşa re rûnê û meseleyê bi awakî aşîtî çareser bike (17).

Zinar Soran
zinarsoran@hotmail.com
——————————————————————————————————————————
ÊBINÎ Û ÇAVKANÎ
(1) Zinar Silopî, Doza Kurdistan, Öz-ge Yayınları, Ankara, 1991, r. 52.
(2) Ekrem Cemîl Paşa, Muhtasar Hayatim, Weşanên Enstituya Kurdan ya Brukselê, Îlon 1989, r. 33.
(3) Ekrem Cemîl Paşa, berhema navê wê derbasdibe (b.n.d), r. 32- 33.
(4) Zinar Silopî, b.n.d, r. 53.
(5) Ekrem Cemîl Paşa, b.n.d, r. 34.
(6) Binere: Zinar Silopî, b.n.d, r. 53. Ekrem Cemil Paşa, b.n.d, r. 33.
(7) Zinar Silopî, b.n.d, r. 53.
(8) Ekrem Cemil Paşa, b.n.d, r. 38.
(9) Ekrem Cemîl Paşa, b.n.d, r. 38.
(10) Yê ku ji “Harp Tarihi Vesikalari Dergisi”, sal: 2, hejmar: 5, Belga 90- î, Ankara- Îlona 1953 neqil dike: Hıdır Göktaş, Kürtler İsyan-Tenkil, Alan Yayıncılık, Stenbol, Nîsana 1991, r. 33-34.
(11) Binere: Hıdır Göktaş, b.n.d, r.34.
(12) Söylev, cild 3, belge 8, r. 9.
(13) M.A.Gasaratyan, Yeni ve Yakın Çağda Kürt Hareketleri, Weşanên Jîna Nû, Swêd, Îlon 1991, r. 125- 126.
(14) M.A.Gasarayan, b.n.d, r. 126.
(15) Ji bo dirêjaya vê behsê binere: İsmail Beşikçi, Kürdistan Üzerinde Emperyalist Bölüşüm Mücadelesi 1915- 1925, cild 1, Yurt Kitap Yay›n, Ankara, gulan 1992, r. 253-262. Rojnameya Cumhuriyetê, 30-ê hezîranê 1990.
(16) Ji bona Protokola Amasyayê binere: İsmail Beşikçi, b.n.d, r. 381-382.
(17) Ekrem Cemîl Paşa, b.n.d, r. 41- 44.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.