Kurdistan Tealî Cemiyetî -1-

Komeleyên Kurdî (1918 – 1920)
Berî Şerê Cîhanê yê yekem û piştî îlankirina Meşrutiyetê, gelek komeleyên kurdî bi awakî fermî li Stenbolê hatibûn vekirin. Pêşengiya wan komeleyan, di giraniya ronakbîr û zaneyên malmezinên kurdan de bû. Gelek rewşenbîr û welatparêzên  kurd, bi awakî aktîf di nav wan kar û xebatan de cihên xwe girtibûn. Navendên wan komeleyan li paytextê Osmanî, Stenbolê bûn. Tevgirêdan û têkiliyên wan zêde bi nav Kurdistanê re tunebûn. Xebat û çalakiyên dihatin kirin, di giraniyê de, di nav ronakbîr û niştimanperwerên kurd yên ji ber sedemên cihê li Stenbolê bûn, diman. Ji ber vê yekê jî, di Şerê Cihanê yê yekem de, pêşeng, rewşenbîr û welatperwerên kurdan ji wê kês û firsenda taybetî zêde istifade nekirin; li gorî pêwistiya wê dem û rewşê wezîfeyên xwe yên di warê rêxistinî  û têkiliyên bi gelê Kurd  re
  pêk neanîn û ji bo bidestxistina mafên neteweyî û dewletek serbixwe, miletê kurd ji xebat û tekoşînek weha re amade nekirin.

Lê teva hemû kil û kêmasiyan jî damezirandina wan komeleyên berî Şerê Cîhanê û tecrûbe, xebat û çalakiyên rewşenbîr û welatparêzên kurd yên wê demê, ji bo damezirandina ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” (Kurdistan Tealî Cemiyetî) bû pêngav û bingeheke gelek girîng. Ji xwe gelek pêşeng û berpirsiyarên wan Komeleyan, di nava xebata ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” de jî, cî girtibûn.

Di derheqê tarîxa damezirandina vê komeleyê de, di destên me de tarîxek misoger tuneye. Lê ji hinek çavkaniyên cihê û ji agahdariyên Zinar Silopî û Nûrî Dersimî, em tê digihêjin ku ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” piştî peymana ”Şerrawestandina Mondrosê”, di dawiya sala 1918an de hatiye  damezirandin.

Mehmet Emîn Bozarslan di haydariyên giştî yên di derheqa kovara Jînê de, li ser tarîxa damezirandina ”Kurdistan Tealî Cemiyetî”  weha dinivîse:

”Profesorê Tirk, Tariq Zafer Tunaya dibêje ku ew komele sala 1919an li dora meha Gulanê hatiye sazkirin. Lê ev tarîx ne rast e. Komele çend meh berî meha Gulanê sazkirî bûye û di xebatê da bûye. Ev rastî, ji ragîhanek jî tê zanîn. Ew ragîhan, li ser sazkirina ”Komela Kurd jibo Belavkirina Zanînê û weşanan” (Kürd Tamim- i Maarif Cemiyeti) bûye û di tarîxa 2.1.1919´an da di kovara ”Jîn” da derketiye”(1).

Weha xuya ye, ku ew agahdariyên M. Emîn Bozarslan yên ku li ser T. Zafer Tunaya dide, ji pirtûka wî ya ku di sala 1952an de hatiye çapkirin, hatiye girtin. Tunaya di wê demê de, hîn  hinek çavkaniyên ku vê dawiyê peyda kiriye, bi dest nexistibû. Ew bi xwe jî, di  sala 1952an de, di warê tarîxa damezirandina ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” weha dinivîse:

”Em vê tarîxê, texmînî tespît dikin. Tarîxa damezirandina Komeleyê hîn ne diyar e”. Lê dûre, T. Zafer Tunaya hinek belgeyên din bi dest dixîne û ew di çapên nû yên lêkolîna xwe ya bi navê “Türkiye`de Siyasal Partiler”  de,  diweşêne.

Li gorî nivisîna Wezîrê Karên Hundir yê Osmanî, Alî Kemal ku di 22ê gulana  1335an de hatiye nivîsandin,  li Stenbolê di serokatiya Seyîd Ebdulqadir  û ji aliyê hinek kesên tên nasîn, ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” hatiye damezirandin û di 17ê çeleya pêşîn ya 1334 (1918an) de, bi aweyekî fermî muraceta Komeleyê hatiye kirin (2).

Weha xuya ye, ku tarîxa herî nêzîkî tarîxa damezirandina ”Kurdistan Tealî Cemiyetî”, ew tarîxa ku Tunaya ji nivisîna Wezîrê Hundir yê Osmanî, Alî Kemal girtiye. Di warê tarîxa damezirandina vê komeleyê de, Zinar Silopî jî weha dinivîsîne:

”Dema ku bi peymana Şerrawestandina Mondrosê şer dawî lê hat, welatperwerên kurd yên li Stenbolê ji bo bidestxistina serxwebûna neteweyî ya Kurdistanê, bi navê ”Kurdistan Tealî Cemiyetî”, komeleyek siyasî damezirandin” (3).

Dr. Nûrî Dersimî jî dide diyar kirin, ku piştî “Şerrawestandina Mondrosê” ew hatiye Stenbolê, bûye endamê ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” û di riya doza neteweyî de, dest bi xebatê kiriye (4).

Weke ku tê zanîn, “Şerrawestandina Mondrosê” di 30ê  çirya pêşîn ya 1918an de, hatiye îmze kirin. Wê gavê eşkere dibe, ku ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” di nava meha çiriya paşîn û heta 17ê çeleya pêşîn ya 1918an de, hatiye damezirandin.

DAMEZRÎNERÊN  ”KURDISTAN TEALÎ CEMIYETΔ
Di warê damezrînerên vê Komeleyê de, nerîn û bîrûbaweriyên cihê hene. Zinar Silopî, di vê derheqê de weha dinivîse:

”Damezrînerên vê Komeleyê Bedîuzzeman Mele Saîd, Hemzeyê Mikisî û Xelîl Xeyaliyê Motkî dest bi xebatê kiribûn û endam ji bo Komeleyê dinivîsîn. Li Stenbolê piraniya ronakbîrên kurdan nêzîkayê nîşanî doza neteweyî dikirin, dibûn endamên Komeleyê û dest bi xebatê kiribûn. Di hilbijartina ji bo Komîteya Birêvebir, ev kesên navên wan li jêr, hatibûn hilbijartin”  (5).

Serok:    Seyîd  Ebdulqadir (Şemdînan)
Alîkarê Serek yê Yekem: Emîn Elî Bedirxan (Botan)
Alîkarê Serek yê Duyem: Fuat Paşa (Silêmanî)
Sekreterê Giştî:
   Hemdî Paşa
Muhasîb:
    Seyid Ebdullah (kurê S. Ebdulqadir)
Endam:
    Mîralay Xelîl Beg (Dêrsim)
Endam:
    Mîralay M. Elî Bedirxan
  (Botan)
Endam:
    M. Emîn Beg (Silêmanî)
Endam:
    Xoca Elî Efendî
Endam:
    Şefîq Erwasî (Wan)
Endam:
    Şukrî Babanzade (Silêmanî)
Endam:
    Fuad Babanzade
Endam:
   Fethullah Efendî
Endam:
    Dr. Şukrî Mihemed Sekban

Di lîsteya ku M. Emîn Bozarslan ji pirtûka ”Doza Kurdistan” ya Zinar Silopî girtiye, navê Fuad Babanzade tê de tune ye. Di pirtûka “Koçgiri Halk Hareketi” (Tevgera Gel ya Koçgirî) de û di lîsteyên ku Vedat Şadili û Dr. İbrahim Etem Gürsel didin jî  Mîralay Xelîl Beg tuneye û Komîteya Karger ji 13 kesan pêkhatiye. Tarik Zafer Tunaya jî li ser gotina Şukrî Baban, bi navê ”Damezrîner û Berpirsiyarên Kurdistan Tealî Cemiyetî lîstek cihe dide. Lê ew bi xwe jî diyar dike ku ew lîste kêm e û gelek kesên din weke berpirsiyar û endamên komeleyê yên aktîf dijmêre. Li gorî hevpeyvîna Tunaya ya ku di 1ê tîrmeha 1976an de, bi Prof. Şukrî Baban re kiriye, hinek damezrîner û berpirsiyarên Komeleyê ev bûn: Seyîd Ebdulqadir, Huseyîn Şukrî Baban, Dr. Şukrî Mehemed Sekban, Muhuttîn Namî Beg, Babanzade Hîkmed Beg û Ezîz Beg (6).

Di rêznameya ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” benda 6an de, hejmara Komîteya Karger weha hatiye diyar kirin: “Komîteya Karger ji serok, du alîkarên serok û sêzdeh endaman pêk tê…” (7). Heger li gor ve rêznameyê Komîteya Karger hatibe hilbijartin,  wê gavê du kes ji lîsteya Zinar Silopî bi xwe jî kêm in. Di nava wan kesên ku di lîsteya Tunaya hatiye nivîsandin, sê kes Muhuttin Namî Beg, Babanzade Hîkmet Beg û Eziz Beg, ne di lîsteya Zinar Silopî û ne jî di wan lîsteyên li jor hatine diyar kirin de hene. Weke tê zanîn, Prof. Şukrî Baban yek ji wan kesên ku di Komîta Birêvebir ya Komeleyê de cî girtiye û ji ber vê yekê dibe ku ew sê kes jî di Komîteya Birêvebir de cih girtibin. Bêguman mirov nikare bi awakî misogerî vê hîpotezê  idea bike; lê weke ihtimalekekê mirov dikare li ser raweste.

İsmaîl Göldaş jî, di pirûka xwe ya bi navê “Kürdistan Teali Cemiyeti” de, ji wan çavkaniyên li jor hatine diyar kirin, çend lîsteyên Komîteya Birêvebir ya vê komeleyê derxistiye û di derheqê lîsteya endamên Komeleyê de weha dinivîse:

”Tespîtkirina hemû endamên ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” ne mumkun e. Di çavkaniyên ku di dest hene,  lîsteya endam û ew kesên beşdarî xebatan bûne gelekî fireh e”  (8).

Di vê lîsteya xwe de, İ. Göldaş navên 167 kesan nivîsandiye. Nesimi Firatlî jî, ji deftera ku ji aliyê ”Mahkema Îstiqlalê ya Şerqê” ya ku di derheqê endamê ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” de hatiye girtin, navê 62 kesan dide (9).

RÊZNAMEYA ”KURDISTAN TEALÎ CEMIYETΔ
Rêznameya ”Kurdistan Tealî Cemiyetî”, di kovara “Kurdistan”ê, hejmara 7an ya 8ê gulana 1335 (1919) de, hatiye weşandin. Ew rêznameya ji 6 beşan û 34 bendan pêk hatiye. Ji derveyî wê rêznameyê, destûrek hundur ku ji 34 bendan pêkhatî jî di wê kovarê de hatiye weşandin. Herdu belge jî di pirtûka Tarik Zafer Tunaya ya bi navê “Türkiye`de Siyasal Partiler” de, hatiye weşandin.

Li ser vê komeleyê hinek belgeyên Îgilîzan jî, ji aliyê Ahmet Mesut ve, di pirtûka ku bi navê ”İngilz Belgelerinde Kürdistan” (Di belgeyên Îngilîzan de Kurdistan) de, hatiye weşandin. Di belgeya ku di 17ê hezîrana 1919an de hatiye amade kirin, li ser ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” weha hatiye nivîsandin:

“Tê rapor kirin ku Partiya Kurd niha, ji bo Kurdistanek serbixwe ku di bin îdareya Britanyayê de be, dixebite. Propogandaya vê Partiyê ji aliyê rojnameya ”Serbestî” de tê meşandin û li Stenbolê hejmara endamên vê Partiyê, li derdero 10 000 kesan in, ku ev jî neviyê hejmara nifûsa kurdên ku li Stenbolê cîwar in,  pêk tîne. Navenda Partiyê li Stenbolê ye. Li Diyarbekirê, Dersimê, Sêrtê, Xarpêtê û Meletê buroyên navçeyî hatine vekirin. Serokê Senatoyê Seyid Ebdulqadir, di eyne demê de serokê Partiya Kurd e…”  (10).

Di vê belgeyê de, navên hinek endamên Komeleyê yên berbiçav û rêznameya wê jî hatiye weşandin. Lê navê komeleyê, ”Kürdistan Teraki Cemiyetî” hatiye nivîsandin. Weke ku li jor jî hatiye nivîsandin, di vê belgeyê de, navê Komeleyê weke “Partiya Kurd” jî derbas dibe. Di  rêznameya ku hatiye weşandin jî, benda 5an nehatiye nivîsandin. Ji ber vê yekê, ev rêzname ji 33 bendan pêk hatiye û naveroka van bendan û yên di pirtûka Tunaya de hatiye weşandin , di bingehî de  hevdû digrin.

ARMANCA ”KURDISTAN TEALÎ CEMIYETΔ
Armanca ”Kurdistan Tealî Cemiyetî”, di rêznameya wê, benda yekem de, weha hatiye diyar kirin:
”Ji bo bidestxistin, hêsankirin  û pêjdebirina menfaetên giştî yên kurdan, bi navê Kürdistan Tealî Cemiyetî, komeleyek hatiye ava kirin. Navenda wê li Stenbolê ye. Li Kurdistanê û gava pêwîst be, li cihên din şûbeyan vedike. Bi komele û neteweyên ku bi eynê armancê bixebitin, hevkariyê dike”.

Weke ku tê zanîn, ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” jî weke komeleyên berî şer, bi awakî resmî hatibû damezirandin. Gava ku em li rêznameya wê dinerin, li gorî komeleyên berê yên kurdan, armanca bidestxistina mafên gelê kurd yên siyasî bi awakî giştî bêtir derketiye pêş. Di rastiya xwe de, ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” ji wê armanc û çerçeweya destûra xwe ya resmî wêdetir hedefên siyasî danîbû pêşiya xwe. Ji xwe dema mirov xebat û çalakiyan wê komeleyê dide ber çavan; ”Kurdistan Tealî Cemiyetî”, ji komeleyek resmî bêtir dişibe rêxistinek siyasî.

Gava Zinar Silopî bahsa damezirandina vê komeleyê dike, armanca wê weha dide diyar kirin:
”Deme bi peymana Şerrawestandina Mondrosê şer dawî lê hat, welatperwerên kurd yên li Stenbolê ji bo armanca bidestxistina serbixwebûna neteweyî ya Kurdistanê, bi navê ”Kurdistan Tealî Cemiyetî”, komeleyek siyasî damezirandin…”  (11).

”Kurdistan Tealî Cemiyetî”, di 22ê çeleya pêşîn ya 1918an de, bi ”Huriyet ve İtilaf Firkasi” (Partiya Azadî û Lihevkirinê) re peymanekê îmze dike. Di wê peymanê de jî armanca otonomiya Kurdistanê  derketiye pêş:
”Di nav Komeleya Kurdistanê û navenda giştî ya ”Huriyet ve İtilaf Firkasi” de ku di esasê xwe de, di programa xwe de otonomiya herêmî qebûl dike, li ser vê benda li jêr lihevhatinike tam pêk hatiye. Herdu alî bi alîkariya Xwedê, ji bo xebatek hevbeş ya ji bo rizgarkirina Welêt û parastina mafên Xelîfetê soz û peyman didin.

Bend: Welatên ku kurd bi piranî lê cîwar in, bi şertê ku weke siyaset, bi xelîfeta îslamî û Patîşahiya Osmanî ve girêdayî be û di serokatiya mîrekî ji aliyê tevayiya xelkê ve bê hilbijartin, wê bibin xwediye idareya otonom. 22 Kanun-u evvel 1334 û 16 Rebiulevvel 1337 (22ê çeleya pêşîn ya 1918) “ (12).

Parlamenterê Karasi:        Vesfî
Parlementerê Konyayê:
     Zeynelabidîn
Mohra Navendiya Giştî ya “Hürriyet ve İtilaf Fikrasi”
Endamê Komeleyê:
           Saîd
Endamê Komeleyê:
           Mehemed Elî
Serok:
                             Seyîd Ebdulqadir
Mohra “ Kürdistan Cemiyeti”

Gava serhildana Şêx Saîd şikest û li Diyarbekirê ”Dadgeha Îstiqlalê” (İstiklal Mahkemesi) hate li dar xistin; ew peymana li jor, li dijî Seyîd Ebdulqadir hate bi kar anîn. Li ser daxwaza qadiyê “Dadgeha Îstîqlalê”, Seyîd Ebdulqadir weha bersivê dide:
”Erê, haya min jê heye, ez înkar nakim. Me bi ” “Hürriyet ve İtilaf Fikrasi” re peymanek çêkir ku em armanca Ferîd Paşa ya ji bo  Ermenîstanê pûç bikin. Li gorî vê peymanê, me dê otonomî bida Kurdistanê. Lê me hukûmeta Osmanî û Xelîfetiya Îslamî ji hev veneqetend.”

”Ji aliyê me, mele Saîd, ji Bedirxaniyan Mehmed Alî û cenabê min hebûn. Ji “Hürriyet ve İtilaf Fikrasi” jî Vesfî, Zeynelabidîn û Sebrî Xoce hebûn” (13).

Weke li jor jî diyar dibe, ku di warê armanca Komeleyê de nerîn û bîrûbaweriyên cihê hebûn. Di pirsa çareserkirina Kurdistanê de, nerînek giştî û zelal ya Komeleyê tune bû. Di vî warî de, di nava Komeleyê de, du nerînen cihê dihate dîtin: Yek ji wan nerînan ew bû ku divê pirsa Kurdistanê di nava sînorên dewleta Osmanî û di çarçeweya Otonomiyê de bête çareser kirin. Pêşengiya wê bîrûbaweriyê serokê Komeleyê Seyid Ebdulqadir dikir. Nerîna din jî, daxwaza dewletek serbixwe ya Kurdistanê bû ku pêşengiya wê nerînê jî Bedirxaniyan dikir. Ji ber vê yekê jî, ev pirs di nava Komeleyê de bûye mijarê gotûbêjan.

Li gorî Dr. Nûrî Dersîmî dinivîse; di civînek komeleyê de, xortên kurdan daxwaz dikin ku ji bo serxwebûna Kurdistanê û hêzên biyanî di Kurdistanê de nemînin, biryar bê girtin. Lê serokê Meclîsê û Komeleyê Seyîd Ebulqadir li dijî vê daxwazê derdikeve û dibeje, ku “di vê dema ku tirk di tengasiyê de ne, lêdana wan, ne layiqî şana kurdan e. Divê em vê gavê alîkariya tirkan bikin” (14).

Dema ku karbidestên dewleta Osmanî dibînin, ku roj bi roj tevgera Kurdistanê geş dibe û daxwaza dewletek serbixwe di nava kurdan de belev dibe; ew jî dixwazin pêşiya vê daxwazê û pêşveçûnê, bi otonomiyek ku di nav sînorên dewleta Osmanî de, tixûb bikin. Di vî warî de, Malmisanij weha dinivîse:

“Di sala 1919an de, karbidestên dewleta Osmanî dibînin ku daxwaza serxwebûnê di nava kurdan de  pêş ve dihere û jibo pêşiya wê pêşveçûnê bigre, delegasyoneke ji Nazir- i Eşgal Abûk Paşa,  Naziri Bahriye Avnî Paşa û Şexûlîslam Hayderîzade Îbrahîm Efendî pêk tînin. Li ser navê kurdan jî delegasyonek ji endamên ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” Emîn Alî Bedirxan, Murad Bedirxan û serokê Şûray-yi Dewlet û ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” Seyîd Ebdulqadir tê pêk anîn. Piştî civînên di nav herdu delegasyonan de, ev biryaran tên girtin:

1) Bi şertê ku di nava civata Osmanî de bimîne, wê otonomî jibo Kurdistanê bê dayin.

2) Jibo îlankirina vê otonomiyê û ew têkeve jiyanê,  wê ji niha de tedbîrên pêwîst bê girtin “ (15).

”KURDISTAN TEALÎ CEMIYETΔ Û ”KURDISTAN CEMIYETΔ
Di Pirtûka Tunaya de, bi navê ”Kurdistan Cemiyetî Nizamnamesi” (Rêznameya Komeleya Kurdistanê) belgeyek din hatiye weşandin. Ji derveyî hinek cihêtiyên di bendên 1, 6 û 7an, bendên dawiya mayî yên vê rêznameyê û yên rêznameya ku bi navê ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” hatiye weşandin, weke hev in. Ev rêzname di sala 1334 (1918) li çapxaneya Necm–i İstikbal û li Stenbolê hatiye çap kirin. Di benda yekem de, armancê ”Kurdistan Cemiyetî” weha hatiye diyar kirin:

”Ji bo bidestxistin, hêsankirin û pêşdebirina mafên neteweyê kurd yên siyasî, aborî, civakî, hiqûqî, tarîxî û nîjadî bi navê ”Kurdistan Cemiyetî”, komeleyek hatiye ava kirin. Navenda wê li Stenbolê ye. Li Kurdistanê û gava pêwîst be, li cihên din şûbeyan vedike. Wê ew, bi komele û neteweyên ku bi aynê armancê bixebitin, hevkariyê dike” (16).

Di derheqê vê rêznameyê de, Tunaya tu agahdariyek din nedaye. Ji ber vê yekê jî, bi awakî eşkere ne diyar e ku di wê demê de bi navê ”Kürdistan Cemiyetî” komeleyek din li Stenbolê hatiye vekirin û ew rêznameya jî ya wê komelê ye. Dibe ku  di wê demê de du hewldanên cihê, lê di giraniya eynê damezrîneran de çebûbin. Her weha dibe ku ew rêzname berê hatibe amede kirin, lê dûre bi hinek guherandinan ew bûbe rêznameya ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” Bêguman ew hemû ihtimal in û mirov nikare bi awakî qutbirî bibeje weha ye an weha ye. Lê wer xuya ye ku ji ber wê rêznameya ku bi navê ”Kürdistan Cemiyetî” hatiye weşandin, gelek nivîskaran ew weke komeleyek din qebûl kirinin û danin diyar kirin.

Gava em werin ser mesela navên ”Kurdistan Tealî Cemiyetî”: Di hinek cihan de, di şûna ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” de ”Kürdistan Cemiyeti” (Komeleya Kurdistanê), ”Kürt Partisi” (Partiya Kurdî), ”Kürt Klubu” (Qlûba Kurdî), ”Kürt Komitesi” (Komiteya Kurdistanê), ”Kurdistan Terakki Cemiyeti” (Komeleya Pêşketina Kurdistanê) û h.w.d, hatine bi kar anîn. Her weha ne Zinar Silopî û ne jî Dr. M. Nûrî Dersimî di bîraninên xwe de bahs nekirine ku di wê demê de û li Stenbolê du komeleyên weha hebûn. Weke tê zanîn kovara Jînê ne bi awakî resmî be jî organek di bin kontrola ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” de derdiket. Di kovara jînê de jî tu agahdarî di vî warî de tune ye, ku di wê demê de li Stenbolê bi wan navan du komeleyên kurdan hatine damezirandin. Dîsa di hinek nivîsên kovara Jînê bi xwe de, di dewsa ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” de, ”Kurdistan Cemiyetî” hatiye nivîsandin (17).

Di peymana ku bi ”Hürriyet ve İtilaf Fırkası” re hatiye îmzekirin jî navê ”Kürdistan Tealî Cemiyetî”, “Kurdistan Cemiyetî” hatiye nivîsandin. Em ji çavkaniyên wê demê dizanin ku têkiliyên ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” û ”Hürriyet ve İtilaf Fırkası” gelekî germ û xurt bûn (18). Her weha, em dizanin ku ew peyman, di nava ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” û ”Hürriyet ve İtilaf Fırkası” de hatiye îmze kirin. Lê weke ku gelek caran di kovara Jînê de jî hatiye nivîsandin, di vê peymanê de jî navê ”Kurdistan Tealî Cemiyetî”, tenê ”Kurdistan Cemiyetî” hatiye nivîsandin.

DI PEYMANA SEVRÊ DE, ROLA  ”KURDISTAN TEALÎ CEMIYETΔ
Pêşengên ”Kurdistan Tealî Cemiyetî”, di wê dem û mercên lihevhatî de, di dewsa ku li gorî pêwîstiya pirs û pirsgirêka Kurd û Kurdistanê, li nav Kurdistanê şax û rêxistiniya
  Komeleyê ava bikirna û xebata siyasî, rêxistinî û leşkerî bimeşandina, pişta xwe bêtir bi dewletên mezin û baweriyek gelekî zêde bi ”Prensîbên Wilson” û xebata dîpolomasî anîbûn. Bêguman xebat û têkiliyên diplomasî pêwîst û girîng bûn, lê divyabû ew nebûbana sedêmên îhmalkirina xebat û tekoşîna siyasî, rêxistinî û haziriya hêzên çekdar li nav Kurdistanê. Teva ku hinek şax û liqên Komeleyê ya jî komeleyên pêgirtî li hinek deverên Kurdistanê; li Diyarbekirê, Xarpêtê, Bitlîsê, Mûşê, Meletê, Garganê, Atmayê (Arapkir), Dersimê û derdora wê, Umraniye, Beypinar, Celalî, Sîncan, Hamo, Domûrca û Zimara hatibûn avakirin jî, navenda xebata Komeleyê  û hewldan bi giranî
  di Stenbolê de mabû (19).

Zinar Silopî li ser pêwîstî û giringiya xebat û têkiliyên nav Kurdistanê û kêmaniyên Komîteya Karger ya di vî warî de, weha dinivîsîne:

”Piraniya Komîteya Karger ji kesên malmezin û xwedînufûs pêk hatibû. Eger wan kesan, li gor merc û rewşa ku tê de bûn, zorayiya têkiliyên ji Stenbolê bi Kurdistanê re anîbûya ber çavan û xebata navendî ya Komeleyê guhastibûya Kurdistanê û bi Kurdistan Tealî cemiyetî ya Diyarbekirê re xebatek hevbeş kiribûya, pir mimkun bû ku xebata wan kesên ku li cihên cihê yên Kurdistanê û xwedînufûz, bêtir  ber bida û encama  ku dihate xwestin bi dest xistina…”

”Pêşneyara hinek endamên Komeleyê ku Seyid Ebdulqadir Efendî û endamên Komîteya Karkger herin Kurdistanê û li wê derê bixebitin, ji aliyê berpirsiyarên navendî ve munasib nehatibû dîtin” (20).

Dema ku pêşengên Komeleyê giraniya xebata xwe dabûn ser têkiliyên dîplomasî û Stenbolê weke navenda xebatê hilbijartibûn, Mustefa Kemal li Kurdistanê têkiliyên xwe bi feodal û xanedanên kurdan re xurt dikir, bi fen û fûtan, bi dû piştgiriya xelkê kurd de bû; planên tevgera xwe li Kurdistanê dihûna, şahdamarên tevgera kurdî ji binî de dibirî û roj bi roj  têkiliyên Komeleyê yên bi Kurdistanê re hebûn jî qut dikir. Bi gotinek din pêşengên Komeleyê çek û sîleha xwe ya herî mezin di destê Mustefa Kemal û hevalbendên wî de berdabûn û pişta xwe ji heqê wê bêtir dabûn dewletên hevpeyman û xebata dîplomasîyê.

Bê ku em xebat û xizmeta wan camêran dûrçav bikin, em dikarin bi hêsanî bibêjin ku kêmaniya herî girîng û berbiçav ya pêşengên Komeleyê ew bû, ku meydana bingehî ya xebat û tekoşîna xwe ihmal kiribûn û bi wî awayî  kês û firsendek mezin dabû destên Mustefa Kemal û hevalên wî. Bi gotinek din, pêşengên kurdan dara bin xwe bi destên xwe birîbûn.

Bêguman Komeleyê, di qada xebat û tekoşîna dîplomasî de hewldanên hêja û çalakiyên berbiçav kirine. Pêşeng û karbidestên Komeleyê di wê bîrûbaweriyê de bûn ku bi riya danûstendin û xebata dîplomasî wê gelê Kurd jî bighêje heqê xwe yê neteweyî. Ev nerîna, di gelek nivîsên ku di kovara Jînê de hatine weşandin jî,  bi şîara “Dema şûr çûye, îro dema qelemê ye” derketiye pêş.

Hêjaye gotinêye ku ji bo demekê pêşeng û rewşenbîrên kurdan di warê xebat û têkiliyên dîplomasîyê de, xebat û çalakiyên gelekî hêja  û berbiçav  kirine. Lê ew xebata, li nava Kurdistanê bi xebatên siyasî, rêxistinî û çekdarî ve nehatiye temam kirin. Ji ber vê yekê jî, ew xebat û hewldanên wan, li hemberî lîstik û fenên dewletên mezin û Mustefa Kemal zêde ber nedaye û negihaştiye armancên xwe.

”Kurdistan Tealî Cemiyetî” raporekê li ser cografya, etnografya, dîrok û aboriya Kurdistanê hazir dike û li gel daxwazên neteweyî û nexşeyek Kurdistanê, pêşkêşî nûnerên Îngilîstan, Fransa, Îtalya û Emerîqayê yên li Stenbolê dike (21). Her weha Komele, Şerîf Paşa weke nûnerê miletê Kurd nîşan dide ku ew beşdarî Konfersa Lihevhatinê ya Parîsê bibe û di wê Konferansê de, mafê miletê Kurd bi dewletên beşdar bide qebûl kirin. Tayinkirina Şerîf Paşa wek nûnerê kurdan,  bûyerek gelek girîng hatiye qebûl kirin û di nava neteweyê Kurd de, şayî û hêviyek gelek mezin çêkiriye.

İSTİKLAL- Î KURDİSTAN KOMİTESÎ
(Komîteya Serbixwebûna Kurdistanê)

Di nava Şerê Cîhanê yê Yekem de, li Misrê, di pêşengiya  Emir Sureya Bedirxan de, bi navê “ İstiklal-î Kürdistan Komitesî” (Komîteya Serbixwebûna Kurdistanê) komîteyek hatiye damezirandin. Vê komîteyê jî, ji bo doza Kurdistanê gelek xebatên hêja kiriye. Li ser navê vê komîteyê, nerînên cihê hene û di hinek çavkaniyan de, “İstiklal-î Kurdistan Cemiyetî” (Komeleya Serbixwebûna Kurdistanê) jî derbas dibe.

Bazil Nikitin, di vî warî de weha dinivîse:
“Emîn Sureya hema piştî Şerrawestandina Mondrosê, li Qahîrê ”Komîteya Serxwebûnî ya Kurd”  (Kürt Bağimsizlik Komitesi) damezirandiye…” (22).

Di belgeyek Îngilîzan de jî li ser vê komeleyê  weha hatiye nivîsandin:
“Îsal di nav meha çeleya paşîn de rêxistinek ku xwe li Misrê “Komîteya Serbixwebûnî ya Kurd” (Kürt Bağimsizlik Komitesi) bi nav dike, ji bo dameziranindina dewleteke kurd alîkarîya îngilîzan dixwast…” (23).

M. Emîn Bozarslan jî di pêşgotina kovara Jînê de, ji çavkaniya nivîsa Menduh Selîm Beg ya di kovara Jînê, hejmara 21ê de derketiye, weha dinivîse:
“Di wê demê de komeleke Kurdan jî li Misrê hebûye. Navê wê Komelê “Komela Xweseriya Kurdistanê” bûye, sazkerê wê jî Sureya Bedirxan bûye. Wê komelê jî di binê serekîya Arif Paşa da heyetet şandiye Parîsê. Komela Pêşketina Kurdistanê bi Komela Xweserîya Kurdistanê ra dayin- standin kirîye, ew heyet jî digel Arif Paşa ketiye binê serekîya Şerîf Paşa..”  (24).

Di nîvîsa Memduh Selîmbegî de, navê vê komîteyê, “Heyeta Kurd” derbas dibe. Dîsa li gorî wê nivîsa wî; wan xeber girtiye ku Hukûmeta Kurd ya di bin serokatiya Şex Mahmûdê Berzencî de jî, heyetekê dişîne  Parîsê û ew heyet jî bi Şerîf Paşa re hareket  dike û dixebite (25).

Lê di derheqê beşdariya wan heyetan de, Hasan Yıldız ji çavkaniyên Fransiyan dide diyar kirin ku Fransa nexwestiye ku heyeta Hukûmeta Şêx Mahmûd beşdarî wê konferansê bibe. Li ser navê Hûkûmeta Kurdistana Başûr Zekî Reşît û ji malbata Şêx Mahmûd Sait Ahmed Efendî gelekî hewl dane ku herin Parîsê û beşdarî Konferansê bibin. Lê teva ku ew du mehan li Bexdadê, Helebê û Beyrûdê li benda bersîvê dimînin jî, fransiyan bi behaneyên cihê, pêşî li wê hewldanê girtine. Li ser wê rewşê, bi navê nûnerê “Kurdistana Başûr” Reşît Zekî, di 6ê Tîrmeha 1919an de ji “Komsertiya Bilind ya Fransayê” re nameyekê dişîne. Di vê nameyê de, ew rewşa Hukûmeta Kurd ya Şêx Mahmûd, daxwazên kurdan û serpêhatiya xwe ya ji bona beşdariya “Konferansa Aşîtiyê ya Parîsê” dide diyar kirin û dîsa daxwaza beşdariya Konferansê dike.

Li ser wan hewildanan, Hasan Yıldız weha dinivîse:
“Hemû heviyên di çarçeweya Prensîbên Wîlson de û hewldanên Zekî Reşît yên li ser navê Şêx Mahmûd ku bi îngîzan re şer dikir bê encam dimîne. Di pratîkê de, kurd bi îngilîzan re di nav şer de bûn û di hevdîtinên aşîtiyê de cih nagirin. Mirov dikare şêla îngilîzan fêm bike, bê ji bo çi nedixwestin ev heyet here Parîsê. Lê li ser navê hêzên hevpeyman pêşîlêgirtina fransizan ku di warê qada legal de hîn jî parêzgeriya heqên neteweyan dabûn ser milê xwe, gelek bi mane ye” (26).

Gava grûbên kurdan li vê politîkaya durû ya Dewletên Hevpeyman hay dibin, şaş dimînin. Ji bona protestokirina wê polîtikaya durû, li ser navê “Komîteya Serxwebûna Kurdistanê” (İstiklal-i Kürdistan Komitesi) ya li Qahîrê, Mardînîzade Mehmed Arif Paşa jî di 30ê nîsana 1919an de ji Şerîf Paşa re nameyekê dişîne û daxwaz dike ku ew nerînên wan pêşkêşî “Konferansa Aşîtiyê” bike (27).

Şerîf Paşa di 22ê adara 1919an  û 1ê adara 1920î de, du “deklerasyonan” di gel nexşeyek Kurdistanê pêşkêşî “Konferansa Parîsê ya Aşîtiyê” dike. Şerîf Paşa li hêlekê danûstendinan bi nûnerên dewletên Ewropayê re datine û ji hêlek din jî bi nûnerên ermeniyan re di 20ê çiriya paşîn ya 1920î de, peymanekê îmze dike. Li ser navê  ermeniyan Serokê “Delegasyona Neteweyî ya Ermenî”, Boxos Nûbar û “cîgirê Serokê Delegasyona Komara Ermenîstanê” Dr. H. Ohancanyan; li ser navê “Serokê Delegasyona Neteweyî ya Kurd” jî Şerîf Paşa  wê peymanê îmze dikin û pêşkêşî “Konferansa Parîsê” dikin (28).  Di 20ê çeleya pêşîn de jî, Şerîf Paşa dawetî Konferansê dibe û di Konferansê de dipeyive.

Peymana Sevrê di 10ê tebaxa 1920î de, li Parîsê, li “Qesra Sevresê”  hate îmze kirin. Li gorî wê Peymanê; li beşekî Bakurê Kurdistanê heqê otonomiyek herêmî ji  kurdan re dihate nas kirin û ji bo pêşerojê, riya dewletek serbixwe jî vekirî hatibû hiştin. Ew peyman di nava kurdan de hêvî û şahiyek gelek mezin çêkir.

Dr. Nûrî Dersîmî wê rewşê weha tîne ziman:
“Ew projeya ku dewletên hevpeyman di derheqê sazkirina dewletek serbixwe ya Kurdistanê de li Sevrê amade kiribûn, di nava gelê kurd de şayî û heyecanek kûr û berfireh afirandibû û ew neteweyê ku ji sedsalan de di binê nîrê biyaniyan de dinaliyan, rakiribû ser lingan” (29).

“Peymana Sevrê” di pratîkê de nekete jiyanê û bi “Peymana Lozanê” ya ku di sala 1923an de, bi hukûmeta Mustefa Kemal re hate îmze kirin, bi awakî resmî ji holê hate rakirin. Lê ji bo ku wesîqeyek navneteweyî ye û ji bo siyaseta durû ya dewletên emperyalîst radixîne ber çavan, ez wan bendên ku di derheqê Kurdistanê de, li jêr dinivîsînim:

“Bend 62an: Piştî îmzekirina vê peymana bi şeş mehan, komisyonek ji sê kesan pêkhatî û ji aliyê hukumetên Îngilîstan, Fransa û Îtaliya ve desthilat hatibe destnîşandan, wê li Stenbolê bicive. Komisyon dê ji bo wê navçeya ku sînorên wê pişt re bên tespît kirin ku piraniya rûniştevanê wê kurd in û dikeve rojhilata çemê Fıratê û başûrê Ermenîstanê û bakurê sînorê Tirkiyeyê, Sûriye û Mezopotamyayê, li gor xalên duyem û sêyem yên benda 27an, planekî otonomiya herêmî  amade bike. Eger di pirsekê de hevdengî çênebe, endamên komisyonê wê bûyerê ragihînin hukûmetên xwe.

Ev plana han, divê hemû mafên Asûrî – Kildanî û hindikayiyên neteweyî û olî yên din ku di vê navçeyê de ne, garantî bike û ji bo vê armancê, komisyonek ku Îngilîstan, Fransa, Îtalia, Îran û Kurdan temsîl bike, lêkolînan bike û gava guherandinek li ser sînorên Tirkiyeyê û eynî wextê de sînorê Îranê pêwîst bibe, dê ew guherandin li gor ruh û mercên peymanê bête pêk anîn.

Benda 63an: Hukumeta Osmanî ji vir şûn de, biryarên ku wê piştî sê mehan ji aliyên herdu komisyonên ku li gor benda 62an ya peymanê hatine damezirandin bidin, wê deq bi deq qebûl bike û teahut bike ku wan biryaran bi cih bîne.

Benda 64an: Piştî tarîxa ku Serokatiya Peymanê tespît bike, eger di nava salekê de, piraniya gelê Kurd yê ku dikeve çarçeweya benda 62an bixwaze ji Tirkiyeyê veqetin û bi tevayî serbixe bibe û serî li Komeleya Neteweyan bide û Konseya Komeleya Neteweyan jî bawer bike ku ew gel dikare serbixwe bijî û bi cîanîna serbixwebûniya wan tawsiye bike, Tirkiye dê wê tawsiyeyê eynê qebûl bike û ji niha de teahud dike ku wê dev ji hemû maf û navdariyên xwe yên wê navçeyê berde. Berfirehiya devjêberna wan mafan, wê di peymanek taybetî de, di nav dewletên hevpeyman û Tirkiyeyê de bê girêdan. Piştî temembûna devjêberdanê û pêkanîna dewleta serbixwe ya Kurdistanê, eger kurdên Wileyeta Mûsilê ku heta niha perçakî Kurdistanê ye, bixwazin bi vê dewleta Serbixwe ya Kurdistanê bibin yek, dê Hêzên Hevpeyman bi tu awayî  li dijî vê yekitiyê dernekevin”  (30).

Zinar Soran
zinarsoran@hotmail.com
——————————————-

TÊBINÎ Û ÇAVKANÎ (1)
(1)  Jîn,  çapa  nû, Cild 1,  Weşanxana Deng, Uppsala – Sweden, r. 22.
(2) Tarik Zafer Tunaya, Türkiye´de Siyasal Partiler, cild 2, Weşanên Weqfa Huriyetê (Hürriyet Vakfı Yayınları), Stenbol, Sibat 1986, r. 1986.
(3)
  Zinar Silopî, Doza Kurdistan,
  r. 56.
(4) Dr. Vet. M. Nurî Dersimî, Kürdistan Tarihinde Dersim, Çapxaneya Ani, Halep, r. 120.
(5)
  Zinar Silopî, b.n.d, r. 56- 57.
(6)
  Ji bo vê bahsê binere: Tarik Zafer Tunaya, b.n.d, r. 186.
Vedat Şadili, Türkiye`de Kürtçülük Gerçeği ve İsyanlar, Weşanên Kon, Ankara,1980, r. 159.
Dr. İbrahim Etem Gürsel, Kürtçülük Gerçeği, r.44. Uğur Mumcu, Kürt İslam Ayaklanması, Weşanên Tekin, Ankara – 1991, r. 183- 184.
(7) Ji destûra ”Kurdistan Tealî Cemiyetî”.
(8) İsmail Göldaş, Kürdistan Teali Cemiyeti, Weşanên Doz, Stenbol- Çirya Paşîn 1991, r. 39- 45.
(9) Nesimi Fıratlı, “Resmi ideolojinin sunduğu gerçekler, Kürt ulusal demokratik hareketleri” Kovara Deng, Stenbol, hejmar:12 (Hezîran 1991), r.36- 37.
(10) Ahmet Mesut, İngiliz Belgelerinde Kürdistan, Weşanên Doz, Stenbol- Gulan 1992, r. 42- 45.
(11) Zinar Silopî, b.n.d, r. 56.
(12) Avni Aydoğan, Kurtuluş, Kuruluş ve Sonrasi r. 9.
Di derheqê tarixa vê peymanê de, Nesimi Fıratli û Mehmet Bayrak jî, 20 ê Çirya Pêşîn ya 1918an didin û navê Mustefa Sabrî jî nenivîsandinin. Kovara Deng, hejmar: 13 (Tîrmeh 1991), r. 20- 27.
(13) Uğur Mumcu, Kürt- İslam Ayaklanmasi, Tekin Yayınevi, r.119.
(14) Dr. Nûrî Dersîmî, b.n.d, r. 120. Zinar Silopî, b.n.d, r. 60- 61.
(15) Yê ku ji Dr. Belech Şirkuh, El- Qeziyel Kurdiyye (Maziyu`l Kurd ve Haziruhum), Kahîre, 1930, r. 65- 66, neqil dike: Malmisanij, Kürt Milliyetçili€i ve Dr. Abdullah Cevdet, Weşanên Jîna Nû, Stockholm- 1986, r. 77- 78.
(16) Binere: Rêznameya ”Komeleya Kurdistanê” (Kürdistan Cemiyeti), Tunaya, b.n.d, r.213.
(17) Kovara Jîn, çapa nû, cild 5, hejmar: 21, r.3- 8.
(18) Binere: Tunaya, b.n.d, r. 190.
Kovara Deng, hejmar: 13, r. 20, 26-27.
U€ur Mumcu, b.n.d, r. 119.
(19)
  Gava  Tarik Zafer Tunaya liq û şaxên ”Kurdistan Tealî Cemiyetî” dijmêre,
  liqên Erzirom û Wanê jî li ser zêde dike.
Ji bo liq û şaxên vê Komeleyê binere: Tarik Zafer Tunaya, b.n.d, cild 2, r. 189.
M. Emîn Bozarslan, “Haydarîyên Giştî di heqê Kovara Jîn`
  de”, Jîn, cild 1, r. 35.
Dr. Nurî Dersimî, b,n.d,
  r.122, 280.
Dr. İbrahim Etem Gürsel, b.n.d, r. 44.
(20) Zinar Silopî, b.n.d, r. 60.
(21) Binere: Kovara Jîn, hejmar: 21, 18 ê Hezîrana 1335.
(22) Bazil Nikitin, Kürtler,
  r.346.
(23) Ahmet Mesut, b.n.d,
  r. 83.
(24) Jîn, cild: 1, r. 29- 30. Weşanxana Deng.
(25) Jîn, cild 5, r. 4- 5, Weşanxana Deng.
(26) Hasan Yıldız, Fransız Belgeleriyle Sevr-Lozan- Musul üçgeninde Kürdistan”, Weşanên Heviya Gel, Köln 1990, r. 40-42.
(27) Binere: Hasan Yıldız, b.n.d, r.37- 38.
(28) Ev peymana ku di nava Ermenî û Kurdan de çêbûye, di pirtûka Garo Sasunî ya bi navê “Kürt Ulusal Hareketleri ve Ermeni- Kürt İlişkileri” de jî, hatiye weşandin. Weşanên Orfeus, Stockholm r. 164-165..
(29) Dr. Nûrî Dersîmî, b.n.d, r. 171.
(30) Ji bo vê peymnê binere: Zinar Silopî, b.n.d, r. 58- 59.
Dr. Abduraman Qasimlo, Kurdistan û Kurd, Weşanên Jîna Nû, Swêd- Îlona 1991, r. 54- 55.
  Dr. Şivan, b.n.d, r. 65- 66.
Beg jî, “ji ber biçûkbûna emrê wî” tên sivik kirin. Şêx Saîd û kesên din jî, di şeva navbêna 28 û 29ê hezîrana 1925an de tên daliqandin. Azîz Aşan lîsteya wan
  kesên ku biryara daliqandinê ji bo wan hatibûn girtin, di wê pirtûka xwe de weşandiye. Binere: Azîz Aşan, b.n.d, r. 39- 40.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.