X- Istihlasî Kurdistan Cemiyetî (Komeleya Rizgariya Kurdistanê)

Gava Dr. Kemal Mezher Ehmed behsa xebat û tevgera kurdan ya di berbangê Şerê Cîhanê yê Yekem dike, bi awakî pir kin behsa “Istihlasî Kurdistan Cemiyetî” (Komeleya Rizgariya Kurdistanê) jî dike. Ev di vî warî de weha dinîvîse:
“Di vê demê de, teva ku welatparêzên Kurdistana Tirkiyê ji ber sedemên cihê xebatek geştir nîşan didan jî, di eynê salan de li Kurdistana Îranê jî şiyariya neteweyî û nîşanên serîhildanê hatibû rewşek weha ku bi çavan dihate dîtin. Di berbanga şerê yekem yê Cîhanê
  û di nava şer de li vî perçeyî, rêxistina “Îstihlasî Kurdistan Cemiyetî” dest bi tevgerê kiribû; sloganên `Yekitiya Kurdan` û `Serxwebûna Kurdistanê` bi germî bilind kiribû” (91).

Seyîd Teha yek ji endamên damezrîner yê vê rêxistinê bû. Ew di dawiya sala 1917an de, bi qasidekî nameyekê ji konsolosê Rûsya yê Ûrmiyê rê dişîne. Di vê nameyê de, Seyîd Teha armanca “Îstihlasi Kurdistan Cemiyetî” dinivîsîne û ji bona  piştgiriyê Rûsyayê, daxwaza hevdîtinê bi nûnerekî Rûsyayê re dike. Bazil Nikitin di derheqa vê nameyê de weha dinivîse:
“Ber bi dawiya sala 1917an de, ji rêxistina Îstîhlasî Kurdistan qasidek hate balyozxaneya Ûrmiyê meqamê min û nameyak Seyid Taha da min. Di vê nameyê de, ji bo rizgarkirina Kurdistanê û li hemberî Tirkan li ser tevgereke hevbeş li hev bikin, ji min daxwaz dikir ku ez hevdîtinekê bi qumandarên Rusyayê re amade bikim” (92).

Ji vê nameyê diyar dibe ku armanca “Îstihlasi Kurdistan Cemiyetî” rizgarkirina Kurdistanê bûye. Ji bo gihaştina vê hedefê û tevgereke hevbeş jî xwestiye bi Împeratoriya Rûsyayê re peywendiyan deyne û alîkariya wan bistîne. Di derheqê vê rêxistinê û hinek damezrîner wê de, Dr. Şivan jî weha dinivîsîne:
“Karûbarên kurdî, di nava şer de jî dom kir. Seyid Evdilqadir, biraziyê wî Seyîd Taha û Kamîl Bedirxan serkêşên birêvebir yên wan karûbaran bûn. Navê rêxistina ku wan ji bona rizgariya Kurdistanê damezirandibûn, Îstihlasî Kurdistan bû” (93).

VILAYAT-I ŞARKIYYE MÜDAFA-I HUKUK-U MILLIYE CEMIYETI
(Komeleya Parastina Mafê Neteweyî yê Wîlayetên Rojhilatê)

Di Şerê Cîhanê yê yekem de Dewleta Osmanî mexlûb bûbû. Pêşengên “Ittihat û Terakkî” reviyabûn derveyî welêt. Dewletên hevpeyman hesab û planên dabeşkirina Dewleta Osmanî dikirin. Laşekî mezin ketibû erdê û wan dixwastin ku vî laşî li gor dilê xwe li hevdu par bikin. Di vê parkirinê de, wan dixwastin ku beşekî mezin yê erdê Kurdistana Bakur bi ser erdên ermaniyan ve berdin. Herweha Yewnaniyan jî êrîşî Anadoliyê kirin. Damezrandina “Kurdistan Teali Cemiyeti” û xebata wê ya li Kurdistanê jî tirs û xofeke mezin xistibû dilê Tirkan. Ji xwe, hevalbendên “Îttihat û Terakkî” nedixestin ku tevgera kurdî pêş ve here; Kurdistan rizgar bibe û gelê Kurd bighêje mefên xwe yên neteweyî.

Wan Kurdistan di nav sînorên dewleta ku wan dixwastin ava bikin de didîtin û bi vî awayî dixwastin ku gelê Kurd di bin destên de de bimîne. Loma jî, hinek tirk û kurdên ku berê di nav “Îttihat û Terakkî” bi hedu re xebitîbûn, li ser van bûyeran xwestin ku ji nû de  xwe organîze bikin. Qaşo wê bi vî awayî “Wîlayetên Şerqê” yanî Kurdistan jî li hemberî dagîrkeriya biyaniyan biparastina û gava welat ji vê tengasiyê derxistina wê mafên kurdan yên neteweyî jî bidana wan.

Ev ji destpêkê de, bi şîweyeke nû xapandina kurdan bû û destpêka siyaseteke bêtir durû û sinsî bû. Ji ber ku di wê dema ku “Vilayet-i Şarkiyye Mudafa-i Hukuk-u Milliye Cemiyeti” hate ava kirin, bikaranîna navê Kurd û Kurdistanê ne qedexe bû û komeleyên kurdan yê wê demê bi navê kurdan dihatin ava  kirin. Gelekî balkêş e ku wan navê Kurd û Kurdistanê jî, êdî ji bo kurdan pir didîtin û di dewsa navê Kurdistanê, “Wîlayet-î Şarkiyye” bi kar dianîn.

Jixwe Mustefa Kemal jî dixwest ku li ser vê siyasetê tevgera xwe ya nû di nava kurdan de bihûne. “Vilayet-ı Şarkiyye Mudafa-i Hukuk-u Milliye Cemiyeti” jî alîkarî û piştgiriya tevger û siyaseta Mustafa Kemal dikir. Ji bo ku hinek damezrînerên vê komeleyê kurd bûn û di hinek deran de, navê wê weke komeleyek kurdî derbas dibe, min pêwîst dît ku bi kurtayî be jî ez behsa vê komeleyê bikim.

Bi ya min, mirov nikare vê komeleyê weke komeleyeke kurdî bibîne. Hebûna hinek kesên kurd yên di nav vê komeleyê de jî, nabe pîvana vî tiştî. Eger weha be, îro jî gelek kesên kurd di nav komele û partiyên siyasî yên kolonyalîstan de hene. Ma em dikarin wan komele û partiyên siyasî weke yên kurdan qebûl bikin? Nasname û qarektera komele ya jî partiyek siyasî, ne bi beşdariya kesan, bi armanc, siyaset, xebata û helwesta wê tê pîvandin.

Li gor Nacî Kutlay dinivîsîne; “Vilayet-ı Şarkiyye Mudafa-i Hukuk Cemiyeti” di 4ê çeleya pêşîn ya 1918an de, li Stenbolê hatiye ava kirin. Serokê wê Mahmûd Nedîm Beg bû. Waliyê berê yê Beyrûdê Îsmaîl Heqî, mebûsê Beyazîdê Şefîq Beg, mebûsên Diyarbekirê Fewzî û Zulfî, şaîrê Diyarbekirî Suleyman Nazif, Cewat Beg û Xoce Raîf Efendî weke endamên damezrîner dest bi xebatê kirine. Di “Vîlayat-ı Şarkiyye” de, wê mafên neteweyî yên tirk û kurdan bihata parastin. Pêşengên “Îttihat û Terakkkî” ku dixwestin kurdan asîmle bikin û bi koçkirin bidin, ji welêt reviyabûn; endamên wan yên din jî, ji bo yekitiyek mecbûrî ya nû hewl didan (94).

Mahmut Goloğlu jî li ser damezrandina vê komeleyê weha dinivîse:
“Rewşenbîrên li Stenbolê yên ku ji wîlayetên Elezîzîz, Diyarbekir, Wan, Bedlîs, Erzirom û Sîwasê ku bi navê `Vilayet-i Sitti` têne bi nav kirin; waliyê Bedlîsê Nedîmê Xarpêtî, Suleyman Nazîfê Diyarbekirî, ji waliyên kevn Îsmaîl Heqiyê Diyarbekirî, mebûsê Diyarbekirê Fewzî, mebûsê Sîwasê Rasim, serbazê ciwan Evdilmûtalîbê Sîwasî, serbazê ciwan Cavîdê Diyarbekirî û li gor hinek kesan mebûsê Erziromê Rahîp Xoce û mebûsê Diyarbekirê Zulfî Beg jî, ji bona domandina girêdayiya bi Dewleta Osmanî û parastina mafên gelê heremê “Vilayet-i Şarkiyye Mudafa-i Hukuk-u Milliye Cemiyeti” damezrandin ” (95).

Nîzamnameya “Wilayet-î Şarkiyye Mudafa-i Hukuk-u Milliye Cemiyetî” ji sê xalan pêk hatiye. Di xala duyem de bi kurtayî hatiye diyar kirin ku wê komele mafên neteweyî û siyasî yên hemû xelkên ku li “Wilayet-î Şarkiye” rûdinên biparêze. Li hemberî cîhana medenî, wê komele mafên dîrokî û neteweyî yên hemû xelkên misliman biparêze û ji bona ev maf di rewşeke azad de pêşve herin, tedbîrên pêwîst bistîne (96).

Gava li Dadgeha Îstiqlalê ya li Diyarbekirê, Kemal Fewzî  tê mahkeme kirin û li ser “Kurdistan Teali Cemiyetî” û “Wîlayet-î Şarkiyye Mudafa-î Hukuk-u Milliye Cemiyetî” jê tê pirsîn, ew weha bersîv dide:
“Armanca herdu komelan jî ev bû ku wîlayetên Rojhilatê nekin Ermenîstan. “Wîlayet-î Şarkiyye Mudafaîi Hukuk Cemiyeti” dixwast ku bi Tirkan re bimîne, “Kurdistan Teali Cemiyeti” jî dixwast bi kurdan re bibe yek”(97).

Di wê demê de, piraniya rewşenbîr û welatparêzên kurdan di nava komeleyên kurdan de û bi taybetî di nav “Kurdistan Tealî Cemiyetî”  de cih girtibûn. “Wilayet-î Şarkiyye Mudafa-i Hukuk-u Milliye Cemyetî” teva ku li Stenbolê hatibû vekirin jî, pişkgirî û hevalbendiya tevgera Mustefa Kemal ya li Anadoliyê dikir.

Vê komeleyê, ji “Kurdistan Tealî Cemiyetî” rê pêşneyara yekbûnê aniye. Lê “Kurdistan Tealî Cemiyetî” ev pêşneyar qebûl nekiriye. Di kovara “Kurdistan”ê de ew nivîskarên ku eslê wan kurd bûn, lê di nav tevgera kurdî de cih negirtibûn û “ne kurd û ne jî tirk dihatin hesibandin”; weke Suleyman Nazîf, Ziya Gökalp û Ahmed Agayef bi tundî hatine rexne kirin (98).

ZINAR SORAN
zinarsoran@hotmail.com

TÊBINÎ Û ÇAVKANÎ
(91) Binere: K. Mezher Ehmed, b.n.d, r.29
(92) Bazil Nikitin, b.n.d, r. 345.
(93) Dr. Şivan, Kürt millet Hareketleri ve Irak`ta Kürdistan ‹htilali, Stockholm, Gulan 1975,
  r. 60- 61.
(94) Naci Kutlay, ‹ttihat- Terakki ve Kürtler, Weşanên Vejin, Stockholm, 1990, r.135- 136.
(95) Yê ku ji Mahmut Golo€lu, Erzurum Kongresi, Ankara 1968, r.13 neqil dike: ‹smail Beşikçi, Kürdistan Üzerinde Emperyalist Bölüşüm Mücadelesi 1915- 1925, Yurt kitap-yayın, Ankara, gulan 1992, r.190.
(96) Ji bona nîzamname û armanca vê komeleyê binere: ‹smail Beşikçi, b.n.d, r. 190-191.
(97) Malmisanij, Bitlisli Kemal Fevzî ve Kürt Örgütleri ‹çindeki Yeri,
  Stockholm- Çeleya Paşîn ya 1993, r. 60.
(98) Binere: Tarik Zafer Tunaya, b.n.d, cilt 2, r. 190.

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.