Du Dilop

Du Dilop navê pirtûka Enwer Karahan a nû ye, pirtûkeke çîrokan e. Min herî dawî ew xwend.
Min pirtûkên Enwer Karahan hemû xwendine. Ez nivîskariya wî ji serî ve nas dikim û dizanim. Gava az lê dinerim û tê diramim, ez dibînim ku wî rêyeke ku her diçe divê karê wî baştir bibe daye ber xwe û wilo dixebite. Wek ku yekî werzişvan dabe ber xwe, her cara ew sed metroyan baz bide, divê xurtir baz bide. Ya jî gava yekî ku xwe bilind diqevêze, her carê devera qevza xwe bilintir dike.

Gava mirov pirtûka Enwer a pêşî û a dawî dide ber hev, mirov bi hêsanî di vê yekê derdixe û dibîne ku ew her demê di kar û xwestina xweamadekirinê û baştirkirina karê xwe de ye.
Gava min pirtûka wî ya bi navê ÇÛ xwend, ez gihiştim baweriya ku Enwer Karahan bûye hosteyê gotinê û avakirina hevokên jîndar. Lê min ew baweriya xwe ji xwe re hişt, min xwest ez li bendî pirtûkek din bimînim û bibînim bê ma ew baweriya min rast e ya na. Û niha Du Dilop di destê min de ye.

Ez hemû caran bi çavê rexnegirî ranahijim pirtûkan. Bi min ew li nivîskêr neheqiyek e. Ez bi piranî pirtûkekê ji bo xwendinê, bihîstina çîrokeke nû û peydekirina xweşiya zimên dixwînim.
Lê gava ez bawer im ku divê ez bala xwe ji wilo bêtir bidim pirtûkê û bixwazim fêr bibim bê çawa hatiye nivîsîn, ez bala xwe didim çend hêl û stûnên bingehîn.

Wî çaxî bi piranî ji bo min, ne pir grîng e bê kîjan mijar hatiye hilbijartin û bûye çîrok. Her wilo ez nakevim dû bê ma kîjan gotin çiqasî “şaş” hatiye nivîsîn, gotin û bikaranîn. Hemû kes şaşiyên wilo dikin û insanî ne. Bi min a herî grîng ew e bê çawa û ji kîjan alî ve dest bi vegotina çîrokê hatiye kirin, ser, nav û binê wê çawa di hev hatiye derxistin û kîjan zimanê vegotinê jê re hatiye hilbijartin. Bi min divê ev hêl hemû di hev derkevin, alî hev bikin û bi hev re çîrokê hêsan û xweş bikin. Her wilo mantiqê li pist çîrokê, ango ew stûna wê ya ku dike çîrok çiqasî nêzîkî rastiyê û aqilan be, grîng e. Ji ber ku di xwezaya edebiyata bedew de, di wateya herî kur de xwestin û pêdiviya di hevduderketina fantazî û rastiyên jiyanê hene. Divê harmoniyek di nav wan de hebe, nabe ku hevdu red bikin. Gava min ÇÛ dixwend, (bi qasî ku pirtûkeke çîrokan ya guhertî ye, gelek jê ne çîrok in, lê awayê xweşgotinê ye, helbestên pexşanî ne) min bala xwe baş da awayê Enwer yê hûnandina çîrokan, min dixwest ez bibînim û fam bikim bê ma wî ew çawa hûnane. Min dît ku ÇÛ, şandan, peyitandin û pasinandina xweşiya wêjeyê ye. Wî, di Çû de, hêza gotin û vegotinê, hêza zimên a gava ku tu mijara raste rast tunebe jî, bikaribe berhemeke edebî jê bê afirîndin, daye xuyakirin.  Min bala xwe dayê û ez lê hûr jî bûm, lê heta gava min ÇÛ hemû xwend jî, min tu şaşiyên edebî yên ku bikevin pêşiya biserketinan nedîtin, min bes tenê xweşiya dihevduderketina çîrokan dît.  Lê niha Du Dilop di destê min de ye. E. Karahan bi Du Dilop`an, devera qevza xwe, him bi hêza zimên û him jî bi gotin û vegotina çîrokê, hinekî bilindtir kiriye. Him xweş hatiye gotin û him jî wêneyên jiyana rast a ku ji jiyana kurdan a petî (xas) tên, li ber çavên mirov radixe. Mirov bi çend rêz û gotinan tenê vedigerîne dîmen, reng û bêhnên salên şest û heftê yî. Mirov di wan dîmenan de jiyaneke sîvîl a tabîî dibîne.  Hin ji çîrokên Du Dilop`ê, di forma bîranînan de ne. Wî çaxî bîranînên zaroktiyê ne û ew jî îcarê berpirsyariyeke din dide ser nivîskêr: divê çîrok bi gotin û mantiqê dilovanî û dilpakiya zarokan be û dûrî hîlebaziya dinya mezinan be.  Her wilo bala min kişand ku êdî Enwer nema bûyerên klasîk en hêsan, wek: Elî di dema xwe de şareşgerekî navdar bû, ji ber wilo gelek dijminên wî hebûn, gava diçû Amedê, korûciyan rê birîn, ew ji tirmpêlê daxistin û kuştin, ji xwe re dike mijar. Wî, êdî jiyana sîvîl, a ku ji vegotina wê re xwêdan û westan divê, kiriye mijara pênûsa xwe. Yek ji hêlên nivîskariya Enwer Karahan ên din ku bala min kişand ew e: ew gelek gotinên Kurdî ku ketine ber xezeba asîmîlasyonê, rizgar dike. Gelek ji wan gotinan, di nivîsandinê de nû ne, lê di Kurdî de heta doh pêr gotinên rojane bûn, van salên dawî ji peyva rojane de ketibûn. Enwer dîsa can dide wan gotinan û bi alîkariya wan, dîmenên jiyana kurdan ya petî derdixe ser rûpelan.  Di nivîsandinê de, yek ji tiştên ku ez bi xwe jê hez nakim û bawer dikim ku piraniya xwendevanên ku ji edebiyatê fam dikin jî jê hez nakin, quretî ye. Gelek caran gava nivîskarek ji realîzmê dûr dikeve, ya jî gava nêzîkî surrealîzmê dibe, metirsa ku bikeve xefkeke wilo derdikeve pêşiya wî/wê. Gava hîna min ÇÛ dixwend, ez di destpêkê de ketim tirsa ku ma gelo wê Enwer bikeve wê xefkê. Lê na, min dît ku ew gelekî dûrî wê yekê û xefkê ye. Ew zimanê xelkê sîvîl yê rojane bikar tîne, ji çîrokên jiyana xelkê re dike kirasekî edebî û xweş lê dike. Û gava ku ew wilo dike, ew qet ji mijara xwe dûr nakeve, çîrokê di nav bahoza gotin û hevokên “xweş” de nafetisîne. Çîrok sade ne. Dostê hêja Enwer Karahan, te di asta bedewiya çîrokê ya bilind e berhem dan me, destê te sax be û ez te pîroz dikim. Ka em ê binerin bê tu dê hîna çi ji me re binivîsî.

11.11.2008
Silêman Demir

Ev nivîs di Nivîs de ye.

Kommentarer inaktiverade.