SERSALA GELÊN KURDISTANÊ YA KURDÎ PÎROZ BE!

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê sersala gelên Kurdistanê ya kurdî  (13ê çile 2010) bi dilgermî pîroz dike û bi vê munsebetê diyar dike ku;

1. Wek her neteweyî, mafê Neteweyê Kurd jî  heye ku li ser axa welatê xwe bi awayekî serbest û azad bijî.

2. Wek hemû zarokan, mafên zarokên kurdan jî  heye ku bi ziman û zaravayên xwe bipeyivin, bixwînin û perwerde bibin. Ev mafekî xwezayî  û mirovî  ye.

3. Wek hemû dê û bavên azad, wezîfeyeke neteweyî  ya  her dê û bavê  kurd e ku bi zarokên xwe re bi kurdî bipeyivin.  Divê em ji bîr nekin ku eger zarokên kurdan  bi kurdî nepeyivin dê pêşeroja zimanê kurdî  jî  tune be.

4. Wek her neteweyê jîndar, ji b o neteweyê Kurd jî hebûna xwe bidomîne, divê em  li dîrok, kevneşopî, ziman û edebiyata xwe xwedî derkevin û di vî warî de pêdiviyên dikevin ser milên xwe pêk bînin.

Bi van hêviyan, em hêvîdar in ku di sala nû de, serketin, serfirazî, azadî, aştî û aramî para gelên Kurdistanê be.

Stockholm, 13ê çile 2010
Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê
Zinar Soran
www.nivîsakar.se
info@niviskar.se

Ev nivîs di Daxuyanî de ye.

Kommentarer inaktiverade.