Hunermendê hêja û dildarê ziman û muzîka kurdî Aram Tîgran ji nav me bar kir

Roja 8ê meha tebaxa 2009an, serê sibehê Aram Tîgran di temenê 75 salî de li Atînayê çû ber dilovaniya xwe. Aram Tîgran 15-01-1934an li bajarê Qamîşlo tê Dinyê. Zarokî û xortaniya xwe li wir derbas dike, lê jê dihere Ermenistanê û li wir bi cîh dibe. Di van salên dawî de li Ewrûpayê dima.

Bavê Aram Tîgran di komkujiya ermeniyan ya 1915an de, bi aliyê begekî kurd hatiye xelas kirin. Ew heta 20 salî li cem wî begê kurd dimîne û dûre bi alikariya wî begî derbasî binyaxetê dibe. Malbata Aram bi kurdan re dijî. Têkilyê nav wan gelekî xweş e. Bavê Aram hewl dide ku wî hînî lêxistina alavên muzîkê bike. Gava wê hunerê li cem wî dibîne, wesyeta xwe lê dike ku ew bi kurdî bistirê. Bi gotina wî, ew wesyeta bavê xwe tîne cih û dest bi stranên kurdî dike.

Aram Tîgran bûyereke dîrokî ya hiner û muzîka kurdan e. Ew bi esil ermenî ye. Malbata wî kurd baş nas dikirin û di nav wan û kurdan de dostanîyek germ hebû.  Zaroktiya wî di nav kurdên binxetê de derbas dibe.  Ew bi hunermendiya xwe, bi qasî kurdekî kurd bû û bi stranbêjiya xwe jî stêrkek mezin bû.

Aram Tîgran pirreke hêja ya nav milletê Ermenî û Kurd bû. Di dema ku kurd di bin zilm û zoradriyeke hov û tarî de dinaliya; wî bi deng û awazê xwe dilê kurdan geş û hevîyê wan mezintir dikir. Wî di warê muzîk û çanda kurdî de rolake gelek girîng lîst û xizmetekê ku gelekî hêja kir.

Em weke Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê,  rûmeteke mezin didin vê xebat û xizmeta Aram Tîgran. Bila cîhî wî bihişt be. Bila serê gelê Ermenî, Kurd û malbata wî sax be. Kurd wê Aram Diktaran tucarî ji bîr neke û ew dê her gav di dilê me de bijî.

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

Ev nivîs di Daxuyanî de ye.

Kommentarer inaktiverade.